Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kampanyaya HDP’ê daxwaza me ya hevpar e’

STENBOL |

Meclisa Jinan a HDP’ê çend roj berê li dijî êrîşên li ser jinan kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayaê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û parlementer Ayşe Acar Başaran, Endama Meclisa HDP’ê Esengul Demîr û endama Meclisa Jinan Ayşe Berktay di 16-18’ê Hezîranê de serdana rêxistinên jinan û kesên feminîst kirin. Di hevdîtinan de tundiya li ser jinan, hedefgirtina destkeftiyên jinan û hevparbûna têkoşîna jinê û xurtkirina piştevaniyê hat nîqaşkirin.

Rêxistinên jinan û jinên feminîst kampanyaya Meclisa Jinan a HDP’ê nirxandin.

Femînîst Ferîde Eralp destnîşan kir ku di dema şewbê de tundiya li ser jinê zêde bûye lê belê jinan xwe negihandiye mekanîzmayên serlêdanê û bal kişand ser êrîşên li ser destkeftiyên jinan

Eralp diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû vê yekê têxin rojeva xwe û der barê jinan de polîtîkayeke çalak bi rê ve bibin. Eralp da zanîn ku kampanyaya HDP’ê ya ji bo mezinkirina têkoşîna jinan, pêşîlêgirtina êrîşên li ser destkeftiyên jinan kampanyayeke pir girîng e û wiha domand: “Ji bo xweserbûna jinê, ji bo xwe bi xwe biryargirtina jinê û ji bo bandorlêkirina li polîtîkayên partiyan kampanyaya HDP’ê pir girîng e. Em dixwazin partiyên din jî wiha bin. Em hin dengan dibihîsin, lê em dixwazin ev deng bilindtir bibin. Bi taybetî jî divê jinên li meclisê li dijî efûya der barê îstîsmarkirina zarokan de bibin yek û li ber rabin.”

Nasnameya hevpar

Endama Meclisa Jinan a Pêşverû Sevgî Ozlem Yilmaz jî destnîşan kir ku sernavên ku jinên HDP’î di çarçoveya kampnayayê de bilêv kirine hemû rojevên lezgîn û girîng in û wiha got: “Dijrabûna li ber tiştên li welêt diqewimin tenê ne pirsgirêka rêxistinên jinan e, tiştekî civakî ye. Ev mija civakê hemû eleqedar dikin. Li dijî efûya îstîsmarkirina zarokan ji destê kê çi tê divê bike.

Yilmaz destnîşan kir ku di xwezaya jinê de pevrebûn heye û ev tişt anî ziman: “Heger jin bibin dengê hev du û pev re tev bigerin wê qanûnên ku em naxwazin di meclisê re derbas nebin. Kes nikare xwe li ber têkoşîna rêxistinbûyîna jinê bigire. Loma em ji kîja siyasetê dibin bila bibin divê em li dor nasnameya hevpar, jinbûnê, bên cem hev.”

‘Em li hemberî êrîşan rabin’

Endama Tevna Parastinê ya Jinê Çagla Akdere diyar kir ku di dema şewbê de destkeftiyên jinan hedef hatine girtin û bi bîr xist ku di vê demê de bi Qanûna Înfazê re mêrên tundiya li jinan kirine hatine berdan.

Akdere got ku xebatên Meclisa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan hemû girîng in û wiha axivî: “Efûya der barê îstîsmarkirina zarokan, qanûna înfazê, tundiya li ser jinê, rabûna li ber terorîzekirina pergala hevserokatiyê hemû mijarên pir girîng in.

Her wiha Akdere destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de piştevaniya jinê pir watedar e û bal kişand ser pevrebûna jinê û wiha bang li hemû jinan kir: “Pêwendîdanîna bi xebatên tevgera jinê re pir bi qîmet e.  Hemû pev re dikarin li ber van êrîşan rabin. Ev êrîş li hemû jinan tên kirin. Divê em bi têkoşîneke pev re li ber wan rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar