Peymana Stnebolê di 1’ê tîrmeha 2022’yan de bi biryarnameya serokomar hat fehskirin. Di ser de 3 sal der bas bûn. Niha jî qanûna hejmara 6284’an a jinan diparêze di rojevê de ye.
Parêzer Îlayda Dogan der barê mijarê de nirxandin kir.
*Ji Peymana Stenbolê di 1’ê Tîrmeha 2022’yan de bi giştî hat vekişandin. Hûn dikarin girîngiya peymanê bînin ziman. Çawa jin diparastin?
Peymanên din jî hene lê ya Stenbolê bi awayekî pêşketî ket jiyana me. Piştî doza Nahîde Opuz hat amadekirin. Peymana Stenbolê sedema tundiya li ser jinê bi nebûna wekheviya zayendî ve girê dide. Peymana Stenbolê di hemû zemînan de newekheviyê qedexe dike. Ji ber vê gelek girîng e.
*Çima desthilatdariyê hedef girt?
Ya ewil peyman îmze kir Tirkiye bû. Wê demê jî AKP hebû. Dema îmze kir gelek pesnê wê dida. Lê îro em hemû dibînin ku guherîne. Di 5 salên dawî de nefreta li dijî LGBT’yan zêde bûye. Ev nefreteke ku tu aliyê wê yê zanîstî tune ye. Her tim tên manupulekirin. Peymana Stenbolê pêşî li tundiya jinê digire, newekheviyê naxwaze. Niha Qanûna 6284’an jî xistine rojeva xwe. Tişta desthilatdariyê ne rehet dike malbat e. Dixwaze malbata makul zayenda makul serdest bike.
*Piştî betalkirina peymanê jinan serî li dadgeha bilind dan. Hûn vê çawa dinirxînin?
Dema peyman hat feshkirin, em pirsgirêkên mezin jiyan. Dadgeha Bilind got ew girêdayê biryara serokomar in. Di vê mijarê de ya bi xeter ya ku em kirin fikaran, yek kesek der barê jiyanan de biryarê dide. Ji ber vê em bi pirsgirek dibînin.
*Niha di alî hiqûqî de pêvajoyeke ku didome heye?
Niha berdewamiya Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) wê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bi awayekî şexsî serlêdan bên kirin. Em nizanin ev pêvajo wê çi bîne. Tirkiye her çiqas bêje ez peymanê îmze nakin û pêk naynin jî li dijî vê DMME û qada navneteweyî berpirs e.
*Piştî feshkirina peymanê kujer bi rehetî daketin kolanan û tundî jî didome. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?
Me di pêvajoya dozê de got. Em dixwazin vê bibînin. Me pêvajoya hilbijartinê nû li pey xwe hişt. Niha qanûna hejmara 6284’an di hedefê de ye. Ev mirovan nerehet dike. Ev jî cesaretê dide gumanbaran û kujeran. Dema nû peyman hat feshkirin gumanbaran li dadgehan digot ew ji ber Peymana Stenbolê hatine girtin û tu sûc nekiriye. Yanî tundiya dikirin rewa dikirin. Ev bi qasî ku xetere ye fikaran jî zêde dike. Tundî zêde dibe û mekanîzmaya pêşî lê bigire tune. Di rewşa qanûna 6284’an bê rakirin wê çi bibe? Wê mevzuata ku biryara parastinê derdixe tune bibe. Ji ber vê jî wê tundiya li hember jinan her biçe zêdetir bibe.
*Ji roja peyman hat feshkirin şûnde ji bo jinan çi guherî? Têkoşîna jinan gihişt kîjan astê?
Piştî feshkirina Peymana Stenbolê baweriya jinan xesar dît. Girêdayî vê di hemû dosyayan de bi awayekî bi handor em hewl didin tev bigerin. Bûyer di alî hiqûqnasan de jî guherîn pêk anî. Di vê alî de em hatin nokteya ku dosya bên nirxandin. Di alî tevgera jinan de jî piştî pêvajoya Peymana Stenbolê, STK’yên jinan, STK’yên der barê maf de dixebitin ligel hev tev geriyan û Peymana Stenbolê parastin. Dewletê wek bersiv xwest Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) bigire. Doza girtina Komeleya Piştevaniya Civakî ya Tarlabaşi hat vekirin. Em bi tehdîdan re tên rû hev. Peymana Stenbolê tê feshkirin lê em hîna wek xetere tên dîtin. Em ê piştevaniya xwe her tim bidomînin.