PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî berfireh dibe

Ji endamên Koma Boykotkirina Malên Tirkî Serdar Ehmed diyar kir ku li başûrê Kurdistanê boykot roj bi roj berfirehtir dibe. Ehmed xwest ku hikûmet û dezgehên ragihandinê jî alîkariyê bidin wan

Kampanyayên boykotkirina malên tirkî  yên ku li başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, her ku diçe berfirehtir dibin. Koma Boykotê ya Li Dijî Dagirkeriya Tirk bi armanca boykotkirina mal û kelûpelên tirkî li ser tevna civakî berî niha bi çend hefteyan hat ragihandin. Piştgiriya bi kampanyayê roj bi roj mezin dibe û niha li gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê zêdetirî 300 endamên wê hene.

Yek ji endamên komê jî Serdar Ehmed e. Ehmed têkildarî xebatên xwe ji Rojnewsê re axivî. Ehmed got ku kampanyaya wan li dijî êrîşên dagirkeriyê dest pê kir û niha bi piştgiriya gel û kesên welatparêz ve pêş dikeve. Ehmed wiha domand: “Gelek welatiyan jî biryar dan ku tev li kampanyayê bibin. Di mijara firotin û bikaranîna malên tirkî de em nikarin rê li ber her kesî bigirin. Divê gelê me baldar be. Hikûmet di vê pêvajoyê de nebû asteng lê hevkariyê jî nake. Ger hikûmet bixwaze hevkariyê bike, divê bacê deyne ser kelûpelên derve.”

Herî dawî jî Ehmed ev tişt destnîşan kir: “Ji bo pêşerojê çend plansaziyên me hene. Em ê xwe bigihînin aliyên peywendîdar. Em ji kanalên ragihandinê jî dixwazin ku rojane têkildarî boykotê bernameyan çêbikin û her tim bi bîra gel bînin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar