Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameyeke taybet a kanala Medya Haberê. Karasû di bernameyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, qetlîama li Parîsê, hilbijartinên li tirkiyeyê, zextên li ser HDP’ê û geşedanên li Sûriyeyê nirxand.
Nirxandinên Karasû wiha ne:“Komploya li dijî Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. 24 sal derbas bû û kete sala 25’an. Piştî mehekê wê 24 salên esaretê biqede û wê bikeve sala xwe ya 25’an. Di rastiyê de di beşeke zêde ya 24 salan de tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Dem bi dem hikumeta AKP’ê weke polîtîkaya xwe, di wê demê de -heke li dijî Tevgera Azadiyê ya kurd şerekî giran bida destpêkirin wê desthilatdariya wê têketa xetereyê- nerm nêzik bû û domandina desthilatdariya xwe ji xwe re kir esas. Di vî alî de hin hevdîtin hatin kirin. Piştî ku hikûmeta AKP’ê careke din tengijî, di dawiya sala 2012’yan û destpêka sala 2013’yan de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hatin. Serdemeke nû dest pê kir. Serdema sekinandina şer dest pê kir. Di vê demê de hin hevdîtin hatin kirin. Hevdîtinên Osloyê yên ku em tê de beşdar bûn, êdî bi dawî bûn. Serdema hevdîtinên Osloyê di sala 2008 de dest pê kir. Di dema hevdîtinên Osloyê de jî hin hevdîtin hebûn. Niha tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye. Ev encama polîtîkaya tecrîdê ye. Çawa ku li derve li hemberî gelê kurd polîtîkaya qirkirinê tê meşandin, zextên giran li ser hemû siyasetmedarên demokratîk û hêzên demokrasiyê tê kirin, ya herî giran jî li ser Rêber Apo tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo rêberê vî gelî ye. Heke li ser vî gelî qirkirin tê meşandin û ev polîtîkaya qirkirinê bi kûrahî tê meşandin, polîtîkaya li ser Rêber Apo jî polîtîkaya qirkirinê ye.
Dewleta tirk dewleteke qirker e
Dewleta tirk ne tenê dewleteke mêtinger e. Divê em vê yekê baş bizanibin. Me gelek caran gotiye, lê em dîsa bibêjin. Dewleta tirk dewleteke qirker û mêtinger. Dema ku Rêber Apo cara yekem di nava koma Apoyî rabû, got, “Kurdistan mêtingeh e” lê bi taybetî bal kişandiye ku ev mêtingeheke çawa ye. Rêber Apo, mêtingeriya dewleta tirk a li ser Kurdistanê weke qada berfirehkirina neteweya tirk nirxand. Wî ev weke polîtîkaya sereke aşkere kir. Diyar kir mêtinger e, lê bal kişand ser vî tiştî ku nêta dewleta tirk ev e ku li Kurdistanê neteweya tirk belav bike, kurdan qir bike û wê axê hemûyan bikin tirk. Niha jî ev polîtîka tê meşandin. Tirkiyeyê hê jî dev ji vê siyasetê bernedaye. Niha jî înkar, siyaset, îmha, qirkirin heye. Dem bi dem dibêjin, me înkar rakir. Tiştekî wisa tune. Rakirina înkarê tê wateya qebûlkirina hebûna wê ya qanûnî ya destûrî û naskirina mafên wê yên herî xwezayî. Niha jî li ser kurdî zexteke pir giran heye. Jixwe hebûna wê nayê qebûlkirin. Di vî warî de polîtîkaya li ser Rêber Apo polîtîkaya qirkirinê ye. Ji bo qirkirinê ewqas zext li Rêber Apo tê kirin.
Divê têkoşîn xurt be
Divê em wisa lê binihêrin. Divê her kes vî tiştî bibîne. Heke ev polîtîkaya qirkirinê ye, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û polîtîkaya qirkirinê ya li ser Rêber Apo were şikandin, divê li dijî qirkirina gelan bersiva hebûna gel were dayîn. Divê hemû gel rabin ser piyan. Ji ber ku têkoşîna li dijî qirkirinê nikare bibe têkoşîneke adetî. Bi têkoşîneke adetî qirkirin ji holê nayê rakirin, nabe ku qirkirin bi dawî bibe. Heke wisa bibe wê polîtîkaya qirkirinê were şikandin.
Têkoşîna piralî divê bê meşandin
Li Îmraliyê jî polîtîkaya qirkirinê heye. Divê ev rastî wisa were dîtin. Heke em bi vî rengî bibînin, em ê rast têbikoşin. Divê têkoşîneke li gorî vî tiştî hebe. Heke li wir polîtîkaya qirkirinê tê meşandin, li dijî qirkirina li ser gelekî têkoşîn çawa tê kirin divê li dijî tecrîda li Îmraliyê jî, di warê azadbûna Rêber Apo de jî heman têkoşîn were kirin. Divê em têkoşînê piralî, xurt û berfireh bimeşînin. Heke weke tecrîda li ser girtiyekî were dîtin, wê ev tişt bibe xwedîlêderketin û nêzikatiyeke qels. Ji ber vê têgihiştinek kûrtir û xwedîlêderketineke berfirehtir lazim e.
Di vî warî de helbet li gorî demên berê xwedîlêderketin zêde bûye û bûye asteke navneteweyî. Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî ev tişt dîtin: Tecrîda li ser Rêber Apo li tevahiya civakê belav dibe. Ger niha li ser hemû civakê zilm û çewisandin hebe, çavkaniya vê jî Îmralî ye. Ev hat dîtin. Dîtina vî tiştî pir girîng e. Avabûna vê hişmendiyê pir girîng e. Gelê me jî dît. Zexta li wir tê kirin zexteke civakî ye, parçeyek ji polîtîkaya qirkirina civakî ye. Li ser tevahiya civakê belav dibe. Ev polîtîka li ser hemû hêzên demokrasiyê belav dibe. Heke li girtîgehên din ên ku polîtîkaya qirkirinê lê tê meşandin zextên wisa giran tên kirin, çavkaniya vî tiştî jî tecrîda li ser Rêber Apo ye.
Xwedîderketina li Bakur girîng e
Di vî warî de helbet divê em têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo geştir bikin. HDP’yî li ber Wezareta Edaletê nobedê digirin. Serlêdanên parêzeran li qada navneteweyî hene, serlêdanên hêzên demokratîk hene. Ev pir girîng in. Gelê me jixwe li her derê xwedî lê derdikeve. Li Ewropayê, Rojava, Bakur û Başûr hemû gelê me xwedî lê derdikevin.
Li gel hemû zextan jî xwedîderketina li Bakur girîng e. Gelê me di merasîma cenazeyên şehîdan de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Divê em di vî warî de û li hemberî vê tecrîdê hestiyar û baldar bin. Bêyî şikandina vê tecrîdê, bêyî şikandina vê polîtîkaya qirkirinê, pêşiya demokratîkbûnê nayê vekirin, pêşiya qirkirinê nayê stendin. Di vî warî de armanca herî girîng a têkoşîna me divê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî be. Divê têkoşîna azadiya gelê kurd, têkoşîna şikandina polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê kurd, têkoşîna rakirina tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo di heman astê de û bi awayekî xurt bên kirin. Wê demê tecrîd dikare bê şikandin.
Kurdan xeleqa qirkirinê şikandin
Çima ewqas zext li Rêber Apo tê kirin? Me berê jî got. Rêber Apo ji ber ku gelê kurd gihand fikra azad, ji ber ku bîra neteweyî di nav gelê kurd de ava kir û gelê kurd kir civakeke rêxistinbûyî û gelê kurd kiriye gelê herî bi rûmet ên dinyayê, dijminatiya Rêbertî tê kirin. Belê gelê kurd niha yek ji gelê herî rûmet e. Ev teqez wisa ye. Dema ku gelê kurd dibe gelekî bi rûmet ê dinyayê, li dinyayê xwedî lê derketin û naskirin, ev tişt li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê kurd dibe darbeyeke mezin. Berê çi kirine? Wan Kurdistan ji dinyaye re girtine. Wekî ku kurd tune be. Zilmeke wisa dikirin, polîtîkayeke qirkirinê ya wisa dikirin. Lê îro kurdan ev xeleq şikandin.
Em ê bikevin sala bîst û pêncemîn a dîlgirtina Rêber Apo. Divê em bi geşkirina têkoşînê sala bîst û pêncemîn bikin sala azadiya Rêber Apo. Li ser vî esasî ez careke din Rêber Apo silav dikim. Bêguman em ê bi têkoşîna xwe, bi piştgiriya hemû gelê xwe Rêber Apo azad bikin. Em dev ji armanca azadiya Rêber Apo bernadin, em ê vê armancê, têkoşîna xwe ya azadkirina Rêber Apo her dem bilind û geş bikin.
Ez heval Sakîne Cansiz a ku yek ji avakara partiya me ye, heval Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di sala 2013’yan de bi hovane hatine kuştin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Di salvegera dehemîn a şehadeta wan de endama me ya Konseya Rêvebiriyê hevala me Evîn, hunermendê kurd Mîr Perwer û welatparêzê hêja Abdurrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr tînim.
Helbet di meha Çileyê de gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn. Di berxwedana xwerêveberiyê de Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî hatin kuştin. Ew jî şehîdên mezin ên berxwedana xwerêveberiyê ne. Ev şehîd nîşanî me didin ku bandora jinan di wan berxwedanan de çiqasî xurt û mezin bûye. Ez dikarim bibêjim ku berxwedana wan helbet wê vala neçe. Têkoşîna wan a xwerêveberiyê, têkoşîna wan a xweseriya demokratîk teqez wê pêk were.
Wan armancek danîn. Niha ji bo wê armancê wê têkoşîn were kirin. Êdî nabe ku mirov dev ji wê armancê berde. Ji ber ku ji bo wê hedefê me şehîdên mezin dan.
Dîsa di meha çile de hevalê me yê bi rûmet heval Rûbar ku ji sala 1976’an û vir ve di nava têkoşîna me de bû, hevrê Halîl û hevrê Mûrat ên ji salên 1980’an ve di nava têkoşîna me de bûn jî di vê mehê de şehîd bûn. Ev hevalên me yên gelekî hêja ne. Di vê têkoşînê de keda heval Rûbar gelekî zêde ye. Jixwe ew bi xwe jî wek karker tev li bûye. Dema tev li tevgera me bû hevalekî ciwan bû, xebatkar bû. Karkerê hesin bû, di avahiyan de karê raxistina hesin dikir. Hevalekî wisa bû. Kedeke mezin da. Malbata wî bi tevahî ked da têkoşîna me. Du xwişkên wî jî di vê têkoşînê de şehîd bûn. Dayika wî hemû temenê xwe da vê têkoşînê. Hevalên me yên wisa şehîd bûn. Di meha çileyê de em ê teqez van hevrêyên xwe bi Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad bi bîr bînin. Bila tu kes ji van tiştan nekeve gumanan.
Sara karektereke serbilind bû
Hevrê Sara avakara partiya me bû. Di heman demê de yek ji pêşeng û rêberê berxwedana zindanan e. Em bi hev re di zindanê de man. Helwesta hevrê Sara û meşa wê jî rast bû. Hevaleke wisa bû. Kesayetiyek we ya serhildêr hebû. Hezkirina azadiyê, evîna azadiyê di dilê wî de pir kûr bû. Helbet yek ji faktorên herî girîng ên ku ew afirandiye jî ev e ku tiştên di qirkirina Dêrsimê de hatine kirin. Qirkirina Dêrsimê ji bo Kurdistanê bûyereke giran e. Bi deh hezaran jin, zarok, kal û pîr hatine kuştin. Serokên gel ên Dêrsimê hatine kuştin û darvekirin. Bi deh hezaran ji wan hatine sirgunkirin. Hê jî keçên Dêrsimê yên winda hene. Ew keç ji xwe re kirine xizmetkar, ew dane xebitandin. Ew keç hê jî winda ne.
Ev faktorên gelekî girîng in ku bandoreke kûr li ser heval Sara dikin, azweriya azadî û têkoşînê ya di dilê wê de geş dike. Ji aliyê din ve jî wekî jinekê tiştên hatine serê jinan, bi kûrahî hîs kiriye. Di vî warî de weke hevaleke jin ji destpêkê ve weke milîtan beşdarî têkoşînê bû. Cûdahiya milîtaniya jinê nîşan da. Ji hemû jinên kurd re nîşan da ku jin dikare her tiştî bi dest bixe û vê têkoşînê bilind bike.
Rêber Apo dema ku xeta azadiya jinê pêş dixist, ji aliyekî ve jî xwe dispart dîroka gelê kurd jî. Vê axê civaka neolîtîkê ava kiriye. Mirovatiyê bi keda jinên vê erdnîgariyê civaka neolîtîk afirand. Dema ku xeta azadiya jinê li ser vê bingehê, ango dîroka dayîkên gelê kurd hatiye avakirin, ji aliyê din ve jî ji bo pêkanîna hêviyên jinên leheng ên weke hevrê Sara û jinan xeta azadiya jinê pêş xist.
Heval Sara pêşenga pêşîn a jinan e
Hevrê Sara jî di pêşxistina xeta azadiya jinê de xwedî roleke mezin e. Pêşenga yekem e, rêbera yekem e. Wê ev îrade nîşan daye. Vîna azadiya jinan nîşan daye. Hevaleke wisa ye ku ji bo pêkanîna azadiya jinan her berdêlan daye û ji bo vî tiştî ked daye. Bi vê minasebetê ez careke din hevrê Sara bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî em bi salan di girtîgehê de bi hev re man. Berxwedana wê moral da hemû kesan. Weke hevrêyeke jin, sekna wê ya di bin zextên giran de ne tenê ji bo me girtiyên kurd, her wiha li ser hemû girtiyan moral da girtiyên ji rêxistinên cuda jî. Di vî warî de teqez wê têkoşîna wê di çarçoveya xeta azadiya jinê de ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê were bicihanîn. Jin êdî li Sara xwedî derdikevin. Sara êdî ne tenê pêşenga jinên kurd e, bûye pêşenga hemû jinan ya jinên cîhanê. Jinên cîhanê Sara nas dikin. Belê, wê şer dikir. Wê pirtûkeke bi navê ‘Jiyana min her dem şer bû’ nivîsand. Ji bo jinan di jiyanê de beyî şer têkoşîna azadiyê nayê kirin. Lê bi şer dikare baştir bibe. Sara ev da ber çavê xwe, ji roja pêşîn heta şehadeta xwe ev têkoşîn meşand. Ji ber vê ez hemû şehîdên meha çileyê bi rêzdarî bi bîr tînim.
Hevala Evîn Goyî jiyana xwe da têkoşînê
Hevrê Evîn Goyî hevrêya me bû. Endama me ya Konseya Rêvebir bû. Ew zarokeke Botanê bû. Wê li Botanê têkoşîn dabû meşandin. Piştre bû endamê Konseya Rêvebir. Di Konseya Rêvebir de xebitî. Ew karkerek bû. Ew hevalek sade bû. Dixwest erkên ku rêxistinê dane wê di asta herî jor de biparêze û bi serkeftî bi cih bîne. Hesteke wê ya berpirsyariyê ya wisa hebû. Hemû jiyana xwe da têkoşînê. Bi vî alî ve berê jî bi vê helwesta xwe di nava Konseya Rêvebir de cih girt û gelek xebat kir. Piştre çû Rojava. Di pêşketina têkoşîna azadiyê ya li Rojava de, di pêşxistina şoreşê de, di têkoşîna têkbirina DAIŞ’ê de cih girt. Dema li Rojava bû, di şerê li dijî DAIŞ’ê de pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran rû da. Di vî warî de weke hevaleke ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibû, ji bo tedawî û emeliyatê çû Fransayê. Dema li wir tedawî dibû, tevlî nav xebatan jî dibû. Şehadeta wê wisa pêk hat. Wê bîranîna heval Evîn teqez pêk were. Wê hevalên me yên jin jî, jinên Botanê jî û hemû jinên kurdistanê li ser xeta Evînan vê têkoşînê geş bikin.
Piştî şehadeta Evîn Goyî demeke kin li Şengalê careke din êrîşeke qirêj pêk hat. Sûîkastek hat kirin. Hevrêyê me yê bi rûmet Menal ku bi salan di girtîgehê de ma û bi dehan salan ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd xebat kir, li Şengalê hate qetilkirin. Di heman demê de mirovekî kedkar bû û wî hemû jiyana xwe da vê têkoşînê. Piştî ku ji girtîgehê derket, ji bo tevkarî, piştgirî û xurtkirina xweseriya Şengalê bike, hate çiyayan û piştre berê xwe da Şengalê. Ji bo pêşxistina wê têkoşînê, ji bo azadiya gelê êzidî, ji bo piştgiriya civaka bindest, beşa herî bindest a gelê kurd ku bi tunebûnê re rû bi rû ye, ew çû wir. Ew kesekî kurd e. Helbet weke kurdekî, weke şoreşgerekî kurd wê beşê herî bindest ê gelê kurd biparêze. Divê hemû kurd xwedî lê derkevin. Divê hemû kurd xwe berpirsyar bibînin û herin Şengalê. Berpirsiyariya me hemûyan e. Berpirsyariyeke wijdanî, exlaqî û siyasî ye. Tu kes nikare ji tu kurdekî re bibêje tu çima diçî Şengalê, çima tev li têkoşîna êzidiyan dibî. Berevajî vê yekê berpirsyariya hemû kurdan heye ku biçin wir şer bikin. Bi vê minasebetê ez heval Menal bi rêzdarî bi bîr tînim.
Şehîdekî din jî hevrêyê me Denîz e ku par di qezayê de şehîd bû. Me ew ji nêz nas dikir. Bi rastî me hevûdu pir baş nas dikir. Em çawa bibêjin? Wek avê paqij bû. Weke milyaketan bû. Hevalekî wisa bû. Ji Bazîdê, ji Serhedê bû. Hevrêyekî pir hêja bû ku ji serî heta binî ji bo vê têkoşînê jiya û her kesî jê hez dikir. Bi rastî ji bo me bi êş bû. Belê, di şer de dikare şehîd bibe, di pevçûnê de jî dibe ku şehîd bibe. Bi rastî di têkoşînê de ev tişt heye. Jixwe em vê berdêlê didin ber çavê xwe. Lê dema bi qezayekê de şehîd bû, ev ji bo me gelekî bi êş bû.
Em vî tiştî diyar bikin, bila hemû heval û hogirên wî û malbata wî jî bizanibin. Me hemûyan gelek êş kişand. Ew hevalekî me yê pir hêja bû. Me ji nêz ve nas kir. Em ê teqez xwedî li bîranîna wî derkevin û hesreta wî bi cih bînin. Hevalekî wisa bû. Hevalekî me yê ku bi hezkirin di nava vê têkoşînê de bû û ji bo qirkirina li ser kurdan bi dawî bibe dixwest her tiştê xwe bide. Hevalekî fedaî bû. Jixwe berpirsiyariya hevalên xwe yên fedaî dikir. Ez wî bi hurmet bi bîr tînim.
Divê perpirsiyar aşkere bibin
Fransa yek ji welatên ewil ên Ewropayê ye ku şoreşên demokratîk ên gel li wir dest pê kirine. Ji wan re şoreşên bûrjûwazî tê gotin, lê di esasê xwe de şoreşên gel in. Lê belê ji ber ku pêşengiya şoreşên gel ji aliyê hêzên demokratîk ve nehat kirin, bûrjûwazî jî li şoreşê serdest bû, pêşengî kir û li wir pergaleke nû ava kir. Di vê pergalê de çavkaniya pêşketina hiqûqa bûrjûwaziyê, pêşketina wê li seranserê cîhanê Fransa ye. Hiqûqnasên Fransî û feylesofên fransî jî bingehên hiqûqa bûrjûwaziyê danîne. Ew wekî welatek ku Fransa tê de serweriya qanûnê heye tê îfadekirin. Di vî warî de heke li Fransayê qetlîamên bi vî rengî pêk were û were gotin ku li dewleta Fransa an jî di dîroka Fransa de girêdana bi hiqûqê heye, divê ev komkujî bê eşkerekirin. Wekî din, Fransa wê bibe tawanbar. Dûre wê were pirsîn ka hiqûq, edalet, wekhevî li ku ye. Di vî warî de divê Fransa ji vê sûcdariyê xwe rizgar bike. Ji ber têkiliyên wê yên bi tirkiyeyê re ji bo berjewendiyên xwe nikare van komkujiyan paşguh bike. Heke paşguh bike wê Fransa qirêj bibe. Wê tu wateya nirxên Fransayê nemîne. Ji ber ku têkoşîna gelan a bi dehan salan û sedsalan heye. Qels bin jî hin pîvan hene. Ew bi xwe dibêjin. Dibêjin em dewleta hiqûqê ya demokratîk in, demokrasî heye. Tê zanîn ku ev qada ku pêşî şoreşên bûrjûwazî, ango şoreşên gel yên demokratîk pêş ketine û piştre bûrjûwazî li wan xwedî derketiye. Niha Fransa van qetlîaman eşkere neke wê bibêje çi? Wê hebûna xwe ji holê rake. Jixwe hebûna wê dibe nakok. Di vî warî de pirsgirêk ne tenê daxwazên me ne, ev tişt li dijî xaka wan û welatê wan hatiye kirin. Dive ew bi xwe xwedî lê derkevin. Wê demê dibe welatekî ku nikare cinayetan ronî bike, kujeran bibîne û bibe welatekî ku kî bixwaze kê bikuje bikaribe bike. Wê li wir rewşeke wisa derkeve holê. Gelo Fransa vî tiştî qebûl dike? Fransa dibêje ku ez welatekî wisa me? Di vî warî de ji ber têkiliyên aborî û berjewendiyên wê yên bi tirkiyeyê re, heke Fransa hêzên li pişt kujeran eşkere neke, wê ev tişt Fransayê qirêj bike. Di vî warî de divê Fransa vî tiştî derxîne holê.
Heke kujer were dîtin dê Fransa teşîr bibe
Gelo wê kujerên zarokên hêja yên gelê kurd neyên dîtin? Yan jî gelê kurd ji ber ku bê xwedî ye, nikarin tu sûdê ji gelê kurd werbigirin wê xwedî li gelê kurd neyê derketin? Li aliyê din gelê kurd li dijî DAIŞ’ê şer dike. Ciwanên kurd hene, jinên kurd hene. DAIŞ’ê herî zêde li Fransayê komkujî pêk anî. Evîn Goyî jî weke endama Konseya Rêvebir di têkbirina DAIŞ’ê de roleke girîng lîst. Gelo tu berpirsiyariya Fransa nîne? Li hemberî kesên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin wê ti berpirsyariyeke exlaqî û siyasî nebe? Wê demê divê ev welat, ev civak xwedî li van şehîdan derkeve û ji bo kujer derkevin holê divê rola xwe bi cih bîne. Belê, dostên kurdan hene, demokrat jî hene, xwedî lê derdikevin. Divê ew bandora xwe li ser hukumeta xwe, dewleta xwe, organên xwe yên qanûnî bikin. Bi bandora xwe ya demokratîk re divê ev komkujî bê eşkerekirin. Bêyî eşkerekirina kujerên vê qetlîamê, ango eşkerekirina hêza li pişt wê û nîşandana helwesta pêwîst, Fransa nikare bibêje ku ez paqij im. Eşkere ye ku heval Sara ji aliyê kê hatiye qetilkirin. Belge derketin holê. Ji aliyê MÎT’ê hatiye rêxistinkirin, Erdogan ferman daye MÎT’ê. Ev zelal e. Hikumeta li tirkiyeyê li Fransayê mirovan dikuje. Wê demê li dijî vî tiştî helwestek were nîşandan. Yan na wê bi cîddî nêz nebin.
Berxwedan wê kujeran derxîne holê
Di şehadeta hevala Sara, Fîdan û Leyla de gelê me yê Ewropayê bi xurtî xwedî li şehîdan derket. Gelê me piştî şehadeta Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên di 23’ê Kanûnê de hatine qetilkirin, bi xurtî xwedî li şehîdên xwe derket. Bi vê wesîleyê em gelê xwe yê li Ewropayê pîroz dikin û silav dikin. Nêzîkatiya wan hêja ye. Ji ber vê xwedîderketina li dewleta Fransayê, bandor li raya giştî kir. Niha rojev ev e. Kuştina van hevalan û eşkerekirina kujerên wan li Fransayê ketiye rojevê. Li Ewropayê bûye rojev. Ev yek bi hêza gel pêk hat. Hemû gelê me çû wir. Dostên gelê me çûne wir. Ev girîng e. Ev helwest wê bi her awayî kujeran aşkere bike. Di 9’ê Çileya 2013’an de gelê me ev helwest nîşan da. Ji bo hevalên ku di 23’ê Kanûnê de şehîd bûne jî ev tişt nîşan da. Helwesteke pir hêja ye. Ev helwest, xwedîderketina gelê kurd a li nirxên xwe xurtir dike. Ew ne tenê li Ewrûpayê, li seranserê welêt xurt dike.Dema cenazeyê Mîr Perwer gihişt Mûşê, gel xwedî lê derket.
Dewleta tirk a qirker dixwaze civakê ji têkoşînê dûr bixîne. Hewl dide civak xwedî li têkoşeran dernekeve. Ev yek ji polîtîkayên herî bingehîn ên dewleta tirk a niha ye. Lê gelê me yê Mûşê bersiveke pir baş da vî tiştî. Ez gelê me yê li Mûşê silav û pîroz dikim. Heke gelek xwedî li nirxên xwe derkeve, dikare hebe. Heke xwedî li Rêbertiya xwe derkeve, dikare hebe. Dema ku mirov ji bo azadiya gelê xwe berdêlê didin û gel xwedî li wan derkeve, wê demê mirov dikare bibêj ew gel heye. Gelek wisa dikare bi rûmet bijî. Di vî warî de xwedîlêderketina gelê Mûşê û gelê Kagizmanê gelekî watedar û hêja ye. Tenê bi vî awayî em dikarin pêşiya van komkujiyan bigirin. Bi vî awayî em dikarin van komkujiyan bidin sekinandin. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku êrîşan dikin. Em ê nîşanî wan bidin ku hûn nikarin bi kuştinan encamekê bistînin. Her ku hûn li me dixin, hêrsa me mezin dibe, baweriya me mezin dibe, biryardariya me ya têkoşînê mezin dibe. Êrîşên we vala ne. Di vî warî de ev xwedîderketin ev rastî derxistiye holê. Ez dikarim bibêjim. Bi van êrîşan re gelê kurd xurtir dibe. Bi rastî jî dibe civak. Dibê civakeke xwedî nirx.
Em dibêjin kurd ne kurdên 50 sal berê ne. Xwedîderketin bi vî rengî derdikeve holê. Bi destkeftiyên wiha nirxên kurdan kûrtir dibin. Hişmendiya kurdan a j bo azadiyê kûr dibe. Evîna wê ya azadiyê kûr dibe, xwedîderketina li wê mezin dibe. Di vî warî de pêwîst e ev destkeftiyên ku di nava gelê kurd de evîna azadiyê û hesta azadiyê pêş dixin, gelekî hêja werin dîtin. Ev pir hêja ye, pir girîng e. Di demekê de ku dewleta tirk digot ez ê biqedînim, xwedîderketina gelê me ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re bersiveke pir baş e.
Divê em qehremanên xwe fêm bikin
Bîlançoyên hatine dayîn asta vî şerî derdixe holê. Di dîroka şerê cîhanê de yekem car e ku di nava 9 mehan de ewqas êrîşên hewayî, topavêj, çekên kîmyewî û bi her cure çekan êrîşî gerîla kirin. Şerekî wisa dijwar kêm e. 24 saetan êrîş pêk hatin. Şerê Ukrayna-Rûsya di rojevê de ye, lê divê bê zanîn şerê Ukrayna-Rûsyayê di hemû saetên rojê de nîne. Di vî warî de şerekî mezin hat meşandin. Li dijî dewleta tirk têkoşînek mezin hate meşandin. Ev bi fedaîbûn hate kirin. Li dijî êrîşeke wiha dijwar mirov bi ruhê fedaî tênekoşe ne pêkan e bi ser bikeve. Di vî warî de divê hemû gelê me û hemû dostên me van zarokên leheng fêm bikin. Divê bibînin ka têkoşînek çawa didin. Ne têkoşîneke hêsan e.
Li vir em dibêjin têkoşînek mezin da, dewleta tirk têk bir, armancên wê pûç kir. Lê gerîla çawa dijmin têk bir? Divê her kes vê ji kûr ve hîs bike. Wê demê ev têkoşîn wê bi wate bibe, hevrêyên me yên berdêl dane wê bi rastî werin hembêzkirin, werin fêmkirin. Bi zor û zehmetiyên giran re têdikoşin.
Dewleta tirk çi dike? Her tim leşkerên xwe diguherîne. Leşkerên ku îradeya wan şikestî radike û yên nû tîne. Ji ber ku di demeke kin de leşkerên tirk ên li wir ditirsin, diwestin, nikarin şer bikin, îradeya wan dişkê. Ji ber vê yekê, yên nû tîne û yên kevin radike. Jixwe dibêjin, divê em moral bidin.
Lê gerîla 24 saetan şer dimeşîne. Bi xewa hindik vê yekê dikin. Ew vê yekê bi awayê herî dijwar dikin. Ev pir hêja ne. Ev kurdê nû bi vî awayî ava dibe. Bi vî awayî gelê nû tên afirandin. Têkoşîn bi vî rengî ser dikeve. Dema ku em dibêjin têkoşîn bêserûber e mebesta me ev e. Têkoşîna ku li ser dîrokek bi vî rengî hatiye avakirin têk naçe. Hêzeke şerker derdikeve holê, lê hêzeke şerker a çawa? Hêzeke fedaî ya ku nayê têkbirin derdikeve holê. Û bi rastî jî van hevrê ev berxwedêr afirandin û dewleta tirk têk çû. Qaşo wê di nava 15 roj ango mehek de wê tevahî herêm girtibana dest. Lê bi ser neket. Hin cihên ku ew niha lê bi cih bûne hene. Bêyî piştgiriya PDK’ê nikare li wir bimîne. Cihên ku niha lê dimînin, ew cihên ku piçekî pişta xwe didin PDK’ê ne.
Dewleta tirk di van mehên borî de çend cihên ku lê ma, hişt û reviya, lê PDK’ê li wir bi cih bû. Bicihbûna PDK’ê yê li wan herêman, ji leşkerên tirk re dibe parastinek. Lewma rewşeke wisa heye. Divê ev rastî jî were zanîn. Eger dewleta tirk bimîne, ji ber destekê ji van hevkaran digire dimîne. Di vî warî de helbet vê berxwedanê di sala 2023’yan de hêzeke girîng li têkoşînê zêde kir. Ji bo têkoşîna 2023’yan zemîneke xurt da. Ciwan, jin û gelê me wê di sala 2023’yan de li ser vê bingehê bi hêztir têbikoşin. Wê mezintir şer bike. Gelê me bi dîtina fedekariya wan şervanan û çawa tevdigere, wê têkoşînek layiqî wan pêş bixe. 2023’yan ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê wê gelek xirab be. Çiqas hewl bide jî wê nikaribe ji hilweşînê rizgar bibe. Dixwazin qirkirina kurdan pêk bînin. Hemû armanca wan ev e. Hemû êrîşa wî ji bo pêkanîna vê ye.
Kevneşopiya me ya têkoşînê ya 50 salî heye. Kevneşopiya me ya têkoşîna fedaî heye. 50 sal in têkoşîneke bênavber heye. Rastiyeke civakî ya bi têkoşîneke wiha hatiye afirandin heye. Rastiya ciwan û jin heye. Bi vê têkoşînê heqîqet hene. Mêtingeriya qirker ne tenê li tirkiyeyê, ne li dijî rastiya kurd, ne li dijî kurdan, li tevahiya cîhanê derxistiye holê. Dewleta tirk a ku ewqas teşhîr bûye û ji hev ketiye; wê li hemberî têkoşîna gelê kurd a ewqas bi hêz û evîndarê azadî û demokrasiyê ye, têk biçe. Belê, wê zehmetî hebin. Lê di dawiyê de yê bi ser bikeve wê gelê kurd û hêzên demokrasiyê bin. Yên ku dixwazin dawî li van qirkirina kurdan bînin, teqez wê winda bikin.
Êrîş parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê ne
Niha divê her kes van êrîşan weke parçeyek polîtîkaya qirkirinê bibîne. Li dijî gelê kurd êrîşeke qirkirinê heye. Li ser Îmraliyê êrîşeke qirkirinê heye. Li hemberî gerîla êrîşeke qirkirinê heye. Ji bilî tirkiyeyê êrîşî her derê dike, êrîşeke qirkirinê derdixe holê. Ne tenê êrîşî Qendîl, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê dike. Êrîşê Rojava, Ewropayê û tirkiyê dike. Denîz Poyraz qetil kir. Bi hezaran jinên kurd di zindanan de ne. Zêdeyî deh hezar girtiyên siyasî hene. Di zindanên de êşkence dike.
Êrîşa li dijî HDP’ê, yanî hêzên demokrasiyê yên li kurdistan û tirkiyeyê parçeyek ji van êrîşan e. Ji ber ku dibêje demokrasî bi kêrî kurdan tê. Li cihê ku demokrasî hebe em nikarin kurdan qir bikin. Ji bo qirkirina kurdan pêk bîne, kurd be, tirk be, Çerkez be, Ereb be ferq nake, hemû alî diçewsîne. Sedema dijminatiya hêzên demokrasiyê ev e. HDP platformeke ku kombûna demokratîk a kurd û kombûna şoreşgerî ya demokratîk a gelên tirkiyeyê tê de tên cem hev e. Di vê çarçoveyê de divê ku mirov van êrîşan wisa jî analîz bike. Divê weke dij-demokratîk bê fêmkirin. Divê weke êrîşeke qirkirinê ya li dijî kurdan were fêmkirin.
Divê her kes vê dewletê bibîne, desthilatdariya AKP û MHP’ê herî zêde êrîşî kê dike? Herî zêde êrîşî kê bike, tê wateya ku yê herî zêde têkoşîna demokrasiyê didin ew in. Yên ku ji bo demokrasiya rastîn têdikoşin ew in. Ji bo wê êrîş dike. Di van salên dawî de li dijî jinan êrîşeke dijwar tê kirin. Ji ber ku cîhana jinê, helwesta jinê, xeta azadiya jinê jî xeta demokrasiya radîkal e. Xeta bingehîn a demokratîkbûnê ye. Ji ber ku bêyî demokratîkbûneke kûr jin nikare bi awayekî rast bigihîje azadiya xwe. Ji ber vê yekê jî dijminatiya li jinan zêde bûye. Divê ev êrîşên li dijî HDP’ê weke parçeyekî êrîşa li dijî hemû hêzên demokratîk û têkoşîna azadiya gelê kurd bê dîtin. Êrîşeke qirkirinê ye, em wisa bibînin. Êrîşa li dijî her demokratekî jî êrîşeke qirkirinê ye. Êrîşa li dijî Şebnem Korur Fincanci jî êrîşeke qirkirinê ye. Êrîş û girtinên li dijî berxwedêrên Geziyê jî êrîşên qirkirinê ne. Divê her kes vê bizane. Dijminatiya demokrasiyê pir zêde ye ji ber ku kurd dikarin jê sûd werbigirin. Bêyî dîtina vê rastiyê tu kes nikare li tirkiyeyê ji bo demokrasiya rast û azadiyê têbikoşe. Wê zexta li ser kurdan nebîne, li dijî qirkirinê helwestê nîşan nede, wê têkoşîna demokrasiyê bide. Ev dê bibe têkoşîneke sexte ya demokrasiyê.
Niha jî wê pereyan nade HDP’yiyan. Belê, ev yek beriya hilbijartinê ji bo ku endamên HDP’ê yên diçin hilbijartinê nikaribin bixebitin tê kirin. Li aliyê din, ez difikirim ku piştî bloqekirina pereyan wê HDP’ê were girtin. Jixwe ev tê vê wateyê: HDP’ê rêxistineke siyasî ye ku bi hinceta girtinê ye. Wekî din çima ew ê asteng bikin? Ew çi dibêjin? Ev pere diçe terorê. Alîkariya terorê dikin. Ji ber wê qaşo asteng dikin.
Lê ez diyar bikim ku ev hincetên çêkirî ne. Ne 100 lîreyê HDP’ê yek qurişê wê jî, neçû ji vê tevgerê re ango ji xebatkarên vê tevgerê re. Dema dibêjin têkoşîna azadiyê qala me dikin. Dibêjin di her karî de başî heye. An jî gotinek heye ku divê mirov ji her xerabiyê qenciyekê çêbike. Erê, nêzîkatiya çêkirina qenciyek ji her xerabiyê girîng e. Niha ev nêzîkatî dikare HDP’ê zêdetir bi gel re bike yek. Ji bo ku xwe zindî bihêle zêdetir wê bi gel re têkilî dane. Ev pir girîng e. Ji bo tevgereke siyasî, saziyek girîng e ku bi piştgiriya gel bijî. Di rastiyê de hebûna hêzeke siyasî ya bi pereyên dewletê jî bi rastî pirsgirêk e. Çima ew pere dide? Ji bo ku di sîstemê de bimîne, beşa sîstemê wê pergala heyî qebûl bike, bibe parçeyek wê, ji bo wê tê dayîn. Ji bo ku ji pergalê dernekevin. Erê, ji bo wê tê dayîn. Ger tirkiye welatekî demokratîk bûya, hesasiyeteke demokratîk hebûya û dewlet li hemberî vê tevkariyê hesas bû, em bêjin pereyê ku daye, di encama têkoşîna demokrasiyê de siyaseta demokratîk hatiye qebûlkirin, ji ber vê yekê tê dayîn. Di siyaseta demokratîk de beşeke pir girîng a demokrasiyê ye… Tiştekî wiha tune. Li tirkiyeyê demokrasî nîne. Ji ber vê sedemê, divê mirov vê rewşê wekî başiyek binirxîne. Pêwîste bi hêzên demokratîk û gel re zemîna hevdîtineke xurtir were afirandin.
Têkoşînek ku xwe nesipêre dewletê têkoşîna herî rast e
Li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê heye. Rastiyeke gelên ku têkoşîna demokrasiyê dixwazin û piştgiriyê didin têkoşîna demokrasiyê heye. Gelek heye ku bi hezaran, bi deh hezaran di zindanan de ne. Gelekî ku ewqas zext û êşkence lê tê kirin heye. Gelek heye ku zarokên wan bi awayekî fedaî li ber xwe didin. Gelo ev gelê ku ewqas fedekarî dike, wê nikaribin kirêya avahiya partiyeke siyasî bidin? Ew dikare bi hêsanî vî tiştî bike.
Dibe ku hêzên demokrasiyê yên HDP’ê yan jî hêzên din hebin. Bêyî ku xwe bispêre vê dewletê divê têkoşînek serbixwe û rast esas bigire. Wê demê hêzên demokrasiyê wê baştir şer bikin. Dibe ku yek ji sedemên ku heta niha hêzên demokratîk nekarîne bi awayekî bi bandor şer bikin ew e ku wan di nava sîstemê de bihêlin, da ku tevgera siyasî kêmtir bi gel re bibe yek û ji gel zêdetir pêwîstî bi dewletê hebe. Divê bi vî rengî nêzîkatî bê kirin. Ev nêzîkatiya rast e. tirkiye jî ne welatekî demokratîk e. Dîsa, ew sexte ye. Ji HDP’ê qurişek jî neçû tu parçeyekî Têkoşîna Azadiyê. Ew nikarin îspat bikin. Ne şaredarî û ne jî partî xwedî tiştekî wiha ne. Belê, çawa ji Îmamoglû re çêkirine: gotiye ehmeq. Dibe ku bêje ehmeq. Ma wê çi bibe? Ev yek ji bo Suleyman Soylû beriya niha jî hatibû gotin. Ji ber vê yekê Îmamoglû ceza dike.
Ew zilamên xwe gulebaran kirin. Ji ber vê yekê bi eşkereyî serokê berê yê Ocaxên Nijadperestan gulebaran kirin. Ji ber vê yekê niha li tirkiyeyê her kes dizane ku kê ew gulebaran kiriye. Her kes dizane ku MHP’ê biryarek girt û înfaz kir. Heta ku destûrdana Devlet Bahçelî jî nebe nikarin tiştek wiha bikin. Bêyî erêkirina Devlet Bahçelî nikarin tiştekî wiha bikin. Lê teroreke wisa heye ku tehdit dike. Dibêje ez ê gulebaran bikim, bikujim, lê kes nikare me bidarizîne.
Rastiyeke wiha ya tirkiyeyê heye. Ji ber vê yekê dibe ku di paşerojê de êrîşên bi vî rengî çêbibin. HDP’ê dikare bê girtin. HDP’ê ne tenê avahî ye, ne jî partiyeke bi qanûnê hatiye avakirin. HDP’ê partiya ku serhildanê ava kiriye ye. HDP’ê Partiya ku bi kombûna demokratîk a Denîzan, Îbrahîman, Mîhrî Bellî, Vedat Turkalî, Hîkmet Kîvîlcîman, Orhan Yilmazkayayan û têkoşîna wan hatiye avakirin e. Di vî warî de bi girtina pêşiya vê têkoşînê nayê astengkirin.
Di vê çerçoveyê de wê êrîş zêdetir pêşbikevin. Di vî warî de em bang li gel dikin. Divê gelê me hemû saziyên xwe biparêze û tevlî têkoşîna demokrasiyê bibe. Ji bo tinekirina faşîzma AKP-MHP’ê divê li dijî êrîşan çi dibe bila bibe têbikoşe. An jî dê me tune bikin. Ji bo winda nebin hûn ê li ber xwe bidin. Her zindî li dijî tunebûnê li ber xwe dide. Gelê kurd 50 sal in ji bo tunebûnê li ber xwe dide.
Divê helwest hebe
Li Tirkiyeyê hin partî û partiyên ku ji HDP’ê bandor bûne hene. Partiyên kurdan hene. Ev alî jî divê bibînin ku siyaseta dewleta tirk polîtîkaya qirkirinê ye. Bi gotina tirkiye bi PDK’ê re di nava têkiliyan de ye, bi dîtina vê têkiliya dewleta tirk ne qirker e, divê neyên xapandin. Ger dibêjin em kurd in, dibêjin siyaseta kurd e, divê li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku polîtîkaya qirkirinê dimeşîne helwestê nîşan bidin. Her wiha divê li cem têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd bin.
Li Tirkiyeyê krîza aborî heye. Sedema herî girîng a krîza aborî şer e. Li welatê ku bi dehan sal in di vê astê de şer dimeşîne, wê krîza aborî jî hebe. Ji xwe bi xwe eşkerekirin ku sedema krîza aborî şer e. Erdogan got, ‘Hûn bihayê guleyekê dizanin?’ Nûrettîn Canikli got, ‘Hûn bihayê fîşekan dizanin?’ Ev yek krîza aborî îzah dike. Ev bi xwe dibêjin, sedema krîza aborî şer e. Dibêjin ku ji şer re pere diçe. Lê muxalafet vê yekê eşkere nabêjin.
Di vî alî de krîza aborî tê rewakirin. Erdogan rewa dike, Canikli rewa dike, muxalefet jî bi bêdengiyê rewa dikin. Dibêjin erê rast e. Dibe ku biçe şer. Sedemên ku krîza aborî dertêxe holê heye. Lê eger şer û polîtîkayên şer ji holê rabin, ev krîz dibe ji holê rabe. Lê ev yek bi demokrasiyê re pêkan e. Bi têkoşîna demokrasiyê re dibe. Heta ku Tirkiye neyê demokratîk kirin ev polîtîkaya şer ji holê ranabe. Îro şerê kurdan, sibê şerê yunanan wê roja din şerê kê bike? Bi vî rengî mayînde bibe. Ji ber vê yekê çareseriya krîzên aborî demokratîkbûn e. Ev girîng e. Lewma siyaseta ku bi gotinên, aborî ne baş e, aborî welê ye tê meşandin şaş e. Siyaseta tenê li ser esasê aborî şaş e. Azadî, demokrasî, edalet, wekhevî jî tê gotin, lê li paş dimînin. Guhertina desthilatdariyê di çarçoveya edalet, azadî û demokrasiyê de dibe. Yê din yek diçe û yek tê. Ev tê vê wateyê.
Têkoşîn tenê bi aboriyê nabe
Demîrel gotiye, ‘qûşxane desthilatdariyan dibe’ ango ez biçim wê yekê din were, kesekî din biçe, ez ê werim. Demokratîkbûnê îfade nake. Pêşxistina azadiyê îfade nake. Ji ber sedemên cuda krîza aborî heye, şerê navxweyî heye, desthilatdarek biçe wê yê din were. Ev nêzîkatiyek şaş e. Têkoşîna siyasî ya tenê li ser propagandaya krîza aborî rast nîne. Şaş e, kêm e. Pêwîste di nava vî gelî de hişmendiya azadiyê were pêşxistin. Pêwîst e hişmendiya demokrasiyê were pêşxistin. Pêwîst e hişmendiya edaletê were pêşxistin. Divê guhertinê bi vî rengî biafirînin. Eger welê neyê afirandin, tenê bi aboriyê re zêde tişt nayê afirandin. Bi vî rengî wê desthilat neyê guhertin û guhertina wê jî zehmet e. Ji ber ku guhertinê azadî, demokrasî, exlaq û edalet pêk tîne. Di vê mijarê de nêzîkatiya çepgiran jî şaş e. Ez di vê mijarê de hevalên sosyalîst û çepgir jî rexne dikim. Ew jî pir aborînas in. Sosyalîzma reel çima hilweşiya? Gelek nêzîkatiyên aborî hebûn. Ma welê be, ango zikê wan têr bibe û li gor daxwazên xwe bixebitin. Azadî û demokrasî nebe. Lê bila zikê wan têr bibe. Tenê bi daxwaza aboriyê ne sosyalîzm tê avakirin û ne jî demokrasî tê. Mînaka vê ya herî berbiçav jî rewşa sosyalîzma reel e. Di vî warî de bila em têkoşîna aboriyê bidin. Lê helbet divê li dijî kedxwarî û mêtîngeriyê derkevin. Eger li dijî kedxwariyê neyê derketin, tenê aboriya têkoşînê nabe. Pêwîst e hişmendiya azadî û demokrasiya neteweyî bêhtir were pêşxistin. Bi vî rengî bêdemokrasiyê, bêedaletiya aborî jî çareser nabe. Eger demokrasî hebe, aborî û demokrasî jî pêş dikevin. Ango demokratîkbûn ne tenê di aliyê din de di aliyê aboriyê de jî tê wateya demokratîkbûnê. Divê herî zêde li hemberî neheqî, bêhiqûqî, bêedaletî, zilm û zextê derkevin. Eger li ser vê bingehê guhertinek çêbibe, wê tirkiye were guhertin. Nexwe niha gel di krîzê de ye. Gel ji ber ku polîtîkaya AKP-MHP’ê wan ber bi krîza aboriyê re bir wê dengê xwe nedin. Wê desthilatdariyek din were. Ev jî nebe guhertineke rast. Wê veguherin çênebe. Demokratîkbûn bi vî rengî pêş nakeve. Eger ew jî nikaribin demokrasiyê biafirînin, wê pirsgirêkên aborî çareser nebin. Wê ew jî ji bo kê bixebitin? Ji bo dewlemendan bixebitin. Wê ji bo birjûwaziyê û patronan bixebitin. Lewma divê hişmendiya demokrasî û azadiyê di nav civakê de bêhtir were pêşxistin. Nexwe AKP wê pêşeroja tirkiyeyê bi temamî bixe metirsiyê, meaşan bide hinekan û roja îroyîn rizgar bike. Lê rizgarkirina wî jî zehmet e. Ewqas krîza aborî heye, ewqas zext û zilm kiriye ku gel bi rastî jî ji desthilatdariyê bêzar bûye. Eger polîtîkayek rast were pêşxistin, têkoşînek rast were kirin û bernameyek rast were amadekirin, ev gel wê desthilatdariyê têk bibe, hilbijartin nebejî dikarin vê yekê bikin.
Eger di nava van hevdîtinan de dewleta tirk hebe, wê dewleta tirk di çarçoveya dijminatiya kurdan ve van hevdîtinan pêk bîne. Hemû armanca dewleta tirk ev e ku kurd mafê xwe bi dest nexin û azadî bi ser nekeve.
Du armancên dewleta tirk heye. Ya yekemîn guhertin û hilweşandina rejîma Sûriye ye. Ya din jî astengkirina mafên demokratîk ên kurdan li Sûriye bû. Bi van her du armancan re li Sûriye şerê navxweyî kûrtir kir, piştgirî û alîkarî da çeteyan. Dewleta tirk ji belavbûna şerê li Sûriye û hebûna çeteyan berpirsiyar e. Dewleta tirk wan hem li dijî rejîma Sûriye û hem jî li dijî têkoşîna heq û azaiya gelê kurd bi kar anî. Em dizanin, El Nûsra ji Ceylanpinarê êrîşê Serêkaniyê dikir. Dewleta tirk piştgirî da. Ji çeteyên din re jî dewleta tirk piştgrî da. Dewleta tirk piştgirî da DAIŞ’ê re.
Niha armanca dewleta tirk ew e ku mafên kurdan ji holê rake. Dixwest rejîmê jî hilweşîne, qey niha dev jê berdaye û dibêje armanca me ne ev e. Dibêje ku armanca me tenê ew e ku em terora li wir ji holê rakin. Helbet di van hevdîtinan de rola Rûsyayê heye. Rûsya jî ji ber şerê Ûkranyayê asê maye. Ji ber ku asê maye di navbera tirkiye û Sûriyê de navbeynkariyek welê dike. Dixwaze tengasiya xwe ya di şerê Ûkranyayê de bi têkiliyên tirkiyeyê re ji holê rake. Rûsya bi vî rengî piştgiriyê dide dijminatiya tirkiyeyê ya li hemberî kurdan. Divê ji Rûsyayê were pirsî, ‘Gelo hûn şirîkê dijminatiya tirkiyeyê ya li hember kurdan in? Hûn ê bibin şirîk?’
Ti hizrên kurdan nîne ku Sûriyeyê parçe bikin, tiştekî wisa tune. Rûsya nikare hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bi vî rengî pêk bîne. Ev te wateya ku bi dewleta tirk re têkiliyekî qirkirinê tê kirin. Armanca dewleta tirk qirkirin e. Divê ji Rûsya were pirsîn, hûn piştgirî didin qirkirina dewleta tirk? Hûn ê bibin şirîk? Ti nêzîkatiyên kurdan tineye ku Sûriyeyê parçe bikin. Ew derewên we ne. Berovajî vê yekê, eger rejîma Sûriye li ser lingan mabe, ev ne bi piştgiriya Rûsyayê bûye. Belê, li Rûsyayê piştgirya Sûriyeyê hebû, lê eger şoreşa Rojava nebûya û DAIŞ’ê têk nebira, niha hêzên şoreşger ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye serwer in nebûyan û DAIŞ serwer bûya, em ê wê demê dawiya Sûriyeyê dîtiban. Esad nedikarî li ser lingan bimîne. Rûsya û Îran jî nedikarî li ser lingan bin. Wê demê wan wê piraniya Sûriyeyê bi dest xistibûna. Helep neket, çima neket? Li Helebê şerê esasî şervanên kurdan dan. Rejîm jî vê yekê dizane. Eger kurdan li dijî çeteyan şer nekiriban wê çi bibûya? Lewma yê ku Sûriyeyê ber bi hilweşînê re bir, şerê navxweyî pêşxist û piştgirî da çeteyan tirkiye ye. Gelo niha Sûriye biçe Tirkiyeyê û wê bibe hevkarê dijminatiya kurdan? Çima tirkiye bi milyonan Sûriyeyiyan anî tirkiyeyê, çima anî? Ji bo kampan ava bike, çeteyan xwedî bike û êrîşan bike. Ne ji ber xwedîkirina wan kir. Ne ji ber sedemên mirovî vê yekê kir. Derî vekirî hişt, hemû anî û wan li kampan bi cih kir. Çavkaniya çeteyan kamp in. Ma Sûriye vê nizane? Tirkiye ji bo hilweşandina rejîmê vê yekê kir. Û kurdan çi kir? Ji bo ku bikaribin rejîma Sûriyeyê li ser lingan bigirin têkoşîneke mezin dan. Ew jî nikarin bibêjin ku kurdan Sûriyeyê parçe dikin. Em dizanin, ji ber ku em dizanin em dibêjin. Di xeta Rêbertiyê de şoreş kirin. Em nêzîkatiyên wan dizanin. Çareseriyek bi Sûriyeyê re digerin. Tiştek din tune.
Eger Sûriye bibêje ez ti daxwazên kurdan qebûl nakim û ez ê bi tirkiyeyê re bibin şirîkê qirkirina kurdan wê bixwe têk biçe. Dewleta tirk qirkirinê li kurdan bike, li Bakur, Başûr û Rojava ti kes nikare pêşiya wê bigire.
Niha kurdan rê li ber polîtîkayên qirkirinê ya dewleta tirk digire. Eger têkoşîna kurdan a azadî û demokrasiyê nebe, tirkiye ne tenê Sûriye êrîş bibe ser Îranê jî. Niha kurdan li hemberî dewleta tirk asteng e. Lewma di vê mijarê de nêzîkatiya me ev e ku Rûsya û rejîm nebin şirîkê vê polîtîkaya tirkiyeyê.
Niha Esad ji bo ku Erdogan li desthilatdariyê bimîne wê danûstandinan bike? Di heman demê de Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne van hevdîtinan dike. Wê Erdogan zindî bihêle? Di vî aliyê de divê Rûsya û rejîm rast nêz bibin. Belê, rejîma Sûriye jî divê têkîldarî vê mijarê neyê lîstoka dewleta tirk a dijminatiya kurdan dike. Aramiya Sûriye bi lêhevkirina kurdan re pêkan e. Ne bi lihevkirina tirkiyeyê re. Nêzîkatiyên cuda şaş e, polîtîkayên şaş in. Rejîm divê ji ber têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re divê nekeve nava polîtîkayekê welê şaş.
Em dişopînin. Polîtîkayên tirkiyeyê xeter e. tirkiye dijminatiya kurdan dike, lê rejîm bibe şirîkê wê. Em naxwazin bawer bikin. Ango em bawer nakin ku tiştek welê çêbibe. Ji ber ku me berê jî çend caran nêzîkatiya xwe ragihandibû ku bila kurd û rejîm li Sûriyeyê li hev bikin. Em ji xwe dixwazin divê mijarê de alîkariyê bidin. Nêzîkatiya me ev e. Nêzîkatiya xelkê Rojava jî ev e. Ji vî alî de bi tirkiyeyê re ku ev qas Sûriye xira kir û anî vê rewşê re, li hev bike û bi ser kurdan de ku welatiyên te ne, here. Gelo polîtîkayek wiha dibe? Polîtîkayek wiha nabe. Çareseriyek wiha nabe.
Ji vî alî de ez difikirin ku Rûsya û Sûriye jî nêzîkatiyên xwe berçav re derbas bike. Banga me jî ev e.