PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Karamûş: Dewleta tirk di asta herî bilind a faşîzmê de ye

Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmet Karamûş nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û diyar kir ku dewleta tirk û tifaqa AKP-MHP’ê di asta herî bilind a faşîzmê de ne

Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmet Karamûş desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê ji ANF’ê re nirxand. Karamûş bi bîr xist ku ti ji rêveberên şaredariyê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin bi karên bertîlê nayên sûcdarkirin û got, desteserkirina şaredariyan beşek ji êrîşên topyekûn ên li dijî gelê kurd e.

Karamûş anî ziman, êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, gefên dagirkirina rojavayê Kurdistanê û herî dawî desteserkirina şaredariyan nîşaneya wê yekê ye ku li dijî Kurdan dest bi êrîşeke topyekûn kirine.

Karamûş diyar kir ku hikumeta AKP’ê ji ber ku nikare desthilatdariya xwe bidomîne, destûra bingehîn û qanûnan ji nedîtî ve tê, bi her rengî bêhiqûqiyê dike û wiha got: “Saziyên welat hemû; polîs, îstîxbarat, leşker, burokrasî di bin kontrol û fermana rejîma Erdogan de ne. Ew dixwazin cihêkariya navbera gelan mezin bikin û şerê navxweyî biafirînin. Haya gelê kurd ji vê yekê heye. Em ê nekevin vê provokasyonê. Divê hêzên demokrasiyê û gelê kurd berxwedana li dijî hikumetê geş bikin.”

Karamûş helwesta hin parlamenter û rêveberên CHP’î ya li dijî desteserkirina şaredariyan erênî nîşan da lê belê têrker nedît û wiha got: “Divê CHP bi rengekî sazî li dijî tayînkirina qeyûman sekneke bi biryar nîşan bide. Di rewşeke berevajî de dibe ku hikumet berê xwe bide şaredariyên CHP’î. CHP û hêzên demokrasiyê divê li dijî van kiryarên nerewa û li dijî qanûnan platformeke xurt ava bikin.” STOCKHOLM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar