Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karasû: Gerîla li hemberî dagirkeran bi ruhê fedaî şer dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta tirk tevî teknîkê û hevkariya PDK'ê jî nikare bi pêş ve biçe û wiha got: “Hevalên me li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi ruhê fedaî şer dikin Em dikarin vê bibêjin, tevgera me 50 sal in têkoşîneke fedaî meşand. Vaye bûyerên ji berxwedana zindanan destpê kirin û dewam kirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê nirxand.

Karasû destpêkê bal kişand ser erdheja li Marmarayê û “Tê gotin, navenda erdhejê Gemlîkê ye, her wiha girava Îmraliyê ye. Parêzeran di rewşeke bi vî rengî de xwestin hevdîtinê bikin, lê belê nehiştin. Nêzî 3 sal in ji xwe hevdîtin nabe. Ev yek nêzîkatiya dewleta tirk a li Îmraliyê, ya li Rêber Apo nîşan dide. Li cîhanê tiştekî bi vî rengî nîne. Bi rengekî sosret 3 mehan, 6 mehan cezayê dîsîplînê dibirin û qaşo astengkirina hevdîtinan li gorî pîvanan dike. Dixwazin bibêjin ‘Em dewleteke hiqûqê ne, di nava dewleta hiqûqê de eger hevdîtin nabe ji ber ceza nabe’. Cîhanê bi vî rengî dixapînin, henekê xwe bi cîhanê dikin.”

Polîtîkaya tecrîdê û zexta li Îmraliyê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku li hemberî vê yekê têkoşînek jî heye û wiha domand: “Bêguman divê têkoşîn bê kirin. Naxwe bêyî têkoşînê azadiya Rêber Apo nikare bê pêkanîn, tecrîd nikare ji holê bê rakirin. Lewma li tevahiya cîhanê niha ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînek heye. Dewleta tirk tengav dibe, teşhîr dibe, tecrîd dibe. Her kes bi rê û rêbazên zextê û tecrîda li ser Rêber Apo zanin. Kesekî ku nizane nema ye. Hevalbendên wan jî, dostên wan jî zanin. Lewma polîtîkaya tecrîdê û zexta li Îmraliyê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn. Wê rojê Hakan Fîdan diyar kir ku haya Pûtîn, haya Konseya Ewropayê, haya Yekîtiya Ewropayê ji polîtîkaya wan heye. Bi rengekî aşkera vê dibêjew; yên ku van kiryarên me rewa dikin Yekîtiya Ewropa ye, dewletên Ewropayê ne. Yanî ew destûrê didin. Ev jî nîşan dide ku hevparê sûcê wan e. Nîşan dide ku Konseya Ewropa, dewletên Ewropayê hevparê sûc in. Bêguman dema ku polîtîkayên dewleta tirk hatin rexnekirin divê li hemberî vê yekê jî têkoşîn bê meşandin. Divê li hemberî helwesta Konseya Ewropa, CPT û dewletên Ewropayê jî nerazîbûn bê nîşandan.”

Girtî berpirsyariyên xwe bi cih tînin

Di dewama axaftina xwe de Mûstafa Karasû greva birçîbûnê ya li zindanan nirxand, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û got, “Dema ku têkildarî Rêbertî rojeveke girîng rû dide, di mijara azadiyê, di mijara tecrîdê, zextek li ser Rêbertî dikeve rojevê, zindanî her tim bi berpirsyarî radibin. Girtî berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Lewma nikare bê gotin ku hevrêyên li zindanan berpirsyariyên xwe yên ji bo têkoşînê û gelê xwe bi cih nînin. Tevî ku li zindanê çekek nîne, derfetek nîne, bi helandina bedena xwe helwesta xwe nîşan didin.”

Karasû destnîşan kir ku divê berxwedana li zindanan bi rêzdarî bê silavkirin û got, “Ji xwe malbatên wan xwedî li wan derdikevin. Divê hîn bêhtir xwedî li wan derkevin. Ne tenê malbatên wan, divê raya giştî ya Kurd bi temamî xwedî li berxwedana li zindanan derkeve.”

Mûstafa Karasû anî ziman ku divê gelê kurd bala xwe bide ser ewladên xwe yên li zindanan û rastiya Rêbertî bi vî rengî fêhm bike û wiha dewam kir, “Mirovên li zindanan hemû mirovên têgihiştî ne, perwerdekirî ne, xwe perwerde kirine, xwedî hesta berpirsyariyê ne. Eger ew di vê astê de xwedî li Rêbertî derdikevin, hingî gelê me hemû divê xwedî li Rêbertî derkeve. Bêyî xwedîderketina li Rêbertî mafê azadiyê yê gelekî bi dest nakeve. Bêyî xwedîderketina li Rêbertî mafê demokrasiyê yê gel bi dest nakeve. Tenê bi xwedîderketina li Rêbertî azadî dikare bê bidestxistin. Gelekî xwedî li Rêberê xwe derdikeve dikare azadiya xwe bi dest bixe.”

