Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kampa Holê veguheriye hêlîna DAIŞ’ê

Kampa Holê ku 67 hezar kesên ji malbatên endamên DAIŞ’ê yên ji 50 welatan lê ne, weke ‘Yek ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê’ tê binavkirin. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 21’ê adara 2019’an de li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê dawî li hebûna ser erdê ya DAIŞ’ê anîn, raya giştî hewl dide DAIŞ’iyên li kampa Holê ji bîr bike.

Lê belê bûyerên li kampê diqewimin, bi taybetî jî piştî ku dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, DAIŞ ji nû ve zindî bû. Ev yek jî metirsiya li kampa Holê zêdetir dike. Bi krîza siyasî ya li Iraqê re û piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, DAIŞ di serî de li Iraq û Sûriyeyê li gelek herêman ji nû ve kete nava liv û tevgerê.

Berdevkê koalîsyonê jî hişyarî da

Tevî daxuyaniyên berdevkên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ku vê rewşê piştrast dikin, ji bo pêşîlêgirtina li jinûve zindîbûna DAIŞ’ê tedbîr nayên girtin. DAIŞ a ku kurk ketiye, xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Yek ji hêlînên sereke yên DAIŞ’ê jî kampa Holê ye ku li başûrê rojhilat ê Hesekê ye.

Hewl didin xwe jinûve birêxistin bikin

Tevî Iraq û Sûriyeyê 67 hezar kesên ji 50 welatên mîna Tirkiye, Tirkmenistan, Azerbaycan, Ozbekistan, Çeçenistan, Kirgizistan, Tûnis, Erebistana Siûdî, Fas, Cezayîr, Fransa, Misir, Almanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Awûstralya, DYA, Tirkistan a Rojhilat, Endonezya, Malezya û Hindistanê li vê kampê hene. Rêxistina çete hewl dide li kampê xwe ji nû ve zindî.

67 hezar kes li kampê hene

Çend meh berê zêdetirî 70 hezar kes li kampê diman ku piraniya wan jin û zarok bûn. Nêzî 5 hezar sûriyeyiyên li kampê, ji ber rewşa wan a ku ‘Bi zorê û ji neçarî tev li DAIŞ’ê bûn’ ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin berdan. Nêzî hezar û 200 kesên biyanî jî radestî welatên wan hatin kirin. Li gorî daneyên rêveberiya kampê, niha 67 hezar kes li kampê hene.

Rêxistina ‘El Hisbe’ ava dikin

Kamp bi giştî ji 13 beşan pêk tê. DAIŞ hewl dide xwe li kampê ji nû ve bi rêxistin bike. DAIŞ a ku hewl dide xwe li nava jinan bi rêxistin bike, bi rêya rêxistiniya bi navê ‘El Hisbe’ li kampê xwe komî ser hev dike. Ev rêxistiniya navborî ku bi giranî ji kesên ‘muhacir’ an jî ‘cîhadîst’ pêk tê, li kampê bi rengekî veşartî perwerdeyan dike, dadgehan ava dike û pêkanînan ferz dike.

Jin tên kuştin û li binê konan tên veşartin

Ev rêxistiniya navborî bi rêya medyaya civakî Telegramê têkiliyê bi derve re datîne û der barê kesên li ber rêxistinê radibin biryara kuştinê dide û pêk tîne. Li kampê di nava 8 mehên dawî de 26 jin bi hinceta ‘Li ber rêxistinê rabûn û li fermanan guhdarî nekirin’ ji aliyê vê rêxistinê ve hatin kuştin. Lê belê rêveberiya kampê diyar dike ku hejmara kesên hatine înfazkirin dibe ku zêdetir be. Jinên ku bi giranî bi kêran tên kuştin li binê konan tên veşartin.

 

Li kampa Eyn Îsayê heman xwebirêxistinkirin heye

Rêxistiniya bi navê ‘El Hisbe’ ne ya destpêkê ye. Li kampa li bajarê Eyn Îsayê jî tê zanîn ku DAIŞ’ê xwe bi navekî dişibe wê bi rêxistin kiriye. Dewleta tirk di 9’ê cotmehê de dema ku êrîş bir ser Girê Spî û Serêkaniyê, destpêkê berê xwe da beşa malbatên DAIŞ’iyan ên li kampa Eyn Îsayê û gelek DAIŞ’î jî di encamê de reviyabûn. Tê gotin ku ev rewş ji bo ‘El Hisbe’ û DAIŞ’iyên li kampa Holê jî movîtasyoneke mezin e.

NY weke kampeke penaberan nabîne

Kampa Holê ku yek ji 6 kampên herî qelebalix ên cîhanê ye, li hiqûqa navneteweyî yan jî pênaseya ‘Kampa penaberan, koçberan’ a Neteweyên Yekbûyî nayê. Li ser rûyê cîhanê li tu kampê mirovên ji ewqas neteweyan li kampeke penaberan nîne. Ev kesên navborî di nava sîstema hiyerarşîk a DAIŞ’ê de ne. Ji nû ve rêxistinbûna DAIŞ’ê li kampê û pêkanîna ‘hiqûq’a xwe vê rewşê radixe pêş çavan.

 

Ji bo pêşerojê xetere ye

Ji Berpirsyarên Kampa Holê Hemrîn Hesen li ser înfazên li kampê û rêxistiniya El Hisbeyê ji ANF’ê bi Ersîn Çelîk re axivî û anî ziman ku heta niha 26 jin hatine kuştin. Hesen anî ziman ku ‘El Hisbe’ rêxistiniyeke wisa ye ku yekser bi fermanan tevdigere û li kampê bi bicihanîna pîvanên DAIŞ’ê berpirsyar e. Hesen destnîşan dike ku ev rewş wê dema bê ji bo herêmê û cîhanê bibe pirsgirêkên giran.

Hesen ragihand ku li her devera cîhanê Neteweyên Yekbûyî bi berpirsyariya kampan radibe, lê belê li Kampa Holê vê wezîfeya xwe pêk nayîne û anî ziman ku berpirsyariya kampê li ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar