Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kampanyaya ‘Azadî Ji Bo Ocalan’ rastî eleqeyeke mezin tê

Serokên partî û eşîretan, parlementer, siyasetmedar, parêzer, mamosteyên zanîngehan, hunermend, nivîskar, rojnamevan û karmendên başûrê Kurdistanê tev li kampanyaya ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin, bûn

Navenda Nûçeyan

Komek rewşenbîrên Misrê bi navê “Azadî ji bo Ocalan ” komîteyek ava kiribûn û di 1’ê mijdara 2020’an de bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanyaya bi pêşengiya rewşenbîrên Misrê li welatên Rojhilata Navîn jî belav bû.

Li Başûrê Kurdistanê jî nêzî 15 roje ji kesayetên naskirî, siyasetmedar, akademîsyen, mamoste, hunermendan îmze tên komkirin. Li gorî agahiyên ku ji rewşenbîrên pêşengiya komkirina îmzeyan dikin hatine girtin, heta niha bi sedan îmze hatine komkirin û eleqeyeke mezin ji bo kampanyayê heye.

Di nava kesên îmze avêtine de Serokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla, Serokê eşîreta Caf Hisên Mihemed Mistefa, parlementerên berê yên Iraqê, parlementer, karmendên, gelek mamosteyên zanîngehan û bijîşk jî hene.

Siyasetmedar û parlementerê berê yê Iraqê Ebdullah Mela Nûrî ku yek ji wan kesên îmze avêtiye, xebat û têkoşîna rewşenbîrên Misrî ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Ebdullah Mela Nûrî wiha got: “Xebata ku rewşenbîrên Misrê daye destpêkirin, ji bo mirovek ku hemû xebatên wî ji bo azadiya mirovahiyê ye, ji bo aşitiyê, bihevre jiyankirina gelan, demokrasiye ye. Têkoşîna dijî zilmê ye, ji bo mafê jinan û parastina jîngehe. Çareseriya van hemû pirsgirêkan di tezên Birêz Abdullah Ocalan de ye. Weke mirovek û weke Kurdek spasiya rewşenbîrên Misrî dikim ku xebatek wisa dane destpêkirin.”

Parêzer Ahmed Zehîr Mihemed Emîn jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Li Misrê ji bo azadiya Rêber Apo pêngaveke berfireh birêve diçe. Îdeolojiya Rêber Apo bandorê li hemû welatan dike. Li dijî eqliyeta hizbî ya neteweperest ku nîfaq û şer dixin navbera mirovan, fikrên Rêber Apo bihevre jiyankirina gelan esas digire. Fikrên wî ji bo parastina mafê mirovan e.”

Parêzer Ehmed got divê hem di qada hiqûqî de hem jî di civakê de daxwazên ji bo azadiya Rêber Ocalan zêdetir bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar