Kampanyaya ‘100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve di 25’ê Mijdara 2020’î dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê Lava Alarabo diyar kir ku ji sedî 80’ê îmzeyên wan heta niha kom kirine îmzeyên swîsreyiyan e û anî ziman ku kampanyaya îmzeyan a li Baselê dê heta 8’ê Adarê dewam bike.
Hevseroka CDK-Basel û aktîvîsta Meclisa Jinan a Ronahî Lava Alarabo diyar kir ku ji 25’ê Mijdarê û vir ve ew li gel rêxistinên jin ên swîsreyî karekî kolektîf dimeşînin û ji niha ve gihîştine armanca ku danîne pêşiya xwe.
Alarabo ragihand ku bi helwesteke fedakar û bi sebir, aktîvîstên wan sedemên ji bo darizandina Erdogan vedibêjin, bi vî rengî yek bi yek îmzeyan kom dikin û wiha got: “Ji bo teşhîrkirina dîktatoriya Erdogan li nava qada raya giştî ya navneteweyî, dikarim bêjim ku li Baselê em gihîştine armanca xwe” BASEL