Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakurê Sûriyeyê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandin
Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de gelek welatên li cîhanê peymanên xwe yên firotina çekan a bi dewleta tirk re rawestandin.
Di vê çarçoveyê de îro piştî Spanyayê, niha jî Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Wezareta Karên Derve ya Spanyayê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekitiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirîne û lewma jî lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nade.