Karasû destnîşan kir ku di serî de gel, ciwan, jin, dost, hêzên demokrasiyê divê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin, tevlî bibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a 10’ê Kanûnê hate ragihandin rojeke gelekî girîng e û got, “Yên ku kampanyayeke bi vî rengî dane destpêkirin, hemûyan silav dikim. Karekî gelekî girîng e. Bi rastî jî destpêkirina xwendina Rêbertî, meşandina vê yekê, tê wateya belavkirina fikrê ku mirovahiyê azad bike. Tê wê wateyê ku tevahiya cîhanê xwedî li vî fikrî bê derketin. Tê wateya zanekirina mirovahiyê. Tê wê wateyê ku mirovahî, bindest nêzî azadiyê dibin.”

PDK bi her awayî piştgiriyê dide dewleta tirk

Karasû di dewama axaftina xwe de şerê li qadên gerîla nirxand û wiha berdewam kir: “Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 21’ê cotmehê û vir ve dewam dike. Dewleta tirk li hin deveran bi cih bûye, li serê hin giran bi cih bûye, lewma gerîla û dewleta tirk li gelek deveran, bi taybetî li ser sînor di nava hev de şer dikin. Şer dewam dike. Dewleta tirk tevî teknîka xwe, her wiha tevî piştgiriya PDK’ê jî nikare bi pêş ve biçe. PDK bi her awayî piştgiriyê dide. Ji ber nêzîkatiya PDK’ê gerîla nikare li gorî dixwaze tevbigere. PDK li pêşiya lojîstîkê û teqwiyeyê dibe asteng. Yanî gerîla li wê derê di nava şert û mercên giran de şer dike, bi fedaîtî şer dike û bêguman nahêle ku dewleta tirk li wir serwer bibe. serwer nebûye. Belê li hin deveran bi cih bûye, lê belê timî derbê dixwe. Nikare razê. Bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî, bi teknîka xwe timî bombardûmanê dikin, ji ser sînor hawanan diavêje, obusan diavêje, bi balafiran bombe dike, bi helîkopteran bombe dike. Bombeyên li wir têne barandin ji yên Îsraîlê qat bi qat zêdetir e. Ev yek nayê dîtin. Wekî din rewş bi salane bi vî rengî ye. Yanî ne meheke. Bombeyan li çiyê dibarînin, daristanan dişewitînin. Şerekî bi vî rengî dewam dike.

Li hemberî vê yekê jî hevalên me bi ruhê fedaî şer dikin. Em dikarin vê bibêjin, tevgera me 50 sal in têkoşîneke fedaî meşand. Vaye bûyerên ji berxwedana zindanan destpê kirin û dewam kirin. Çalakgerên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, ruhê ku ji aliyê bi hezaran fedaiyên me ve hate afirandin. Ev hemû bûn yek û gihîşt vê serdemê. Fedakariya ku îro tê nîşandan li ser fedakariya 50 salî tê meşandin.”

Pirsgirêka cihûyan pirsgirêkeke hezaran salî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû şerê navbera Îsraîl û Filistînê nirxand û wiha got: “Vî şerî çi nîşan da? Nîşan da ku pirsgirêk bi olperestiyê, bi neteweperestiyê çareser nabe. Belê pirsgirêka cihûyan pirsgirêkeke bi hezaran salî ye. Çend caran hatin sirgûnkirin, li her devera cîhanê belav bûn, hatin qirkirin. Li gelek deverên cîhanê li cihêkariyê rast hatin. Her wiha têkoşiyan ji bo li xaka Filistînê bi cih bibin. Ev yek di Tewratê de jî heye. Yanî ev pirsgirêk di Tewratê de jî heye. Têkoşîna cihûyan a ji bo bicihbûna li Filistînê, pirsgirêkên bi gelên li wê derê re hîn wê demê destpê dike. Yanî destpê dike, lê nabe ku heta bi hetayê dewam bike. Bi nêzîkatiyeke rast, bi feraseteke zanistiya civakî divê ev mesele bê çareserkirin.”

Karasû diyar kir ku di vir de kiryarên neheq ên Îsraîlê jî hene û wiha dewam kir, “Li hemberî vê yekê jî berxwedana gelê Filistînê heye. Lê belê li hemberî kiryarên neheq ên Îsraîlê jî nabe ku bi olperestî, bi rêbaza Hamasê ku têkoşîna gelê Filistînê berevajî dike sivîl bêne kuştin. Bêguman ev yek êrîşên Îsraîlê yên niha li ser Xezeyê dike, rewa nake. Li vê derê êrîş li ser gelekî tê kirin. Lewma mijareke ku divê li ser bê rawestîn. Me berê jî got. Bi feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo dikare bê çareserkirin. Bi naskirina hebûna hev dikare bê çareserkirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ragihand ku gel, hêzên demokrasiyê li ber êrîşên Îsraîlê radibin û got, “Îsraîl nikare vê yekê bi vî rengî dewam bike. Dewletên Yekbûyî yên EAmerîka (DYA) bi xwe jî naparêze, piştevanên wan jî naparêzin. Çareserkirina pirsgirêka Filistîn Îsraîlê bêguman gelekî girîng e, lê belê pirsgirêka Kurd jî heye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin aramî û aştî nayê Rojhilata Navîn. Lê belê dema ku ev herdu pirsgirêkên bingehîn, pirsgirêka Îsraîl û Filistînê, pirsgirêka azadiyê ya Kurdan bi naskirina mafên xwe yên hebûnê hate çareserkirin, hingî wê aştî û demokrasiyeke rasteqîn bê Rojhilata Navîn.

Dewleta tirk ji Îsraîlê zêdetir dike

Îsraîl çi dike, Tirkiye jî wê dike. Ya rast Îsraîl kiryarên dewleta Tirk dike. Ji dewleta Tirk bawer dike. Çend roj berê gotin. Îsraîl wê tunelan bi avê dagire. Dewleta Tirk niha vê dike. Hewl dide tunelan qaşo hilweşîne. Gaza kîmyewî bi kar tîne. Piştre jî gaz, lastîkan dişewitîne û dûyê wê berdide nva tunelan. Îsraîl niha wê dike. Tirkiye radibe rûdinê her roj dibêje, ‘Îsraîl filan tiştî dike, komkujiyê dike, qirkirinê dike, divê neyê qebûlkirin’. Belê, lê dewleta tirk vê yekê ji xwe dike, bi xwe jî dike, her wiha jê zêdetir jî dike. Beriya ku şerê navbera Îsraîl Hamasê destpê bike Hakan Fîdan çi gotibû? Gotibû, em ê binesaziya enerjiyê tune bikin. Ev çi ye? Tê wateya ez ê binesaziyê tune bikim. Ez ê derfetên jiyanê ji holê rakim. Te ev yek got. Niha dike qareqar û dibêje Îsraîl qirkirinê dike, Îsraîl komkujiyê dike. Hewl dide kiryarên xwe binixumîne. Lê kes jê bawer nake. Belê dewleteke din, welatekî din bibêje mafdar e, lê belê ne mafê dewleta tirk e. Tiştên ku dibêje hemûyan bi xwe jî dike, jê zêdetir jî dike. Li Rojava çiqas mirov hene? Nêzî 5 milyon mirov hene. Li New Yorkê, li Neteweyên Yekbûyî nexşe nîşan da. Got, wê Rojava ji wir ji holê rake. Tu kê ji cihê kê dixwaze biavêje, gelo ev ne qirkirin e? Tu vê yekê bi rengekî aşkera dike.

Tiştên ku Îsraîl dike, dewleta tirk ji xwe dike, yan jî Îsraîl kiryarên dewleta tirk dike. Lewma nirxê mirovî yê dewleta Tirk nîne. Qaşo xwest bibe navbeynkar di mijara pevguhertina dîlgirtiyan de. Di destê me de 2 rayedarên MÎT’ê hene. Rojekê li wan napirse. Nabêje di berdêla 10 girtiyên nexweş, 15 girtiyên nexweş de tu jî wan berde. Mirovên wan ên herî girîng in. Lewma divê ti gotineke dewleta tirk a têkildarî Îsraîlê û şer li ber çavan neyê girtin. Ji bo pêşî li ketina maskeya xwe bigire dike qareqar. Îsraîl her tiştî dibêje. Belê gel dibêjin ji xwe. Lê belê gotina Tirkiyeyê ji bo nixumandina rastiya xwe ye. Tirkiye li Îsraîlê, li Xezeyê, li Hamasê nafikire. Yekane tişta ku Tirkiye lê difikire qirkirina kurdan e. Ne alîgirê Filistîniyan an jî Ereban e. Roj were wê ji Îsraîlê bêhtir dijminatiyê li Filistîniyan bike. Dewleteke bi vî rengî ye. Pîvaneke xwe nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar