Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Karakulhanci: Ewropa jî êdî guherînê dixwaze

Rojnameger Ayşegul Karakulhanci diyar kir ku êdî Ewropa jî guherînê dixwaze û got: “Hatina mûxalefetê ya ba hev, hebûna mûxatabek, ji aliyê YE û Almanyayê ve gaveke girîng e lê hê jî hinek fikarên wan hene.”

Ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê çend roj man. Hejmara dengdêrên li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 e. Hejmara dengdêrên li derveyî welat ên ku cara yekem deng bidin jî 277 hezar û 646 e. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ragihand ku ji 4’ê Gulanê saat 22.00 pê ve hejmara hilbijêrên ku li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên gumrukê dengê xwe bidin milyon û 165 hezar û 969 e.

Di navbera welatên Ewropayê welatê ku herî zêde kesên dengan bidin heye Almanya ye. Rojnameger Ayşegul Kulhancioglu, ya li Almanyayê dimîne li ser nêrîna Ewropayê ya li hilbijartinên Tirkiyeyê nirxandin kir.

‘Hilbijartinên Ewropayê pir bi deng bûne’

Ayşegul Karakulhanci bi bîr xist ku hilbijartinên Tirkiyeyê yên di navbera 2015 û 2018’an de li Ewropayê pir bi deng bûne û wiha got: “Lewre bi taybetî Recep Tayyîp Erdogan û wezîrên AKP’î hatibûn li Almanya, Fransa û Avusturyayê propaganda kiribûn. Ji ber wê yekê hilbijartina sala 2018’an di çapemeniyê de zêde cih girtibûn.”

‘Lİ Ewropa hilbijartin wekî ‘çarenûs’ tê dîtin’

Ayşegul Karakulhanci got ku ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê di medyayê de eleqeyek heye û bi taybetî ev hilbijartin wekî ‘çarenûs’ tê binavkirin û wiha got: “Bi taybetî di çapemeniya Almanyayê wisa tê dîtin. Bi qasî çavdêriyên min, mijara hilbijartinê hem di çapemeniya Almanya, hem Îtalya hem jî Fransayê de cih girt. Bêguham li welatên din jî niha dibe mijara nûçeyan.”

‘Daxûyaniyên ji aliyê Almanyayê ve hat dayîn tenê behsa demokrasiyê dikir’

Ayşegul Karakulhanci bi bîr xist ku li Almanya vê carê hinek bêdeng li hilbijartinên Tirkiyeyê tê temaşekirin, Partiya Keskan daxûyaniyek daye û wiha domand: “Partiya Keskan, ji bo Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe, ji nû ve pergala parlamenteriyê bi hêz bibe, ji hilbijêrên vê derê xwestin biryara rast bidin û bang li wan kirin. Cara yekem daxûyaniyek wiha ji aliyê siyaseta Almanyayê ve hat dayîn. Ji derveyê vê Wezîra Karên Derve ya Almanyayê, Annalena Baerbock daxûyaniyek dabû û gotibû ku ji bo bihêzbûna demokrasiyê divê biryarek rast were dayîn.”

‘Zexta li Kurdistanê diyar e’

Ayşegul Karakulhanci anî ziman ku hilbijartin ji bo beşa mûxalif xwedî bandorek mezin e û ev nirxandin kir: “Bi salan e mirovên ku neçûne Tirkiyeyê hene. Mirovên ku dibêjin ew ê ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal werin binçavkirin, careke din nikaribin biçin Tirkiyeyê hene. Hinek kesên ku malbatên wan li Tirkiyeyê di bin zextan de ne hene. Em bûyerên ku li erdnîgariya Kurdistanê hatine jiyîn jixwe dizanin. Şîdet û zexta dewletê ya li wê derê bandorê li ser Kurdistaniyên vê derê dike. Gelek siyasetmedarên HDP’ê di girtîgehan de ne. Şaredarên girtî hene. Ev yek bandorek mezin li ser beşên mûxalif ên li vê derê dike. Her wiha kesên li derveyî welat dijîn ji ber ku nikarin bi rehetî biçin Tirkiyeyê werin, helwesta wan a ji bo hilbijartinan diyar e.”

‘Tifaqa Ked û Azadiyê hêz da mûxalîfan’

Ayşegul Karakulhanci ji bo tifaqên ku ji bo hilbijartinê li Tirkiyeyê çêbûne jî wiha got: “Bêyî tifaq, pozîsyonek bi hêz li dijî tifaqa Cumhur çênedibû lewre mûxalefet pir belawela bû. Avabûna tifaqê hêzê da beşên mûxalif. Bihevrebûna beşên mûxalif ji aliyekî ve avantaj e. Bi taybetî ji ber ku Tifaqa Ked û Azadiyê daxûyanî da ku dê di hilbijartina serokomariyê de destek bidin Kemal Kiliçdaroglu, vê yekê hêzê da beşên mûxalif her çendî di nava Tifaqa Gel de nêrînên ku neyên tercîhkirin hebin jî. Mînak hebûna Îyî Partî ya Meral Akşener. Ji ber ku her kes dizane Meral Akşener di demên borî de çi kiriye. Dîsa Gelecek Partîsî ya Ahmed Davutoglu heye. Li ji ber ku Kemal Kiliçdaroglu bû namzed ev yek pêk hat.”

‘Siyaseta li derveyî welat jî dixwaze êdî guherîn çêbibe’

Têkilarî siyaseta li derveyî welat û nêrîna Almanyayê ku welatê herî bi hêz ê Yekitiya Ewropayê ye, Eyşegul Karakulhanci ev nirxandin kir: “Ez bawer im ew jî dixwazin êdî li Tirkiyeyê guherînek çêbibe. Xebata bi Erdogan re di van deh salên dawiyê de her çû zortir bû lê nikaribûn alternatîfek deynin cihê Erdogan. Nizanibûn kê bixistana cihê wî diyar nebû, mûxalefet pir belawela bû. Niha bihevrebûna mûxalefetê, hebûna muxatabek, ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Almanyayê ve gaveke pir girîng e lê hê jî hinek fikar hene. Ji ber ku difikirin ka dê ev mûxalefet çiqas bikaribe bi hêz bisekine, bi hev re be, çiqas tiştên ku dibêjin pêk bînin, ev hemû ji bo wan pirs in.”

‘Kodên hikûmeta Erdogan pir zêde aşkere bû’

Ayşegul Karkulhanci diyar kir ku hê baş nayê zanîn ka dê Tifaqa Gel di polîtîkayên derve de gavên çawa bavêje û wiha domand: “Qe nebe hêviyek çêbû ji bo siyaseta Ewropa û Almanyayê. Êdî tifaqeke din a ku piştgiriyê bidinê heye. Niha dê binêrin ka bi wan re dikarin bixebitin an na. Bi Erdogan re hinek rehet polîtîka meşandin, hînî terzê wî bûn. Dizanin êdî Erdogan dema dengê xwe bilind dike, hêrs dibe, dûre çawa paşve gav davêje, hemû kodên hikûmeta Erdogan dizanin.”

‘Divê mûxalefet xwe baş amade bike li hemberî lîstokan’

Ayşegul Karakulhanci diyar kir ku dê Ewropa li encamên tûra yekem binêre û got: “Wê demê di vir destekek cidî ji Tifaqa Gel re were dayîn. Bi qasî ku ez dizanim Komîsyona Ewropayê ji bo hilbijartinan 33 delege bişîne. Ev tişteke baş e. Berê jî dişandin lê me nedibihîst. Niha daxûyaniyan didin dibêjin ‘di hilbijartinên Tirkiyeyê de pirsgirêka ewlehiyê heye.’  Tifaqa Gel hem bûye cihê pirs û meraqê, hem jî hêviyê ji aliyê siyasetê ve. Bi mirovan re jî hesta ‘em dikarin biguherînin’ çêbûye.”

Ayşegul Kulhanci bal kişand ku zehmet e mirov encamên hilbijartinê texmîn bike û wiha berdewam kir: “Bûyerên ku di hilbijartinên 2015 û 2018’an de çêbûne hene. Hilbijartinên şaredariyên Stenbolê hene. Dibe ku encamên hilbijartinê nepejirînin ji nû ve ferz bikin, dibe ku kaosê derbixin. Roja hilbijartinê li ser sindoqan dibe ku gelek alozî derbikevin. Yanî parastina sindoqan, ewlehiya hilbijartinê ji ber ku dê ji Ajansa Anadoluyê were şopandin; divê ji bo pêşî li manîpulasyonan were girtin amadekariyên mûxalefetê hebin. Ger amadekariyê mûxalefetê di warê ewlehî û manîpulasyonê de hebin dibe ku delegasyona ku ji Ewropayê were, Almanya jî li dijî rewşên bi şaîbe bertekên cidî nîşan bidin. Ev yek dibe ku pêşî li hewldanên Tifaqa Cumhur bigre. Ger hilbijartinek adil çêbibe, demokrasî hebe dê encamên hilbijartina serokomariyê di lehiya Kemal Kiliçdaroglû de bin. Mirov pir aciz bûne li Tirkiyeyê. Dibêjin ku divê ev desthilatdarî êdî biçe. Em vê yekê baş dibînin, ez hêvî dikim hilbijartinek baş çêbibe. Bêyî ku kes zirarê bibîne û bi pejirandina encamên hilbijartinê, bê pirsgirêk guherînek çêbibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar