Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were

Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Ya esil ew e li ser vê axê aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê gelek êş bên qewimandin.”

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê parêzan û malbata wî ve bi raya giştî re hat parvekirin nirxand. Beko anî ziman ku têkoşîn û dengê çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê alîkarî dane têkoşîna pêkhatina aştiyê û ji ber ew jî di girtîgehê de maye dizane şertên li girtîgehan çawa ne. Beko da zanîn ku wî di demek kin de parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder li girtîgehê ziyaret kiriye û wiha got: “Lazim e em deng bidin vê têkoşîna hevalên xwe. Pêwîste peyam û feraseta wan a ji bo wekhevî, azadî, demokratîkbûyînê baş bê xwendin. Li ser vê axê ya esil ew e ku aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê li ser vê axê êş û herikîna xwînê dewam û xwe dubare bike. Tirkiye ketiye nava giloka pirsgirêkan. Divê gavek berê gavekê maseya aştiyê bê avakirin û bi wekhevî, azadîxwazî, demokratîk, makeqanûnek bi laîq û mîsogeriya aştiyê bê parastin.”

Beko diyar kir ku gelê kurd aştî, azadî û wekheviyê dixwaze û wiha got: “Mirovan pir aşkere dibîne ku AKP ji van daxwazan çiqas dûr e. Bi her awayî xwe dide nîşandan.” ÎZMÎR   

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar