Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: 4’ê Nîsanê roja rojbûna meşa azadiyê ye

Fermanarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan: 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna fikir û felsefeyeke nû ye.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Gerîla TV re axivî.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de temaşevanên Gerîla TV silav kir û ev tişt anî ziman: “ 4’ê Nîsanê roja dayikbûna Rêber Apo em weke Biryargeha Navendî bi navê tevahiya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Rêber Apo pîroz dikin û silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. Roja jidayikbûna Rêber Apo em li tevahiya hevalan, jinên Kurdistanê û tevahiya jinan, li tevahiya gelê me û gelan pîroz dikin. Bêguman 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna yek kesî ye. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo rojbûna fikrekî nû ye, rojbûna felsefeyeke nû ye, rojbûna meşa hebûn û azadiya Kurdistanê ye. Rojbûna têkoşîna azadiya gelê me ye, ya gelan e. Ji bo wê jî gelê me vê rojbûnê weke rojbûna xwe dibîne. Jinên kurd, jinên azadîxwaz vê rojbûnê weke rojbûna xwe dibînin. Ev tiştekî rast e, di cih de ye. Ji ber ku rojbûna 4’ê Nîsanê li Kurdistanê di warê fikir û raman, jiyan, tevgerîn û têkoşînê de serdemeke nû bi xwe re anî.

Karayilan di axaftina xwe de bal kişand serhildanên kurdan ên dîrokî û wiha got: “Rast e di dîroka gelê me de gelek serhildan hene û serokên van serhildanan hebûn. Her yekî di dîrokê de cihekî xwe heye. Lê belê Serok Apo yekem rêbereke ku bi ilmê demê re fikir, raman û paradîgmayeke nû ava kir. Rêber Apo ji kûraniya çand û dîroka Mezopotamya ya gelê kurd, ji naveroka çanda gelan wisa dîrok û roj bi hev re kiriye yek. Bi vî rengî bi paradîgmayeke nû derketiye ser dika dîrokê. Îro paradîgmaya Rêber Apo ji bo civaka azad, civaka demokratîk, ji bo şoreşa jinan, ji bo şoreşa ekolojîk, çarçoveyeke nû bi pêş xistiye. Jina kurd li Kurdistanê kir hêz, gelê kurd li Kurdistanê kir hêz û îrade. Wisa li hember kapîtalîst modernîte bi pêşxistina demokratîk modernîte bijareke nû afirand. Ji bo hemû gelan ev çareyeke nû ye. Ji bo wê jî jidayikbûna 4’ê Nîsanê ji bo me, ji bo gelê me, ji bo gelan, ji bo tevahiya jinan wateyeke xwe heye. Di vê çarçoveyê de lê xwedîderketin û pîrozkirin di cih de ye.

Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê zanîn, gelê me ji bo li rojê xwedî derkeve, rojbûnê pîroz bike dimeşe heta gundê Rêber Apo û Amara. Di vê meşê de gelek bûyer qewimîn. Pir caran astengî çêdibû û şer çêbû. Di vî şerî de gelê me şehîd da. Bi taybetî 4’ê Nîsana 2019’an Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan şehîd ketin. Ez van şehîdên hêja bi bîr tînim, li hember bîranîna wan serê xwe ditewînim. Soza me dane şehîdan careke din em dubare dikin. Gelê me berdêl da, lê ji ya xwe dest berneda. Li ser vî hîmî xwedîderketina Rêber Apo weke xwedîderketina li xwe dît. Ji ber wê jî berdêl jî da, lê gav paşve neavêt. Rêber Apo îro ji bo gelê me nasnameyeke. Ji bo hemû kesên azadîxwaz, demokratîk, li ser hîmê wekhevî û biratiya gelan tevdigere, li ser hîmê xeta jin a azad, civaka azad tevdigere û dixwaze, Rêber Apo nasnameyeke û çarçoveyeke. Ji ber wê xwedîderketin di cih de ye. Li ser vî esasî em weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di şopdariya Rêber Apo de bêteredût tevdigerin û li ser vî hîmî 4’ê Nîsanê careke din li Rêber Apo, li tevahiya gelê me, tevahiya jinên Kurdistanê pîroz dikin û di têkoşîna azadiyê de, di meşa azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê de em ji bo hemû kesî serketinê dixwazin. Rojbûna 4’ê Nîsanê pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar