Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Karavanagh: Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye

Paûl Karavanagh derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de ev tişt anî ziman: “Aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne. Bi nivîs û teoriya xwe rêbertiyê dike. Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê de tê ragirtin, zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin. Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cihanê çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Rêveberê Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîonê Paûl Karavanagh ku weke şêwirmendê Otorîteya Perwerdeyê ya Bakurê Îrlandayê dixebite derbarê pêngava azadiyê de axivî. Paûl Karavanagh diyar kir ku girtîgeh di mejiyê mirovan de ye” û wiha got: “Eger di mejî de hûn girtî bin, hingî hûn girtî ne. Aşkere ye ku mejiyê Abdullah Ocalan girtî nîne. Ew bernameyeke siyasî destnîşan dike.”

Paûl Karavanahg piştî ku sala 1981’ê hate girtin 5 caran cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bi peymana navbera Komara Îrlanda û Qraliyeta Yekbûyî de ku 10’ê nîsana 1998’an hate îmzekirin û weke peymana ‘În a bi xêr’ dihate naskirin, hate berdan. Paûl Karavanagh anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in bi rengekî fîzîkî li Îmraliyê girtî ye û berdewam kir: “Tecrûbeya her kesî ya li girtîgehê cuda ye. Min digot, girtîgeh di mejiyê mirovan de ye. Eger mejiyê we girtî be, hûn jî girtî ne. Eşkere ye ku aqlê Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne. Bernameyeke siyasî bi şênberî nîşan dide. Bernameyeke siyasî ya ku mirov dipejirînin. Ev yek di asta jiyanî de girîng e.”

Paûl Karavanagh diya rkir ku Serokkomarê Tirk Erdogan di hilbijartinên dawî de gelekî kêm kir, hewldana li Wanê jî li bin guhê berxwedana gel ket û got, “Dibe ku weke serketineke biçûk bê dîtin, lê belê her serketineke biçûk gavek ber bi têkçûna Erdogan e. Rêberê gelê kurd li girtîgehê ye, lê belê aqlê wî li girtîgehê nîne. Bi nivîsên xwe, bi teoriya xwe hîn jî lîderiyê dike. Heta ku ew sax be wê jê bitirsin. Ji ber fikrên wî ew girtin. Tişta ku herî zêde jê ditirsin fikrê wî ye, lê belê fikrê wî niha pêşengiyê ji guhertinê re dike. Mîna ku di hilbijartinê de hate dîtin. Ji bo mirovan dibe hêvî. Li girtîgehê jî dibe hêvî. Bi dîtina min tiştek mîna hêviyê nîne. Tiştek ji hêviyê bêhtir xurt nîne.”

Paûl Karavanagh anî ziman ku Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye, xwedî tecrûbeyeke hevdîtinên aştiyê ye û got, “Ji pêvajoya danûstandinan fêhm dike, zane bê çi dixwaze. Zasne ku encama lê digere çi ye û çawa dikare xwe bigihîne wê derê. Wê bi hêsanî nebe. Rêya ber bi danûstandinan ve, dawiya dawî ew dikare biryarê bide, lê belê wî xetek diyar kiriye. Yên ku dane ser şopa wî bi vê zanin. Wê ji xwe re bibêjin, eger Abdullah Ocalan bûya wê çi bikira? Yanî ew ê vê diyar bike. Wê nifşê nû jî bi rê ve bibe, wê pêşengiyê ji nifşê nû re bike, heta azadî pêk were wê pêşengiyê ji nifşan re bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar