Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên binçavkirinê, taciz, tecawiz, zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan di 15’ê Îlonê de ji bo 4 mehan bi navê ‘Em Xwe Diparêzin’ kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ewilî atolye hatibûn lidarxistin. Niha jî wê li gundên Wanê bi jinan re hevdîtin bên çêkirin û wê hin bername bên lidarxistin.

Aktivîstên TJA’yê Leyla Balkan û Aynûr Sarica, xebatên ku di çarçoveya kampanyayê de tên kirin nirxandin û behsa nexşerêya xwe ya ku dê ji niha û pê ve bidomînin kirin.

Bernameyên perwerdehiyê

Balkan diyar kir ku ji ber taciz, tecawiz, îstismarkirina zarokan û kuştina jinan ku di demên dawî de pir zêde bûne kampanyeyek wiha dane destpêkirin û got ku di çarçoveya kampanyayê de hewl didin ku jinan hînî xweparastinê bikin.

Balkan anî ziman ku wê kampanyaya wan bi 4 mehan neyê sînorkirin, heya ji dest wan bê wê hewl bidin ku xweparastin berbelav bibe û destnîşan kir ku kiryarên tecawiz zêde dibin û bal kişand ser Îpek Erê ku ji ber tecawizê xwe kuştibû û wiha got: “Em jî ji bo em zanibin ku em ê xwe çawa biparêzin me ev kampanya da destpêkirin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin tevahiya jinan.”

Di axaftina xwe de Balkan diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de li gundan hin bernameyan çêbikin û ev tişt anî ziman: “Em û jinên li gundan em ê li hev kom bibin. Wê ji bo jinan bernameyên me yên perwerdehiyê hebin. Em û berdevkên taxan bi hevkarî belavokan belav bikin.”

 

‘Pergal jinan hepsî malê dike’

Balkan da zanîn ku ji ber tundiya ku her diçe zêde dibe li bajêr ew û derûnas, civaknas û komeleyên jinan bi hev re hin xebat kirine û wiha pêde çû: “Jinên bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, em berê wan didin komeleyan. Pergala heyî dixwaze jinên bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimîne hepsî malê bike. Lê jin divê xwe biparêze û nekeve bin nîrê zilamekî. Em hene û em ê tim hebin. Em bi hev re bihêztir in.”

Di bin navê ‘evînê’ de jin ji çanda xwe tê dûrxistin

Aktivîsta TJA’yê Aynûr Sarica jî anî ziman ku piştî kampanya dest pê kiriye hema bibêje li her derî bernameyên perwerdehiyê yên du rojî dane destpêkirin û got ku di van bernameyan de zext û zoriyên muhtemel hatine nîqaşkirin.

Sarica da zanîn ku zilam jî tev li bernameyên wan bûne û wiha domand: “Di çarçoveya kampanyayê de me belavok belav kirin. Armanca me em li taxan, li kuçeyan û li malan xwe bigihînin jinan. Ji ber pandemiyê em nikarin bi awayekî girseyî tevbigerin. Li erdnîgariya me gava tahde li jinê tê kirin, jin nayne ziman. Lê piştî me kampanya da destpêkirin gelek kesan got ‘li malê tahde li me tê kirin.’ Her wiha em li ser îstismarkirina zarokan jî hûr dibin. Nexasim jî em tiştên qirêj ên ku polîs û çawîşên pispor tînin serê jinên ciwan aşkera dikin. Gava tiştek wiha diqewime malbat nizanin wê çi bikin. Me anî ziman ku di bin navê ‘evînê’de jinên ciwan ji çand û zimanê xwe tên dûrxistin û tunekirin.”

Şikandina tecrîdê

Di axaftina xwe de Sarica bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û anî ziman ku tecrîd jî di nava kampanyaya wan de ye, ev tecrîd bandorê li jinên girtî jî dike û wiha axivî: “Li her malê jin ji aliyê hevjînê xwe ve tên hepskirin. Em derbarê tecrîdê de jinan serwext dikin ku wê çawa tecrîdê bişikînin. Di vî warî de gelek bertekên erênî tên.”

Dê bi 4 mehan neye sînordarkirin

Her wiha Sarica anî ziman ku dê di çarçoveya kampanyayê de panel û civînan jî li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê xebatên me bi çar mehan neyên sînorkirin. Gava ev kampanya biqede wê hin kampanyayên din dest pê bikin. Ji lewra armanca me azadiya jinê ye. Wê xebatên ji niha û pê ve bi awayê panel, sînevîzyon, sempozyûm an jî platforman dewam bikin. Em ê bi hêviya ku wê hemû jin azad bibin rêya xwe dewam bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar