PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kampanyaya dersa kurdî ya bijarî

Ji bo pêşî li spekulasyona bigirim, gotina xwe ya dawî li pêşî bêjim. Bêşik piştgiriya hewldana dersa kurdî ya bijarî dikim. Kin û kurt hemû destkeftî ya kurdan e û mafê her kurd e ku hem van destkeftiyan biparêze, hem jî biemilîne.

Ev helwest nayê wê wateyê ku ew ê kurd doza daxwazên xwe yên din nekin. Ew ê destkeftiyên heyî biparêzin, biemilînin û her wiha doza daxwazên xwe yên din jî bikin. Di perwerdeyê de daxwazkirina dersa kurdî ya bijarî, li ber daxwaza fermîbûna kurdî ne asteng e.

Berî salan dema TRT 6 hat vekirin, min piştgirî da wê hewldanê jî. Aşkera bû, dewlet ne ji dil bû. Lê ji bo min qet ne xem bû. Heta ku bi tirkî çêrî me dikin, bila bi kurdî çêrî me bikin. Ji xwe îro jî bi navê TRT Kurdî heman tiştî dikin. Di hemû televîzyonên xwe de bi tirkî neyartiya me dikin, di televîzyonekê de jî bila bi kurdî bikin. Bêgûman ferq hene. Herî kêm ji vê pêngavê şûnve êdî nikarin behsa kart-kurtê bikin. Ev qas basît.

Bi vê mebestê carekî din ez bang dikim da ku zarokên kurd di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Wext kurt e. Çend rojên mayî jî bila baş bikar bînin.

Her çi qas rastî ev be, divê em rûreşiyekî jî bibînin. Eger hewldana me û hewldanên ew aliyên ku bi her cûre neyartiya xwe li dijî kurdan didomînin dema dişibin hevûdu yan jî heman tişt in, divê kurd ne yek car, sed car bifikirin. Kurdek dilsoz û welatparêz û waliyê dewletê nikarin bi heman zimanî daxwazek ji dewletê bikin. Partiyek nijadperest û hêzeke kurdî, bi heman cûreyî nikarin bangewaziya kampanyayek bikin. Eger ev xetên bi qasî erd û ezman ji hev cûda ne bişibin hevûdu, bizanibin di nav vî karî de lîstikek, herî kêm hesabek heye. Divê marjên kurdan aşkera be, zelal be.

Bi vê nêrînê em werin esasê…

Gelo hesab çi ye? Dixwazin ev car kurdan bi kîjan lîstikê bixapînin? Heke ev neyê dîtin, dibe ku daxwaza me li me vegere û rê li ber neyartiyên din veke. Kurd ji bo bi bobelatê ku bi vî rengî re rûberû mebe, divê hişyar be.

Bi kîjan hestî vê hişyariyê dinivîsînim, wê jî bêjim.

Dema hin hêz û înîsiyatîf kampanyaya dersa bijarî ya kurdî dan destpêkirin, liv û tevgerek din jî destpê kir. Ji alîkî ve kesên li derdora Erdogan, ji alîkî ve jî muxalefeta Kemalîst û hevşîrîkên wan piştgirî dan kampanyayê. Divê kurd, herî kêm di vî warî de baldar bin. Bi aqil tevbigerin.

Mesele aşkera ye! Êdî diyar e. Kurd kilîda sîstema wan e. Hem desthilatdar û hem jî muxalefeta dewletî, ji bo bikaribin desthilatdariya sîstemê bikin, pêwîstiya wan bi deng û piştgiriya kurdan heye. Daxwaza dersa kurdî ya bijarî jî ji bo vê yekê, ango ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Ev helwesta qirêj bû sedem ku gelek alî di destpêkê de kampanyayê tenê şopandin, heta heyamek jî bê deng man. Bi qasî ku tê dîtin ez jî tê de gelek alî dixwestin meseleyê baştir fam bikin.

Ev heyama bê dengiyê, li xweşa neyar û dostê neyaran jî çi bû. Heta li bendê bûn, wekî heyama vekirina TRT 6 kampanyayek dijber jî were vekirin.

Xwesteka wan di gewriyê wan de ma. Di serî de HDP, gelek aliyên din piştî destpêkirinê çend rojan ya kampanyayê, piştgirî dan. Bang li malbat û zarokên kurdan kirin. Baş jî kirin. Bi van bangan ve hem kampanya xurt bû, hem jî aşkera bû ku ev mafê hin kesek nedaye wan, ew bi dest xistine. Bi vê piştgiriyê her wiha rê li ber dilreşan jî girtin.

Hê jî hin dengên dilreş hene, dixwazin ji vê kampanyayê nakokiyan derxin û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bînin. Di nav van de heke yên xwe wekî dilsozê kurdan nîşan didin hebe, divê ew jî qet nebe ji niha pê ve hişyar bin, neyên lîstîka dewletê.

Di kampanyayê dersa kurdî ya bijarî de divê encamek wisa derkeve ku tenê rûreş û dilreş teşhîr bibin û kurd destê xwe xurttir bikin.

Belê, em piştrast in. Yek aliyeke dewletê ne samîmî ye û li pey lîstok û dafikan digerin. Qe nebe vê carê bila kurd derfet nede van lîstikvanan.

Nûçeyên Têkildar