Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Karantînaya zilmê

Gotina; ‘Karantîna êdî zilm e’ ji hêla esnafên Ranyayê ve tê gotin. Piştî ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê ya 6 rojan ragihandî, şêniyên Ranya û Derbendîxanê derketin kolanan û gotin; ‘Karantîna êdî zilm e.’ Ji ber ku ev 3 meh in mirov di hundir de ne. Ne kar, ne pere û ne jî nûçe nîne. Her ku diçe jî rewşa aboriyê girantir dibe. Gel êdî heta qirikê tije bûye. Di van rojên dawî de li başûrê Kurdistanê ji nişkan ve 101 kes bi koronayê ketin. Ji kesên bi şewbê ketin 3 kes jê mirin. Rayedarên Başûr heta niha di gotin ku wan vîrûs xistiye bin kontrola xwe û di van rojên dawî de tu kes bi şewba koronayê neketine. Lê hema bêje di carekê de sed kes bi vîrûsê ketin û ji van 3 jê mirin. Ev kes kî ne, hene yan jî nîn in, tu tiştekî diyar nîne.

Şewba vîrûsa koronayê ev çend mehekin hema bêje hemû rojeva mirovahiyê dagir kiriye. Ev rojeveke ku hatiye avakirin e. Ev yek jî ji bo desthilatdariya pergala cîhanê ye. Ev vîrûs kî ye? Çi yê û çawa derket holê? Li ser van xalan gelek nîqaş hatin kirin. Gelo berhemeke labaratuaran e yan vîrûseke xwezayî ye? Dewleta Çînê dibêje ku ev vîrûs DYA’yê aniye Çînê û li hêla din jî DYA dibêje ev vîrûs ji labaratuarên Çînê hatiye çêkirin.

Em jî van nîqaşan temaşe dikin û hewl didin xwe bigihînin hin encaman. Lê belê di destê me de agahiyên zelal nînin ku em xwe pê bigihînin encamên rast. A niha hemû mirovahî li gorî agahiyên ku desthilatdarî didin nîqaş û şîroveyên xwe dikin. Lê ji bo xwegihandina rastî û heqîqetê ev agahî pir kêm û bi guman in. Di destê me de tenê kiryar, biryar û taybentmendiya nasnameyên desthilatdariyan hene. Ev yek jî hinek encaman bi xwe re tîne ku em xwe bigihînin hin rastî û heqîqetan.

A yekemîn; bi vê vîrûsê re pergala cîhanê û hemû zarok û neviyên xwe, dixwazin civakek, kesayetek û jiyaneke nû ya li gorî berjewendiyên xwe yên kûrewî ava bikin. Desthilatên netewe dewletê jî dixwazin vê vîrûsê ji bo berjewendiyên xwe yên netewperestî, mezhepperestî û olperestiyê bi kar bînin. Qeyran û aloziyên civakî û aborî ji bo deshilatan firsend in. Ji bo gelan dibe qeyran lê ji bo desthilatan dibin firsend. Ev yek ji xwe desthilatên Tirkiyeyê anku AKP û MHP’ê bi vekirî aşkera kir. Gotin ku em ê veguherînin firsendê.

Dewlet û desthilatdar ji vir û şûnde vîrûsa koronayê êdî dê her tim weke amûrekî bi kar bînin. Dema tiştekî ne bi daxwaza wan rû dide yan jî pêş dikeve, dê bibêjin vîrûsa koronayê heye. Bi vê yekê re jî dê hemû kesî bixin hundirê malan û birçî, tazî û bêdeng bihêlin. Korona ji bo wan êdî amûrekî tirsê û amûrekî kontrolkirina civakê ye. Mirovan ditirsînin û dixin nava malan û xwe jî weke ku tenduristiya mirovan diparêzin nîşan didin.

Lê belê gel û civak jî hêdî hêdî aciz dibe. Her çiqas biçûk jî bin bertekan nîşan didin. Ji bo tirsandin û kontrolkirina mirovan her tim bername û planên desthilatan hene. Li hemberî vê yekê, plan û bernameyên gel û civakan jî hene. Nediyare bê ka dê kî biser bikeve. Dema gel û civak bêhn teng bibin, bibin lehî û biherikin, ti dewlet, desthilat an jî serdest nikarin xwe li pêşiya wan bigirin.

Nûçeyên Têkildar