Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Kampanyaya ‘Kurdistanê biparêze’

Li gelek welatên Latîn Amerîkayê di çarçoveya kampanyaya “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze’ wê gelek çalakî bêne lidarxistin. Di 11’ê hezîranê de jî wê li her derê çalakî pêk werin.

Li Arjantîn, Bolîvya, Ekvador, Meksîka û Şîliyê di navbera 8 û 19’ê hezîranê de di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo Kurdistanê seferberiya cîhanî’ bi sernavê ‘Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze’ wê çalakî bêne lidarxistin.

Gelek aktîvîstên ji Latîn Amerîkayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ji bo parastina Kurdistanê bang kirin. Bi vê armancê aktîvîstên ciwan ên ji gelek welatan bi dîmen peyam dan û bang kirin.

Ji bo çalakiyan li ser medya dîjîtal bi afîşên li ser banga ji bo parastina Kurdistanê û şoreşê kampanya tê meşandin.

Çend ji çalakiyên ku wê bi dirûşma ‘Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze’ bêne lidarxistin wiha ne:

Şîlî:

11’ê hezîranê wê li herêma Bîo Bîoyê wêneyên Kurdistanê li ser dîwaran bêne çêkirin.

19’ê hezîranê li herêma Maûleyê tevgerên jinan yên femînîst di çarçoveya heman kampanyayê de wê semînerekê lidar bixin.

Arjantîn:

11’ê hezîranê li bajarê Rosarîoyê komek ji ermen wê semînerekê pêk bînîn û qala bûyerên li Kurdistanê bike.

Meksîka:

11’ê hezîranê li paytext Meksîkoyê wê wêneyên Kurdistanê li ser dîwaran bêne çêkirin.

Li bajarên Oaxaca Ciudad, Sierra Sur Zapoteca, San Cristobal û Costa de Chiapas jî wê pankartên bi dirûşma “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze” bêne daliqandin.

Ekvador:

8’ê hezîranê li sînemaya neteweyî ya li navenda Çandê ya Qûîtoyê wê fîlmê “Ji bo azadiyê” bê nîşandan û nîqaş bêne kirin.

Bolîvya:

Li bajarê El Alta û La Pazê di bernameyeke TV û radyo de wê 11’ê hezîranê bi beşdariya gelek beşdaran du saetan nîqaş li ser têkoşîna azadiyê ya kurd bê kirin.

Mirovên ku piştgiriya gelê kurd dikin 11’ê hezîran 2022’yan wê li dijî polîtîkayên zordar û emperyal ên dewleta tirk li her devera ku lê ne çalakiyan lidar bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar