Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karasû: Plan hatin têkbirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî Hesekê kirine û wiha got: "Bi hezaran çete dê bireviyan herêmên Rojava yên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin."

Navenda Nûçeyan |

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Viyan Soran a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û minet bi bîr anî.

Karasû bi bîr xist ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt, dikeve sala 24’an û destnîşan kir ku di nava 23 salên derbasbûyî de yek ji têkoşîna herî mezin a dîroka mirovahiyê hat meşandin.

Gelê kurd dê hîn xurttir xwedî li Rêber Apo derkeve

Mûstafa Karasû diyar kir ku di navbera dewleta tirk a qirker û Rêber Apo de têkoşînek heye û wiha got: “Lê belê Rêber Apo ji ber ku zane dewleta tirk dikare çi bike, bi salan helwesteke azadîparêz nîşan da û li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewletê têkoşiya û li ser pêyan ma. Hîn jî tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye. Gelê kurd tevî dostên xwe 23 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe. Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku bi salan e dewam dike çalakiyeke gelekî girîng e. Nîşan dide ku gelê kurd di azadiya Rêber Apo de çiqasî bi israr e. Jixwe gelê me yê li Ewropayê bi xurtî xwedî li Rêber Apo derket û ev rewş 23 sal in dewam dike. Çalakiya li Strasbourgê jî sembola vê yekê ye. Li Ewropayê ne tenê gelê kurd, her wiha dostên gelê kurd jî ji bo azadiya Rêber Apo di nava hewldaneke mezin de ne. Li Îngilistanê sendîkayên karkeran, li Fransayê hêzên demokrasiyê û rewşenbîr têdikoşin. Li gel vê yekê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ dewam dike.”

Karasû da zanîn ku gelê kurd û dostên wan ku 23 sal in xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin dê di sala 24’an de hîn bêhtir xwedî lê derkevin û wiha axivî: “Hem azadiya gelê kurd hem jî azadiya Rêber Apo dê teqez misoger bibe.”

Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir qirkirin heye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi dewamî bal kişand ser dagirkirina Efrînê ku di sala 4’an de ye û ev nirxandin kir: “Xelkê Efrînê 2 mehan bi rengekî fedayî li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe da. Ji sivîlan jî gelek kes şehîd bûn. Dewleta tirk bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî wergirtî êrîşeke wiha kir. Naxwe di sedsala 21’ê de tu dewlet nikare tiştekî wiha bi hêsanî bike. Ji ber ku tu sedemeke vê dagirkeriyê nîne. Lê belê dewleta tirk a ku li dijî gelê kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne li Efrînê nekarî xwe li jiyana kurdên azad rabigire. Piştevanên dewleta tirk jî di serî de Almanya, dewletên Yekitiya Ewropa û DYE ne. Dewleta tirk xwe spart van hêzan û qir kir. Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye. Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e. Wê ewqas îşkence bê kirin, demografî bê guhertin, gelê kurd bê qirkirin lê cîhan jî wê bêdeng be!

Bêguman di vir de para hin kurdên noker jî hene. Hêzên ENKS’î yên ser bi PDK’ê ve, dagirkeriya li wê derê rewa dikin. Mîna ku li wir dagirkerî nîne hewl didin rewşê asayî nîşan bidin. Dewleta tirk jî xwe dispêre vê rewşê û vê polîtîkaya xwe dimeşîne. Xelkê Efrînê jî li dijî vê yekê bi rengekî mezin li ber xwe dide. Li Şehbayê, li cihekî nêzî Efrînê li benda vegera li Efrînê ye û ji bo vê têdikoşe. Wan bi rêzdarî silav dikim, bi rastî jî sekneke bi mînak e. Welatê xwe naterikînin, ev gelekî girîng e. Ji ber ku di nava kurdan de jî li nava gelên cuda de jî em dibînin, dema ku zext tê kirin hinek dest ji xaka xwe berdidin û li deverên cuda yên cîhanê belav dibin, koç dikin. Lê belê xelkê Efrînê bi mayina li Şehbayê nîşan didin ku çiqasî ji Efrînê hez dikin, çiqasî bi qîmet dibîne û çiqasî pê re dilsoz e. Xwedîderketina li Efrînê erka her kurdeke/î ye. Divê gelê kurd bi temamî piştgiriyê bide xelkê Efrînê, piştgiriyê bide têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê.”

DAIŞ ji aliyê dewleta tirk ve li dijî şoreşa Rojava tê bikaranîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sînaayê ya li Hesekê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Hêzên HSD’ê tevî ku berê bi êrîşa DAIŞ’ê nehesiyan jî piştre bersiva pêwîst dan. Şer hîn jî dewam dike. Bêguman DAIŞ rêxistineke ji rêzê nîne. Hin pirsgirêkên şerê bi DAIŞ’ê re hene. Di nûçeyan de em dibihîzin; bi sedan zarok û sivîl dîl girtine. Ji DAIŞ’ê tê ku sivîlan, zarokan bikuje. Hêzên HSD’ê wê dawiya dawî DAIŞ’ê tasfiye bikin. Lê belê DAIŞ hîn jî weke gefekê heye. Lewma divê şoreşgerên Rojava zanibin ku DAIŞ ji dewleta tirk û hin hêzan piştgiriyê werdigire û divê li gorî vê yekê tedbîrên xwe xurtir bikin. DAIŞ hêzeke ku tê bikaranîn. Di serî de dewleta tirk vê hêzê li dijî Şoreşa Rojava bi kar tîne. Bersiva li vê yekê jî divê xurtkirina Şoreşa Rojava be.

Armanc ew e ku gelê ereb û gelê kurd li ber hev rake. Ji ber ku tişta herî zêde DAIŞ û dewleta tirk jê aciz e tifaqa navbera kurdan û ereban e. Lewma ev êrîş ji aliyekî ve weke êrîşek li ser vê tifaqê ye. Divê kurd û ereb tifaqa xwe xurtir bikin. Lewma ez şervanên HSD’ê silav dikim ên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin û şehîdan bi rêz û minet bi bîr tînim.

Hêzên HSD’ê plan têk birin

Eger ev êrîş bigihîşta armanca xwe, wê ji bo DAIŞ’ê bibûya pêngavek. DAIŞ dikarîbû ji nû ve bi bandor derketibûya holê. Planên hin hêzan hebûn ku DAIŞ’ê bi xurtî derxînin holê. Ev plan hatin têkbirin. Eger Hesekê bi temamî bi dest xistibûna, ev yek wê di heman demê de bihata wateya êrîşa li ser Şoreşa Rojava û bicihanîna planên nû. Ev yek jî wê ji bo gelên herêmê gelekî metirsîdar bûya.

Bêguman hêzên HSD’ê bi temamî pêşî li vê planê girtin. Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bike. Ev yek jî divê ne tenê têkoşîna gelê kurd be. Divê têkoşîna gelê ereb, bi taybetî jî gelên Rojhilata Navîn be. Tu eleqeya DAIŞ’ê bi olê, bi îmanê re nîne.

Lewma gelê ereb û bawermend divê li dijî DAIŞ’ê helwestê nîşan bidin. Li dijî zirara ku DAIŞ dide hevgirtina gelên Rojhilata Navîn divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk ava dibe ku xwe dispêre biratiya gelan. DAIŞ jî dixwaze li Rojhilata Navîn ji nû ve paşverûtiya xwe serwer bike. Civakên alîgirê demokrasî û azadiyê divê hemû li hemberî DAIŞ’ê helwesteke hevpar nîşan bidin. Dewleta tirk dixwaze bi destê DAIŞ’ê Rojhilata Navîn dagir bike. Lewma hêzên demokratîk, gelên herêmê divê li hemberî dewleta tirk helwestê nîşan bidin.”

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê divê wekî êrîşên DAIŞ’ê bên dîtin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi dewamî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Şengalê ku herî dawî ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn û wiha pêde çû: “Dewleta tirk careke din êrîşî Şengalê kir. Fermandar û şervanên YBŞ’ê yên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim. Ev êrîş, têkbirina xelkê êzidî li aliyekî wê têkoşîna wan hîn behtir bike. Dewleta tirk dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku dera Rojhilata Navîn demokrasî û azadî pêk tê, dewleta tirk wê derê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Ji ber ku dema li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî bi pêş ket, hingî dewleta tirk dê ji hev belav bibe. Ji bo ji hev belav nebe, ji bo karaktera xwe ya qirker û mêtinger biparêze êrîşî tevgerên azadîparêz û şoreşger dike. Lewma êrîşî Şengalê dike. Hem ji bo kurd li cihekî nebe xwedî destketî êrîş dike, hem jî zane ku sîstema li Şengalê wê bibe mînak, êrîş dike. Ji ber vê yekê bi salan e êrîşî Şengalê dike. Êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê divê weke êrîşeke DAIŞ’ê bê dîtin.

Xelkê êzidî piştî ewqas berdelan dê dest ji xweseriyê bernede

Çawa ku DAIŞ xwest civaka êzidî qir bike, dewleta tirk jî heman tiştî dike. Eger li hemberî DAIŞ’ê helwest tê nîşandan divê li dijî dewleta tirk jî helwest bê nîşandan. Eger ev nayê kirin, hingî helwesta li dijî DAIŞ’ê sexte ye. Lewma divê êdî her kes li dijî êrîşên dewleta tirk helwestê nîşan bidin. Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrîşên dewleta tirk re ku xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Yekane cudahiya navbera DAIŞ’ê û dewleta tirk ew e ku yek jê bûye dewlet, li qada navneteweyî bûye xwedî cihek, a din jî nekariye bibe xwedî cihekî bi vî rengî. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

Lê belê PDK zemînê ji dewleta tirk re amade dike ku ewqasî êrîşan bike. Xelkê êzidî dibêje, PDK îstîxbaratê dide, dewleta tirk jî êriş dike. Fikra giştî ya xelkê Şengalê bi vî rengî ye. Ji ber ku herî zêde PDK li ber rêveberiya xweser a li wê derê radibe. Bi vî rengî bi dewleta tirk re bûye yek. Iraq jî ji ber zextên PDK û dewleta tirk bêdeng dimîne. Ew jî bi bêdengiyê dibe hevpar. Bi vî rengî ne tenê êrîşan ji nedîtî ve tê, di heman demê de teşwîq dike.

Êzidî jî li dijî êrîşan divê timî di parastinê de nemînin. Divê bersiva pêwîst êdî bidin. Em nizanin bê wê çawa bersivê bidin, lê belê tenê bi xwepêşandanên li qadan nerazîbûn nayê nîşandan. Divê bi rengên cuda jî nerazîbûn bê nîşandan. Aşkera ye ku êrîş wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Lê belê piştî ewqas berdel û şehîdan êzidî wê dest ji berxwedanê bernedin. Wê dest ji Xweseriyê bernedin. Êdî tu hêz nikare pêşî li xweseriya xelkê êzidî bigire. Ne PDK, ne dewleta tirk nikarin pêşî lê bigirin. Dewleta Iraqê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk û PDK’ê re xweseriyê nikare nas bike lê belê pêşiya xweseriya xelkê êzidî vekiriye û tu zirara wê li dewleta Iraqê nîne. Êzidî wê bi vê helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe xweser bibin. Bi vê wesîleyê şehîdan careke din bi minet bi bîr tînim.”

Divê desthilata AKP-MHP’ê were hilweşandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Ji bo dahatuya Tirkiyeyê divê desthilata berdest a AKP-MHP’ê were hilweşandin. Divê gelên Tirkiyeyê êdî bi vê desthilatê re nejîn. Ev desthilat desthilateke faşîst e û ji bo ku bikeve zemîn çêbûye. Pir qels bûye. Sedema neketina wê heta niha muxalefeteke baş nehatiye kirin. Sedema nekirina muxalefeteke ne karîger nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e. ÎYÎ Partî û CHP li şûna ku bi kurdan re ku têkoşîna herî mezin didin bibe xwedî nêzîkatiyeke hevpar, kurdan û mitefikên kurdan rexne dikin, jê dûr disekinin. Herî dawî dibêjin ji rakirina destlêdana Semra Guzel re ew ê bibêjin, erê. Muxalefeteke wiha dibe? Ev tê vê maneyê; li Tirkiyeyê têkoşîna rastî ya demokrasiyê HDP dide.”

Derdorên demokrasiye neye cem hev faşizm hilnaweşe

Karasû bi berdewamî diyar kir mirov nikare bibêje CHP an jî ÎYÎ Partî têkoşîna demokrasiyê didin, ew tenê muxalîfên AKP’ê ne û wiha axivî: “Ji vî alî ve bi lezgînî li Tirkiyeyê hewceyî bi tifaqa demokrasiyê heye. Li ser vê mijarê berpirsyariya HDP’ê û hêzên demokrasiyê heye. Her wiha hin derdorên ku berê di nav AKP’ê de cih girtin û niha jî dibêjin AKP ne demokrat e, ne xwedî wijdanê heq û edaletê yn, mirovên misilman, mirovên bawermend ên Tirkiyeyê ji AKP’ê dûr bikevin. Ev hemû dikarin werin cem hev û tifaqa demokrasiyê pêk bînin. Heke ji AKP-MHP’ê re dibêjin desthialta faşîst hêzên çepgir-sosyalîst û demokrasiyê jî li dijî vê divê tifaqê deynin. Heta ku tifaq neyê danîn derdorên demokrasiyê neyên cem hev faşîzm hilnaweşe. Ji ber ku faşîzm jî ji bo ku hilneweşe rêbazên tund bi kar tîne.”

Lêgerîna tifaqê ya HDP’ê girîng e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi berdewamî derbarê lêgerîna tifaqê ya HDP’ê û nêzîkatiya Sol Partî û CHP û ÎYÎ Partî wiha got:

“Desthilata faşîst qels bûye lê derfetên dewletê bi kar tîne û dixwaze her kesî bêdeng bike. Li dijî vê lêgerîna tifaqa HDP’ê girîng e. Divê hêzên demokrasiyê yên herî zinî yên Tirkiyê bi derdorên din re were cem hev. Ji vî alî ve pir girîng e ku 8 partî bi hişmendiya tifaqeke wiha tevbigerin. Lê hê jî tifaq nehatiye danîn. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ev hem wê bibêjin dixwazin Tirkiyeyeke nû ava bikin û hem jî berpirsyarî ranebin. Şoreşgeriyeke wiha nabe, sosyalîstiyeke wiha nabe.

Ez bi taybetî dixwazim bang li Partiya Sol bikim, çima ne li nav vê tifaqê ye? Bêyî tifaqa demokrasiyê desthilata AKP-MHP’ê wê çawa were hilweşandin? HDP û 8 partiyên din nikarin daxwazeke hevpar bikin? Em Partiya Sol û yên din ku sivikatî li vê tifaqê dikin rexne dikin. Divê dev ji vê helwestê biqerin. An na yên ku temenê vê desthilatê dirêj dikin wê ew bin. Kî nebe parçeyeke çalak ê vê tifaqê berpirsê dirêjkirina temenê AKP’ê ew in. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê ji vê belawelabûn û nehatine cem hev a hêzên demokrasiyê sûd werdigirin. Niha jî hin dibêjin CHP-ÎYΠ Partî ji bo ku li cem kurdan xuya nekin ji HDP’ê dûr disekinin.

Baş e Sol Partî çima dûr disekine? Fikareke wiha ya Sol Partî jî heye? Baş e, em gotin û nêzîkatiya wan rast nabînin. Lê tenê bi gotinê nabe. Çima ne parçeyek ji vê tifaqê ye? Naxwe wê demê hin dikarin bibêjin Sol Partî ji bo ku li cem HDP xuya neke tev li tifaqê nabe. Sedema ku tev li vê tifaqê nebe çi ye? Dibe ku fikrên xwe ji HDP’ê cuda bin, biya min heye jî lê bi kêmanî li ser hin xalên hevpar mirov nikare were cem hev? Ku vê bibêjin ma ne bes e: ‘Em ji bo desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin tifaqê datînin’.

Girîng e ku 8 partî werin cem hev

Ji vî alî ve bi me girîng e ku ev 8 partî hatine cem hev. Divê bêhtir bi pêş ve bibin. HDP jî divê israrê bike. Divê derdora dîndar ku ji AKP’ê qut bûne jî di nav vê tifaqê de bin. Niha biya me li Tirkiyeyê divê rojev tifaqa demokrasiyê be. Bi vê bingehê divê li dijî AKP-MHP’ê mirov têbikoşe. Heke ev tifaq neyê dadnîn, tênekoşin, desthilata AKP-MHP’ê wê li ser pêyan bimîne, berpirs ji wê ew bin ku tev li vê tifaqê nebûne. Ji vî alî ve em xebatên ji bo tifaqê girîng dibînin. Em destek didin. Jixwe têkoşîna HDP, kurdan demokratîkirina Tirkiyeyê ye. Li nav Tirkiyeyeke demokratîk, dixwazin bi xweserî bijîn. Dixwazin gelên Tirkiyeyê xurt bibin. Ev hem di berjewendiya Tirkiyeyê û hem di berjewendiya sûnî û elewiyan de ye jî. Çima ji bo Tirkiyeyke wiha neyên cem hev?

Bila têkoşîna li dijî AKP-MHP’ê were geşkirin

Em bawer dikin dawiyê wê aqil serwer bibe, li Tirkiyeyê tifaqa demokrasiyê çêbibe û li dijî desthilata AKP-MHP’ê têkoşîn geş bibe. Em jixwe vê têkoşînê didin. Heke desthilata AKP-MHP’ê hatibe vê rewşê ev bi encama têkoşîna me ye. Em berxwedaniyeke mezin didin. Çi kesê ku dilxwazê demokrasiya Tirkiyeyê ye divê vê bibîne û pîroz bike. Em vê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin. Herî dawî em ê vê pêk bînin. Em ê Tirkiyeyê demokratî bikin û Kurdistanê azad bikin. Bi vê bingehê em bang dikin ku têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê were geşkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar