Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameyeke Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû û li ser geşedanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kir. Nirxandina Mûstafa Karasû diyar kir ku li ser Rêber Apo şerekî taybet û psîkolojîk heye û anî ziman ku divê têkoşîna azadî ji Rêber Apo re, bê domandin.
Nirxandinên Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:
“Ji bo azadiya Rêber Apo, sala borî kampanyayeke girîng hatibû destpêkirin. Hîna jî didome. Di encama vê de 23’yê Cotmehê Omer Ocalan, bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Pêvajoya ku ev hevdîtin lê pêk hatî, di heman demê de rastî banga Devlet Bahçelî ya ‘Bila Ocalan were meclîsê û rêxistinê belav bike’ hat. Lê di esasê xwe de ji ber ku pêngava azadiyê ya Rêber Apo li Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê bi bandor bû, lewma hevdîtineke wiha pêk hat.
Lê belê di wê hevdîtinê de Rêber Apo got, “Tecrîd dewam dike.” Hetta gotiye, “Ev der ji min re veguherandin dojehê, xwestin veguherînin.” Rêber Apo polîtîkaya ku li ser tê meşandin jî, aniye ziman. Niha tecrîd dewam dike. Lê belê rojeveke bi rengê ku wê bi malbata xwe, bi endamên DEM Partiyê re hevdîtinê bike, timî di rojevê de tê girtin. Banga Devlet Bahçelî hebû, got: “Bila demildest hevdîtin pêk were.”
Di rastiyê de wê hevdîtin bi Rêber Apo re dabûna kirin. Armanca vê yekê jî diyar e. Bi aşkere zextê li Rêber Apo dikin. Zexta “Tu ji bo feshkirina rêxistina xwe, bang bike” dikin. Ji bo vê yekê wê hiştiban ku hevdîtin were kirin. Bi rengê ku “binêre em hevdîtinê didin kirin, tu çima bang nakî” wê zexta li ser Rêber Apo zêde kiriban. Lê belê di vê pêvajoyê de, geşedanên li Sûriyeyê derketin holê. Dema ku çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên din êrîşî Sûriyeyê kirin, dema ku Heleb ket û ev çete ber bi pêş ve çûn, hevdîtina bi Rêber Apo re taloq kirin.
Bi nêzîkatiya “Rêber Apo wê ji bo Sûriyeyê tiştekê bêje, li Sûriyeyê ji bo Kurdan tiştekê bêje. Ev jî wê polîtîkayên dewleta Tirk vala derxîne. Wê berevajî polîtîkayên dewleta Tirk be” hevdîtin nedan kirin. Hîna taloq dikin. Bahçelî yê ku gotî, “bila demildest hevdîtinê bike” piştre ev nirxandin kir: “Kengê hevdîtin hat kirin, wê were kirin.” Li vir ev tê dîtin, tecrîda li ser Rêber Apo hîna dewam dike. Eger hevdîtinek were kirin, ev nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Ji bo normalîzekirina tecrîdê, rojevên wiha çêdikin.
Divê teqez mirov bi vê neyê xapandin. Li ser Îmraliyê, şerekî taybet heye. Şerekî psîkolojîk heye. Ji vî alî ve, divê têkoşîna azadî ji Rêber Apo re, bê domandin. Divê ti kes nekeve nav rehetî û xwexapandinê. Ji bo Rêber Apo hestiyariyek çêbû. Di mijara azadiya wî de, li hemberî tecrîdê têkoşîn kirinê de hestiyariyek çêbû. Ev zehmetî dida dewleta Tirk. Civakê jî dixist tevgerê. Niha dewleta Tirk dema vê hestiyariyê dibîne hem li cîhanê hem jî di civaka Kurd de ji bo vê sist bike serî li her cure rê dide. Di vê mijarê de pêwîste hemû civak hestiyar be. Pêwîste hêzên demokrasiyê hestiyar bibin. Lewre tecrîd ranebûye. Şerê taybet ê li ser Rêber Apo didomin.
Ew hevdîtînek bû, ji holê rabûna tecrîtê nebû. Berovajî Rêber Apo got, “tecrîd berdewam dike.” Wekî min got Rêber Apo gotiye, “dixwazin vê derê ji min re veguherînin dojehê.” Di vî alî de çawa nêzî Îmraliyê dibin li holê ye. Niha wê bi Rêber Apo re hevdîtînek bidin çêkirin. Dibêjin, rêxistina xwe fesih bike. Û li beramberî vê jî tu gav neavêje, ji bo çareseriyê gavek neavêje, nêzikatiyek wiha nîne. Di hawirekê ku nêzîkatiyek wiha tune be de hevdîtînek ku bi Rêber Apo re were kirin. Wê hevdîtînê veguherînîn gef û şantajê. Pêwîste hemû raya giştî vê bizane. Pêwîste gelê Kurd û dostên wê bizane. Vê hevdîtinê, ji bo çareseriyek wiha, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo nîqaşê bingeh afirandinê ne, hêvdîtînê bidin kirin û dixwazin vê veguherînin gef û şantajê. Di vê mijarê de pêwîste herkes baldar be. Tecrîd berdewam dike. Pêwîste li hemberî vê têkoşîn bidome. Pêwîste ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bidome.
Heke Rêber Apo rola xwe bilîze pêwîste derfetên wê çêbibin. Di hawirekê azad de bi hin hêz û derdorên cur be cur re ji hevdîtinê re pêwîste fikrên xwe deyne holê. Bi vî awayî nêzîkatiya çareseriyê dibe? Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê, tecrîd ji holê ranebe, xwestin û nêzîkatiyeke çereseriyê çareseriyê nîne. Ev şerê taybet e, şerê psîkolîk e. Pêwîste ev bê dîqatkirin. pêwîste têkoşîn bêyî ku ku were sistkirin bidome. Sistkirina têkoşînê mijarekê şerê taybet e. Hinek derdor jî dikevin vê, normalize dikin. Wekî ku tecrîd rabûye. Hevserokan serlêdan kirine. Kî hevseroka dişîne bila bişîne, ya girîng Rêbertî çi dibêje û wê çi bêje.
Rast e, yên ku diçin wê derê pêwîste nêzîkatiya dewleta Tirk bizanin. Dewleta Tirk çima DEM Partî dihêle hevdîtînê. Kesê cuda bişîne çima dihêle hevdîtînê.Gelo ji bo çareseriyekê hevdîtînek wiha dide çêkirin? Nexwe ji bo şerê taybet dide kirin? Gelo ji bo şerê taybet ê li ser gelê Kurd zêdetir bike vê hevdîtînê dide kirin? Pêwîste van mijaran dîqat bikin. Ew hevdîtin berpirsyariyeke dîrokî ye. Ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye, wê demê dema diçin divê polîtîka û nêzîkatiyên dewleta Tirk rast bên parvekirin. Polîtîkaya dewleta Tirk çi ye, polîtîkayeke wê ya çareseriyê li holê heye? Şêwaz û nêzîkatiya kesên xwedî polîtîkaya çareseriyê çi ye? Bêguman pêwîste di vê mijarê de bi berpirsyariyeke dîrokî van hevdîtinan li dar bixin.
Li ser Rêber Apo, hevdîtina bi Rêber Apo û her wiha nîqaşên hevdîtina Rêber Apo û DEM Partî ji aliyê hin derdorên cuda ve atmosfereke mîna ku wê çareserî çêbibe tê avakirin. Divê ev bê dîtin, lê li aliyê din bi awayekî aşkere diaxivin. Bahçelî, Erdogan û Mehmet Uçum aşkere diaxivin û dibêjin “Ev ne çareserî ye. Ev yek ji terorê xilas bûne. Di rastiyê de ev ne çareserî ye. Projeya tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.” Ew wisa dibêjin. Behsa ti çareseriyek nekirine. Gelo naskirina mafên bingehîn ên Kurdan heye? Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye? Ew vê yekê nîqaş jî nakin. Dibêjin “Pirsgirêka Kurd tune ye, çareser bûye.” Gelo Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin? Xwerêveberiya Kurdan tê qebûlkirin? Bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi çandiya xwe û hebûna xwe ve di destûra bingehîn de tê qebûlkirin? Tiştekî bi vî rengî nîne. Bahçelî dibêje Kurd canê me ne. Lê qala Kurdekî ku mafê wî/ê tune be, perwerdehî tune be, îradeya wî/ê tune be, dike. Berê ji xwe bi ti awayî qebûl nedikirin. Digotin Tirk e. Ya rast, hê jî fikrên wan bi vî rengî ye.
Di vî alî de bi rastî jî pêwîst e li hemberî şerê taybet baldarbûn çêbibe. Di vê mijarê de di hin Kurd û hin derdoran de têgihiştinên şaş hene. Dibe ku zext, zilm, girtin û her tişt çêbibe, lê wê pêvajo bimeşe! Tiştekî bi vî rengî nîne. Di vî alî de di demeke wiha de ku ewqas zext hene, qeyûm hene, her cure zext li ser Kurdan tê kirin û her cure êrîş li ser Rojava tê kirin, bi helwestên weke ”ev tişt dibin, li wan nenêrin” nêzbûn, xwe xapandin e û Kurdan xapandin e. Ev yek zimanê AKP’ê ye. Zimanê MÎT’ê ye. Zimanê AKP û MÎT’ê yê eware kirina Kurdan e. Divê her kes ji vê rewşê xwe biparêz e. Mirovek wiha bifikir e ne, ne alîgirê Kurdan e. Ne alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurdan e.
Konseptek heye, konsepta tasfiyeyê ye. Ziman û şêwayê konsepta tasfiyeyê bi vî rengî ye. Yanî dibêjin, “Em ê her cure zextê li wan bikin, em ê zilmê li wan bikin, em ê wan bigirim bavêjin zindanê, lê dîsa jî em ê tiştekî bikin.” Tiştê ku dibêjin em ê bikin çiye? Tirkiyeyek bê teror e. Di zimanê Tirkiyeyê de, di feraseta Tirkiyeyê de gotina Tirkiyeyeke bê teror, tê wateya Tirkiyeyeke ku gelê Kurd tê de ne xwedî têkoşîna azadiyê ye û tê tepisandine. Pêwîste bi vî rengî were fêmkirin. Ji xwe Rêber Apo û tevgera me her tim gotiye, “Ev pirsgirêk bi şer çareser nabe, em bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bikin.” Nêzîkatiya herî rast nîşan da. Tevgera me û Rêberê me hê jî di pozîsyoneke wiha rast de ye.
Lê dewleta Tirk nêzîkatiya herî maqûl jî napejirîne. Hebûn û îradeya Kurdan qebûl nake. Nasnameya wê qebûl nake. Perwerdeya wê ya bi zimanê dayikê qebûl nake. Xwerêveberiya wê qebûl nake. Dê çi bibe? Tirkiyeyeke bê teror çêbe. Ev ne bidawîbûna şer e. Nêzîkatiyeke demokratîk heye. Çareseriyeke demokratîk heye. Di vê çarçoveyê de sekinîna şer, li hawireke bêşer rêya çareseriyeke siyasî nîne. Divê wiha neyê dîtin û fêmkirin. Di vî alî de divê her kes nêzîkatiya xwe rast derxe pêş. Bi gotina “Em bi Kurdan re xwişk-bira ne” dixwazin Kurdan bixapînin. Hinek Kurd jî wisa tî ne. Bila her kes baldar be. Divê bi lîstik, polîtîka û gotinên AKP û MÎT’ê nexapin.
Feraseta ku her tişt dikare bibe û dîsa jî çareserî dikare pêk were xetere ye. Pêwîste her Kurdek li dijî kesên xwedî vê ferasetê, helwestê nîşan bide. Ji bo vê têgihiştinê ez careke din diyar bikim, ev nêrîna dewleta kûr, AKP’ê û MÎT’ê ye. Nêrîna trolan e. Lazim e ev bê terikandin. Ji xwe li ser Rêbertî zext heye. Tiştên cuda jî tên gotin. Mînak weke ku Rêbertî dê wisa bibêje û rêxistin jî dê neke. Gotinên weke Rêbertî dê bibêje lê DEM Partî wê pêk neyîne. Rêbertî wê çi bibêje? Tişta ku Rêbertî bibêje diyar e, ew Rêberê vî gelî ye. Naskirina nasname û hebûna Kurdan e.
Wê kî ji vê yekê re bibêja na? Wê DEM Partî bibêje? Wê PKK bibêje? Wê bibêje bila îleh dewlet hebe? Gelo PKK’ê yan jî DEM Partiyê nêzîkatiyeke bi vî rengî heye? Ji ber vê yekê bila tu kes guh nede bi wan gotinan. Me bi caran gotiye. Rêbertî muzakerevanê me yê sereke ye. Lê belê divê li hemberî muzakerevanê sereke nêzîkatiyeke rast hebe. Divê nêzîkatiyeke cidî hebe. Tevgera me, Rêbertî û siyaseta Kurd a demokratîk ne ew bingeh in ku lîstik li ser werin lîstîn. Tecrûbeyeke mezin heye. Min beriya niha jî anî ziman.Em dizanin ku Erdogan hizra çi dike. Her wiha ev yek ji bo Bahçelî jî derbasdar e. Bi rêya qeyûman polîtîkaya îcrakirina şaredariyan tê meşandin.
Ev demeke dirêj e ku polîtîkaya qeyûman dimeşînin. Ev sê serdem in vê polîtîkayê dimeşînin. Vê carê jî weke şantajekê. Bi axaftina Devlet Bahçelî konsepteke nû hate diyarkirin. A rastî ev konsept ji aliyê Erdogan ve hate diyarkirin.
A niha jî ev qeyûm weke perçeyeke vê kopseptê dixin meriyetê. Ji DEM Partiyê re dibêjin ku ger hûn nekin, li gorî wê tevnegerin hûn nikarin bibin partiyeke Tirkiyeyê. Endamên DEM’ê jî got, Partiya Tirkiyeyê ya rastîn DEM e. MHP ne partiya Tirkiyeyê ye. MHP bes partiya Tirkan e. Ne partiya baweriyên cuda ye. AKP jî wisa ye. Li Tirkiyeyê ger partiyeke Tirkiyeyê hebe, ew jî ew partî ne ku ji kevneşopiya HDP’ê hatine. Ev yek eşkere ye.
Dema qala partiya Tirkiyeyê dikin, qala partiyên ku polîtîkayên Erdogan, Bahçelî û dewleta Tirk qebûl dikin, dikin. Yanî yek ziman, yek çand, yek al, yek welat û yek dewlet. Dema dibêjin yek dewlet jî qala dewleta navendî ya ku li tu deran demokrasiya xwecihî lê tune ye, dikin. Ev ji gotina partiya Tirkiyeyê vê yekê fêm dikin. Gotina Wezîrê Edaletê jî bûna partiya maqûl e. Yanî wê li hemberî AKP’ê nesekine.
Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Ji ber ku demokrasî tune ye, mafên gelê Kurd jî tune ne. Mafên Elewiyan jî û yên civakên din ên olî û etnîkî jî tune ne. Li gorî wan divê tu li hemberî vê yekê li ber xwe nedî. Qesta wan ji maqûltiyê ev e. Divê tu çavê xwe venekî. Divê tu bibî perçeyeke baş a vê pergalê. Ji ber vê yekê divê qeyûm weke şantaj û gefekê werin nirxandin. Yan wê qeyûman tayîn bikin yan jî wê bi DEM Partiyê konseptê bide qebûlkirin. Qesta wan ji partiya Tirkiyeyê ev e. Yanî dibêjin ku tu yê dev ji têkoşînê û têkoşîna azadiyê berdî. Dibêjin dewlet çawa li têkoşîna azadiya gelê Kurd dinêre, divê tu jî wisa lê binêrî. Ji ber vê yekê helbet wê serî li meşandina polîtîkayên qeyûman bidin.
Divê civak li hemberî vê yekê têbikoşe. Divê hêzên demokrasiyê li hemberî vê yekê têbikoşin. Tayînkirina qeyûman tê wateya dijayetiya li hemberî demokrasiyê. Qeyûm tê wateya tunehesibandina îradeya gel. Wê demê divê hemû hêzên demokrasiyê li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê xeta rast, a gelê Wanê ye. Gelê Dersimê jî sekneke girîng nîşan da. Gelê Dersimê bi awayekî eşkere nîşan da ku ew qeyûman qebûl nakin. Li Êlihê jî, Mêrdînê jî û Xelfetiyê jî wisa bû. Lê belê sekna gelê Wanê gelekî girîng bû.
Divê ev yek were berdewamkirin. Ev têkoşînek e. Têkoşîna li dijî qeyûman, perçeyeke têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Perçeyeke têkoşîna rêveberiya xweser e. Perçeyeke demokrasiya xwecihî ye. Ne pirsgirêka şaredarbûna deverekê ye. Ji vê yekê wêdetir e. Tew em dikarin bibêjin ku qada şênberbûna têkoşîna sed salî ye.
Ji ber wê yekê çawa ku gelê Kurd bi sed salî ye têdikoşe û xwedî li nirxên xwe derdikeve divê têkoşîna li dijî qeyûman jî wiha were nirxandin. Divê hemû kes û hemû gelê Kurd bizanin ku qeyûm dijminê gelê Kurd in, perçeyeke êrîşa sed salî ne, îradeya gelê Kurd red dikin, perçeyeke êrîşên tunehesinabdinê ne û li gorî van yekan helwesta hewce nîşan bide. Ji bo fêmkirina konsepta Devlet Bahçelî li polîtîkayên qeyûman binêrin. Tekane aliyekî wê konseptê heye ku ew jî polîtîkayên qeyûman in. Polîtîkaya qeyûman çawa tê meşandin, bi kîjan ferasetê tê meşandin, ew konsept jî ew e. Ji ber vê yekê divê têkoşîn were mezinkirin. Ev ne têkoşîna li hemberî rewşeke dijî demokrasiyê yan jî rewşeke derhiqûqî ye. Ev ne têkoşîna li dijî binpêkirineke mafekê ye. Têkoşîna li dijî qeyûman divê weke tevahiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd were dîtin. Divê wisa were nirxandin.
Dibe ku qeyûm tayîn kiribin. Divê gel xwedî li şaredariyan derkeve û feraseta rêveberiya xwe bidomîne. Divê nebêje ku qeyûm hatin tayînkirin û em ê çi bikin. Ez careke din diyar bikim. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di vê qonaxê de di têkoşîna li dijî qeyûman de şênber bûye. Li hemberî vê yekê divê were meşandin. Êrîşa qeyûman êrîşa li hemberî ziman, nasname, çand û her tiştî ye. Tunehesinbandina îradeyê ye. Tunehesibandina ziman û çandê ye. Vaye wê Kurdên maqûl biafirînin. Dibêjin: ‘’Xwedî li zimanê xwe dernekevin. Xwedî li çanda xwe dernekevin. Ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe nedin. Hûn dikarin bibin şaredar jî. Hûn dikarin bibin parlamenter jî. Hûn dikarin bibin parlamenterên Amedê, Mêrdînê û Wanê jî.’’ Dibêjin: ‘’Têkoşîna gelê Kurd nemeşînin, nebin şaredariyên ku mafên gelê Kurd diparêzin.’’
Ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî qeyûman bi awayekî cidî were dîtin. Kêm e. Di destpêkê de hinek têkoşîn hate meşandin, lê belê ew têrê nake. Divê ev yek tim têkoşîn hebe. Têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Helbet divê têkoşîna li dijî qeyûman, têkoşîna azadiya Rêbertî, têkoşîna xwedîderketina Rojava û têkoşîna li dijî van zextan bi hev re werin meşandin.
Ev şer 4 sal in didome. Di 9’ê Sibatê de, êrîşî Garê hate kirin. Ji hingê ve bi hemû hêza xwe li dijî gerîla şer meşandin. Gotin, em ê îsal biqedînin, em ê vê biharê biqedînin û ev bûn 4 sal. Rewş gihişt vê astê. Ev jî nîşan dide ku hêza gerîla berxwedaneke çawa raber dike û di nava têkoşîneke çawa de ye. Asê ma. Ketin hin cihan. Ketin hin cihan helbet, lê ev bi desteka PDK’ê çêbû. Eger piştevaniya PDK’ê nebûya, nedikarîn gav bavêjin. Wê avêtiban û revîban. Ji ber ku di salên berê de gelek caran ketin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Gelek caran reviyan.
Di rastiyê de eger piştevaniya PDK’ê nebûya, wê heman aqûbet jiyan kiriban. Lê ji ber ku PDK wir nas dike û hêzeke li wir hakim e, her cure piştevaniyê dide dewleta Tirk. Herî dawî helîkopteran, bi alîkariya balafirên bêmirov, bi sedan leşker anîn Başûr. Van leşkeran li kuderê bi cih dike. Li Amêdî û Derelikê bicih dike. Tişta ew jê re dibêjin kîlît, ew e. Ber bi qadên PDK’ê Amêdiyê, Derelik û Şêladizê ve şandina leşkeran.
Jixwe PDK her cure piştgiriyê dide. Wezîrê parastinê ketiye kelecanê, coş bûye. Ji bo nîşan bide çawa têkoşîn dikin li meclîsê gotin me kîlît girt. Heger tiştek wiha hebûya bi mehan nedigotin em ê kîlîdê bigirin. Bi rastî jî wê bawer bikirina û tiştek wiha bibûya Erdogan vê ji kesî re dihîşt? Wê rabûya. Saetek, du saet wê propagandaya çawa kîlît girtine bikira. Ji bo Erdogan tiştên wiha pir girîng in.
Têkoşîn berdewam dike. Şer berdewam e, wê bidome jî. Ew sankî hinek jî ji bo hinceta êrîşê Rojava bikin gotin, “li wir karê me xilas bû. Me li wir encam girt. Niha em berê xwe didin Rojava.” Bixwe jî wiha bilêv dikirin. Niha li Rojhilata Navîn şer hîn zêdetir dibe. Ev di esasê xwe de nîşan dide ku wê şer zêdetir bibe. Wê gerîla jî li hemberî artêşa Tirk şer zêdetir bike. Artêşa Tirk her ku şer zêdetir bike, wê leşkerên nû bîne û hîn zêdetir noqî heriyê bibe. Pêwîste ev wiha bê dîtin.
Wiha wê dewleta Tirk were, bikeve wir, li wir rehet bike û gerîla jî ji wî re bêdeng bimîne. Tiştek wiha nîne. Gerîla li her derê wê derbê lê bide û wê bidomîne. Wisa bi rehetî li ser Başûr rûne, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rûne tiştek wisa nîne. Gerîla hêzêkî fedayî ye. Tecrûbeya wê ya 50 salan heye. Di şertên herî zehmet de şer kiriye. Li her derê Bakur, ji Behra Reş heta Behra Spî li her derê ku artêşa Tirk lê hakîm bû şerê xwe domandiye. Wê ev şer hîn kûrtir bibe û belav bibe.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome. Navenda şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Rojhilata Navîn e. Bi taybetî di nava saleke dawî de, Hamasê êrîşî Îsraîlê kir û gelek sivîl qetil kirin û nêzî 200 kes dîl girtin. Piştî vê bûyerê li Rojhilata Navîn şer belav bû. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Îsraîliyan, Yahudiyan plana bicihbûna li Fîlîstînê xistin dewrê. Gav bi gav li Fîlîstînê bi cih bûn. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, dewleteke Îsraîlê hate avakirin. Niha di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî, ji bo ewlehiya dewleta Îsraîlê, şer tê meşandin. Niha esasê şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin, ji bo ewlehiya Îsraîlê tê meşandin. Şerê rakirina hemû astengiyên li pêşiya ewlehiya Îsraîlê ye. Divê mirov vê wiha bibîne. Ji vî alî ve DYA’yê piştgiriyeke tam da vî şerê têkildarî ewlehiya Îsraîlê. NATO’yê piştgiriyeke tam da. Ewropayê tam piştgirî da. Yanî şerekî cîhanê. Hemû hêzên cîhanê piştgirî dan Îsraîlê.
Ev tê çi wateyê? Hemû hêzên cîhanê ji bo ku Rojhilata Navîn li ser esasê ewlehiya Îsraîlê bê dîzaynkirin, piştgirî dan. Helbet ev girîng e yanî. Îsraîl li ser van xakan heye. Yahudî hene. Di tevahiya dîrokê de hene. Sê caran hatine sirgûnkirin. Di dawiyê de jî bûne dewlet. Êdî divê hebûna Yahudî, Îsraîlê were qebûlkirin. Çawa ku nêzîkatiyên ku ‘hebûna Îsraîlê red dikin, qebûl nakin, dibêjin em ê hilweşînin’, ne rast in, polîtîkayên Îsraîlê yên belavbûnê jî ne rast in.
Bi van her du polîtîkayan li Rojhilata Navîn, mirov nagihije ti derê. Ji vî alî ve wê hebûna Îsraîlê bê naskirin, lê Îsraîl jî wê polîtîkaya belavbûnê berde. Wê bi feraseta netewa demokratîk re, fêrî jiyana bi hev re bibin. Niha li vir Sûriye çawa ket? Li vir heval Ebas jî beriya mehek, du mehan dubare kir yanî. Îran polîtîkaya şaş dişopîne. Îranê çima berê Hîzbûllahê da ser Îsraîlê? Hevalê Ebas got, divê hatiba sekinandin. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk, Îran sor kir. Îran jî bi vê yekê xapiya.
Her roj digotin, Îran çima êrîşî Îsraîlê nake? Ev Hîzbûllah çima êrîş nake? Çima bi Xezeyê re piştevaniyê nake? Çima wê yekê nake, vê yekê nake? Ji vê yekê tê fêmkirin ku jî bi vê bandorê re, Hîzbûllahê êrîşî Îsraîlê kir. Û di dawiyê de li pişt Ewropa heye. Li pişt DYE heye. Hemû dewlet hene yanî. Şerekî cîhanê. Bloka ku vî şerî cîhanê dimeşîne, ji bo ewlehiya Îsraîlê li dijî hemû hêzên ku gefê li ewlehiya Îsraîlê dixwin êrîş da destpêkirin. Ew têkçûn. Hîzbûllah hate çewisandin. Dibe ku ser piyan ma, lê derbeyeke pir mezin xwar. Hema bêje yê ku Sûriye li ser piyan dihişt, Hîzbûllah bû, Îran û Rûsya bû. Evane jî derbeyeke mezin xwarin.Ji vî alî ve helbet ev êrîşa HTŞ’ê, Îsraîlê ev hêzên li Sûriyeyê lewaz kir û di encama vê yekê de pêşiya wan vekir. Ev eşkere ye. Hîna jî Sûriye weke welatekî ku ewlehiya Îsraîlê qebûl bike, nedîtin.
Di rastiyê de Sûriyeyê hêdî hêdî hewl dida, li gorî vê bimeşe. Hewl dida nebe dijberê Îsraîlê. Lê belê bi temamî dixwestin ku Sûriye bikeve nava polîtîkayên wan. Dema ku ev yek nehat kirin, jixwe Hîzbûllah jî hate lewazkirin. Îran hate lewazkirin. Jixwe li hemû hedefên di nava Sûriyeyê de, xist. Dewleta Tirk HTŞ û OSO ber bi zemînê ku wan nerm kirî, Îsraîlê nerm kirî ve şand.
Ev pêvajoya têketina Sûriyeyê ya HTŞ û OSO’yê di rastiyê de girêdayî polîtîkayên êrîşê yên Îsraîlê yên li ser herêmê ne. Dewleta Tirk li dijî Îsraîlê vê û wê dike. Hê jî dibêje ku nizanim Îsraîl wisa û wisa ye. Lê belê dixwaze li Sûriyeya ku di encama êrîşên Îsraîlê de lawaz bûye serweriya xwe pêk bîne. Nexwe têkiliya wê bi Îsraîlê re heye. Dibe ku bi hev re plan kirine. Em vê yekê nizanin lê belê teqez e ku êrîşeke li dijî Sûriyeya ku ji aliyê Îsraîlê û hêzên li pişt Îsraîlê hatiye lawazkirinî heye.
Dibêje ku HTŞ rêxistineke terorî ye. A niha jî dewleta Tirk çawa piştgiriya DAIŞ’ê dike, wisa piştgiriyê dide HTŞ’ê jî. Piştgiriyê dide OSO’yê jî. Jixwe ev hemû rêxistinên cîhadî ne. Nêzîkatiyeke wan a wisa mutedîl û demokratîk tune ye. Hewl didin ku ji wan hinekan wisa biparêzin. Tiştekî wisa tune ye.
Di warê îdeolojîk de teqez bi temamî trênên cuda yên DAIŞ’ê ne. Jixwe HTŞ jî dewma El Qaîdeyê ye. Ger were bîra we fermandarê DAIŞ’ê li Idlîbê hate kuştin. Girêdayî vê yekê em dikarin bibêjin ku di nava HTŞ’ê de bû. Têkiliya wî bi dewleta Tirk re hebû. Divê ev yek jî wisa were dîtin.
Helbet vê yekê bandor li Kurdan jî kir. Bandor li hevsengiyên li Rojhilata Navîn jî kir. A niha helbert Sûriye di nava rewşeke zehmet de ye. Wê dewleta Sûriyeyê li ser piyan bimîne yan na? Wê xwe biparêze? Hê ne diyar e. Sûriye wê mehkûmî HTŞ’ê bibe. HTŞ jî DAIŞ e, cîhadîst e. Her wiha ew ne ew hêz in ku ewlehiya Îsraîlê dabîn bikin. Girêdayî dabînkirina ewlehiya Îsraîlê bi vî rengî berê xwe dabe rejîma Sûriyeyê û rejîm were hilweşandin nayê wê wateyê ku wê HTŞ ewlehiya Îsraîlê pêk bîne. Ger mijar pêkanîna baweriya Îsraîlê be dibe ku îdeolojiya rêveberiya Esad û nêzîkatiya wê zêdetir e. Dikarî li gel Îsraîlê yan jî hêzên Ewropayê lihevkirinekê pêk bînin. A niha ne diyar e ku wê çi biqewime.
Jixwe li Şehbayê dorpêçkirinek pêk anîn. Li gorî agahiyên me bi dest xistine, dikarî li wir li ber xwe bidin. Yanî amadekariyên wan ên bi vî rengî hebûn. Lê belê ji ber ku zêde hatibû dorpêçkirin û hevsengiyên siyasî hatin guherîn rêveberiya Rojava girêdayî lihevkirineke diyar vekişiya. Her wiha bawer im hêzên koalîsyonê jî di nav vê yekê de ne.
Li Şêxmeqsûdê têdikoşin. Yên li Şehbayê koçber bûn. Li wir di konan de diman lê belê yên li Şêxmeqsûdê ku warê wan e û Kurdên ku bi salên dirêj e weke parçeyeke Helebê dijîn ev biryar dane. Dibêjin; ‘’Em ê heya dawiyê têbikoşin.’’ Dibêjin; ‘’Heya ku demokrasiya me ya xwecihî, hebûna me, pergala jiyana me, pergala me ya siyasî, yanî pergala ku me avakirî tê qebûlkirin, em ê têbikoşin.’’ Yanî wisa feraseta siyasî û jiyanî ya HTŞ û OSO’yê qebûl nakin. Wê heya dawiyê li ber xwe bidin lê belê pergala siyaseta wan, pergala jiyana wan û zîhniyeta wan qebûl nakin. Jixwe em dibihîzin ku biryareke bi vî rengî girtine.
Êrîşên Sûriyeyê wê hevsengiyên Rojhilata Navîn biguherîne. Wê Tirkiyeye hewl bide ku vê yekê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Wisa dixuye. Bi rastî jî ya ku OSO û HTŞ’ê bi rê ve dibe û piştgiriyê dide wan dewleta Tirk e. Dewleta Tirk wê li ser vê bazarê bike. Lê ew jî heye, ev polîtîkayên Tirkiye, ev qas piştgirîdayîna wî ji bo HTŞ’ê, piştgiriya wî ya OSO, cîhadîstan û di encama eşkerebûna vê rastiyê de dibe ku bibe bela serê Tirkiye. HTŞ’ê dibe ku bibe kerê ku li zeviya mayinkirî hatiye xiriqandin. Hem wê ji bo ewlehiya Îsraîlê ev qas gav bên avêtin, şer bibe, hem jî dewleta Tirk wê evqas dijî Îsraîlê bike û hêzên dijberî Îsraîlê li Sûriyeyê serwer bin. Biguman e ku ev çiqasî demdirêj be. Li dijî vê jixwe hêzên Kurd bandor dibin. Di bin êrîşên giran de ne, lê ew ê li ber xwe bidin.
Li pişt van êrîş û geşedanên trajîk ên bi vî rengî yên li Sûriyeyê dewleta Tirkiye heye, AKP heye, Erdogan heye. Erdogan teşwîq kir ku li Sûriyeyê şerê navxweyî evqas pêş bikeve. Erdogan kir. Ji ber ku fikirî ku demildest deweta Sûriyeyê hilweşe ku Kurd sûd jê negirin. Ewqas pêşxistina wî ya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê, ewqas dijberiya wî ya rejîmê, rêxistinkirina wî ya çeteyan, hemû armanca wê ew ku rê li ber Kurdan bigire ku nebin xwedî maf.
Ji ber vê yekê li pişt van êrîşan AKP heye. Jixwe vekirî dibêjin. Hemû televîzyonan vekin, guhdar bikin. Hemû dibêjin, “PYD, HSD çi dikin? PYD, qada HSD’ê berfireh dike. Ji bo Tirkiye dibe xeterî.” Her li ser vê mijarê dinirxînin. Têkiliyên wan ên bi OSO û bi HTŞ’ê re jî ji ber vê yekê ye. Ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan e.
Niha wê hewl bide hem OSO û hem jî HTŞ’ê bi ser Rêveberiya Xweser ve bibe. Esasa polîtîkayên dewleta Tirk dijminatiya Kurd e, esasa polîtîkaya wî ya Sûriye dijminatiya Kurd e û li ser vê esasî dikare li ser bingeha dijminatiya Kurd bi her kesî re li hev bike. Dikare di berdêla tinekirina Kurdan de bi her kesê re ku îro dijminê wî ye, li hev bike. Dewletekî wiha ye. Tu fikarên dewleta Tirk ên wekî gelê Sûriye, nizanim ev rêxistin, ew civak nîne. Yekane fikara wî ew e ku Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebin xwedî bandor. Divê ev yek bi vî rengî bê dîtin. Li ser vê bingehê, divê Kurd jî pozîsyoneke li gorî vê bigirin. Dewleta Tirk wê dev ji van polîtîkayan bernede. Wê ev êrîşên xwe beralî Rêveberiya Xweser bike. Dewleta Tirk wê ji niha û pêde di hemû bazarên xwe yên derbarê Sûriye de Rojava bike mijara xwe.
Nizanim, ew e li Doha hevdîtina Astana bikin. Wê filan cihî filan hevdîtinê bikin. Di van hemûyan de rojeva yekem a dewleta Tirk Rojava ye. Jixwe daxuyanî dide û dibêje, “Em ne aligirê parçebûna Sûriyeyê ne. Em parastina yekîtiya Sûriye dikin. Em ê yekîtiya wî biparêzin.” Dema van hemûyan dibêje qala OSO, Sûriyeyê parçe dike, Sûriyeyê filan tiştî dike, nayê kirin. Bi temamî qala Kurdan tê kirin. Bidestxistina mafê Kurdan, wekî cihêkarî tê nirxandin. Çawa ku li Tirkiyeyê qebûlkirina hebûna Kurdan wekî cihêkarî dibîne, li Sûriyeyê jî wisa dibîne. Li ser vê bingehê divê her kes bizabine ku eksena polîtîkayên Sûriye û Tirkiyeyê her tim ev e. Divê li gorî vê nêzîkatî nîşan bidin.
Gelê Kurd a li Sûriyeyê, gelê Kurd a li Rojava bi tecrûbeya bi salan dizane ku dewleta Tirk dixwaze rêveberiya taybet a Sûriyeyê ji holê rake. Di vê mijarê de hişmendiyeke kûr heye. Ji ber ku li Efrînê, Serêkaniyê, Grê Spiyê dagirkerî heye. Her tim êrîş hene. Êrîş qet nerawestiyan. Komkujî qet nerawestiyan. Êrîşên wan ên esas ên li ser Şehbayê hene. Her roj Bakur û Rojhilatê Sûriye û Rojava hedef tê nîşandan. Minbiç hedef tê nîşandan. Ji ber vê gelê Kurd di polîtîkayên dewleta Tirk de hişyar e. Bi vê aliyê ve dizane ku divê amadekar e.
Heta em difikirin ku gihîştine vê hişmendiyê; bêyî ku li dijî dewleta Tirk li ber xwe nedin û têkoşîn nekin, nikarin xweserî û azadiya xwe biparêzin. Nikarin rêveberiya xwe ya xweser biparêzin. Rêya vê ji berxwedana li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî derbas dibe. Li ser vê esasê em difikirin ku bi salan in bi zanebûna vê rastiyê amadekarî tên kirin. Ji ber ku her tim di televziyonê de ew diteyisî. Digotin ku em ê li ber xwe bidin. Diyar dikirin ku yekane armancên wan li diîj êrîşan parastina Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ye. Di vê aliyê de dibe ku di amadekariyên wan de kêmasî hebe, lê di wê baweriyê de ne ku sazûmaniyeke amadekariyê yê girîng heye. Di vê aliyê de eger bi biryar bin, bi îrade bin hêza têkoşînê ya gelê Kurd heye. Gelê Kurd êdî ne gelê berê ye. Fedaiyên wan hene. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de zêdetirî 10 hezar şehîd û bi hezaran şehîdên wan hene. Di vî aliyê de civakekî ku di nava şer de mezin bûye heye. Demeke dirêj e di nava şer de dijî. Di vî aliyê de dikare vî şerî birêve bibe. Em bawerî li vê yekê tînin. Gel wê teqez şer bike, li ber xwe bide. Em di wê baweriyê de ne ku rêveberiya li wê derê, kadroyên wan xwedî vê îradeyê ne.
Li aliyê din, dijminatiya komên wekî HTŞ, OSO û dewleta Tirk li dijî pergala li vir heye. Li vir dijminatiya li dijî xeta azadiyê heye. Dijminatiya li dijî xeta demokrasiyê heye. Ji ber ku ew azadî û demokrasiyê wekî dijberê xwe dibînin. Dewleta Tirk çawa ku ji demokrasiyê ditirse, ji azadiyê ditirse, dijminatiya demokrasî û azadiyê dike, HTŞ û OSO jî dijminê demokrasî û azadiyê ye. Vê dizanin. Di vê aliyê de helbet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo parastina demokrasî û azadiyên xwe tama azadiyê girtin. Tama demokrasiyê girtin. Jiyaneke azad û demokratîk derket holê. Ji bo parastina vê bi her curê derfetên xwe wê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşe. Em di vê baweriyê de ne û di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.
Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Li gorî parçeyên din di aliyê nifûs û erdnîgariyê de biçûk e. Lê ev parçeya biçûk piştgirî daye têkoşîna parçeyên din ên Kurdistanê. Yanî nêzîkatiya polîtîkaya Rojava ya bi vî rengî hevgirtina Kurdistanê heye.
Gelê ku hem piştgirî dide têkoşîna li Başûrê Kurdistanê, hem piştgirî die têkoşîna li Bakur, hem jî piştgirî dide têkoşîna li Rojhilat heye. Li hemû parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Di vî aliyê de piştgiriya Rojava pêwîstiya berpirsyariyeke dîrokî ya bi vî rengî ye. Divê li hemberî Rojava berpirsyariyeke wiha bê girtin. Li aliyê din divê hemû parçe Rojava bi tenê nehêlin. Piştgirî bidin. Nexwe dewleta Tirk an jî hêzên cuda wekî xeleka qels li dijî wê rabin.Di vê aliyê de di berxwedana Kobanê de, piştre di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya hemû parçeyan çêbû. Li Bakur her tim herikîn ji bo Kobanê çêbû. Li Pirsûsê her tim piştgirî dan. Tevlîbûn çêbûn. Hemû cîhan piştgirî da. Dîsa bi çalakiyên Kobanê yên 6-7-8’ê Cotmehê têkçûna DAIŞ’ê teqez kirin.
Çalakiyên 6-7-8’ê Cotmehê di têkçûna DAÎŞ’ê de roleke mezin lîstin. Di berxwedanê de motîvasyoneke mezin afirand. Piştre DAIŞ’ê bi serserkî çû. Li Başûr bi sedan ciwan bi lez beziyan Kobanê. Beziyan Rojava. Berxwedaneke mezin raber kir. Hêzên siyasî yên li Başûr piştgirî dan Berxwedana Rojava. Rojava jî piştgirî da. Gelê me yê cîhanê piştgirî da. Di vî aliyê de divê di vê pêvajoyê de jî ev piştgirî bê dayîn. Talûke ne kêmî DAIŞ’ê ye. Bi qasî DAIŞ’ê bi xeter e, wisa ku ji DAIŞ’ê zêdetir jî xetertir e. DAIŞ’ê teşhîr bibû. Niha dewleta Tirk hewl dide HTŞ’ê rewa bike. Di vê aliyê de divê tevahiya gelê Kurd piştgirî bide Rojava û berxwedana mezin. Divê li her derê rabin. Weke di Berxwedana Kobanê de tevlîbûn bikin. Divê li Ewropayê rabûneke mezin çêbibe. Li tevahî cîhanê, li welatên cuda divê gel rabin ser piyan.
Dewleta Tirk, çeteyên OSO û HTŞ’ê plana êrîşa li ser Rojava dikin. Hesaba vê yekê dikin. Di vê aliyê de divê Rojava û Berxwedana Rojava bê parastin. Pir girîng e.
Ev parastin parastina tevahiya Kurdistanê ye. Parastina Bakur e, parastina Başûr e. Parastina Rojhilat e. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiyeke ji rêzê neyê nîşandan. Niha Başûr hinekî temaşe dike. Ev ne rast e. Divê bi eşkere piştgirî bide Rojava. Bi eşkere helwest li djî dewleta Tirk û çeteyên wî bigire. Divê vê raberkirin ku yên dest bidin Rêveberiya Xweser wê hemû Kurdan li hemberî xwe bibînin. Ji ber ku dibe ku xeterî ji DAÎŞ’ê mezintir be. Divê ev yek bê dîtin. Ji ber vê yekê ev şer wê dijwar bibe.
Wê şerekî mezin çêbibe. Em wisa dibînin. Ji ber ku êrîş wê rastî berxwedaneke mezin bê. Li cihê ku şer û berxwedaneke evqas dijwar rû didin, divê Kurd jî bi şev û roj li ser piyan bin. Divê qet ranewestin. Divê astengî nas nekin. 6, 7, 8’ê Cotmehê, berxwedana Kobanê li holê ye. Mînak e. Berxwedana Pirsûsê mînak e. Divê bala xwe bidin li van mînakan û hestyariya li hemû parçeyên Kurdistanê bê mezinkirin.
Demekî Serokwezîrê berê yê Îngilistanê Tony Blair ev nirxandin kiribû, “Em li her derê cîhanê polîtîkaya exlaqî dişopînin. Em hinek xwedî li rêgezên xwe derdikevin.” Lê digot dema dor tê Rojhilata Navîn em van zêde naparêzin û digot, “Em polîtîkaya bi rêgez û exlaqî naşopînin.” Dibe ku hevokên wî ne wisa bû, lê cewhera wê wisa bû.
Li Rojhilata Navîn dewletên ku Kurdan dixin bin serweriya xwe hene. Têkiliya van dewletan bi hêzên navneteweyî re hene. Têkiliya Tirkiyeyê heye, têkiliya Îranê heye, ya Iraqê heye, ya Sûriyeyê jî hebû. Niha li ser Kurdistanê tam qirkirinekî heye. Li Bakur qirkirin heye, polîtîkaya li Bakur tam qirkirin e. Qirkirina çandî ye. Niha li Rojava Efrîn hat dagirkirin. Bi hezaran kes ji Efrînê koç kirin. Serêkanî û Grê Spî hat dagirkirin û bi sed hezaran kes koç kirin. Li kampan dijîn. Gelek kamp hene.
Lê li dijî vê hestiyariyekî têrker nîne. Di bûyera Xezeyê de jî têrker nîn bû. Lê dîsa jî hestiyarî hebû. Neteweyên Yekbûyî her tim daxuyanî dida. Alîkarî ji bo taxên dorpêçkirî ên Xezeyê dihatin şadin. Tiştên tenduristiyê dihatin şandin. Rojevek hebû. Belê, Îsraîlê guh ne dida. Cîhanê dixist pişta xwe û her tişt dikir. Lê raya giştî ya navneteweyî hebû. Heta dewletan jî rexne li polîtîkaya Îsraîlê dikirin.
Niha evqas kes têne koçberkirin, li kampan dijîn. Ji axa xwe tên sirgûnkirin. Dibe ku Efrîn ji Xezeyê mezintir e. Divê li dijî sirgûnkirinên li Xezeyê, li cihên din derkevin. Helbet divê her kes di xaka xwe de bijî. Lê Efrînî ji xaka xwe hatin koçberkirin. Hatibûn Şehbayê, ji wê derê jî koç kirin. Em ji televîzyonê guhdar dikin dibêjin, “Em ê biçin ku derê. Em ji Efrînê hatin Şehbayê. Ji Şehbayê hatin Rojava. Em ê ji ber van êrîşan biçin ku derê?”
Niha gel li Şêxmeqsûdê li ber xwe dide. Di bin dorpêçê de ye. Li gorî tê gotin destûr nayê dayîn ku erzaq bigihin. Tu tişt nahêlin. Wê li wê derê ji birçîbûn û tîbûnê bikujin. Êrîşeke wiha heye. Li dijî vê yekê helbet divê hêzên demokratîk û raya giştî ya cîhanê bikevin tevgerê. Tê gotin mafên mirovan, demokrasî. Wê demê rewşeke ku li dijî Kurdan tê kirin heye. Rewşên ku li Sûriye tên kirin hene. Divê li dijî vê rabin. Li Şehbayê stûyê jinan jêkirine. Mirov hatine kuştin. Rastî destdirêjiyê hatine kirin. Dîsa serê leşkerên Sûriyeyê jêkirine. Her curê tişt kirine. Çeteyên ku ne li gorî pîvan, nirx, şer û rêgezên mirovahiyê ne hene. Artêşa çeteyan heye. Helbet niha çûn Humus û Hamayê, lê wê berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Weke ku em dizanin wê Bakur û Rojhilatê Sûriye jî li ber xwe bide.Divê her curê zehmetî û windahiyê bixe pêşiya xwe û li ber xwe bide. Dibe ku winda jî hebin. Şehadet çêbibin.
Dibe ku di rojekî de hezar, pênc hezar kes bimirin. Azadî û demokrasî tenê bi têkoşînê û dayîna berdêlan tê qezenckirin. Ya din mirinekî mezintir e. Di vê aliyê de helbet ê ku divê bi esasî li ber xwe bide gelê Kurd e, hêzên wan ên cewherî ne. Divê xwe li vê yekê bigirin. Lê divê hêzên navneteweyî û hêzên demokratîk jî li hemberî êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin. Divê temaşe nekin. Divê li vir wijdana mirovahiyê rabe.
Ev gel DAIŞ’ê têk bir. Bi deh hezaran şehîd da, birîndar da. DAIŞ li her derê, li Almanya, li Fransa, li Belçîka, li her derê mirovan qetil dikir. Qirika mirovan jê dikir. Ev gel xwe li hemberî hêzekî wiha dijminê mirovahiyê feda kir. Li ser navê hemû mirovahiyê li ber xwe da. Wê sibê jî wê li ser navê hemû mirovahiyê li dijî van çeteyan li ber xwe bide. Ger wijdana mirovan hebe, deyndarê vî gelî ye. Deynê hemûyan heye. Li dijî vê rewşê helbet divê her kes li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya xwe ya wijdanî, exlaqî û siyasî bi cih bîne.”