Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karasû: Divê civaka me piştevaniyek xurt bike!

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku bi rûdana erdhejê, derketiye holê ku saziyên dewletê bi tenê ji bo nîşandanê ne û derketina ji heqê felaketên wiha, bi piştevaniya civakî mimkûn e.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû, li ser erdheja 6’ê sibatê rabû û bandor li gelek bajarên Kurdistanê kir, daxuyanî da û banga piştevaniyê kir.

Karasû anî ziman ku saziyên dewletê li dijî karesatan ava kiriye, bi tenê ji bo nîşandanê ne, gava karesatê ya giring, piştevaniya civakî ye û bang li her derdorê kir ku bibe piştevan.

Karasû destnîşan kir ku rayedarên dewleta tirk bîlançoya erdhejê vedişêrin û bi ser de jî hewildanên ji bo piştevaniyê yên civakî ji aliyê dewletê ve tên astengkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, ev tişt gotin:

“Ji ber erdheja ku navenda wê Bazarcix û Elbistan e, li rojavayê Feratê rabû, li rojhilatê Feratê zêde bandor li Amed û Rihayê kir, Xwedê rehma xwe li wan kesan bike ku jiyana xwe ji dest dane, hêviya min ew e ku birîndar zû bi zû baş bibin. Bila serê malbatan û hemû gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê sax bibe.

Dewleta tirk bîlançoyê vedişêre

Erdhejeke pir xedar rabûye. Jidestçûyîn gelek e. Sed sal in erdhejeke wiha ne li Kurdistanê ne jî Tirkiyeyê ranebûye. Rayedarên dewletê, mezinahiya vê erdhejê piçûk, giraniya wê sivik dikin. Hejmara yên jiyana xwe ji dest dane kêm dibêjin. Helbet em jî dixwazin ku yên jiyana xwe ji dest didin kêm bin, hilweşîn ne zêde be. Lê em rastiyê derbixin holê ku mirovahî bêhtir bibe piştevan. Bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Ewqas birîndar hene. Bi deh hezaran mal xera bûne. Veşartina vê rastiyê, sivikkirina giraniya erdhejê ye. Zeîfkirina nêzîkatiya cidî ya li hemberî erdhejê ye. Ji bo panîk bi gel re çênebe, kirina vê yekê şaş e. Ya rast dewleta tirk wiha dike ku rastiya xwe vebişêre. Dikeve hewila veşartina berpirsyariya xwe ya di vî warî de. Dikeve hewila veşartina polîtîkayên xwe û tidarekên ku ji bo erdhejan nekirine. Ji vî awayî ve em vê bi tundî şermezar dikin.

Erdheja rabûye, giran e. Bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Tu wateya veşartina vê nîne. Cidiyeta bûyerê, mezinahiya wê çiqas bê zanîn, hestewarî wê ewqas zêde bibe. Wê civak ewqas lê bibe xwedî. Di warê navneteweyî de wê bêhtir alîkarî bê kirin. Lê desthilata AKP-MHP’ê ji bo sivikkirina rewşa xwe rastiyan vedişêre. Divê gelê me bi vê rastiyê bizane û li gor mezinahiya erdhejê tevgbigere û bibe piştevan.

Xerabûn zêde ye. Lê AFAD ku saziyeke dewletê ye, pê re nagihîje, wê negihîje. AFAD, bi vê erdhejê hilweşiya. Derket holê ku saziyeke bi tenê ji bo nîşandanê ye. Eger erdhejeke piçûk rabibûya dibû ku nîşan bidaya ku dixebite. Lê niha di serî de Kurdistan, bajarên Tirkiyeyê jî di nav de, zêdeyê 10 bajar di vê erdhejê de xera bûne. Bi hezaran gund xera bûne, zirar gihîştiye wan. Helbet AFAD bi vê re negihîştiye. Rêxistineke wê ya wisa nîne. Ev dewlet jixwe tu budçeyê ji bo birêxistinbûnên wiha venaqetîne, razemeniyê lê nake. Derdê wê, dewlemendkirina hevkar û alîgirên xwe ye. Tevdîr nîne. Di erdheja 1999’an de Baca Erdhejê hat danîn. Bi deh milyar dolaran bac hat girtin. Bi vê bacê AFAD dikarî bihêztir bibe. Mirov dikarî şaredariyan di vî warî de saz bikira. Û di rewşên bi vî awayî yên lezgîn de mirov bikariya dest tê wer bida. Di karesatên wiha de alîkariya ji dûr ve ne hêsan e. Divê şaredarî, di vî warî de bi xurtî bên birêxistinkirin. Lewra ew demildest dest di kareseta li ba xwe didin. Lê AFAD’ek ji bo nîşandanê ava kirine. Li tu derê AFAD nîne. Dibe ku çend însan şandibin yek – du bajaran. Bes e? Wê çawa xwe bigihîne deh bajar, bi dehan bajarok û bi hezaran gundan? Jixwe rêxistinbûyîn û razemeniyeke wê ya wiha nîne. Dewlet di bin kavilên erdhejê de maye, xera bûye. Berpirsa van mirinan e. Çimkî em guhdariyê li televizyonê dikin, dibêje AFAD MAFAD nîne. Tu saziyeke alîkariyê nîne. Wê çi bike? 3-4 roj bi şûn de wê were. Wê alîkarî ji dinyayê jî were. Ya giring ew e ku komên xelaskirinê yên xwecihî tevbigerin.

Civaka me divê piştevaniya xwe bi xurtî bike

Bacên erdhejê girtine, çi kirine pê? Li vir û wir xerc kirine. Dane mutehîtên xwe. Rê çê kirine, nizanim çi kirine. Sûc e ev. Li gor yasayê ew pere ji bo erdhejê hatine standin. Ji xeynê erdhejê bikaranîn wî pereyî sûc e. Em dev ji yasayan berdin, bi exlaqî jî û wicdanî jî sûc e. Divê em vê rastiyê bibînin. Piştevaniya civakî giring e. Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyanî da. Divê civak bi hev re bi xurtî bibe piştevan. Mirov bi karesatên wiha re dikare bi piştevaniya civakî serî derbixe. Saziyên dewletê ji heq nayên der. Ji berê de, mirov bi piştevaniya civakî ji heqê karesatên wiha hatine der. Niha jî dewleteke navendî heye. Di hin tiştan de saziyên formalîte ava kirine. Bi qewimîna kareseteke wiha têk çûne. Dewlet di felaketên wiha de neçar dibe. Rastî li ber çavan e. Hem neçar maye hem jî li ber piştevaniya civakî dibe asteng. Bihêle bila civak bişîne. Min gava din guhdarî kir; dibêje gundê me jî xera bûye, em ê çadiran bişînin, betaniyeyan bişînin. Alav û amûran bişînin ji gundê xwe re. Dewlet nahêle. Ew bixwe jî nabe. Dibêjin em bidin dewletê, wê bibe kû ne diyar e. Xelk wê zû bi zû bigihîne. Cîran wê zû bi zû bigihînin. Ew çi ye îcar, hemû alîkariyê bidin min, ez ê bişînim. Ev li dijî karakterê civak û mirovahiyê ye. Civak jî diyardeyeke sosyolojîk e. Ew jî rêxistinek e, ew jî pergaleke jiyanê ya rêxistinkirî ye.

Divê piştevaniya civakî zêde bibe, guhdariya dewletê neyê kirin. Jixwe pirê ku neçar mayê ewqas doza mêraniyê dike. Digotin; ‘’erdhej rabibe, ev tişt bibe, derfetên me têra her tiştî hene.’’ Ji civaka navneteweyî û dewletan alîkarî nedixwest, kî bixwesta rexne lê dikirin. Ew dima ku bibêjin bi wan re hevkar in. Niha ew neçar mane. Derî li her kesî vekirin. Ka tiştên we duh digotin. Ka hemû dinya neyarê we bû?

Derfetên gel dermanên hemû birînan in

Hevgirtin û rêxistinbûna civakê giring e. Çareseriya bingehîn civak dibîne. Civak bi xwe dibîne. Divê em vê yekê bibînin û bizanin. Derfetên gel dermanên hemû birînan in. Gelê Kurdistanê gelekê birêxistinkirî ye, gelekî xwedî hişmendî ye. Ew demildest di qadên xwe de ji karesetan re dibin çareserî. Divê hêviya me zêde ji dewletê nebe. Ji xwe dewlet ji bo civakê nehatiye avakirin, ji bo ku keda civakê bixwe, ji bo ku zextê li civakê bike hatiye avakirin. Ji xwe dewleta tirk dewleteke otorîter û faşîst e. Hêza şer e. Belê, beşek ji pereyên erdhejê çûn rêyan, beşek jî çû şer. Ji bo şer hatiye xerckirin. Her roj pesnê xwe didin: ‘Em ewqas bi pêş ketine, em ê ewqas bibin hêza cîhanê. ÎHA’ya me heye, SÎHA’ya me heye. Wesayîtên me yên şer hene‘. Lê di erhejêke de nikarin jiyana mirovan rizgar bikin. Nikarin bibin dermanê derdê wan.

Piştevaniya gel tê astengkirin

Çend rojên ewil bi rastî jî giring in. Niha hewa jî sar e. Lê em guhdarî dikin, li herderê dibêjin AFAD û MAFAD tune ne, ji ber ku ji bo nimûne ne. Bila biçe, ew ê biçe 1-2 avahiyên li bajêr. Wê çi li avahiyên din werin? Bi sedan avahî hilweşiyan. Gundên Gurgum, Elbistan, Afşîn, Narli, Goksun, Meletî û yên derdorê hilweşiyan. Bi taybetî piraniya malên kevin hilweşiyan. Baş e, kî wê herê van deran rizgar bike? Civakê hilweşînin, piştevaniya civakê asteng bikin, piştevaniya gel sûc bihesibîne, lê bixwe jî neçe. Bi vî rengî nabe. Ji ber vê yekê divê civak li bende dewletê nebe, bi xwe piştevanî bike. Divê gazindan nekin. Em van gotinan dikin ji bo ku rastiya dewletê aşkera bibe. Nexwe divê civak gazindan neke, tu hêviyan ji dewletê neke. Divê xwe bi rêxistin bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.

Divê alîkariyê bidin hemû mexdûran

Helbet niha erdhejek giran pêk hat. Di vê erhejê de li rojavayê Firatê gelek wêranî çêbûn. Li Rojhilatê Firatê, li Amedê, li Rihayê wêranî çêbûn. Mirin hene. Dîsa li Sûriye jî mirin hene. Em sersaxî ji hemû gelên kurd, ereb û suryanî yên li Sûriyeyê re dixwazin. Divê gelê li bakurê Kurdistanê, li Sûriyeyê, li Rojava hev bigirin. Divê bêyî ku cudahiya ereb, tirk û kurd were kirin, alîkarî ji hemû mexdûrên erhejê re, cihên hilweşiyane re alîkarî were dayîn.

Ez herêmê ji nêz ve nas dikim, dizanim. Hem erdnîgariya wê dizanim û hem jî bi xaniyan dizanim.  Dizanim ku zivistanê çiqas sar e. Berê 6 mehan wesayît nedikarî biçin gundê me. Encex bi kaşkaşokan diçûn. Niha Afşîn, Elbistan, Bazarcix, Narli û derdorên wê Doganşehîr, Akçadag, Semsûrê bi rastî jî zêde wêran bûne. Belê li Riha û Amedê jî hilweşîn çêbûye, lê li rojavayê Firatê hilweşîn zêdetir e. Ji ber vê yekê divê gelê me wêraniya li rojavayê Firatê, li deverên ku navenda erhejê lê ye, bibîne û hem bi xurtî bibe piştevan û hem jî ev dever ji nû ve were avakirin. Ji bo ku li wan gundan  xanî ji nû ve werin avakirin, li Ewropayê kesên ji Bazarcix, Elbistan û Afşînê hene. Ji ber qetlîama Gurgumê beşekê mezin ê gelê me yê başûrê rojava koçî Ewropayê kir. Li metropolan hene. Divê demildest bibin piştevan. Divê hem ji birîn û derdê wan re bibin çareserî û hem jî gundên ku li wir hilweşiyane, ji nû ve ava bikin. Divê wê derê ji nû ve bikin cihê jiyanê. Berpirsyariyeke wan a bi vî rengî heye.

Divê tu kes birçî û bêcih nemîne

Jixwe niha gund bêxwedî ye. Bêxwedî mane. Ew rêxistina ku jê re AFAD tê gotin, dibe ku çûbe yek, du bajaran. Li gundan tu hêz û piştevanî nîne. Bi gundan re encex gundên ciran dikarin piştevaniyê bikin. Niha rewşa wan hemûyan ne baş in. Her kes ketiye pey derdê xwe. Helbet gundên ciran ên ku rewşa wan baş be, kêm ziyan dîtibin, alîkariyê bidin. Ji xwe bang hene. Hemû kes bang dikin. Me jî bang kir. Hevserokên me jî kirin. Li Tirkiye hemû kes, saziyên sivîl, hêzên demokrat bang dikin. Divê gel, kesên ku derfetên wan hebe, mexdûrên erhejê di malên xwe de bihewînin. Divê bigirin gel xwe. Divê tu kes birçî û bêcih nemîne û her kes pariya nanê xwe parve bike. Divê hemû tiştên xwe parve bikin. Di heman demê de ji Marmara, Ege, Deryaya Spî, li der derên ku erdhej lê çênebûye, alîkarî were dayîn. Divê ji Deryaya Reş alîkarî biçe.

Divê piştgirî ji bo hewldanên avakirinê bê dayîn

Gelê me divê li hemberî wêraniyên mezin ên li rojavayê Firatê, ji bo avakirina wê derê bibin piştgir. Helbet divê gelê kurd, gelê me bibe çareseriya li wêraniyên li Amedê, Riha û deverên din. Divê li wê derê piştevaniyekî mezin hebe. Divê bi giştî gelê kurd û gelên Tirkiye nimûneya piştevaniyê nîşan bikin. Xwişk û biratî di demên wiha de diyar dibe. Cîrantî di demên wiha de diyar dibe, mirovahî di demên wiha de diyar dibe. Ez rehma Xwedê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazim. Ez sersaxî ji malbatan re dixwazim. Ez destnîşan dikim ku ji bo kesên di bin kavilan de mane, di zûtirîn demê de werin rizgarkirin divê her kes bibe seferber. Li ser vê bingehê ez êşa gelê me, gelê kurd, gelê tirk û hemû gelên ereb, suryan û kurd ên li Sûriye parve dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar