Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Bi şehîdxistina heval Ebûzêyd hedef welatparêziya Mexmûrê ye

Di êrîşa hewayî de ya ku di 29’ê tebaxê de ji aliyê balefira bêmirov û bi çek ve ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk hatibû, hemwelatiyê bi navê Ebuzeyd Abdula Ubeyd jiyana xwe ji dest dabû.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzêyd Ebdullah nameyeke sersaxiyê weşand.

Di nameyê de ev tişt hat diyarkirin: “Malbata hêja; di êrîşa dewleta tirk a faşîst, bêbext û tirsonek de şehadeta heval Ebûzêyd me pir xemgîn kir. Ez bi navê rêveberiya tevgera me, ji bo tevahî ehlê malbatê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo tevahî gelê me yê hêja yê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û ji bo tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Û em dibêjin Xwedê rehma xwe lê bike. Kesekî weke heval Ebûzêyd paqij û dirust li her derekê wê cihê wî bi rûmet be. Em wekî tevger êş û xemgîniya we par vedikin. Sozê me dayî şehîdên peqrewan, em ji bo şehîdê hêja; rêheval Ebûzêyd careke din dubare dikin. Em dibêjin, Ey şehîdê hêja; bila dilê te şad be, wê xwîna te li erdê nemine. Xem û xeyalê te, wê bibin heqîqet. Di rêya we de heya Kurdistana azad û serfiraz em ê bi bîranîna we têkoşînê bilind bikin. Em ê heya dawiyê di vê soz û peymana me dayî we de girêdayî bin.’

35 salan ked da

Heval Ebûzêyd di şoreşa me de kesekî xwediyê kedê bû. Keda xwe ya nêzî 35 salan heye. Ez bi xwe vî welatparêz û şoreşgerê hêja 29 sal in nas dikim. Bi gelek xebat, ked, dirustî û cesareta wî re bi xwe bûme şahid. Bi sekna xwe ya welatparêzî, bi welatê xwe ve girêdayî, bi sekna xwe ya bi biryar nimûneyekî pir mezin e. Hevalê Ebûzêyd di Kurdistanê de temsîla welatparêziyê, mêrxwazî û fedakariyê ye. Bi dirûstiya xwe, bi paqijiya xwe û bi sekna xwe ya bawerî dide mirov, di sozê xwe de girêdayibûnê de nimûneyekî mezin e. Hevalê Ebûzêyd wekî kesekî ji Botanê, ji gundê Dêra Hînê, ji eşîra Goyiyan bi keda xwe ya salan û bi têkoşîna xwe aşkera kir ku, ew wekî temsîla welatparêziya Botanê bû xwedan rol û rûmet. Bi dirustî, paqijî û bi sekna xwe nirxê mirovatiyê û yê hevaltiyê temsîl dikir. Şehîd Ebûzêyd wekî heval û welatparêzekî bi Serok Apo ve, bi Kurdistanê ve, bi şehîdan ve pir girêdayî bû. Mirov dizanibû ku tu tiştek nikare ew girêdaniya wî ya bi van nirxan û biryarbûna wî bandor bike. Ne tiştekî hêsan e ku bi salan di hundirê karê şoreşê de bi dirustî, fedakarî û bi cesareta xwe ewqasî bawerî çêkirin. Dixwiyê ku, dijmin jî heval Ebûzêyd çi temsîl dike dizanibûye. Kesekî çawa hîmê welatparêziya kurd temsîl dikir dijmin baş dizanî. Ew êrîşê li ser hevalê Ebûzêyd ne êrîşekî ji rêzê ye. Êrîşekî pir bi hesab û bi plan e. Û wisa biryar dane û pêk anîne.

Welatparêziya wargehê kirin hedef

Dijmin di şexsê hevalê Ebûzêyd de welatparêziya Wargeha Ş. Rustem Cûdî kiriye hedef. Hedefa sereke welatparêziya gelê wargehê ye; welatparêziya Botan û ya gelê Kurdistanê ye. Me dît ku di heman rojan de li herêma Soran, li Kifriyê welatparêzê hêja Mamoste Şemal jî wisa bi şêwazekî bêbext hat hedef kirin. Di şexsê welatparêz Mamoste Şemal de welatparêziya Soran kirin hedef. Dijmin ji welatparêziya Soran ditirse, ji ber wê kirin hedef. Dijmin ji welatparêzî û sekna xelkê me yê Wargeha Ş. Rûstem Cûdî jî pir ditirse. Ji ber wê wekî sembola wê hevalê Ebûzêyd kire hedef.

Çawa ku par li rojavayê Kurdistanê wekî sembola welatparêziya rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo kirin hedef, a niha jî di Wargehê de hevalê Ebûzêyd kirin hedef. Ew êrîşên dewleta tirk a faşîst û qirker li ser welatparêziya gelê kurd e. Ew bi van êrîşên xwe dixwaze welatparêziya li Wargehê tê temsîl kirin, derbe lê bixe û tesfiye bike. Bi esasî dijmin dixwaze Wargehê belav bike û tasfiye bike. Bi van êrîşan tirs û xofê çêke û wisa siyaseta xwe serwer bike. Hedefa xwe ev e. Hedefekî xwe yê wisa polîtîk û qirêj heye. Li hemberê vê di serî de gelê me yê li Wargeha Ş. Rûstem Cûdî, ku heta niha bi fedakariyeke mezin rûmetekê temsîl dike; di Kurdistanê de îro xwedan cîh û warek e, divê ku li ser şopa van şehîdên qehreman ên wekî Ebûzêyd ên bi biryareke mezin bimeşin û têkoşîn bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin û li hemberî dijmin hîn zêde bi dijwarî têkoşînê bilind bikin. Ji bo vê hevgirtin, ji bo vê rêxistin kirin, ji bo vê avakirina ruhê şoreşgerî, welatparêzî û yekbûniyê teqez di nav xwe de ava bikin. Wisa bibin bersiv. Di vê serdema girîng de pirsgirêkên navxweyî çi bibe bila bibe, divê ku gelê me yê Wargehê ji van êrîşên dijmin ên li ser rûmeta Wargehê encam derxîne û teqez divê rêxistin û yekbûna xwe xurt bike. Wisa ji bo dijmin bibe bersiv. Divê bi vî awayî ruhê Şehîd Ebûzêydan temsîl bike, li hember sîxûr û neyaran bi yekdestî raweste û wisa xeta şehîdan temsîl bikin.

Êrîş biplan in

Cardin li hemberî vê tevahî welatparêzên Kurdistan, rewşenbîrên gelê kurd; divê hîn zêde li hember qirkerî û dagirkeriya tirk xwedan helwest bin û têbikoşin. Em bi welatparêzî û biryardariya ku heval Ebûzêydan temsîl kirî dikarin hemû êrîşên dijmin têk bibin û bi ser bikevin. Ew tiştekî misoger e. Di vê dema dîrokî û girîng de ew êrîşa li ser şoreşger û welatparêzê hêja, kedkarê mezin; heval Ebûzêyd wisa dibînin. Ev êrîş ne êrîşeke ji rêzê ye. Erîşekî bi plan e û divê malbata me ya hêja, bizanibin ku di malbata wan de şexsiyetekî wekî Ebûzêyd derketiye ku di çavê dijmin de bûye kelem. Dijmin wisa bi planekî taybet xwestiye şehîd bike. Ew ji malbatê û ji bo hemû mal û mirovan şerefek e ku kesekî wekî Ebûzêyd ji wê malbat û derdorê derketiye.

Divê şêniyên wargehê li ser esasê welatparêziyê tevbigerin

Wisa bi xebat û keda salan xwe ispat kiriye; gihîştiye asta sembola welatparêziyê. Divê hemû xelkê Wargehê, mîlîsên Wargehê û ehlê malbatê li ser van esasan nêzî şehadeta heval Ebûzêyd bibin. Li ser vî esasî têkoşîna Şehîd Ebûzêydan û têkoşîna şopdariya şehîdan de hîn zêde bi biryar tevbigerin. Wisa em bi têkoşîna şoreşgerî bi tolrakirin û bilindkirina ala wan ve, şehîdan bikin kesên nemir. Bîranîna wan di avakirina Rêberiya azad û Kurdistana azad de bidin jiyankirin. Li ser van esasan em cardin ji bo tevahî gelê me yê Wargehê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo hevjîna rêhaval Ebûzêyd ya hêja, dîsa ji bo hemû zarokên heval Ebûzêyd û ji bo hemû ehlên malbatê sersaxiyê dixwazin. Di şopdariya şehîdê qehreman de, em ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar