Piştî erdheja ku li bakur û rojavayê Kurdistan û Tirkiye pêk hat, demildest hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl dest bi kampanyayên alîkariyê kirin.
Başûrê Kurdistanê jî yek ji van herêman bû ku bi lezûbez alîkarî hatin berhevkirin.
HDP’ê jî li Hewlêr li navenda xwe dest bi kampanya ‘Li gel we ne’ kir û dest bi alîkarîkomkirinê kirin. Biryar hatibû girtin ku kampanya hefteyekê dom bike, lê ji ber eleqeya gel heta meheke din jî hat dirêjkirin.
Piştî bangên ku alîkariya tên berhevkirin ku bi rêya hikûmetê diçin herêmên erdhej lê rû dayî nagihêjin gel, vê carê zêdetir berê xwe dan navendên ku alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê. Ji bo vê yekê jî navenda HDP’ê yek ji van navendan e.
Serdanên piştevanî ya partî û saziyên sivîl ên Başûr jî ji bo HDP’ê didomin. Li ser vê yekê gel zêdetir piştî van bangan berê xwe didin van navendan.