Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Dewleta tirk li Başûr têk çû dê li Rojava jî têk biçe

Fermandarê NPG'ê Karayilan destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP'ê li pêşberî berxwedana gerîla ya li Metîna, Zap û Avaşînê têk çûye, lewma dixwaze berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û got ku bi sûdwergirtina ji taktîkên gerîla dê li Rojava jî têk biçe

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî û ev peyam da:

“Em di serî de di 29’emîn salvegera şehadeta heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de, ji Bêrîtanan heya Şîlan Goyiyan hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza me dayî wan, em dubare dikin. Cardin di şexsa hevrê Cûmalî, Çavrê, Botan, Zinarîn û Rêberan de em tevahî şehîdên Pêngava Bazên Zagrosê û Pêngava Cenga Xabûrê bi bîr tînin û em soz didin armanca wan a Rêbertiya Azad – Kurdistana Azad pêk bînin.

Îro 6 mehên berxwedana Avaşîn, Zap û Metînayê temam dibe. Ger ku mirov 10’ê sibatê berxwedana Garê weke destpêkê binirxîne, 8 meh û nîvê xwe temam dike. Di vê dema derbasbûyî de, gelek bûyerên girîng qewimîn. Encamên pir girîng derketin holê. Rejîma AKP-MHP a faşîst û qirker, sala 2021’an di êrîşa li dijî tevger û gelê me de weke saleke asta bilind plan kir. Armanca wan di hundirê vê salê de li başûrê Kurdistan, tevahî deverên ku Gerîlayê Azadiya Kurdistan lê bi cih û war bûye dagirkirin bû. Bi vê rengî, plan kir ku hêzên gerîla ji van deveran derxîne û navenda tevgerê li van herêman hemû belav bike; wisa navenda fermandarî û koordîneya tevgerê ji holê rabike. Bêguman hemleyek wisa mezin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ango li başûrê Kurdistan plan kirin. Lê dewleta Tirkiyeyê bi tena xwe negengaz e ku ev plan bi ser bixe.

Hêzên ku Komploya Navneteweyî li hemberê Rêber Apo pêk anîn ên sereke weke Amerîka-Almanya-Îngilistan ev planê erê kirin û destek dan. Cardin li ser hikûmeta Iraqê rawestiyan û erêkirina hikûmeta Iraqê girtin. Weke lingeke hundirîn PDK jî beşdarî vê pêvajoyê kirin. Wisa plana xwe di meha çilê de temam kiribûn. Armanca xwe misoger encam wergirtin bû. Bi vî awayî xwestin Komploya Navneteweyî êdî temam bikin û bi ser bixin. Ango tevgerê bê koordîne bihêlin û bixin qonaxa tasfiyekirin û tunekirinê.

Weke tê zanîn hamleya yekemîn a vê planê li ser Garê pêşxistin û di wir de şikestin, negihîştin armanca xwe. Lê belê plana wan mezin bû. Wan got ku ‘wisa em ê di hidûdê xwe de destpê bikin û heta dawiyê biçin.’ Li ser vî esasî şeva 23-24’ê Nîsanê êrîşek berfireh dan destpêkirin. Wan armanc kiribû, di demekî kurt de Avaşîn, Zap û Metînayê dagir bikin û piştî wê berê xwe bidin Garê û Qendîlê. Hedefê wan misoger encam wergirtin bû. Ji ber vê yekê plan kiribûn ku di hundirê 2 an jî 3 mehan de dagirkirinê temam bikin.

Rejîma AKP-MHP a faşîst, bi xeyalên Osmaniya Nû tevdigere. Baweriya wan bi hêzên xwe yên hewayî zehf çêdibû. Ji ber ku li hinek deveran serkeftin bi dest xistibûn. Wan digot ku, ‘em ê li hemberê gerîla jî heman encamê bigrin; tevahî cih û warê gerîla bixin û dagir bikin.’ Her wiha hem piştevaniya navneteweyî, hem jî piştevaniya hinek hêzên herêmê hebûn û di destê wan de teknolojiya bilind jî hebû. Ji ber vê yekê van pir zêde bawer kiribû ku dê teqez encam bigirin. Ger ku ji şikestina li Garê encamên baş derxistana, belkû di plana xwe de guhertin çêbikirana. Tecrûbeya Gerîlayên Azadiya Kurdistan a 40 salan heye; hêzeke xwedî hişmendî, Apogerî û fedaî ye. Ger ku ev heqîqeta hêzê me jî bidana ber çavan, belkû planên wisa jî nedikirin. Lê hesabên xwe yên siyasî hebûn û qet nexdiwestin tiştên wisa bifikirin. Wan dixwest teqez biçin encamê, wisa Tevgera Azadiya Kurdistan tasfiye bikin û pergala xwe ya faşîst mayinde bikin.

Bi esasî stratejiya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberê Têkoşîna Azadiya Kurdistan di dema borî de têk çûbû. Ango hem stratejiya helandin û tunekirina gelê kurd û hem jî stratejiya tasfiyekirina Tevgera Azadî jî encam negirt û herî dawiyê artêşa tirk têk çû. Lê rejîma AKP, MHP û Ergenekonê bi pêşveçûna teknolojiya serdemê ango hêza hewayî û fûzeyên bi hedefê ve tê girêdan xwestin têkçûna dewletê bihurînin û ji bo xwe serdemek nû pêş bixin. Lê ev bi sernexistin; ev 6 sal in li ser konsepta çong danînê şer kirin û bi serneketin. Ji bo wê xwestin sala dawiyê ango îsal weke sala asta bilind şerekî berfireh bimeşînin û teqez bi ser bikevin. Lê belê rejîma AKP-MHP a faşîst û qirker di vê salê de jî encam negirt û bi ser neket.

Ji ber ku li hemberê êrîşên wan sekna tevgera me, bi taybetî li hemberê pergala îşkencê ya Îmraliyê, bi îradeyek mezin sekna Rêber Apo, berxwedana dîrokî bandora xwe li ser tevahî qadên têkoşînê çêkir. Li ser tevahî gelê me, li zindanan û li ser siyaseta kurd her çû bandora xwe xurt kir û di Tevgera Azadiya Kurdistanê de seknek derket pêş.

Li aliyê din li hemberê êrîşên dijmin, Gerîlayê Azadiya Kurdistanê jî li ser hîmê perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî di lêgera pêşveçûna taktîkê de bû. Di vê çarçoveyê de gerîla, taktîk vekirin û pêşveçûnên nû pêşxistin. Hewldana rast xwendina paradîgmaya Rêber Apo û rast xwendina demê, ket rojeva gerîla. Di vê çarçoveyê de Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, ket hewldanek guhertin û veguhertinê. Li ser vî esasî gerîlayê nû, gerîlayê demê, gerîlayê pispor di şêwazê şerê tîm de kûrahî çêkir. Cardin di Herêmên Parastinê yên Medyayê de perspektîfa gerîlayê bi tevger û yê bi nîv tevger hat pêşxistin. Di derheqî qadên azad de li ser parastina stratejîk lêhûrbûn çêbû. Li ser vî esasî rêbazên bin erd û şerê tunelan weke taktîk nêzbûneke nû derket holê û bi Hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, gerîla planên rejîma AKP-MHP a faşîst xetimand.

Rêbazên nû yên gerîla êrîşên hewayî û bi fuzeyan pûç kir

Di vê demê de gerîla di warê taktîk de du nûbûnên girîng çêkirin:

1- Di gerîla de pêşxistina pisportî û şerê tîm,

2- Di parastina herêmên azadkirî de pêşxistina rêbazên şerê tunelan.

Ev her du rêbazan jî, hêzên hewayî û fûzeyên li hedefê asê dibe bê encam hiştin. Ango dijmin hesab kiribû ku her tim bi îstixbarat û keşîf tespît bike; bi fuzeyan yek bi yek li hedefan bixe û ji holê rabike. Lê belê dema ku hedef zehf biçûk bû û di erazî de winda bû yan jî ket bin erdê, li pêş dijmin cihekî wisa ku lêxe û tune bike nema. Heman demê ew cih bûne cihê tirs û xofê, bûne sengera berxwedanê. Hesabê dijmin kiriye wisa şaş derket û encam negirt.

Bêguman ev bi hêsanî çênebû. Beriya hemû tiştî xeta Rêber Apo ya îdeolojîk, felsefîk, bawerî û biryarbûnê di hêzê me de çêkirî, bingehê mezin û yê esas e. Ango ev bingeha Apogerî, îdeolojîk û fedaî nebûya, ev tişt jî nedibû. Lêhûrbûna li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk-Ekolojîk a xwe dispêre Azadiya Jinan pêşketî û asta partîbûyîna ku di nav gerîla de ava bûye, gerîla kir hêzeke serkeftî. Ango di serkeftina gerîla de ev faktorek esas e. Li ser xeta rizgariya jin, di jiyanê de pêşveçûna wekhevî û têkiliya ruhê hevaltî bingehek pir xurt ava kir. Ger ku jin be û zilam be, di navbera tevahî hevalan de kûrahiya hevrêtiya Apogerî nebûya, fedakarî û berxwedaneke bi vî rengî û di vê astê de jî dê nebûya. Ango hîmê ev berxwedanên dîrokî, sekna îdeolojîk, biryarbûyîna mîlîtanî, ruhê fedaî û hevrêtiya Apogerî ya rasteqîn e. Ji 4 salan û vir ve Projeya Jinûve Avakirinê di rojeva me de bû. Aliyekî Jinûve Avakirinê di heman demê de partîbûyîn e. Di vê de astek ava bû.

Bi xwîna şehîdan û keda hevalan di Gerîlayê Azadiya Kurdistanê de îro astek ava bûye. Ev heqîqetek e. Ger ku îro li hemberî pergala metîngeriya Tirkiyeyê ya faşîst-qirker û teknolojiya serdemê berxwedana gerîla hebe û encam girtibe, di bingeha vê de kedek mezin heye; keda Rêbertî, şehîdan û hevalan hene.

Di serî de qehremaniya hevrê Şoreş, Rojhat û Seyfiyan li Garê raber kirî û hem şerê tunelan û hem jî şerê di erazî de çêbûye, lingên taktîk perspektîfa me ya destpêkê danîn holê. Ev ji bo me pir girîng bû. Di wir de şikestina dijmin û derketina taktîk perspektîfa me pêk hat û encam girt. Bêguman ev, di heman demê de ruhek jî ava kir. Piştî wê berxwedana Zendûra û ya Mamreşo ku di pêşengtiya hevrê Rêber, Hêjar, Serhed û Saryayan de hatiye pêş xistin weke berdewama ruhê Şoreşan, fedaîbûyînê kûr kir û di şerê tunelan de encamên girîng derxistin holê. Li kêleka vê cardin li Metîna (Qaşûrî) bi keda fermandar Rêber û Çekdaran, li Zapê bi keda fermandar Bawer û Delalan, li Avaşînê bi ked û qehremaniya hevrê Şêrzan û Ronahiyan di eraziyê de şerê gerîlayê bi tevger û bi nîv tevger pêk hatiye pir girîng bû. Heman demê, ne temam be jî ango bê kêmayî be jî pêkanîna gerîlayê pispor û şerê tîm astekî xwe hebû. Ev bi xwe re encamên zehf girîng derxistin holê û taktîk rêbaz zelal kir. Dubare hat îspat kirin ku mirov ji bo qadên azadkirî biparêze şerê tunel û şerê gerîlayê bi rêbazên tîmên pispor di erazî de şer dike, dikare bi ser bikeve. Ger ku hevdu temam bikin, mirov dikare dijmin têk bibe. Ev wêneya cardin bi saya ev qehremanên hêja hat berçavan û xuya bû. Em ji bo wê zehf deyndarê van qehremanan in. Di vê qonaxê de tevahî şahadetê ku çêbûne di dema nû de rêya serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dê bi çi taktîk û rêbazan bibe, zelal kir.

Berxwedana li Girê Sor û Werxelê di şerê me de asteke nû ya bilind e

Li ser esasê van tecrûbana berxwedana Girê Sor û berxwedana Werxelê di şerê me de gihîşt asteke bilind a nû. Bi taybet di şerê rêbazên tunelan de weke rûpelek nû vekir. Di dîroka têkoşîna me de asta sekna biryarbûna îdeolojîk, ruhê fedaîbûnê û cardin di asta gerîlayê pispor de têkoşîna li van deverana çêbûne, di berxwedana mîlîtaniya Apogerî de rûpelek nû ye. Van hevalan di rêbazên tunel û şerê erazî de kûrahî esas girtin û bareke giran hildan ser milên xwe; xwestin rolek dîrokî bileyîzin û ev rola jî leyîstin. Ev sekna mîlîtanî, bibiryar û fedaî, bi rêbazên nû, gelek mijarên ku heta niha şilo bûn û nedihatin zanebûn hatin zelalkirin. Di çarçoveya ‘mirov li hemberî teknolojiya serdemê herêmên azad wê çawa bikaribe biparêze’ de encamên dîrokî derketin holê.

Cardin bi giştî di ev qonaxa 8 meh û nîvê ku derbasbûyî de çi îspat bû? Di roja îro de gelên ku qandî têrker teknîk derfetê xwe tunebin wê çawa bikaribin li hemberê artêşên mezin ku teknolojiya serdemê hemû di destê wan de li ber xwe bidin û biçin zafere û taktîkê wê çi ne, ev aşkera kir. Ji bo wê berxwedana di ev qonaxa 8 meh û nîv de çêbûyî zehf hêja û bi rûmet e. Heta ne ji bo me tenê, ji bo hemû hêzên îro di bin pênçê hêzên hegemon û metînger de tên pelçiqandin, ji bo wan hemûyan rê û rêbazên nû raber dike. Ji ber vê yekê zehf girîng e. Ango di vir de tenê ne şerê tunelan, bi esasî şerê gerîla yê li ser hîmê tîmê pispor ku bi qabîliyeta xwe ya manewra, îstîxbarat û teknîka dijmin dikare vala derxîne, girîng e. Ango li ser hîmê dizîbûna kûr, dîsîplîna cewherî, kamuflaja zirav ku dikare îstixbarat pûç bike û divê teknolojiya dijmin vala derxîne.

Ev 4 sal in li ser vê tê sekinandin. Ji Amanosê heta Serhedê, ji Botanê heta Behra Reş ev tê tecrûbekirin. Bi kêmahiyan, kurtiyan û zeîfiyan heya roja îro hatiye meşandin. Me windahî dan, bedel dan lê em fêrî hinek heqîqetan jî bûn.

Girê Sor di sînorê Bakur û Başûr de ye. Di noqteya sifir de ye. Kevirê sînor li ser gir bi xwe ye û dikeve hundir. Dewleta Tirkiyeyê bi qereqolê sînor û hwd. çêkiriye û Girê Sor kiriye nava tîpa C. Ango dijmin li hawirdorê wê berê de qerekol çêkirine, wisa çavên xwe li ser Girê Sor in û jixwe gelek caran tangan û topan jî dikirin hedef. Bi esasî Girê Sor di nava dijmin de ye û weke xençerekî ku li ser dilê dijmin e. Bi salan e her lê mêze dike û newêre êrîş bike. Navberê xwe û Sîvrî Tepe ji hewayê yek km ye. Yê Leylek jî ne dûr e. Bêguman ev hemû ji bo Girê Sor dezavantaj e. Jixwe dema ku dijmin di 24’ê Nîsanê de êrîş kir, yek ser Mamreşo kir hedef. Bi vî rengî piştê Girê Sor jî hat girtin. Dijmin dûvre jî di 14’ê Hezîranê de êrîşê Tepê Silêman kir û girt; wisa Girê Sor ket dorpêçê. Ango ew hîn êrîşên dijmin li ser çênebûbû di nava dorpêçê de bû. Ji ber vê yekê weke deverên din, li derdorê Girê Sor derfetê ku şerê tîm ê gerîla bê meşandin ji holê hat rakirin. Tu kesekî ku biçe alikariya hevalan, derbe li dijmin bixe tunebû û hevalên Girê Sor jî ev tiştana hemû dizanibûn. Ji ber vê yekê di pêşengtiya fermandarê hêja, qehremanê kedê û cesaretê re nimune hevrê Botan Ozgur de berxwedanê di aliyê hevrê Serhildan, Zinarîn, Baz, Ozgur, Delal, Argeş û grubek hevalên dîtir de hatiye meşandin ne berxwedaneke ji rêzê ye. Ev berxwedan, ji bo dîrokê notek nivîsandiye. Bi temamî bi hêza xwe, bi baweriya xwe, li ser taqeta xwe ev berxwedana hatiye lidarxistin.

Li vir seknek û fermandariyek Apogerî hat pêşxistin û hat temsîlkirin. Her hevalek bi berpirsyar tevgeriyaye. Weke hevalekî jî gotî, ‘her yek ji wan, hat xwestin neferek û hat xwestin generalek bûn.’ Her yek çend caran birîndar bûn û her rojê, ne ji bo ku têr bixwe, ji bo ku bijî tenê bi çend loqme xwarin, şer meşandin û îradeya li vir hatiye raberkirin dijmin têk bir. Li hember wan ev dijmin ket neçarî û acîziyê, her roj cûr bi cûr êrîş kirin û pir caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di van êrîşan hemûyan de tenê şehîdê hêja heval Baz digihêje şahedetê. Li hemberê îradeya şoreşgerî bi serneketin, herî dawiyê bi şêwazekî tirsonek bombeyeke nû ya kîmyewî bikaranîn û li wê derê 6 heval gihîştin şahedetê. Rêxmê vê nikaribûn têketana tunelê û nikaribûn hemû hevrêyan tunebikirana. Hevrêyên ku mane, bi xwe ji wir paşve kişiyan.

Şerê tunelan yê herî dirêj û hîn jî berdewam dike şerê berxwedana tunelên Werxelê ye. Li vê derê, di pêşengtiya fermandarê mezin hevrê Cûmalî Çorûm û Çavrê Gever de berxwedana hatiye meşandin, têkçûna dijmin misoger kir. Ev hevrê mîlîtanên bi ruhê Apogerî û di zaferê de kîlîtbûyînê, bi cesaretek mezin quntarên Werxelê kirin sehaya berxwedanê û şerekî rasteqîn. Gelek caran derketin û êrîşî dijmin kirin, derbê li dijmin xistin, cebilxane û malzemê şer, li ser dijmin rakirin. Di dîroka têkoşîna me de berxwedana herî mezin û herî dirêj ku dijmin qehir kirî û têk birî berxwedana Werxelê ye.

Berxwedana Girê Sor û Werxelê pêvajoyek weke asta herî bilind serketina gerîla mîsoger kir. Ev hevalana fedakarî, wêrekî û sekna ku di hevrêtiyê de raber kirine zehf bi wate ye. Di bilindbûyîna mirovatî û hevrêtî de nimuneyek mezin e. Ev sekna bi bîr û baweriya ideolojîk, bi ruhê zaferê, bi şêwazên pispor, bi wêrektiyek mezin û bi pêşxistina berxwedana dîrokê de ji niha be serfiraziya xwe îlan kiriye. Em çiqas li ser fermandarê fedaiyan Cûmalî Çorûm, hevrê Çavrê yan jî hevrê Botan û hevrê Zinarînan biaxivin jî dê kêm be. Ev hevalana bi înîsiyatifên xwe berxwedanî lidarxistin. Wan ji bo tevahiya gelê Kurdistan û mirovatiyê xizmetek mezin kir.

Pêşengiya gerîlayên YJA Starê

Di her du sengera berxwedanê yê dawiyê Girê Sor û Werxelê de hevkarî û têkiliyê di navbera jin, zilam û tevahî hevalan de astek pêş ketiye. Lê li kêlekê wê hevalên jin di pêşengtiya heval Zinarîn û Çavrê de performanseke şer raber kirine. Di van rojan de li ser çalakiya şahadeta hevrê Berîtan re 29 sal temam dibe. Piştî 29 salan, a niha diyar e ku li ser xeta fedaî Bêrîtan tevgerîna hêzên YJA Starê pêş dikeve. Û wisa ruhê şehîd Bêrîtan û Zîlanan di nava refên hevalan de zindî dibe. Cardin şêwazê fermandariya û pêşengtiya Zelal Botanan û Delal Amedan xuya dibe. Di pratîka jiyanbûyî de cardin aşkera bû ku jin çawa dikarin hêz bidin, ruh bidin û pêşengtî bikin. Di cewhera jinan de ew hêz heye.

Pêşî li dijmin hat girtin

Sekna di tevgerê Apogerî de bi îradeyek mezin, li ser xeta Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Egîd, Zîlan û Bêrîtanan hatiye pêşxistin, bingeha serketinê ye. Li kêleka vê sekna bi îrade, kûrkirina lêhûrbûna leşkerî, nûkirina taktîkî û li ser vî esasî li hember pêşxistina taktîk hemleya me, artêşê tirk careke din têk çû. Weke plankirî nikarîbû başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşveçûyîna dijmin hat sekinandin, plana dijmin hat têkbirin. Ev ji bo gerîla serketineke mezin e. Ev bi saya şehîdên qehreman pêk hat. Li aliyê din di şert û mercên herî zehmet de li Îmraliyê sekna ku Rêber Apo pêş xistî, 23 sal in ji ser îrade însan re û zehf bi sebr û dîrayetek mezin, berxwedana li hember şerekî psîkolojîk, ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Ev di vala derxistina dewleta Tirkiyeyê de bû hêz û bingehek mezin. Gelê me yê ku pala xwe daye vê heqîqetê, sekna xwe ya berxwedanî, bi şêwazê xwe parastin û cardin sekna siyaseta demokratîk û tevgera çep-sosyalîst ê Tirkiye û li hember her cûreyê êrîşên faşîzan berxwedaniyê hatiye pêşxistin, faşîzma AKP-MHP bir ber bi hilweşandinê ve. Îro herkes dizane rejîma faşîst di aloziyek kûr de ye. Ger ku li hemberê me serbiketa, rejîmê dixwest li ser hemû aloziyên xwe bigire û bibihurîne.

Hesabê Erdogan ê hilbijartinê têk çû

Tê zanîn, planê wan; herî zêde heya meha tîrmehê hemû deverên ku gerîla lê cih û war girtine, yê başûrê Kurdistan dagirkirin bû. Ger ku ev bi serbixistana û taybet jî hevalên ku têne naskirin 1-2 heval ji wan bi şiklekî tasfiye bikirana ango şehîd bixistana, rejîma AKP-MHP wê zafera xwe îlan bikira û wan plan kiribû ku di mijdara 2021’an de biçin hilbijartinên pêşwext. Dixwestin wisa pergala rejîma faşîst mayînde bikin. Hedefa wan ev bû. Ger ku dîqet hatibe kirin, Tayîp Erdogan heya meha tebaxê jî, kengî dike hilbijartin çêbibe zêde reng nedida û rêxistina xwe ji hilbijartina re amade dikir. Lê piştî ku fêm kirin bi sernakevin û ji ber vê yekê aloziyê ew têde her diçe kûr dibe, helwest danîn û gotin ‘tu hilbijartin nabin, wê di wexta xwe de bibe.’ Pêvajoyê ku hatiye meşandin wisa aliyekî xwe yê zehf girîng û zindî heye. Mirov dikare bêje ev pêvajo, ji bo me jî û ji bo rejîma faşîst jî, zehf girîng bû. Pêvajoyekî weke qederê bû. Me ev heqîqet di serê salê de jî anîbû ziman.

Dijmin hewl dide ser têkçûna xwe ya li Avaşîn, Zap û Metînayê bigire

Ger ku wan em ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxistana, wê li hember tevgerê me pêvajoya tasfiye pêşxistana û wan jî rejîma xwe mayînde bikirana. Wê di hundir de tundî û zext kûr bikirana. Bi xeyalên Osmaniya Nû li herêmê li ser gelê herêmê terora dewletê, dê geş bikirana û serdemeke tarî bi rêbixistana. Bêguman dê ev tişt jî li ser esasê tunekirina civaka kurd pêşbixistana. Ji ber ku tifaqa rejîma faşîst li ser hîmê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û meşandina siyaseta qirkirin li ser Kurdistanê çêbûye. Armancê wan tasfiyekirina gelê kurd e. Bi esasî giştî Kurdistan di hedefa wan de ye. Ger ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin, başûrê Kurdistan jî kengî bixwazin, wê bikaribin destê xwe bidin ser. Lê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, bi hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê rê nedan wan û wan têkbirin. Çawa ku di meha sibatê de li Garê têk çûn û plana xwe pêkneanîn, niha jî li Avaşîn, Zap û Metînayê têk çûn û plana xwe nikarin pêk bînin. Bêgûman dijmin dixwaze li ser ev têkçûna xwe bigire. Li xwe mikûr nayê ku têk çûye. Ji ber ku di şerê Garê de îtîraf kiribû ku têk çûne; hemû cîhan rastiya wan aşkera dîtibû. Ji bo vê niha dixwaze li ser têkçûyîna xwe bigire û veşêre.

Ev serdem serdemeke dîrokî ye. Fersendek mezin li pêş gelê kurd heye. Ji bo bikaranîna van fersendan, berpirsyariya me hene. Niha ev rejîma faşîst û qirker ya dewleta Tirkiyeyê li ser esasê qirkirina gelê kurd dixwaze xwe mezin bike. Mîsak-i Mîlî dagir bike; di herêmê de xwe weke hêzeke ûltra serwer bike. Bi vî awayî li ser gelên herêmê jî bibe tehdîd û gefên serweriyê pêş bixe.

Berxwedana gerîla hêza herî mezin a azadî û demokrasiyê ye

Mirov dema di vê çarçoveyê de nêz bibe, berxwedanên me yê li hember vê pêla faşîst û qirker, her çiqas ji bo hebûn û azadiya gelê kurd rolek xwe yê esasî hebe lê ji bo demokrasî û azadiya gelên herêmê jî, roleke xwe yê zehf girîng heye. Kî çi bêje bila bêje, roja îro berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li hember vê rejîma faşîst di Tirkiyeyê de hêza azadî û demokrasiyê herî mezin e. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li hember rejîma faşîst li ber xwe dide û ev, derfetê pêşveçûna têkoşîna azadî û demokrasî bi xwe re vedike. Ger ku ev berxwedan nebe, dê AKP-MHP pergala faşîst-dîktatoriyê bi sazî bikin û ji bo Tirkiye, ji bo gelê herêmê serdemek tarîtî bimeşînin. Di vê serdemê de berxwedan û têkoşîna gerîla bilind dike, ne tenê teknolojiya serdemê vala derdixîne, di heman demê de ji bo tevahî bindestan jî dibe nimuneyek mezin. Erê, ev zehf hêja ye. Ji bo vê gelek qehreman hatin dayîn. Ji bo gelê kurd, tevahî gelê herêmê û tevahî mirovatiyê li hember Moderniteya Kapîtalîst, Rêber Apo Moderniteya Demokratîk pêşxist. Niha Gerîlayê Azadiya Kurdistanê jî, ji bo ku bikaribe li gorî performansa paradîgmaya Rêber Apo tevbigere û rol bileyîze, di nava refên xwe de li ser hîmê Projeya Jinûve Avakirinê dixwaze guhertinek bingehîn çêbike. Gerîla dixwaze paradîgmaya xwe ya şer û berxwedanê nû bike û xwe weke Gerîlayê Modernîteya Demokratîk pêş bixîne. Tevî kêmayiyan, îro ev li Kurdistanê tê tecrûbekirin. Di vê derheqê de pêşveçûnek heye. Ev ji bo me û ji bo tevahî kesên ku tên pelçiqandin jî mijarek zehf girîng e. Gerîlayê Modernîteya Demokratîk li hember teknolojiya serdemê weke hêza serkeftinê derdikeve li ser sehneya dîrokê.

Rejîma AKP-MHP li Başûr bi ser neket lewma berê xwe dide Rojava

Li hemberê vê, rejîma AKP-MHP bi serneket. Em îro dinêrin rexmê ku plana xwe hemû li ser dagiriya başûrê Kurdistanê bû, ji ber ku di vir de xetimî û têk çû, cardin dixwaze berê xwe bide rojavayê Kurdistanê. Feqet ji ber serneketina rejîmê, pirsgirêkên rejîmê hîn zêde bûn. Ango aloziya xwe di hemû milan de xwe da der. Îro tenê ne di warê aborî û siyasî de krîzek dijîn; heman demî di warê civakî, çandî û dîplomatîk de jî di nava krîzê de ye. Rejîma faşîst êdî gihîştiye dawiyê. Hemû lîstokên xwe lîstin, rezervên xwe bikaranîn. Heya niha di navbera hêzên hegemonîk weke Amerîka û Rûsya de manevra dikir û dilîst. Xuya dibe ku êdî dawiya taktîkên bi vî babetî jî hat. Ji bo wê niha di tengasî de ye. Niha rejîm ji bo ku pêşî hilweşandina desthilatdariya xwe bigire, dixwaze li hemberê Sûriye ango li hemberê rojavayê Kurdistanê hemleyek nû pêş bixin. Di Başûr de têk çû. Niha jî dixwaze berê xwe bide Rojava.

Lê ev heqîqet heye: Ger ku pêşeng û şervanên rojavayê Kurdistanê, li ser hîmê perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin, jê ders derxînin û hemû taktîk nûbûnî ku li Herêmên Parastinê yê Medyayê pêk hatî jê sûd wergirin û li gorî şert û mercên xwe li herêmên xwe bixin meriyetê, rejîma faşîst-qirker a Tirkiyeyê êrîş bike jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nabe. Ango pratîka wir wê careke din dubare nebe. Bi taybet di hêzên leşkerî de pêşxistina pisporî û şerê terzê tîm, li kêleka wê pêşxistina şerê tunel bi hostayî pêş bikeve, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de gel jî weke berê koç neke, li kêleka şervanan cih bigire û berxwedanê destek bike, bi rê û rêbazê civakî bibe aliyekî berxwedanê, dê vê carê rejîma AKP-MHP û çeteyên wê têk biçin, qet bi ser nakevin. Ji ber vê yekê gerîlayê ku heya niha axa başûrê Kurdistanê parastî, tecrûbeyê ku di parastina başûrê Kurdistanê de derketiye holê zehf girîng in. Şervanên wir ji van tecrûbana îstîfade bikin; li gorî şert û mercên xwe bixin meriyetê; li Rojava rejîma AKP-MHP dê têkçûneke dîrokî bixwe.

Tenê çekek di destê dijmin de maye, ew jî çeke kîmyewî ye

Em qet naxwazin dijmin biçûk raber bikin. Di şerekî de ji bo serkeftinê pîvanê herî esasî ew e ku pêwîst e tu dijminê xwe baş nas bikî. Lê belê xwe jî baş nas bikî. Ango divê ku mirov tedbîrên xwe xurt bigire û biçûk nebîne. Dijminê me aliyên xwe yên xurt jî hene. Ger ku tu li hemberî aliyê xurt tedbîr bigirî, taqet û îradeya xwe yê şer nîne. Dijmin bi çi şer dike? Dijmin îstixbarat kom dike, bi rêka keşfê û rêkên dîtir û bi hêzê hewayî şer dike. Me şêwazê tîm û şêwazê şerê tunel pêşxist, wisa li hemberê hêzên hewayî heya astekê tedbîr girt. Ji bo vê ev amûrên dijmin bê encam man û dijmin bi serneket. Ji bo ku ji vê têkçûnê xwe rizgar bike, bi şêwazekî herî alçak û namert çekên ku li gorî yasayên şer li tevahî cîhanê hatiye qedexekirin û bikaranîna wan weke sûc tê destgirtin, çekê kîmyewî bi kar tîne. Niha li hemberê rêbazê şerê tîm ê gerîla û li hemberê rêbazê şerê tunelan tenê çekek di destê wan de maye; ew jî çekê kîmyewî ye. Ango çekê sûc e. Ev dijmin niha nikare bi me re şerekî normal bimeşîne. Ya dike bi çekê hewayî êrîş bike yan jî bi çekê kîmyewî êrîş bike. Heqîqeta artêşa Tirkiyeyê ev e. Ne ku em biçûk dikin lê di pratîkê de ev heqîqet ber bi çav e. Ger wisa bibe, wê serkeftin teqez a me be. Bi xwînê şehîdên qehreman ji rêheval Hewram heya rêheval Cûmalî û Çavrêyan kedê wan dayî, berxwedanê wan meşandiye, heqîqetê derketiye holê, li ser wan heqîqetê divê em kûr bibin, di bin ronahiya perspektîfên Rêber Apo de taktîk kûrahî û dewlemendî pêş bixînin, wisa li hemberê her cûre êrîşên dijmin em ê bi ser bikevin. Berxwedana ev 8 meh û nîv in li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê hatiye meşandin, ev heqîqetê aşkera dike. Û ger ku xet rast bikeve meriyetê, serkeftina me mîsoger e. Li ser esasê bi vê bîr û baweriyê em ji bo tevahî hevalan di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de bi dil û can serkeftinê dixwazin û tevahî hevalan bi hez kirin û bi rêzdarî silav dikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar