Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Karamus: Divê her kes li dijî dagirkeriya erka xwe ya niştimanî bi cih bîne

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku ji bilî PDK’ê bi hemû partiyên li Başûr re hevdîtin kirine. Karamus, wiha got: “Di parastina berjewendiyên neteweyî de em kengî daxwaza hevdîtinê bikin, PDK qebûl nake. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, hewcehî bi seferberiya gelê kurd heye.”

Êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êrîş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kirine. Dewleta tirk bi qasî 40 km ketiye nava xaka Başûr, li gelek cihan noqteyên kontrolê daniye û baregehên leşkerî ava dike. Ji ber êrîşan bi sedan gund hatin valakirin û zêdetirî 600 gund jî bi xetereya valakirinê re rû bi rû ne. Di heman demê de tê gotin ku dewleta tirk li deverên xistine bin kontrola xwe komên paramîlîter ên ji Sûriyeyê aniye bi cih dike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus jî di nav de, şandeyeke ji KNK’ê bi vê rojevê li başûrê Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtin kir. Karamus, têkildarî hevdîtinan û êrîşên dewleta tirk, axivî.

Karamus, diyar kir ku ji bilî PDK’ê bi hemû partiyên kurd re, bi rêxistin, sazî,  akademîsyen, rewşenbîr û komên civakî re hevdîtin kirine. Karamus, wiha domand: “Hevdîtina bi PDK’ê re di rojeva me de tune bû ji ber ku ji bo parastina berjewendiyên neteweyî em kengî daxwaza hevdîtinê bikin, PDK qebûl nake. Heta radeyekî digot; ‘Em tu daxwazên KNK’ê qebûl nakin.’ Hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûr zêde bûne. Ev mijara sereke ya hevdîtinên me bû. Hevdîtinên me baş derbas bûn. Dê encama van hevdîtinan, hem di asta neteweyî de hem jî di ya navneteweyî de xuya bibin.”

Bi domdarî Karamus anî ziman ku xelkê Başûr nikare biçe nav bax û baxçeyên xwe û ev tişt anî ziman: “Xelkê herêmê nikare biçe bajar û pêdiviyên xwe dabîn bike. Xetere heye ku Başûr destkeftiyên xwe û statûya xwe winda bike. Tirkiye ji bo dagirkirina Başûr hemû derfet û hêza xwe bi kar tîne. Xelk jî li dijî vê aciz e. Dewleta tirk dixwaze ji Behdînanê heta Zaxo û Bradostê tevahiya herêmê dagir bike. Xelkê herêmê koçber dibe, gundên tên valakirin. Xelkê herêmê nerazî ye û bibertek e. Xelk nikare biçe ser erdê xwe û yên diçin jî ji noqteyên lêgerînê derbas dibin. Xelkê herêmê dixwaze ku tevahiya kurdan li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxîne.”

Di berdewamê de Karamus bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide bi her sê dewletên din ên Kurdistan dagir kirin re lihev bike û wiha got: “Li ser herêmê xetereyek mezin heye. Dewleta tirk hewl dide li tevahiya Rojhilata Navîn bêîstîqrariyê çêbike. Dewleta tirk hewl dide ji şerê Îsraîl-Hamasê û Rûsya-Ûkraynayê sûd bigire. Dixwaze hebûn û statûya kurdan a li başûr ji holê rake. Hewl dide li dijî xelkê Başûr, bi Iraq, Sûriye û Îranê re tifaqê çêbike. Hikûmeta Federe bi xwe jî di nav van hewldanan de ye. Daxwazên dewleta tirk pêk tîne. Ya ku îro li vir dewleta tirk diparêze, hikûmeta federe ye. Mixabin îro partiyeke kurd xetereyê li ser statûya kurdan çêdike û hewl dide destkeftiyên gelê kurd bi destê dewleta tirk tune bike.”

‘PDK dixwaze heremê vala bike’

Karamus, da zanîn ku dewleta tirk li herêmên di bin kontrola xwe de komên paramîlîter bi cih kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî agahiyên xelkê herêmê didin me, li deverên ketine bin kontrola dewleta tirk komên îslamî, cîhadist û tundrew ên weke DAIŞ û El Nusrayê hatine bicihkirin. Hejmareke zêde ya van cîhadistan li herêmê hatine bicihkirin. Ev bi xwe re metirsiyeke mezin e. Bi vî rengî dixwaze sînorê xwe yê Misak-î Mîllî têxe bin kontrola xwe û Rojava jî bi vî rengî kontrol bike. Her wiha bi yekcarê Şengal, Kerkûk, Mûsil û deverên Behdînanê kontrol bike. Stratejiya dewleta tirk ev e. Ev xetereyeke mezin e.”

Di berdewamê de Karamus anî ziman ku kes nikare biçe van herêmên dagirkirî û wiha pê de çû: “PDK di nav hewldanan de ye ku gel herêmê vala bike. Gefên kuştinê li şeniyên herêmê dixwin, bi rê û rêbazên weke binçavkirin û girtinê wan koçber dikin. Çûyin û hatina gund û bajaran asteng dike. Hewledanên ferzkirina zimanê tirkî hene. Ji şêniyên herêmê nasnameyan dixwazin. Nasnameyên welatiyan Iraq û Herêma Federe qebûl nakin. Pasaportê jê dixwazin. Ev jî nîşaneya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. Rewşa xelkê herêmê pir nebaş e. Divê ev zextên dewleta tirk û PDK’ê bêhtir bên teşhîrkirin.”

‘Helwestên heyî têr nakin’

Karamus, daxuyand ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û bang li partiyên kurdistanî kir ku bikevin nava tevgerê. Karamus, bi domdarî ev nirxandin kir: “Partiyên siyasî yên Başûr helwesta jê tê xwestin nîşan nadin. Sedema wê jî ew e ku îktîdar alîkariyê dide vê dagirkeriyê. Ev yek bandorê dike. Hin partiyên weke Tevgera Goran, Hîzbên Şiî Kurdistan, YNK û Tevgera Azadî ev bêdengî şikandin. Lê ev têr nake. Me dixwest partiyên kurd helwesteke neteweyî nîşan bidin.”

Hevserokê KNK’ê Karamus herî dawî jî ev bang li her kesî kir: “Divê her kes di vê pêvajoyê de bi erka xwe ya neteweyî rabe. Weke KNK’ê em ê li her devera cîhanê di nav seferberiyeke parastina deskeftiyên Kurdistanê de bin. Di sedsala 21’emîn de hedefa dewleta tirk tunekirina deskeftiyên kurd e. Hewl dide kurdan tune bike. Plana dewleta tirk aşkere ye û hewceye divê gelê kurd jî li dijî vê planê seferberiyê ragihîne. Amadekariyên me yên ji bo konferansên niştimanî û ewropayî hene. Divê di vê qonaxa girîng de hemû kes li dijî dagirkeriya erka xwe ya niştimanî bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar