Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Dê bedela hewldana dagirkeriyê ji bo dewleta tirk giran be

Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan têkildarî êrîşên li dijî Xakûrkê û grevên birçîbûnê axivî. Karayilan got ku armanca dewleta tirk ne operasyon, dagirkerî ye û wiha dom kir: “Yek ji armancên wan ew e ku Kerkûkê ji Başûr qut bikin. Desthilata Başûr jî niha bêdeng e. Ev jî nîşan dide yan hevkarin an jî rê dane dagirkeriyê. Dê bedela hewldana dagirkeriyê ji bo dewleta tirk giran be.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan der barê grevên birçîbûnê, peyamên Ocalan û pêvajoya dema bê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) pirsên rojnameger Amed Dîcle bersivand. Karayilan di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li dijî Xakûrkê û diyar kir ku gerîla li dijî dagirkeriyê dê berxwedanekî dîrokî bide

Fermandar Mûrat Karayilan di serî de Cejna Remezanê li hemû gelê Kurdistanê û alema îslamê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya biratî, yekitî û xurtbûna piştevaniya li Kurdistanê. Karayilan di berdewamê de jî bal kişand ser şerê li Xakûrkê û wiha got: “Weke ku tê zanîn dewleta tirk saleke di asta herî bilind de gef li Rojava xwar û hîn jî dixwe. Xuyaye ku ji bo êrîşî Rojava bike nekarî destûrê ji efendiyên xwe werbigire. Lewma berê xwe da Xakûrkê. Ji ber ku vê zîhniyeta nîjadperest, şoven û faşîst desthilatdariya xwe bi dijberiya li kurdan girê daye. Naxwaze di vê mijarê de valahiyekê bihêle.”

‘Ya li Xakûrkê ne operasyon, dagirkerî ye’

Karayilan diyar kir ku dewleta tirk planên xwe yên ji bo başûrê Kurdistanê hebûn û wiha dom kir: “Nekarîn ji bo dagirkirina Rojava destûrê bigirin. Vêcarê jî ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên dagirkirina Başûr, êrîşî Xakûrkê kir. Ya ku dewleta tirk li Xakûrkê dike operasyon nîne, dagirkerî ye. Ev dagirkerî jî demkî nîne, dagirkeriyeke mayînde ye. Rastî ev e û divê her kes vê rastiyê bibîne.”

‘PKK tu carî naqede’

Li ser pirsa ‘Rayedarên tirk dibêjin dema PKK qediya em ê ji Başûr vegerin?’ jî Karayilan wiha got: “Gelo PKK dikare biqede? Tu carî naqede. Rastiyeke mîna PKK’ê ku xwedî hêzeke ewqasî mezin a girseyî ye, di nava şert û mercên dijwar de bûye xwedî hêzeke xurt a têkoşînê, gelo dikare biqede? Qet û qet ev nepêkan e. Wateya vê gotinê ev e; ‘Ez başûrê Kurdistanê dagir dikim û li vir mayînde me.’”

‘Armanca dewleta tirk dagirkirina Kerkûkê ye’

Di berdewamê de jî Karayilan bal kişand ser helwesta hikûmeta Başûr a li dijî dagirkeriyê û ev nirxandin kir: “Ev mijarekî girîng e. Rêxistinên li Başûr bi taybet jî desthilatdariya heyî û dewleta Iraqê li pêşberî van êrîşan bêdeng in. Dibe ku hin hêzan nerazîbûn nîşan da bin. Lê belê bi giştî nêzîkatiyeke ji rêzê heye û bêdeng in. Ev yek rewşeke gelekî cidî ye. Ger desthilatdariya Başûr li pêşberî vê bêdeng be, wê demê ya li hev kirine, ya jî qebûl kirine. Haya wan jê heye. Divê em bi vê baş zanibin; dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê xwedî hesabên gelekî cidî ye. Qebûlkirina dagirkeriya dewleta tirk tê wateya jidestdana Kerkûkê.”

‘Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike’

Karayilan daxuyand ku armanca dewleta tirk bicihbûna li başûrê Kurdistanê ye û wiha derbirî: “Dixwaze li wir xwe xurt bike, destê xwe xurt bike û piştre jî Kerkûkê ji Başûr qut bike. Yek ji armancên xwe ev e. Her ku dewleta tirk li Başûr bi cih dibe dê destê xwe jî di vê mijarê de xurt bike. Em dibêjin; bila desthilatdariya Başûr di vê mijarê de destê dewleta tirk xurt neke. Xurtkirina destê dewleta tirk tê wateya birîna guliyê binê lingê xwe. Li şûna vê yekê divê xwedî li berjewendiyên neteweyî derkevin. Bêguman dewleta tirk li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd e û dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd ji holê rake. Lewma em dibêjin ku ya heyî şaşitî ye û divê ev şaşitî teqez bê sererastkirin.”

‘Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê bi hêrs e’

Têkildarî helwesta gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê jî Karayilan ev tişt destnîşan kir: “Gelê me yê başûrê Kurdistanê gelekî welatparêz e û ji bo azadiyê berdêlên mezin daye. Ji Enfalê, ji Helebçeyê hatiye derbaskirin. Bi sed hezaran şehîd daye. Rêz û hurmeta me ji vî gelî re bêdawî ye. Mîna li Şeladizê, gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêrseke mezin e. Hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistanê bi taybetî hêza desthilatdar divê guh bide vê baldariya gel û li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne. Em bang li hemû hêzan dikin ku li dijî dagirkirina xaka Kurdistanê ku bi navê ‘Li dijî PKK’ê operasyonê dikim’ pêk tê, dengê xwe bilind bikin û têkoşînê xurt bikin.”

Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê

Fermandar Mûrat Karayilan bersiva gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê jî wiha rave kir: “Gerîla, tu şik û guman jê nîne ku dê li dijî dagirkeriyê bersiva hewce bide û berxwedana hewce bike. Li dijî hewldana dagirkeriya dewleta tirk a mêtingera li ser başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê berxwedaneke dîrokî bikin û ji bo ku vê berxwedanê bibin serî dê hemû hêza xwe deyne holê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêzeke wiha ya gihayî ye ku xwedî tecrûbeyeke mezin e, heta niha bi pratîkê jî ev nîşan daye û ji niha û pê de jî wê vê biçespîne. Lê binêrin; dewleta tirk eva ji salekê zêdetir e girê Lêlikanê dagir kiriye. Bi çalakiyên ku gerîla li Lêlikanê kiriye bi sedan leşkerên tirk hatine kuştin. Lê dewleta tirk vê bi israr ji gelê Tirkiyeyê vedişêre. Li ser vî karî dehbeyekî bi navê Hulîsî Akar heye ku bi eslê xwe jî ne tirk e, çerkez e. Lê dijminê kurdan e. Ev şexs her roj derewan li gelê Tirkiyeyê dike. Rast naaxive û rastiyan vedişêre.”

‘Dê berdêla hewldana dagirkeriyê ji bo dewlet tirk giran be’

Di berdewamê de jî Karayilan got ku li Lêlikanê bi sedan leşker hatine kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev nedixwest. Lê polîtîkaya wan a mêtinger û qirker sedema vê ya sereke ye. Niha jî, wekî ku hewl didin ku Xakûrkê dagir bikin gerîla jî li dijî vê dagirkeriyê wê helwesta xwe û berxwedana xwe tund be. Ev ne bi rojekê be, dê berxwedaneke li demê berbelav bûyî be û dê berdêla armancên dagirker ên li ser wan qadan ji bo artêşa tirk giran be. Gerîla bi vê biryardariyê ye.”

‘Êrîş bi desteka NATO’yê tê kirin’

Karayilan da zanîn ku dewleta tirk nikare bi tenê ya serê xwe van êrîşan bike û ev agahî dan: “Her tim bi desteka mezin a gladyoya NATO’yê, di serî de DYA, bi desteka NATO’yê li dijî mer şer dike. Hemû komkujiyên ku li ser kurdan kirine tim bi desteka NATO’yê kirine. Bêyî desteka wan, dewleta tirk nikare tiştekî wiha bike. Niha jî bi heman destekê êrîşê bi ser me de tînin. Em baş pê dizanin ku dewleta tirk bêyî desteka NATO’yê li dijî gelê kurd van gavên faşîst, mêtinger bi vê astê nikare bidomîne.”

Rola Îranê

Der barê helwesta Îranê ya di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Heke em bînin bîra xwe, vê biharê wezîrekî hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê û piştre jî Erdogan bi xwe gotin, ‘Me ji bo operasyona li ser PKK’ê bi Îranê re li hev kir.’ Dewleta tirk li dijî kurdan siyaseta qirkirinê dike. Niha ya ku dewleta tirk rê ve dibe, berê wê diyar dike aqilê MHP’ê ye. Fikra wan a ji bo kurdan tenê kuştin e, tunekirin e. Niha dixwazin Îranê jî bikin hevkarê vê polîtîkaya nîjadperest û şovenî. Lê lîderên Îranê bi qasî ku nekevin van kemînan xwedî tecrûbe ne. Ji ber vê jî, bi ya me Komara Îslamî ya Îranê dê tu qîmetê nede van daxwazên nîjadperest û şoven ên dewleta tirk. Ji xwe ev gotinên Erdogan ên li ser vê mijarê li hewa man. Heta niha me tevgereke hevpar nedîtiye û em bawer nakin ku ji niha û pê de jî bibe. A rast ev provakasyonek bû. Ango ji bo ku Îranê bikişînin nav provakasyonê Erdogan daxuyaniyên wiha dan. Xwest zorê li Îranê bike.”

Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayila di berdewamê de jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Karayilan têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Di dîroka têkoşîna me ya yek ji çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne, yên ku di çarçoveya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ hatin kirin. 200 rojan li girtîgeh, Kurdistan, Ewropa û heta Kanadayê, li her dera cîhanê ev çalakî hatin lidarxistin. Asteke geleke girîng bi dest xist. Ji ber vê jî şoreşgera hêja Leyla Guven di serî de, ez hemû çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi hestên şoreşgerî silav dikim. Barê ku divê me hilgirta, wan hilgirt û bedena xwe danîn holê. Ev ji bo me peyameke gelekî girîng e. Bi vê berxwedana xwe re îşkence û tecrîda derveyî mirovayetî û hiqûqê ya li ser Rêbertiya me û di şexsê Rêbertiya me de li ser hemû gelê me dihat kirin, nîşanî cîhanê û raya giştî ya navneteweyî dan. Di pergala tecrîda li ser Rêber Apo de taqek vekirin. Dewleta tirk li hemberî van çalakiyan gelekî tengijî û li hemberî biryardariya çalakgeran bi paş ve gav avêt. Wekî ku tê zanîn beriya wê jî bi çend taktîkan xwestin çalakiyan sabote bikin. Ji ber helwesta xurt a çalakgeran piştî 8 salan di 2 û 22’yê gulanê de destûr dan ku parêzer biçin hevdîtinê. Dewleta tirk di vî warî de bi paş ve gav avêt. Li hemberî raya giştî ya li xwe mikûr hatin ku tecrîd li derveyî hiqûqê ye.”

Şehîdên berxwedanê bi bîr anî

Karayilan destnîşan kir ku têkildarî rewşa tecrîdê li pêş raya giştî daxuyanî dan û wiha pê de çû: “Dixwazî bila li gorî daxuyaniya xwe tevbigerin yan jî tevnegerin, ev tiştekî naguherîne. Ji ber ku berxwedan bi ser ketiye. Di vê berxwedanê de, çalakiyên fedaî yên 8 hevalan ên wekî Zulkuf Gezen û Ayhen Beçet û fedakariyên mezin ên dayikan hene. Heta ku ev helwestên qehremanî û çalakî nebûna, dê di pergala hişk a dewleta tirk de taq nehatina vekirin. Ez şehîdên me yên qehreman bi bîr tînim ên ku bi giyanekî fedaî di vê pêvajoyê de şehîd bûn. Ez soza xwe ya ji bo wan dîsa dubare dikim. Ez destê dayikên me yên fedakara radimûsim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez balê dikşînim ser vî tiştî ku em ê layiqî wan bin. Armanca me ev e ku em bibin zarokên baş ên dayikên me. Hewldana me ji bo vî tiştî ye. Meşa me ya li ser vê rêyê dê bidome.

Peyamên Ocalan

Têkildarî peyama Ocalan jî Karayilan wiha got: “Piştî çar salan daxuyaniyên Rêbertiya me di raya giştî de hatin parvekirin, ev ji bo me gelekî girîng e. Ev peyam ji bo me, ji bo Tirkiye û gelên herêmê gelekî girîng e. Formulasyona çareseriyê ya Rêbertiya me ya ku ji 7 xalan pêk tê, tê de çarçoveya çareserkirina hemû kêşeyan heye. Em ê hewl bidin Rêbertiya xwe fêm bikin, tevkariyê li hewldanên wî bikin û destê wî xurt bikin. Van peyaman nîşan daye ku ji bo çareseriya kêşeyên Kurdistan, Tirkiye û herêmê Rêber Apo hêza çareserî û mifteya çareseriyê ye. Niha jî dora şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber vê jî divê gelê kurd, jin û ciwan bi moralekî bilind peyama çalakgerên rojiya mirinê têxin pratîkê. Çawa ku çalakiya 14’ê Tîrmehê bû bingeha pêngava 15’ê Tebaxê, divê ev çalakî jî teqez encamekê wê ya wisa hebe. Divê em peyama van çalakiyan baş fêm bikin, meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi pêş bixin. Niha dema wê ye. Em li ser vê biryarê ne ku, em di vê serdemê de bi ser bikevin. Hemû gelê me û dostên me, ji bo ku perspektîfên Rêber Apo têkevin meriyetê divê berpirsyariya xwe pêk bînin û divê tev li vê pêvajoyê bibin. Divê ciwanên Kurdistanê tevlêbûneke pêwist bike.”

Bang li gel û partiyên kurd kir

Mûrat Karayilan herî dawî jî ev bang li gelê kurd kir: “Di vê qonaxa dîrokî de pêwistiya gelê me bi yekitî û stratejiya neteweyî ya hevpar heye. Tê zanîn ku li herêmê şerek heye. Di vî şerî de, her kes ji bo herêmê ji xwe re hin hesaban dike. Bi polîtîkayên demdirêj re eleqedar dibin. Divê em kurd bi hesabên demkurt û nêzikatiyên teng nêzî vê pêvajoyê nebin. Divê em jî hesabê dahatûyê bikin û polîtîkayên me divê li gorî vî tiştî be. Ji bo serkeftina dahatûyê û em doza gelê xwe ragihînin dahatûyê ev tişt pêwîst e. Ev dahatûyeke demdirêj e. Bi yekitî û stratejiyeke hevpar serkeftin dê pêk were. Ji ber vê jî kesên ku ji xwe re dibêjin em welatparêzin divê hesabên biçûk û teng nekin. Di vê serdemê de divê ne berjewendiyên biçûk ên rêxistinî hebe, divê berjewendiyên neteweyî derkevin pêş. Bi wesîleya cejna pîroz, ez bang li hemû serokên rêxistin, sazî û dezgehên li Kurdistanê dikim, divê em kêşeyên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Em yekitiya neteweyî ya demokratîk a ku bendewariya gelê me ye, li ser stratejiya hevpar têxin meriyetê. Ez careke din diyar dikim, em PKK em amade ne ku berpirsyariya xwe ya di vî warî de pêk bînin. Ez Cejna Remezanê li hemû gelê me û nûnerên partiyên siyasî pîroz dikim. Di meşa wan a azadiyê de ez serkeftinê ji gelê me re dixwazim.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar