Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karasû: Tecrîd polîtîkayeke qirkirinê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû got ku nêzîkatiya dewleta tirk a li kurdan, qirkirin e. Ev tecrîda giran, polîtîkayeke qirkirinê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman:”Bi Rêber Apo re 21 meh in tu hevdîtin nehatiye kirin. Ya rast, tecrîd 24 sal in dewam dike. Di dema rawestandina şer de hin hevdîtin hatibe kirin jî tecrîd û pergala zordariyê 24 sal in dewam dike. Ji xwe piştî çend mehan 24 salan dadigire. Dîlgirtina Rêber Apo wê bikeve sala 25’an. Bêguman ev yek ji bo rêberê gelekî demeke dirêj e. Mayina 24 salan li zindanê karakterê vê têkoşînê jî radixe pêş çavan. Nîşan dide ku ev têkoşîn çiqasî tund û dijwar e, têkoşîna gelê kurd, helwesta li hemberî dewleta tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide.”

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta tirk a li kurdan nêzîkatiya qirkirinê ye û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne. Ev tecrîda giran polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiyeke qirkirinê ye. Polîtîkaya tunekirina kurdan e, şêweyê bicihanîna vê polîtîkayê li Îmraliyê ye.”

Karasû diyar kir ku eger Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dengê xwe li hemberî vê yekê nake, hingî hevparê vê qirkirinê ne û got, “Ji xwe ew jî li hemberî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Hevparê vê ne. Sala 1923’yan bi Peymana Lozanê re qirkirina kurdan qebûl kirin. Piştgirî dan polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo qirkirina kurdan. Di encama hevdîtinên Lozanê de ji dewleta tirk re gotin, ‘Tu Mûsil, Kerkûkê ji me re bihêle, yanî di bin kontrola Îngilistanê de bihêle, tu kare di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de kurdan qir bike’. Bi vî rengî erê kirin. Ev yek hîn jî dewam dike. Lewma polîtîkayeke qirkirinê heye, bêdeng dimînin. Polîtîkaya li dijî kurdan tê meşandin zexteke ji rêzê nîne. Zilmeke ji rêzê nîne. Komkujiyeke ji rêzê nîne. Dixwazin kurdan bi temamî tune bikin. Rastî bi vî rengî ye.”

‘Polîtîkaya qirkirina kurdan’

Mûstafa Karasû anî ziman ku divê her kes bibîne, li dijî kurdan polîtîkayeke qirkirinê tê meşadin û destnîşan kir ku heta ev rastî neyê qebûlkirin, heta ku neyê fêhmkirin ku li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin, kes nikare polîtîkayeke rast biafirîne.

Karasû ragihand ku polîtîkaya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê meşandin polîtîkayeke qirkirinê ye, polîtîkaya qirkirina kurdan e.

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî polîtîkaya qirkirinê divê xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd be û wiha dewam kir: “Xwedîderneketina li Rêbertî tê wateya qebûlkirina qirkirina kurdan, tê wê wateyê ku serê xwe dide ber kêrê. Vê yekê dikarim bi hêsanî bibêjim; kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakevin hingî qirkirin qebûl kirine. Dest ji kurdîtiyê berdane. Ew kurd e ku dixwaze dest ji kurdîtiyê berde. Jê re kurd nayê gotin. Lewma kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakeve kurdekî rastî nîne, ji ber ku serê xwe dirêjî binê kêra qirkirinê kiriye.”

Karasû bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel zane kir, bi rêxistin û xwedî îrade kir û got, “Niha êrîş li ser Rêber Apo tê kirin. Wê demê em hemû deyndarê Rêber Apo ne. Gelê kurd, dost, her kes deyndarên Rêber Apo ne. Divê xwedî li Rêber Apo derkevin.”

‘Kurdbûn bêberdêl nayê parastin’

Karasû got, “Bêguman xwedîderketin heye. Gel xwedî derdikeve. Li Eworpayê timî xwedîderketin heye, lê belê ev xwedîderketin divê bê berfirehkirin. Belê zext giran e, em zanin lê belê ev têkoşîn bi berxwedana li hemberî zextên giran bi pêş ket. Bi berxwedana li dijî zextên giran ên li zindanan bi pêş ket. Gerîla bi dehan sal in bi her cure fedakariyê dikin û vê têkoşînê dimeşînin. Kurd bi têkoşînê li ser piyan dimîne. Lewma kurdbûn bêberdêl nayê parastin. Têkoşîna kurdan, têkoşîna azadiyê ya kurdan, misogerkirina azadiya kurdan tenê bi vî rengî dikare pêk were. Em vê çarçoveyê gelekî girîng dibînin.”

‘Êrîşên li ser Rojava’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû bi dewama axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî nirxand.

Karasû diyar kir ku li Rojava, li bakurê Sûriyeyê kurdan, ereban, suryaniyan zêdeyî 12 hezar şehîd dan, 20 hezar birîndarên xwe hene û wiha got: “Ji bo çi li dijî DAIŞ’ê şer kirin? Ji bo mirovahiyê şer kirin. Her kes bi vê zane. Li gel vê yekê, dewleta tirk dixwaze Kobanê dagir bike, ku Kobanê bû cihê destpêka têkçûna DAIŞ’ê.”

Karasû bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan û ev tişt got: “Bêyî ku li ber xwe bikevin, bêdeng dimînin. Ev yek tê wateya ‘bi me re tu nirx tune ye’. Berê bi Ewropiyan re nirx hebûn. Niha di vê asta kapîtalîzmê de, di vê asta globalbûnê de li Ewropayê nirx nemaye, bêqîmetbûnek heye. Lewma tevî ku ewqas êrîş li ser Rojava têne kirin, binesazî tê hilweşandin, derfetên jiyanê yê mirovan bi temamî ji holê têne rakirin, lê li hemberî vê bêdeng dimînin.”

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku polîtîkaya niha dewleta tirk li Rojava dimeşîne polîtîkaya qirkirinê ye û got, “Çawa ku li Bakur polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, heman polîtîkayê li ser Rojava jî dimeşîne. Hincet û sedemeke cuda ya vê yekê nîne. Qala ‘paqijkirina korîdora’ ji 30 kîlometreyî dike. 30 kîlometre tê çi wateyê? Tê wateya serweriyê. Tê wateya tunekirina kurdan. Kurd ji xwe li herêmên li ser sînor e. Bajarên kurdan hemû li ser sînorê Tirkiyeyê ne. Herêma bi 30 kîlometreyî tê wê wateyê ku dibêje ‘ez ê herêma kurdan hemûyan kontrol bikim, çeteyan lê bi cih bikim’. Ev yek qirkirin e, armanc ev e. Divê kurd hemû bi vê zanibin. Bi vê armancê ewqas penaberên Sûriyeyê li Riha, Dîlok û çend deverên din bi cih kiriye. Yanî dixwaze li wê herêmê nifûsa kurdan xera bike. Dixwaze kurdan kêm bike. Lewma bêdengî tê wateya erêkirina qirkirina kurdan. Ev yek ji bo DYA, Rûsya û Ewropa jî derbasdar e.”

Ya wê dest ji kurdbûnê berdin ya jî wê li ber xwe bidin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku polîtîkaya dewleta tirk a li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya qirkirina kurdan e û wiha dewam kir, “Wê demê divê gelê Rojava bi vê zanibe. Qirkirina kurdan tê ferzkirin. Dixwazin kurdan ji wir tune bikin. Dixwazin ji kurdbûn qut bikin. Dixwazin kurd ên azad tasfiye bikin. Eger polîtîkaya tê kirin qirkirina kurdan be, wê demê divê helweteke çawa bê nîşandan, divê ew bê kirin. Gelê gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Gel ev yek dît; Dewleta tirk Efrîn dagir kir, kurd ji wir derxist. Ji ber ku qir dike. Li Efrînê, Serêkaniyê kurd têne qirkirin. Yanî dewleta tirk li deverên dagirkirî kurdan qir dike. Niha jî dixwaze vê dagirkeriyê berfireh bike. Gelê têgihiştî niha li ber vê yekê radibe. Dibêje ku wê li ber xwe bide. Ya wê dest ji kurdbûnê berdin, yan jî wê li ber xwe bidin. Gelo mirov dikare dest ji xaka kal û pîran berde? Gelo wateyeke wan nîne? Gelo qet qîmetê vê xakê nîne ku pêşiyên me, dayik, bav û kalên me bi kedê kirine welat? Heye. Wê demê divê mirov li ber xwe bide. Heta dawiyê divê mirov li ber xwe bide. Eger şerek biqewime divê li her devera ku dewleta tirk êrîşan lê dike, berxwedan li dijî dagirkeriyê bê nîşandan. Divê dagirkerî bê qewirandin. Şer divê bê dewamkirin. Gel divê bi şervanên xwe re şer dewam bike. Şer divê tenê li ser milê şervanan neyê hiştin. Li vir gelek heye. Bi milyonan mirov hene. Divê şer bi hev re bimeşîne. Eger vê neke wê dewleta tirk bigihêje armanca xwe. Rast e şervanên li wir wê bi rengekî fedaî li ber xwe bidin, lê belê berxwedan ne tevî gel be, encam bi dest nakeve. Yanî hingî encam wê zehmet be. Divê ev yek were dîtin. Lewma divê gel tev li şer bibe. Belê helwesta niha ya gel baş e, erênî ye. Civak bi temamî helwestê nîşan dide. Li Rojava gel bi temamî xwedî hişmendiya kurd ê azad e. Xwedî feraseta neteweya demokratîk e. Em fêhm dikin ku Rojava wê vê carê li ber xwe bide. Tecrûbeya Efrîn, Serêkaniyê heye. Êdî cihekî cuda nîne ku biçin. Divê keştiyên li pişt xwe bişewitînin. Cihekî cuda nîne ku berê xwe bidin wê derê. Eger bi vî rengî nêzîk bibe gel wê bi ser bikeve û ew der li Tirkiyeyê bibe çiravek. Belê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare li Tirkiyeyê bibe çirav. Wê gelên cîhanê jî piştgiriyê bidin. Gelên cîhanê minetdarê Rojava ne. Têkiliyeke xwe ya hestewarî heye. Gel hene, dewlet dibe ku berjewendiyan diparêzin, lê belê gel bi berxwedana Rojava re ye. Dema ku piştgiriya gelan bi berxwedêrên Rojava re bû yek, hingî ew der wê li Tirkiyeyê bibe çiravek.”

‘Serhildan wê bandorê li tevahiya cîhanê bike’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî nirxand û wiha got: “Êdî em di sedsala 21’ê de ne. Ev sedsala nû wê bibe sedsala azadiya jinan. Têkoşîna azadiyê ya jinan wê mohra xwe li sedsala 21’ê bixe. Kes nikare ji vê yekê bireve. Êdî hişyarbûnek heye.”

Karasû bi bîr xist ku serhildana vê carê ya li Îranê ji yên berê cudatir, navber bi navber nîne, 3 meh in dewam dike û got, “Sedema vê yekê jî ew e ku xwe dispêre pêşengiya jinan. Daxwaza azadiyê ya jinê, bingeh û cewhera vê serhildanê ye. Daxwaza azadiyê ya jinan, sîstema azadiyê ya herî berfireh a demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê nepêkane ku bi darvekirin, bi cezakirinê pêşî li serhildana li Îranê bê girtin.”

Mûstafa Karasû anî ziman ku têkoşîna li Îranê wê gelek tiştan biguherîne û got, “Wê siyaseta li Îranê jî biguherîne. Li Îranê, siyaset, civak tê guhertin. Di nava 3 mehan de civak guherî. Civaka niha ya Îranê civaka Îranê ya beriya sê mehan nîne. Jin û ciwanên Îranî yên niha ne yên beriya sê mehan e. Rastiyeke civakî ya nû afirî ye. Bêguman ev jî xwe dispêre dîroka Îranê. Îran ew qad e ku di herikîna dîrokê de gelek fikrên cuda derketiye holê. Ji aliyê felsefî û fikrî ve cografyayeke dewlemend e. Lewma cografyayeke gelekî hilberîner e. Ev hemû di şexsê azadiya jinan de radibin ser piyan, daxwaza azadiyê, demokrasiyê û guhertinê dikin.

Ev yek bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Ne tenê Îranê, her wiha wê tevahiya cîhanê biguherîne. Guhertin an jî fikra ku jinan li Îranê afirandin, wê bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bike. Berxwedaneke bi vî rengî dewam dike. Ev hişyarbûn dewam dike. Wê teqez encamê bi dest bixe. Wê çawa bi ser bikeve? Mirov nikare tiştekî şênber bibêje, lê belê wê teqez Îranê biguherîne. Encamên vê berxwedanê wê hebin. Ji aliyê erênî ve, ji aliyê pêşketina demokrasî û azadiyê ve wê teqez encamên girîng biafirîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar