Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê tuneye de tê ragirtin û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Endam Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pirsên ANF’ê bersivand. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di hevpevînê de li ser pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, geşedanên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandinênm girîng kir.
Di encama şewata di navbera Amed-Mêrdînê de derketî, 15 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Vê bûyerê car din girîngiya xwerêxistinkirinê nîşanî gelê kurd da û dijminahiya dewleta tirk a faşîst a li hemberî kurdan jî, bi rengekî bi êş raxist ber çavan. Ji bo vê bûyera bi êş hûn çi dibêjin?
Ez ji bo kesên ku di şewata li Mêrdîn û Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmet û ji bo birîndaran jî şifayên lezgîn dixwazim.
Li Amed û Mêrdînê komkujiyek din qewimî. Ev bi eşkere komkujiyeke dewletê ye. Mîna ku di daxuyaniya KJK’ê de hatî diyarkirin, karesateke ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin. Dema ku li Ege û Akdenîzê şewatek derketî, mudaxeleyek dereng û ne têrker jî be dewletê helîkopter, balafirên şewatê, ÎHA û her cure derfet xiste dewrê. Lê dema ku li Kurdistanê heman rewş diqewime, dewlet nakeve nav liv û tevgerê. Dixwaze ku kurd ji jiyana xwe aciz bibin û xaka xwe biterikînin! Lewma di şewata li Mêrdîn û Amedê de heman helwest nîşan daye.
Dema ku ev şewata mezin bi gelek mirin û birîndariyan encam bû, dewletê bi lez got şewata pirêzan e. Bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzan derketiye. Ev yek refleksa wê yekê ye ku dema sûcdar li ser sûc tê girtin. Ji bo ku neyê dîtin ku sûcdar dewlet û DEDAŞ e, xwestin wisa nîşan bidin ku şewat ji ber pirêzan derket û hewl dan ku dewletê paqij derxînin.
Şahidan gotine ku şewat ji dîreka elektrîkê derketiye. Lê rayedarên dewletê, ajans û qenalên TV ên girêdayî hikûmetê nûçe belav kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Çapemeniya muxalîf jî nûçe wisa daye. Ji ber ku ji tirsa li hemberî desthilatdariyê, gotinên şahidan ji xwe re esas negirt, bes daxuyaniya fermî esas girt. Eger ev şewat li devereke din a Tirkiyeyê derketiba, wê gotinên şahidan û gel hatiban weşandin. Car din hate dîtin ku bûyerên li Kurdistanê çawa tên berevajîkirin û çapemeniyê jî dikin amûra vê yekê.
Şahid dibêjin ku dîrek û têlên elektrîkê kevn in û wan gelek caran ji bo bên nûkirin, serlêdan kiriye. Ne kesek, gundiyên li qada şewatê hemû vê yekê dibêjin.
Ev DEDAŞ li Kurdistanê bûye amûra mêtingehkirina gel û zextê li ser gel dike. Cendirmeyên li herêmê, weke hêzeke leşkerî ya di bin fermana DEDAŞ’ê de lê hatine. DEDAŞ’ê bi sedan caran bi cendirmeyan bi ser gund û malan de girtiye. Gel bi salan aniye ziman ku bi rêya DEDAŞ’ê zext li gel hatiye kirin. Têkildarî DEDAŞ’ê bi vî rengî bi dehan nûçe hatine çêkirin. DEDAŞ li aliyekî jî bûye bela serê gel. Li ti devera Tirkiyeyê saziyeke bi vî rengî nîne. Eger rewşeke wiha hebe, wê li Ege, Karadenîz û Akdenîzê gel serî rakiriba. Jixwe cendirmeyan jî nedikarî di asteke wiha de weke saziya leşkerî ya şîrketeyê tevgerîba. Dema mijar dibe Kurdistan, leşker û polîs kurdan weke dijmin dibînin. Lewma her cure zextê li ser gelê kurd, ji xwe re rewa dibînin.
Dewleta tirk hemû çavkaniyên Kurdistanê li ser kurdan weke amûra zext û mêtingeriyê bi kar tîne. Elektrîk, enerjî û av di destpêka van de ye. Ji elekrtîk û enerjiya li Tirkiyeyê tê hilberandin, herî kêm ji sedî 80’ê wê li Kurdistanê tê hilberandin. Li ser Firat û Dîcleyê bi dehan bendav hatine çêkirin. Li ser Firatê bendavên Keban, Karakaya, Ataturk û Bîrecîk hatine çêkirin. Evane niha sed qatê elektrîka ku li Kurdistanê tê hilberandin, dihilberînin. Li ser Dîcleyê jî gelek bendav hatine çêkirin. Piraniya petrolê jî ji Kurdistanê derdikeve. Lê gelê kurd ji kêmek a vê enerjiyê jî sûd nawergire. Hetta ev enerjî jî veguheriye amûra mêtingehkirina kurdan. Beşeke mezin ê elektrîkê li Kurdistanê derdikeve, lê ev enerjî ji kurdan re nayê dayîn. Ya tê dayîn jî bi fiyata fahîşê tê dayîn. Aha mêtingeriyeke bi vî rengî heye. Li Kurdistanê ev qas enerjî derxîne, lê kurdan bike feqîrê enerjiyê! Ev ne exlaqî, ne wijdanî û ne jî edalet e. Eger enerjî ji vê xakê derdikeve, mirovên vê xakê divê ji vê yekê sûd werbigirin. Elektrîka ku pêdiviya bingehîn a gel e, divê belaş bê dayîna gel.
Rêber Apo dibêje ku enerjî û av divê ayîdê civakê be. Li Tirkiyeyê enerjî û av jî radestî şîrketên mêtingeh hatiye kirin. Enerjî, av, xak û hewa jî têkildarî jiyana mirov e. Evane ji dervey civakê ne ayîdê ti kes din e. Rastiya li Kurdistanê jî nîşan dide ku ev yek çiqas rast û pêwîst e. Gelê kurd divê ji vê rastiya enerjiyê jî bibîne ku dewleta tirk çi mêtinger û qirker e. Dewleta tirk her cure derfetê jiyanê weke amûra qirkirina kurdan bi kar tîne. Jixwe heta niha bi keda kurdan li Tirkiyeyê nirx afirandin û van derfetên hatine afirandin jî li çekan razandin û ji bo qirkirina kurdan bi kar tîne.
Berê li Tirkiyeyê xizmetên mîna elektrîk û avê, bi temamî ayîdê şaredariyan bûn. Şaredariyan ev derfet ne ji bo mêtingehkirina gel bi kar dianî, ji bo xizmet û pêşxistinê bi kar dianî. Niha dewrî şîrketan hatiye kirin û bûye amûreke mêtingeriyê. Rewşên bi vî rengî car din nîşan daye ku ji bo elektrîk nebe amûreke mêtingeriyê, divê ji aliyê şaredariyên ku ji bo xizmeta gel hene ve bê birêvebirin.
Gelê kurd divê têkildarî çi mijarê tiştekî ji dewletê hêvî neke. Divê nebêjin bila dewlet ji bo me vê bînin, wê bînin. Her karê dewletê kirî û her karê ku wê bike, tenê ji bo qirkirina kurdan e. Divê kurd xwe bikin civaka rêxistinkirî, bi hêza civakê nirxan biafirînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Tiştek ji dewleta ku dixwaze kurdan qir bike xwestin, ji celadê xwe tiştek xwestin e.
Di şewata li Mêrdîn û Amedê de, gel ji her alî ve windahiyeke mezin jiyan kir. Gelê kurd divê bi yekîtî û piştevaniya xwe van birînan bipêçe. Divê gel muhtacî vê dewleta qirker neyê kirin. Demên bi vî rengî tam nîşandana welatparêziyê ye.
Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Tê dîtin ku di encama vê têkoşîna li dijî tecrîdê tê meşandin de, saziyên navneteweyî zehmetî dikêşin. Hûn vê têkoşîna ji bo dawî anîna bêdengiya saziyên navneteweyî tê meşandin, çawa dinirxînin?
Beriya ku ez bersiva vê pirsa we bidim, ez hêvî dikim ku fîlozof, profesor û zanyarê hêja Noam Chomsky demildest bigihije tenduristiya xwe, hezkirin û rêzdariyên xwe jê re pêşkêş dikim. Chomsky ji bo ronîbûna mirovahiyê û pêşketina fikra demokratîk, tevkariyên mezin pêşkêş kirine. Weke mirovekî zanyar ê rast, her tim li aliyê rastî û gelan bûye. Bi vê kesayeta xwe li cem têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd sekinî ye. Weke dostekî hêja yê gelê kurd, her tim hewl daye ku tişta ketî ser milê xwe pêk bîne. Di nava her çalakiya ku ji bo azadiya gelê kurd û Rêber Apo hatî kirin de, cih girtiye. Ji bo ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê kurd li cîhanê bê naskirin, bi roleke girîng rabûye. Gelê kurd ji ber vê dostatiya wî ji nêz ve bi tenduristiya wî re eleqeder bûye, şopandiye. Her agahiya erênî ya têkildarî tenduristiya wî gelê kurd kêfxweş kiriye. Gelê kurd wê ti carî dostên xwe ji bîr neke û wê nirxê pêwîst bide.
Rabûna tecrîda li ser Rêber Apo; bi destxistina şert û mercên bi tendurist, bi ewle û azad, xwestek û hewldanên sereke yên Chomsky jî ne. Eger ku îro têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo asteke girîng bi dest xistibe, pareke girîng a Chomsky jî di vê yekê de heye ku bi dehan salan helwest û sekneke girîng raber kir. Chomsky ne tenê dostek e ku azadiya Rêber Apo û gelê kurd diparêze; li gel vê yekê ramangerekî mezin e ku nirx dide paradîgmaya Rêber Apo û ji bo nasandina vê hewldan kiriye.
Bê guman di têkoşîna li dijî tecrîd û komploya navneteweyî de, gelê kurd berdêlên giran daye û têkoşîneke mezin meşandiye. Têkoşîna li dijî komploya ku di sala 26’an de ye, qet ne sekinî ye; bê navber heta roja îro dewam kir. Li gel têkoşîna gelê me, dostên gelê kurd û hêzên demokratîk ên li cîhanê û jin li dijî komployê rabûn û xwedî li Rêber Apo derketin. Bi taybetî jî hingî ku fikrên Rêber Apo ji aliyê rewşenbîr û derdorên demokratîk ên li cîhanê ve hate naskirin, têkoşîna li dijî komployê jî mezin bû. Hîn bi xurttir xwedî li azadiya Rêber Apo hate derketin. Îro di serî de CPT saziyên navneteweyî yên ku têkildarî Îmraliyê berpirsyar in, zorî dikêşin û ketine wê rewşê ku nekarin tecrîdê biparêzin. Di vê yekê de bandora helwest û têkoşîna rewşenbîrên li seranserî cîhanê, hêzên demokrasî û jinan çêbûye.
Li seranserî cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ bandoreke girîng ava kir. ‘Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ ev pêngav hîn dewlemendtir kir. Niha jî ‘Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re’ tê meşandin. Bi vî rengî Rêber Apo hîn baştir tê fêmkirin. Ev jî eşkere ye ku wê têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, hîn xurttir bike. Hingî ku Rêber Apo hat fêmkirin, pêngava ji Rêber Apo re azadî mîna mezinbûna guloka berfê wê mezin bibe û ti kes wê nekare pêşî lê bigire.
Ji vî alî ve domandin û mezinkirina pêngava ji Rêber Apo re azadî ya ku li seranserî cîhanê hatî pêşxistin, wê azadiya Rêber Apo nêz bike.
Li dijî komploya di sala 1996’an de ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke dîrokî pêk anî. Em di salvegera vê çalakiya dîrokî de ne. Dema ku em li têkoşîna azadiyê ya ku ji wê rojê heta îro hatî meşandin dinêrin, gelo em dikarin bêjin şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya dîrokî xeta parastin û xwedî derketina li Rêberê Gelê kurd danî holê?
Di şexsê şehîd Zîlan, şehîd Sema, şehîd Gulan, şehîd Hanim Yaverkaya, şehîd Raperîn Amed, şehîd Bêrîvan Zîlan, şehîd Elî Piling û şehîd Fazil Botan de ez hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Dîsa Şêx Sedî û hevalên wî yên ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatine îdamkirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Bîranîna wan di têkoşîna me de dijî û tê jiyandin.
Ev aşkere ye ku, çalakiya şehîd Zîlan têkildarî xwedî derketina li Rêber Apo xaleke vegerê ye. Nîşan dayîna lûtkeya dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Şehîd Zîlan ji bo hemû civata PKK û gelê kurd bûye banga ku ‘em bi awayekî rast Rêber Apo fêm bikin û xwedî lê derkevin’. Nîşanî her kesê daye ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û Rêber Apo, hevgirtineke ku nayê qutkirin. Rêber Apo ji vî alî ve destnîşan kiriye ku çalakiya şehîd Zîlan manîfestoyek e. Tenê çalakiyeke fedayî nekiriye. Xeteke îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê daniye holê. Bê guman berê jî di nava PKK’ê de xeteke fedayî hebû; çalakiyên mezin ên di encama dilsoziya bi Rêbertî re derketine holê de, hatine kirin. Şehîd Zîlan bi vê çalakiya xwe ev xet kûr kir. Lê çalakiya şehîd Zîlan li gorî taybetmendiyên vê qonax û pêvajoya ku têkoşîn gihiştiyê, astên nû bi vê xeta fedayîtiyê daye qezenckirin. Jixwe xwedî derketina li Rêber Apo, tê wateya jiyankirin û fêmkirina xeta azadiya jinê.
Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe têkoşîna li dijî komployê jî diyar kiriye. Çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên piştî komployê hatine lidarxistin, bûye pratîk kirina xeta Zîlanê. Sekin û xeta Zîlanê ev çalakvantî afirand. Li dijî komployê têkoşîn bi rengekî pir xurt pêş ket, li dora Rêber Apo xeleka ji agir hat avakirin û li gel vê jî dema bandor û rola berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ tê dîtin, hîn baştir tê fêmkirin ku çalakiya Zîlan xeteke çawa ji bo xwedî derketina li Rêbertî afirandiye.
Çalakiya heval Zîlan ji aliyê dîroka kurdan ve, xwedî kûrahî û asteke girîng e. Şehîd Zîlan li Meletiya li rojavayê Firatê ku Plana Şark Islahat lê hatiye pêkanîn û bûye hedefa bingehîn a qirkirina çandî, ji dayik bûye, mezin bûye. Fêmkirina qirkirina li vir, hêrseke mezin diafirîne. Eşkere ye ku ev hêrs wê îradeya berxwedaneke mezin û hêza wê derxîne holê. Ji vî alî ve çalakiya şehîd Zîlan, bersiveke ku li dijî qirkirinê jî hatiye dayîn. Di wê zanebûnê de ye ku berê xwe dayîna Rêber Apo, êrîşeke qirkirinê ye. Dizane ku berê xwe dayîna Rêber Apo, berê xwe dayîna her tiştê kurdan e û tunekirina kurdan e. Bi vê zanebûnê ev çalakî pêk aniye. Îro jî em dibêjin ku armanca sereke ya êrîş û polîtîkaya qirkirinê, Îmralî ye. Hevrê Zîlan beriya 30 salan bi vê zanebûnê, tevgeriya bû.
Şehîd Zîlan weke hevrêyeke Rêbertî ya ku Rêber Apo bi kûrahî fêm dike, ew çalakiya mezin kir û xwedî li Rêber Apo derket. Lewma weke ku hevrêyên me yên jin diyar kirî, em bi rengê Zîlanê xwedî li Rêber Apo derkevin. Li her qad û asta têkoşînê bi rengê Zîlanê xwedî derketina li Rêber Apo, wê teqez Rêber Apo azad bike û wê çareseriya pirsgirêka kurd jî pêk bîne.
Li dijî her şêwe êrîşên dewleta tirk a faşîst, şervanên azadiyê bi ala fedaîtiyê ku ji Şehîd Zîlan wergirtine, bê navber berxwedana xwe didomînin. Hêzên dagirker ku zehmetiyan dikişînin, di demên dawî de bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî zêdetir kirine. Hûn dibînin ku di têkoşîna li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî, bi taybetî jî OPCW de qelsbûn heye û eger bi vî rengî be, divê ev rewş çawa bê derbaskirin?
Li Kurdistanê bi dehan salan e şerekî qirêj tê meşandin. Eger şerê qirêj ê ku li Kurdistanê tê meşandin li ti devereke din a cîhanê bihata meşandin, wê hêzên navneteweyî û gelek dewletan li hemberî van pêkanînên şerê qirêj helwest nîşan bidana û ceza li wan ferz bikira. Lê belê dema mijar dibe kurd, her cure hiqûqa navneteweyî, exlaq û wijdan didin aliyekî. Dema mijar dibe Kurdistan û kurd, tenê berjewendiyên xwe esas digirin. Berpirsyarê sereke yê sîstema ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ava bû, rojava ye ku bi pêşengiya Brîtanya û Fransayê tê birêvebirin. kurd bûne qurbanê vê pergala siyasî ya li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Pergaleke ku qirkirina kurdan erê dike, ava kirine. Di berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji serdestiya Brîtanya û Sûriyeyê jî ji Fransayê re were hiştin, qirkirina kurdan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye erêkirin. Ev pergala siyasî hêj jî didome.
Beriya niha jî gazên jehrî, çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîla dihatin bikaranîn. Lê belê ev 3 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku gerîla lê serdeste, di êrîşa dagirkeriyê de rojane van çekan bi kar tînin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl ku demeke dirêj wezîfeya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê kiriye, li xwe mikur hat ku di salên 1937-1938’an de li Dersimê sivîlên ku xwe spartine şikeftan çawan mîna mişkan jehrî kirine. Dewleta tirk xwedî kevneşopiyeke ew çend qirêj a şer e. Di wê demê de jî Rojava ya ku îdîa dikir şaristanî û demokratîk e, li hemberî qirkirina Dersimê bêdeng ma.
Ev 9 sal in desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê îlan dike ku wê Tevgera Azadiyê ya kurd tune bike. Lê berovajiya wê berxwedana gerîla û gelê kurd rê li ber hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê vekir. Desthilatdariya ku li hemberî berxwedana gerîla û gel têk diçe, bi taybetî di nava 3 salên dawî de şerê xwe yê qirêj zêde kiriye. Li Vîetnamê bi salan bombe hat barandin, lê bi qasî 100 car jê zêdetir li Kurdistanê hatin barandin. Newal û girên ku bombe lê neketine nîne. Ji bo şikandina berxwedana gerîla, gaza bi jehr, çekên kîmyewî û bombeyên termobarîk ji bo xerakirina jîngeha gerîla tên avêtin. Ji ber ku nikarin li dijî gerîla şer bikin, hewl didin bêhna ku gerîla distînin, ava vedixwin bi jehrî bikin da ku ew war veguherînin cihek wisa ku zindiyek jî nekaribe lê bijî. Bi vî rengî nebatan û hemû zindiyan jî tune dikin. Artêşeke endamê NATO’yê vê yekê dike! Ji ber vê yekê, rojava û NATO vî şerê qirêj li dijî gerîla dimeşînin. Bersiva pirsa çima hêz û saziyên navneteweyî bêdeng dimînin divê li vir bê xwestin. Ji ber ku destê wan jî di vî şerê qirêj de heye.
Bêguman em hêj nedikarin vî şerê qirêj bi temamî ji cîhanê re rave bikin, ne jî li dijî vî şerê qirêj û rêbazên wê em têra xwe têdikoşin. Têkoşîn ji asta protestoyan derbas nabe. Ji bertekên li hemberî pêkanîneke neyînî ya li ti welatekî demokratîk derbas nabe. Lê belê li dijî hebûna kurdan êrîş heye. Helwesteke wiha ya têkoşînê divê were danîn ku OPCW nekaribe li cihê xwe bisekine, divê neçar bimîne ku bikeve liv û tevgerê. An bi asta îro encam nayê bidestxistin. Hem ji aliyê gelê kurd hem jî ji aliyê gerîla ve têkoşîneke hebûn û nebûnê tê meşandin. Ji ber vê yekê ji bo jiyan têkoşînek çawan divê, pêwîste têkoşîneke li gorî wê were meşandin. Bi kurtasî êrîş li ser hebûn û jiyana kurdan heye; Wê demê pêwîste van êrîşan bêhtir cidî bigire û bi rê û rêbazên hîn bi bandor têkoşînê geş bike.
Hûn gelek caran bilêv dikin ku faşîzma AKP û MHP’ê ji bo qirkirina gelê kurd pêk bînin topyekûn êrîşî gelê kurd dikin. Yek ji van êrîşan jî desteserkirina şaredariyan e. Hûn têkoşîna gel a piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê pêk hatî, çawa dinirxînin?
Polîtîkaya desteserkirina şaredariyan encameke tifaqa AKP û MHP’ê ya li dijî gelê kurd e. Divê ev yek were zanîn ku li Tirkiyeyê înkarkirina gelê kurd berdewam dike. Polîtîkaya dewletê bi vî rengî ye. Ger dewlet bibêje ku gelê kurd nayê înkarkirin, wê demê bizanibin ku derewan dike. Ji bo veşartina polîtîkaya înkarkirina gelê kurd bi vî rengî îfade dikin. Gotina xwişk-birayên me yên kurd, ji bo pêşîlêgirtina polîtîkbûna gelê kurd weşana TRT Kurdiyê û destûrdayîna hin saziyên çandî teqez ji bo veşartina polîtîkaya qirkirinê û rewakirina wê ye. Di roja me ya îroyîn de ku perwerdeya bi zimanê zikmakî tune ye, ne ku ev yek ji bo pêşîlêgirtina qirkirina gelê kurd e, berovajî wê ev yek veşartina qirkirina gelê kurd e. Bi kurtasî qirkirina gelê kurd bi awayekî plankirî tê meşandin. Heya ku piraniya kurd neyên Tirkkirin dev ji vê polîtîkayê bernadin. Polîtîkaya dewletê ya ku niha dimeşîne, ev e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê vê polîtîkayê bê navber dimeşîne.
Ji bo pirsa çima şaredarî tên desteserkirin jî weke bersiv em dikarin bibêjin ku ev yek înkarkirina gelê kurd e. Polîtîkayên wan ên têkildarî gelê kurd ne ji ber nêrîna wan siyasî ye. Yanî rastgir, çepgir, neteweperest û oldar qet ferq nake; her kî li hemberî polîtîkata înkarkirina gelê kurd nerazîbûna xwe nîşan bide û têbikoşe, li hemberî wan vê polîtîkayê dimeşînin. Di wê kêliyê de hêzên siyasî yên kurd ên lawaz yên din jî li hemberî kesên ku li dijî polîtîkaya qirkirinê têdikoşe, tên bikaranîn. Ger şaredarî xwe girêdayî nasnameya Kurdî îfade bikin û têkildarî nasname û çanda Kurdî xebatan bikin û nasnameya kurdî zindî bigirin ku ew li dijî polîtîkayên qirkirinê, desthilatdarî jî destûrê nade ku ew şaredariyan bi rê ve bibin.
Li Tirkiyeyê hemû yasa li ser înkarkirina gelê kurd hatine derxistin. Ger Kurdbûn were înkarkirin, gelek maf hene! Li Tirkiyeyê li ser navê Kurdbûnê nabe ku mafek were îdîakirin! Li Tirkiyeyê rastî ev e. AKP’ê di salên xwe yên ewil de ji bo li ser textî bimîne û ji ber ku hewceyî piştevaniya hêzên demokrasiyê û gelê kurd bû di gotinên xwe de hin îfadeyên nerm bi kar dîanî. Lê belê ji ber ku ne xwedî hişmendiyeke demokratîk e, li hemberî têkoşîn, daxwaza azadiyê ya gelê kurd vê carê jî ji bo ku desthilatdariyê di destê xwe de bigire, dest bi dijmintiya gelê kurd kir. Ji bo vê yekê jî ev 9 sal in li gel MHP’ê di nava tifaqekê de ye. Pir eşkere ye ku polîtîkaya partiyeke siyasî ya ku 9 salan li gel MHP’ê tifaqê bike wê dijminê gelê kurd be. Jixwe hemû kiryarên wan jî di çarçoveya vê yekê de ne. Nabe ku polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirinê li gel tu mînakên dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên li seranserê cîhanê werin berawirdkirin. Li Efrîqaya Başûr jî li hemberî reşikan polîtîkayên cuda dihatin sepadin. Lê belê ji ber ku ne pêkan bû ku rengê laşê wan biguherînin, li dijî hebûna wan telûkeyek tune bû. Reşikan wê dawiyê mafên xwe bi dest bixistan. Li Tirkiyeyê jî heya ku kurd werin înkarkirin û werin Tirkkirin, wê demê dibe ku hin maf werin îdîakirin. Ji ber vê yekê ye ku polîtîkaya desteserkirina şaredariyan bi bêperwa tê sepandin.
Bêguman li hemberî van polîtîkayên qirkirinê gelê kurd ev sed sal in li ber xwe dide. Dîsa di serî de sosyalîst û hêzên demokrasiyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşin. Di heman demê de têkoşîna demokrasiyê tê wateya têkoşîna li hemberî polîtîkaya qirkirina gelê kurd.
Li Wanê têkoşîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê ya li hemberî desteserkirina şaredariyan ku ew jî sepaneke polîtîkaya qirkirinê ye, encamên baş wergirtin. Li Colemêrgê li hemberî desteserkirina şaredariyê têkoşîneke girîng tê meşandin. Gelê Colemêrgê bi awayekî eşkere da zanîn ku ew desteserkirina şaredariya xwe qebûl nakin. Tu rewabûna waliyê dagirker ê desteserkirina şaredariyê jî nema. Têkoşîna li dijî desteserkirina şaredariyê hê jî berdewam dike. Lê belê bi têkoşîna perçe perçe encam nayê standin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku di serî de Amed, Êlih û Wan û hemû bajarên kurdan rabin ser piyan. Gava ku ev bajar rabûn ser piyan wê demê wê gelê kurd hemû rabin ser piyan ku ev yek jî wê têkoşîna li eniya Tirkiyeyê bi hêztir bike.
Têkoşîna niha ya li Kurdistan û Tirkiyeyê pir girîng e. Hate nîşandan ku desteserkirina şaredariyan nayê qebûlkirin. Ger ev têkoşîn nebûya, piştî Colemêrgê wê hin şaredariyên din bihatana desteserkirin. Bêguman ger bizanibin ku wê li hemberî xwe têkoşînê mezintir nebînin, wê şaredariyên din jî derteser bikin. Jixwe Tayyîp Erdogan ev yek bi awayekî eşkere anîbû ziman.
Di têkoşîna li hemberî desteserkirina şaredariyên Wan û Colemêrgê de piştevaniya sosyalîst, şoreşger û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hêzeke mezin da gelê kurd. Ev rewş wê têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê kurd bigihîne qonaxeke çawa?
Ev yek pir eşkere ye ku divê têkoşîna gelê kurd a ji bo demokrasî û azadiyê û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê bibin yek. Ji ber ku dijmintiya gelê kurd û dijmintiya demokrasiyê di nava hev de ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya Pirsa kurd e. Sedema dijmintiya demokrasiyê ya zêde ya li Tirkiyeyê ji ber fikra sûdwergirtina gelê kurd a ji demokratîkbûnê ye. Ji bo ku gelê kurd jî azad bibe, neçar in ku têkoşîna têkbirina vê feraset û siyaseta ku dijmintiya gelê kurd dike, bimeşînin. Bi kurtasî ne ku tenê ji ber nêzîkbûna îdeolojîk, ji ber neçariya siyasî jî divê ev her du têkoşîn bibin yek. Her kî ji bo çareseriya demokratîk a Pirsa kurd têkoşînê nede meşandin û bibêje wê Tirkiye demokratîk bibe, ew xwe dixapîne. Ev yek tê wateya haylênebûna rastiya dewleta tirk. Têkoşîna gelê kurd di heman demê de tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Têkoşîna zindîgirtina hêzên demokrasiyê ye. Bi taybet jî ger gelê kurd ji derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî û heya niha têkoşîna xwe nemeşanda, wê hêzên demokrasiyê zêdetir bihata çewisandin û bêbandorkirin. Her çi qas îro li Tirkiyeyê zext û faşîzm hebe jî li hemberî vê yekê têloşîneke xurt heye. Ev yek pir zelal e. A rastî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê pir eşkere nîşan dide ku divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê têkoşîna hevpar bidin meşandin. Ger hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê kurd vê rastiyê nebînin, rastiya Tirkiyeyê jî fêm nakin. Derket holê ku li Wanê ji têkoşîna gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê encameke baş hate standin. Têkoşîna li hemberî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî xwedî bandoreke siyasî ya girîng e. Bi taybetî jî di dema lawazbûna desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê de têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên radîkal yan jî ya hêzên demokratîk ên şoreşger gelekî girîng e. Di encama têkoşîna hevpar de wê hem hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hem jî gelê kurd serkeftinê bi dest bixin. Yên ku dixwazin serkeftinê bi dest bixin wê vê têkoşînê birêxistin bikin û bidin meşandin, yên dixwazin têk biçin û winda bikin yan jî yên bi tenê li dikanên xwe yên biçûk rastiyên xwe bilêv dikin jî wê xwe ji têkoşînê dûr bigirin. Yan jî wê bi fikra; ger em bi gelê kurd re têkoşîneke hevpar bidin meşandin, em ê dewletê bikin dijminê xwe û wê xwe ji têkoşîna hevpar dûr bigirin. Jixwe divê em bibêjin ku armanceke wan a weke têkoşînê yan jî serkeftinê tune ye.
Mîtînga di 29’ê hezîranê ya li Kartal a Stenbolê ya hemû hêzên demokrasiyê ku wê li dijî desteserkirina şaredariyan û zext û dagirkeriyê were lidarxistin, gelekî girîng e. Divê hevparbûnên bi vî rengî zêdetir werin pêşxistin. Divê armanca hevpar têkbirina faşîzmê be. Dema ku hêzên demokratîk ên şoreşger têkoşîna hevpar pêş xistin û faşîzma AKP û MHP’ê têk birin wê li Tirkiyeyê bandorên siyasî zêdetir bibin. Ev yek jî wê bi xwe re pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya Pirsa kurd bîne.
Divê mîtînga li Kartalê bes weke mîtîngekê neyê nirxandin, divê weke pêngava pêşxistina têkoşîna hevpar were nirxandin. Ji ber vê yekê divê girîngiya wê were zanîn. Divê hemû gelê kurd di 29’ê Hezîranê de berê xwe bide Kartalê. Meşa ku wê piştî mîtînga Kartalê ya ku wê li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve bê lidarxistin jî gelekî girîng e. Ev meş çi qasî xurt be wê dawiya qeyûman jî ev qas nêzîk be.
Weke encama israra polîtîkaya şer a faşîzma AKP û MHP’ê di kêliyên wêranbûna Tirkiyeyê de nîqaşên ‘normalbûnê’ dewam dikin. Her wiha di van rojên dawî de tê gotin ku di navbera tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê de hin pirsgirêk rû dane. Hûn van nîqaşan çawa dinirxînin?
Pêvajoya ku CHP’ê weke normalbûnê û AKP’ê jî weke nermbûnê bi nav kir, pêk hat. Bi rastî jî li Tirkiyeyê berberîbûneke ku li seranserê cîhanê mînakên wê tune ye, hate avakirin. Li Tirkiyeyê siyaset guherandin şerekî navxweyî. Ev yek bi destê AKP û MHP’ê hate kirin. Tifaqa AKP û MHP’ê bi temamkirina qirkirina gelê kurd û avakirina Tirkiyeyeke li gorî xwe armanc kirin. MHP’ê ev yek bi salan weke senteza tirk û Îslamê pênase kir. Jixwe MHP’ê hê di salên 1970’yî de bi piştgiriya gladyoya NATO’yê û hêzên derve li dijî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û bi taybetî jî sosyalîst û şoreşgerên kurd şer da destpêkirin. Ji bo temamkirina qirkirina kurdan û çewisandina hêzên çepgir ev êrîşên xwe zêdetir kirin û derbeyeke leşkerî ya faşîst hate kirin. Her wiha Alpaslan Turkeşî ev derbe weke; em di girtîgehê de ne lê belê fikra me desthilatdar e, îfade kiribû.
Ev 9 sal in li Tirkiyeyê tifaqa AKP û MHP’ê bi vî rengî ye. Ji bo serqutkirina têkoşîna azadiyê faşîzmeke ku zêde zextê li gelê kurd dike, hate avakirin. Ji bo vê yekê biçûktirîn mafekî demokratîk jî nehiştin. Hemû kes û derdorên ku têkoşîna demokrasiyê dikin weke cudaker hatin îlankirin. Tifaqa AKP û MHP’ê hemû kesên ne ji wan weke xayîn û dijmin pênase kir û êrîşên xwe birin ser wan. Cudakirin û berberîbûneke weke rêbazeke şerê li dijî hêzên demokrasiyê kirin polîtîkayeke rojane. kurd û hêzên siyasî yên kurd ne tenê her roj weke xayîn û cudaker hedef hatin girtin; hemû kesên ku dijminahiya kurdan nekin jî hatin cudakirin û berberîbûnek dijwar hate avakirin. Herî zêde gelê kurd ev yek hîs kir. Di vê çarçoveyê de herî zêde me ev kiryar û polîtîkayên faşîzma AKP û MHP’ê anî ziman. Bi rastî jî tu êşkence, zext û xerabiya ku vê desthilatdariyê li gelê kurd û hêzên demokrasiyê nekiriye, nemaye. Jixwe gelek caran bi gotina ‘Ev rojên we yên xweş in, hûn ê hê gelek tiştan bibînin’ rûyê xwe yê rast nîşan dane. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku dîktatoriya xwe ya faşîst bi temamî ava bike, CHP jî bi xayîntiyê tawanbar kir. CHP weke man û nemanê dîtin. Mînakên polîtîkayeke bi vî rengî li seranserê cîhanê tune ye û desthilatdariyeke dijminê mirovahî û demokrasiyê derketiye holê. Bêyî ku nirxên exlaqî, wijdanî, civakî û hiqûqî yên ku mirovahiyê esas bigirin tim êrîşên xwe berdewam kirine.
Bêguman divê ev zîhniyeta siyasî ya bêexlaq, bêwijdanî, derqanûnî û ne girêdayî tu nirxên hiqûqî ji holê were rakirin. Her însan daxwaza jiyana siyasî ya demokratîk a normala van dike. Her însan dixwaze ku ev polîtîkayên AKP û MHP’ê yên li Tirkiyeyê yên qirêj bi dawî bibin. Jixwe bi salan e gelê kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ji bo bidawîbûna kiryarên dermirovahî têdikoşin. Her wiha desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî vê têkoşînê têk çûye. Gelan jî ji bo ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê derbikeve, CHP kir partiya yekem.
Helbet divê siyaset û jiyan were demokratîkkirin û normalkirin. Lê belê mijara rêbaza kirina vê yekê gelekî girîng e. Divê bersiva vê pirsa dijwar rast were dayîn. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî got: ‘’Tu kes nikare me nerm bike, nikare me ji polîtîkayên me dûr bixe.’’ Bi dehan caran anî ziman ku ew ê di polîtîkayên xwe yên berê de bi israr bin. Jixwe ji ber van polîtîkayên xwe bi salan li gel AKP’ê tifaq kir û destek da AKP’ê. Digot ku tifaqa li gel AKP’ê nebe jî ew ê piştevaniya polîtîkayên AKP’ê bike. Tayyîp Erdogan jî gotinên MHP’ê bi şêwaza xwe dubare kirin. Got ku em ji xeta xwe ya sor tawîzê nadin. Qesta wî ji xeta sor kiryar û biryarên MHP’ê bûn. Desteserkirina şaredariyan yek ji bingehtirîn polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Şaredariya Colemêrgê desteser kirin û destnîşankirin ku wan bi demagojiya ne sepandina yasayê bi sepandina hiqûqê ev yek rewa kirine û wê piştre jî heman yekê bikin. Îfadeyeke weke, ‘Tişta yasayî ne hiqûqî ye’ ku mînaka wê li seranserê cîhanê tune ye, bi kar anîn. Bi vî awayî îtîraf kirin ku di rastiyê de hemû yasayên dewleta tirk ne hiqûqî ne. Ma ji feraseteke siyasî ya bi vî rengî normalbûn tê hêvîkirin?
Eger tiştekî ku divê asayî be, ew jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ji bo vê jî berî her tiştî divê dev ji gelek gotin û kiryarên xwe yên dijberkirinê, biçûk xistinê, tewankirinê û dijminkirinê û hwd berde. Gelo gaveke bi vî rengî ya AKP’ê yan jî MHP’ê heye? Ne tenê xîtaba Ozgur Efendî, ji bo CHP’ê gotinên berê niha bikar nayîne, ma qey ev asayîbûn e? Wê darazê ji amûrbûna siyasî dernexe, bi hezaran siyasetmedar di girtîgehan de bigire, her roj bi dehan girtin wê bike, lê bi berdana çend kesên nas ma wê asayîbûn pêk were? Dijminatiya li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê wê bidome, lê wê asayîbûn çêbibe! Yên ku dibêjin wê asayîbûnek bi vî rengî nebe, nabe ku weke dij asayîbûnê bê nîşandan. Yên ku niha dibêjin asayîbûn wê bi vî rengî nebe, ew kes in ku herî zêde rastî zilma desthilatdariya AKP-MHP’ê hatine. Yên ku ji bo demokratîkbûn û asayîbûna Tirkiyeyê têdikoşin ew in.
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk piştî hevdîtina Erdogan û Ozel qala çawaniya nermbûnê dike. Helbet yên ku divê nerm bibin û xwe ji xirabiyan rizgar bikin ew bi xwe ne. Eger dijberî hebe, eger biçûk xistin hebe, eger her kes rastî êrîşên herî dijwar hatibe, yê ku ev kiriye desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, yanî bi xwe ne. Lê ew li bendê ne ku ji yên din nerm bibin. Eger desthilatdariya AKP-MHP’ê dest ji hemû xirabiyên ku kiriye berde, yanî eger dest ji polîtîkaya ku 9 sal in dimeşîne berde, hingî wê pêvajoyeke asayîbûyîn û nermbûnê bi xwe bikeve meriyetê. Niha hemû xirabiyên ku ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe pêk tîne, aliyên mûxalîf hincet nîşan dide.
Desthilatdariya AKP’ê yan jî ya rast Tayyîp Erdogan difikire ku ji feraseta ku bi MHP’ê re desthilatdariyek hevpar ava kiriye, zirar dibîne. Hem li hundir hem jî li derve bêbaweriya li hemberî desthilatdariya AKP’ê diafirîne. Ji bo vê jî dixwaze nîşan bide ku di hin mijaran de ji MHP’ê cuda difikire. Ji bo vê jî bêyî ku dev ji polîtîkayên 9 salan ên ku bi MHP’ê re kiriye berde, dixwaze hin guherîna îmajê biafirîne. Ji bo vê jî yekser xwe avêt ser axaftina asayîbûnê ya Ozgur Ozel. Ji bo guherîna îmaja ku li ber çavan digirt, ev yek weke qilifeke rewakirinê dît. Bêyî ku di polîtîkayên sereke de guhertin çêbike, bi bikaranîna zimaneke nerm dixwaze dem bi dest bixe. Ji ber ku MHP di qirkirina kurdan de kilît bûye û naxwaze di van polîtîkayan de guherîneke herî biçûk pêk were, di vê mijarê de hin acizî aniye ziman. Lê belê Devlet Bahçelî, eger polîtîkayên dij-kurd û demokrasiyê weke bingehekê dewam bike, wê wan bifetisîne. Ya rast, eger hem Devlet Bahçelî û hem jî Erdogan bêjin wê tifaqa cumhur bidome, ev yek ji bo me gelekî girîng e. Ev yek nîşan dide ku hin cudahî di şêwe û rêbazê de hene û wê bi hev re bên pejirandin. Her çend di navbera AKP û MHP’ê de ji encamên hilbijartinê û derdora siyasî nêzîkatiyên cuda hebin jî, xuya ye ku li ser qebûlkirina van cudahiyan dê polîtîkayên hevpar pêk bînin. Bi kurtasî divê ji wan neyê hêvîkirin ku ji ber cudahiyên heyî dev ji polîtîkayên hevpar bernedin. Lê belê eşkere ye ku eger têkoşîn bidome wê ev cudahî mezin bibin. Di rastiyê de Tayyîp Erdogan li tifaqên nû digere ku MHP’ê ji derve ve destekê bide. Eger di vê de bi ser bikeve, wê bi tifaqên nû yên ku bi rengekî cuda desteka MHP’ê werbigire re desthilatdariya xwe bidomîne. Lê belê divê tu kes ne li bendê be ku AKP a Tayyîp Erdogan dest ji polîtîkayên xwe yên dij-kurd û demokrasiyê berde.
Li dijî nîqaşên bi vî rengî divê helwesta gelê kurd û hêzên demokrasiyê çawa be?
Pêwîste gelê kurd û hêzên demokrasiyê ne li bendê bin ku Tirkiye bi polîtîkaya asayîbûnê ya CHP’ê re bigihêje hawireke siyasî ya demokratîk. Ev nêzîkatî ji têkbirina polîtîkayên dijminatiyê wêdetir, xizmetê ji polîtîkayên faşîst re dike ku bi rê û rêbazên cuda dewam bike. Faşîzm encama zîhniyeta desthilatdariya faşîst e. Ev zîhniyet û polîtîkayên li ser esasê wê tên meşandin, ancax bi têkoşînê dikare were têk birin. Di vî alî de polîtîkaya ku CHP’ê dişopîne, bi gotineke din dilsafî ye. Yan tişta ku bi salan e li ser desthilatdariya AKP’ê dibêjin şaş e; Yan jî tiştên ku îro dibêjin. Her du bi carekê re rast nabin. Eger gotinên berê rast bin, ji vê desthilatdarî û dîktatoriya faşîst dikare kîjan asayîbûn bê hêvîkirin? Yan jî asayîbûna ku CHP’ê anî ziman çi ye? Demokratîkbûyîna siyasetê bi giştî ye, yan jî bi tenê nermkirina axaftinên li dijî CHP’ê ye? Heke ya duyemîn be, ev tê wateya nermkirina CHP’ê. Ev yek jî wê CHP’ê bîne pozîsyoneke ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tênekoşe û bi polîtîkayên wan re li hev bike. Kesên ku deng dane CHP’ê ew kes in ku êşên mezin ji polîtîkayên AKP-MHP’ê kişandine. Ji bo ku CHP’ê li dijî vê desthilatê bisekine û di rêya demokratîkbûnê de têbikoşe kiriye partiya yekemîn. Bê guman armanca CHP’ê ya ku dixwaze xîtabê li zemîna AKP’ê bike jî tê famkirin. Ne şaşe ku CHP bang li aliyên AKP’yî bike. Lê belê divê ev yek neyê wateya parçeyek ji polîtîkayên AKP’ê.
Bi kurtasî divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê bibînin ku ev nîqaşên asayîbûnê ji bo demokratîkbûyînê wateyekê îfade nake, berovajî vê yekê rewşeke ku polîtîkayên nedemokratîk asayî dike, ava dikin. Ji vî alî ve divê CHP guh nede vê polîtîkayê, tehlûkeya wê bibîne û li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê têkoşînê geştir bike. Zemîna ku gelên Tirkiyê li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê têbikoşin xurt bûye. Divê bêyî ku derfetê bide CHP’ê ku vê zemînê ji holê rabike, têkoşîna demokrasî û azadiyê geş bike. Divê tu hewldanên ku desthilatdariya AKP’ê ji bo guhertina îmaja xwe pêk tîne, asayî û nermbûn neyê dîtin. Tayyîp Erdogan ê ku hilbijartin winda kir, niha jî li dijî gelên Tirkiyeyê ku helwestê nîşan didin û li dijî wî têdikoşin, şerê taybet dimeşîne. Tu ji gotinên wî bi wateya rasteqîne gavek ji bo demokrasiyê nîne. Desthilatdarî û siyaseta Erdogan a 23 salan ev rastî nîşan da. Tenê derdek vî zilamî heye; ew jî li ser desthilatê bimîne û ji alîgirên xwe têr bike. Niha jî rêya vê yekê bi pêşengiya dijminatiya li dijî kurdan dibîne. Divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê hawira siyasî ya piştî hilbijartinan derketiye holê, baş binirxînin û rêxistinbûyîn û têkoşîna hevpar bi pêş bixin. Hêzên demokrasiyê li pêşberî wan berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî heye. Divê xwe bi rêxistinbûyîn û têkoşînê ve bikin yek. Bi hilweşandina vê desthilatdariya faşîst re, divê rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd vebe.