Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’heta niha zêdeyî 800 hezar îmze komkirin e

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, kampanya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi eşqek mezin didome. Kampanya Ji 22'ê çileyê û vir ve zêdeyî 800 hezar îmze komkirin e.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Înîsiyatîfa Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re-Sûriye, ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, pêkhatina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, kampanya îmzeyan destpê kiribû. Piştî ku kampanya li tevahiya herêmê bi dawî bû, îmzeyên bêne komkirin wê radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bêne kirin û ji wir jî ji CPT re werin şandin.

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û berdevka kampanya îmzeyan Perwîn Yûsif li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Herêma Cizîrê kampanya bi dawî bûye û heta niha zêdeyî 800 hezar îmze kom kirine. Perwîn Yûsif ragihand ku gelên bakur û bojhilatê Sûriyeyê destpêkirina kampanya îmzeyan ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyar dîtine û got, “Gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi feslefeya Rêber Apo mezin dibe û vê felsefeyê dipejirînin. Ji bo hêjayî ked û fedakariya Rêber Apo bibin, ji bo misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî em bi salan e li qadan in.

Yek ji van çalakiyan jî kampanya îmzeyan e. Ev kampanya daxwaza gelan hemûyan bû. Bi beşdariya her sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê her kesekî îmze dan kampanyayê. Îmzeyên ku têne komkirin wê ji CPT re bêne şandin. Ji ber ku ev qad di bin berpirsyariya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) de ye, lê belê CPT heta niha bi durûtî tevdigere. Eger CPT diçe Îmraliyê û daxuyaniyeke şênber nade, bêdeng dimîne, ev yek ji bilî durûtiyê nayê tu wateyê.

Gel ji van saziyan dixwaze ku li gorî pîvan û qanûnên xwe tevbigerin. Li gorî wezîfe û berpirsyariya xwe divê rastiyê aşkere bikin. Divê em bi rêya têkoşîna xwe tecrîdê bidawî bikin. Armanca me ne tenê agahîwergirtina ji Rêberê me ye, armanca me misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ji ber bi fikir û felsefeya wî ji bo azadiya bi milyonan kesî şer hate kirin, têkoşîn hate meşandin. Lewma gel divê karibin bi rengekî azad bijîn. Eger îro li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gel dikarin bi xwişk û biratî bijîn, afirînerê vê yekê Rêber Apo ye. Yê ku polîtîkaya qirkirina gelan a sîstema kapîtalîst ji holê rakir jî Rêber Apo ye. Nayê qebûlkirin mirovekî welê zane di nava çar dîwaran de bê hiştin.”

Komkirina îmzeyan bi awayekî dilxwaz pêk hat

Perwîn Yûsif anî ziman ku ew dixwazin kampanyayê bi rengekî serketî bi encam bikin û got, “Ji bo kampanyayê li her bajarî komîte hate avakirin û van komîteyan bi piştgiriya komun û meclîsan kampanya meşandin. Li gorî qanûnan ji mirovên di ser 15 salî re ji her dilxwazî îmze hate komkirin. Mal bi mal, komun bi komun em tevgeriyan. Li Herêma Cizîrê kampanya îmzeyan bi dawî bû. Lê belê li Herêma Şehba û Firatê hîn jî dewam dike.

Hemû pêkhateyên li herêmê tevlî kampanyayê dibin. Kampanya hîn bi dawî nebûye, lê belê me hedefa ku danîbûn ber xwe derbas kir. Zêdeyî 800 hezar îmze hatin komkirin. Di demeke kurt de wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên kampanyayê bi raya giştî re bêne parvekirin. Em ê bi rêya kampanyayê hêrsa gel careke din ji cîhanê re ragihînin.”

Gelê me li benda bersiva CPT ye

Perwîn Yûsif diyar kir ku piştî bidawîbûna kampanyayê ew ê bersiva CPT bişopînin û got, “Barê me her roj girantir dibe. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me xwe yekser berpirsyar dibîne û wê çalakî bênavber dewam bikin. Ji bo vê jî divê têkoşîn derbasî asta herî bilind bibe. Tevlîbûna gel a li kampanyayê girseyî bû. Bi eşqeke mezin tevlî kampanyayê bûn. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi vê kampanyayê careke din nîşan dan. Ne tenê îmze têne komkirin, her wiha dixwazin bi van îmzeyan encamek bê bidestxistin. Ew ê şopdarê kampanyayê bin.

Gelê me li benda bersiva CPT ye. Çalakiyên me îro û piştre jî wê bênavber dewam bikin. Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê encamên kampanyayê bişopîne. Kampanya ne tenê li nava kurdan e, her wiha li nava hemû gelan e. Îmzeyên têne komkirin îradeya gelan e, gelê me wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê ev bêdengî bi dawî bibe. Divê sazî bersivê bidin daxwazên gel.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar