Li gundên Stewrê ya Mêrdînê 6 kanên kevir û mermeran hene. Hewl tê dayîn ku 7 kanên din jî bên vekirin. Welatiyên herêmê dibêjin ku dewlet bêyî agahiya wan, mergên wan difiroşe û kanên heyî jî zirarekî mezin dide wan û xwezayê. Welatî bang dikin ku kanên heyî jî bên girtin
Kanên kevir û mermeran ên li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, zirareke mezin dide welatiyên herêmê û xwezayê wêran dike. Tê xwestin ku li 6 kanên kevir û mermerê yên heyî, 7 kanên din jî lê bên zêdekirin. Ji kanên heyî 2 jê aîdê Nazmî Kavak, yek jê ya Abdulhakîm Saglam û yek aîdê Avaniya Sewalkariyê ya Azimsanê û Bazirganiya Pişesazî Madenvanî û LTD. ŞTÎ’yê, du kanên kevir jî aîdê Midûriyeta Herêma 10’emîn a Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ye û dibin navê tesîsa bêjandinê de, xebatê xwe dimeşîne.
Ji bo vekirina 7 kanên din ên mermer û keviran, li benda biryara Walîtiya Mêrdînê ne. Zekî Cengîz, Abdulhakîm Saglam, Alaattîn Çetîn, Avaniya Sewalkariya Azimsanê û Bazirganiya Pişesazî Madenvanî û LTD. ŞTÎ ji bo ku Qada Madena Kevir a bi Armanca Mermer-Dekorotîf bê vekirin, demek berê rapora Nirxandina Bandora Derdorê pêşkêşî Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Derdorê ya Walîtiya Mêrdînê kirin.
Bi hezaran dar jê hatine kirin
Dîsa di nava serlêdananên hatine kirin de, yek jê ya Edîp Basinç û 2 jî yên Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê ne. Rapora ÇED’ê jî li benda pejirandina midûriyeta berpirsyare. Kanên ku bi salane li herêmê tên xebitandin, heya roja îro bi hezaran dar jêkirine, kevir û axa ji kanan derdikevin li derdorê belav kiriye. Gelek qadên bi dar dibin van lodên kevir û axê de mane. Ji ber vê yekê jî qadên sewalkariyê ji statûya goman derketine û zirareke mezin dîtine. Qadeke mezin a daristan û goman jî ji statûya wê hatine derxistin.
Ji bo ku kan bên girtin îmze kom kirin
Li gorî agahiyên gundiyan, herî zêde şikeft, tunêl û cihên dîrokê ji ber van kanên kevir û mermeran hatine hilweşandin. Ligel van, têkoşîna welatiyên li herêmê ya ji bo girtina kanan dewam dike. Gelê taxa Teffeyê ku herî zêde ji kanan bi bandor dibin, ji bo ku qadên madene bên girtin, îmze kom kirin û ji Walîtiya Mêrdînê û Qeymeqamtiya Stewrê re şandin û gotin ku ew zirareke mezin dibînin. Lê heya niha tu bersiv ji bo serlêdana welatiyan nehatiye dayîn.
Mergên wan bêyî agahiya wan hatine firotin
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Seyfettîn Yalçin (62) ku ji kampanyaya îmzeyan re pêşengiyê dike, anî ziman ku ew qebûl nakin ku mêrgên wan pêşkêşî kanên keviran bên kirin. Yalçin wiha dom kir: “Mêrgên me xerab dibin. Ma em ê vê yekê çawa qebûl bikin? Herî kêm 4 hezar sewalên şêniyên gundê me hene. Lê derdora gund ji xwe re veqetandine. Gelo sewalên me dê li ku biçêrin? Ger dewlet mêrgên me bifiroşe, em dê neçar bibin ku gundê xwe biterikînin. Bêyî ku ji me bipirsin, mêrgên me firotine. Me li gund 300 îmze kom kirin û dan walîtî û qeymeqamtiyê. Me ji serokomar û Wezareta Daristan û Çandiniyê re daxwazname nivîsand. Em mafê xwe dixwazin û divê dewlet mafê me nexwe.”
Berhemên dîrokî tên texrîbkirin
Welatiyê bi navê Îbrahîm Yalçin jî daxuyand ku zirarên kana kevir û mermeran pir zêde ne û wiha derbirî: “Mêrg û daristanan tune dike. Me cesaret ne dikir ku em darekê jî bibirin lê niha dixwazin bikin kana keviran. Em naxwazin xwezaya me bê wêrankirin. Em çiyayên xwe diparêzin û dewlet jî difiroşe. Dîsa berhemên dîrokî yên derdikevin jî texrîb dikin. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîsin.”
Der barê mijarê de welatiyê bi navê Hamît Tumencî jî anî ziman ku dest danîne ser mergên wan. Tumencî diyar kir ku nikarin sewalên xwe biçêrînin û xwest ku kan bên girtin. MÊRDÎN