Bayeke hênik xwe li ruyê mirov dide vê siharê, ev ba ji çiyayên bilind berbi vê çolê ve dihat, hewayek xweşik û bêhnek bi heybet bi baskên xwe re tîne. Roja ku tîrêjên xwe di nava çiqên daran de der dixist xweşiktiyek cuda dida herêmê. Keçek biçûk di rê de dimeşiya û dest bi stran gotinê dikir, li ser serê wê re çûkan baskê xwe lê dixistin û berbi darên bilind ve difiriyan. Zilamek û ciwanek li ber dîwarê hewşê runiştibûn û ji xwe re sohbet dikirin. Ciwanî wisa rewşa xwe ji zilamê bi temen re digot.
-Min dibistana amadeyî xilas kiriye ji bo zanîngehê xwe amade dikim lê di fikrê min de tu beş tune ne, ez nizanim çi bikim jî, eleqederiya min ji tu beşan re nayê. Yên me dixwazin ez bibim muhendîzek û pereyek baş bistînim lê dema temaşeyî hevalên xwe dikim wana jî ew beş xwendine lê niha hemû betalin. Yên karê muhendiziyê jî dikin jê aciz û bêzar bûne. Ez naxwazim weke wan bim. Min xwe ber nivîs nivîsînê re kir, carna jî wêne çêdikim lê vana jî ji min re normal hatin. Malbata me tenê dixwaze ez bibim xwedî pîşe, lê piştî wê?
Zilamê kal wisa jê pirsî.
– Ji derveyî karên heyî cudatir çi bala te dikêşe?
– Ez naxwazim weke herkesekî zengîn bibim ji bo peran kar bikim, ji bo avakirina malbatekê jî tu fikrên min tune ne, ez naxwazim bibim koleyê vê sîstemê. Hevalên min ên xwedî kar jî ji siharê heta êvarî xwe difelişînin. Tişta bi destxistîn hinek pere, malek, zewacek, zarok û êş. Li gor min ev rewşeke tirsnake di civakê de, em nizanin, fam nakin û xwe li van tiştan didin lê ez nizam çi bikim jî.
– Ji têkiliyên di navbera mirovan de hesdikî, belku di saziyekê de xebat bidî meşandin.
– Min carekê ew kar kir, lê kesên kêleka min hemu bê moralbûn, dixwestin ji bo civakê tiştna bikin lê bi xwe tiştek ji xwe çênedikirin, xembar, paşketî û tiştek jî nedikirin.
– Navbera te û ol çawane?
– Berê dema biçukbûm diçum mizgeftê, xwest fam bikim, lê ji gotinan wêdetir nediçû, girtî û di cihê xwe de dijmart…
Nîqaşa xwe didomandin û min jî xwe hêdîka berbi kolana malê de berda xwarê.
Çand û çaristaniya ku em parçeyek ji wê ne di roja me ya îro de bi tevahiya jiyana xwe em mecbûrin ku kar bikin li ser wî esasî tên perwerde kirin; şev û roj karkirin. Çi tiştekî xirabe. Emir kirin, di bin destê kesekî de kar kirin, rêvebirin, biçûkxistin… Em wisan tên perwerde kirin û mezin kirin. Civaka ku em di nav de têne mezin kirin, perwerde kirin û dikevin qalibekê de eve. Di bingehê perwerda me de ji bo em debara xwe bikin, divê zanistekê li xwe bar bikin û xwe pêş bixin. Armanca yekem ya perwerdê niha eve. Wisa xuya dike divê perwerdê de serkeftin, buna yekem, pêşbirk derxistin, bi hêrsbûn, reqabet bingeh tê girtin. Serxistina van hîn bêtir pere bi destxistin, bûna xwedî meqam, mal, avahiya ku em tê de mezin dibin eve. Ji bo em di vê meydana xwînmij de xwîna kesên din fir bikin evane şerte em pêkbînin. Bi vê re tevahiya hebûnê em paşguh dikin.
Em wisa difikirin; divê ez debara xwe bikim, xwarin, cil û avahiyek ya min divê hebe. Yan divê dewleta ez têde dijîm vana bide min yan jî divê ez herim kar û vana bi dest bixim. Zanista ku me li xwe bar kiriye ne têrkere. Em jî bi rêya dîn, bawerî, îdeolojî û daxwazan xwe tîmar dikin.
Ma di vê cihanê de em nikarin hem debara xwe bikin hem jî xwe ji reqabet, hêrs, qezenca zêde, bişaftin, diziyê, xilas bikin? Em ê çawa jiyan bikin, heryek ji me xwe tenê hîs dike, em wisa dibînin ku sedemê vê tenêtiya me jî reqabet, hêrs, kîn û hesûdiya me ye. Çêkera civakan wisane, wê demê em ê çawa xwe ji vê xilas bikin?
Kîjan karî em dixwazin bikin; nanpêj, bijîşk, muhendiz, wênesaz, stranbêj… ger vana ji bo nav, pere, meqam, em bikin em bi şêwedanek pir mezin re rû bi rû mane. Şêwedana bi serxistin û ne serxistinê. Tişta min bi ser xistî divê navê min li bin be tişta min sernexistî jî êşekê dide bedena min.
Bi rastî jî tişta em dixwazin pêkbînin famkirina wê pir zore. Ji ber ku em dixwazin gelek tiştan pêkbînin. Dixwazin bibin bijîşkek, muhendizek, mîmarek, nivîskarek, wênesazek… gelo evane em bi xwesteka xwe dihilbijêrin yan ji ber ku civak li ser me ferz dike yan jî ji bo navê xwe em dikin? Armanca perwerdê vana bi xwendevanan dane nîşandane, bi vê re di demê pêş de bi dilê xwe, aqlê xwe û tevahî ruhê xwe tişta dixwaze pêre mijul bibî û bi encam bikî pêkbînî. Niha ji bo em debara xwe bikin vêya difikirin û wisa dihilbijêrin, bi ezmun û bi salan xebitînê wê çêbe. Gelek ji me ji tirsa malbat û civakê tişta dixwazin nakin, ‘gelo ez ya ew naxwazin bikim wê ew çawa nêzî min bibin, min qebul nekin wêdemê ezê çi bikim.’ Ji ber em ditirsin tişta ser me ferz dikin em pêktînin, di vir de jî tu heskirin tune, tenê nakokî xwe didin der. Ger di cihekî de bi heskirin karê xwe kirin nebe, ezmunên me, pileyên me, dîplomayên me, berhemên me, kursiyên me, meqamên me û hemû tiştên xwediyê wê ne ji xweliyê wêdetir ne tiştek dine, tu wateyek ya wan tune ji ber wê hertim reqabet, şer, kuştin, hêrs û hêz xwe li me dide der. Em wisa xwe, derdora xwe û civaka xwe tune dikin.