Em tenduristiyê bi tena serê xwe nikarin bigrin dest. Beriya wê divê em pergala moderniteya kapîtalîst veçirînin. Wekî tê zanîn kapîtalîzm xwedî karaktereke hegemonîk e û têra xwe desthilatdar e. Di hemû têkiliyên xwe de bi feraseta desthilatdariyê tevdigere. Kesan ji xweza û civakê dûr dixe û dixwaze her awayî bi dewletê ve girê bide. Hemû têkiliyên bi xwezayê re dixwaze qut bike û nahêle jiyan û xweza hevaltiya xwe bidomînin.
Em çiqasî bikevin nav vê çerxê em dê ewqas ji xwe û ji rastiya xwe dûr kevin. Her wiha em dikarin bêjin zanist herî zêde di qada tenduristiyê de bûye desthilatdar. Roja îroyîn pergal dixwaze hemû pirsgirêkan bi alîkariya teknîkê çareser bike. Lê mixabin pirsgirêkên tenduristiyê, çareserkirin alîyekî hêj zêde dibin. Ji ber ku ev derfetên heyî bi awayekî wekhev, demokratîk û samîmî nayên bikaranîn.
Armanca kapîtalîzmê zêdekirina mal û milk e. Mîna hûtê sor çi derdikeve ber dihêrîne û dadiqurtîne. Desthilatdarî ji bona kapîtalê di civakê de tiştên hêja çi hene hemû derdixe bazarê û dike mijara danûstandinê. Gava fabrîqekê çêdike yan jî hilberînekê pêk tîne tu caran hesasiyetên civak û xwezayê nade ber çavan.
Bajar wekî pençeşêrê roj bi roj mezin dibin, hewa qirêj dibe, daristan têne tunekirin, cureyên sewalan kêm dibin, çem û rûbar têne gemarkirin, bermahiyên jehrî davêjin xwezayê, zibil zêde dibe, ava vewarinê kêm dibe. Di civakê de ji aliyê ehlaqê ve dejenerasyoneke mezin çêdike, kesên bêkar zêde bûne, enflasyon bilind bûye. Ev hemû dibin sedema felaketên mezin.
Kapîtalîzm wekî gelek deveran li Kurdistanê jî bi rê û rêbazên cuda pergala xwe didomîne. Ji ber polîtîkayên leşkerî, aborî, çandî û yên din hem xwezayê hem jî civakê zirareke pir mezin dîtiye. Gelek gund û daristan hatin şewitandin, cih û wargeh hatin wêran kirin, bermahiyên dîrokî û çandî di bin ava bendavan de man. Welat kirin çolistan. Dîsa bermahiyên jehrî li Kurdistanê dan ser hev. Xwezaya Kurdistanê ya ku tê tarûmarkirin bandoreke neyînî li ser tevahî xwezaya cîhanê jî dike. Ji ber vê li ser rûyê cîhanê ku derê li hember xwezayê qirkirin û talankirin hebe divê herkes bertek nîşan bide. Ev peywireke bingehîn a mirovahiyê ye.
Li hember vê feraseta berovajîkirî divê demildest em pergala (feraset) xwe ya xweser ava bikin. Ji bona vê di destpêkê de hewce ye mînakên pergala tenduristiyê yên cîhanê bi berfirehî ber çavan re werin derbaskirin. Bi taybetî jî pergalên ku li welatên demokratîk an jî sosyalîst, divê baş bêne raçavkirin. Piştre li gorî heqîqeta xwe lazim e em pergala xwe diyar bikin. Li ser vê esasê jî hewce ye paradîgmaya polîtîk û ehlaqî esas bê girtin. Bê paradîgma çareserî nabe. Di heman demê de divê paradigmaya me xwedî feraseteke ekolojîk be. Divê hemû xebat ji hêla kedkarên tenduristiyê û gel, bi hev re, bi perspektîfeke berfireh (divê kelepor û xwezayê bigre ber çavan) werin meşandin.