Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Dewleta tirk wê sibê li Başûr jî bide

Mûrat Karayilan li hemberî êrîşên ku dewleta tirk a dagirker li ser Kurdistanê dike, bang li hemû tevger û partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê kir û got "Di vê pêvajoyê de pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan pirsên kanala nûçeyan a bi Kurdî KNN Tv bersivand.

Dewleta tirk ji meha Nîsanê û vir ve êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li ser van hûn dixwazin çi bibêjin? Rewşa dawî çi ye?

Pirsgirêka bingehîn a niha ev e, piştî şerê li dijî DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn kurd derketin pêş û dewleta tirk ji vê rewşê tirsiya. Tirsiyan ku kurd bibin dewlet û Tirkiye parçe bibe. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin, konsepta Osmaniya nû anîn rojevê. Wan planek wisa ava kirin ku armanca wan dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî ye. Me ev plan bi rêxistinên başûrê Kurdistanê re parve kir û me got ku metirsiyeke wiha heye. Dewleta tirk statûya kurdan ji bo xwe wekî xetereyê dibîne. Ji ber vê yekê jî gotin, “Em ne tenê li Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê jî bi hev re tevbigerin û statuya kurdan ji holê rakin.” Ji ber vê yekê li Rojava polîtîkaya li dijî statuya kurdan meşandin. PKK jî kirin hincet. Gotin ‘PKK heye, ji ber vê em diçin’. Ew bi tenê hincet bû. Êrîşî hinek cihan kirine ku li wan deran PKK tune.

Ji sala 2016’an û ve dîsa li dijî kurdan şerekî mezin dan destpêkirin. Em ji wê demê ve li dijî dewleta tirk li ber xwe didin. Piştî ku dewleta tirk qala plana xwe ji hêzên kurd ên Başûr re kir, ev hêz bêdeng man, bi me re tevnegeriyan. Hinekan bi dewleta tirk re hevkarî jî kirin. Dewleta tirk bi taybet cihê em lê ne, dixwaze temamê başûrê Kurdistanê dagir bike. Ku derê dagir dike, wê derê bi xwe girêdide û li wir mayînde dibe. Mesrefeke mezin dike. Ev dagirkeriyeke mezin e.  Li hemberî êrîşên dewleta tirk jî me metodên nû pêş xist. Li van çiyayan ji zû ve ye, tecrubeyeke me ya şer heye.

Dewleta tirk bi êrîşên hewayî dixwaze encamekê bi dest bixe û li hemberî vê yekê me jî tedbîrên xwe girtine. Ya yekem, me hêzên xwe yên li qadê kêm kir û ew li nava qadê belav kirine. Me profesyonelî pêş xist. Bêguman hêzên me hêzên fedaî ne, bi rê û rêbazên cuda dikarin şer bikin. Ya duyemîn, me hêzên xwe xist bin erdê, me bi kedeke mezin tunel ava kir. Dema dewleta tirk hat û ev rewş dît, matmayî û li qadê asê ma. Ji ber vê yekê nekarî li qadê pêş biçe. Em û dewleta tirk niha em di nav hev de ne. Dewleta tirk tank aniye Girê Hakkarî, bi balefir û çekên kîmyewî şer dimeşîne. Di vê saetê de jî şerekî mezin heye. Erê hatine dawiya Şêladizê lê em jî li wir in û şer wisa didome. Li Zapê jî rewş wisa ye. Bi ser de neçar man ji hinek qadên Zapê derkevin. Li gundê Zêvê şerekî mezin didome.

HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî we bang li  gelek saziyên navneteweyî û raya giştî kir. Gelo qet bersiv dan we? Hêzên ku hûn bang wan dikin, gelo bêdeng dimînin?

Di serî de ez dixwazim diyar bikim ku; bikaranîna çekên kîmyewî rastiyek e, ne îdîa ye. Çawa ku dewleta tirk di qirkirina Dêrsimê de li şikeftan çekên kîmyewî bi kar anî, niha jî li tunelan ev çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bikar tîne. Ji ber ku newêrin têkevin tunelan, dixwazin bi çekên kîmyewî encamê bistînin. Bêguman li hemberî vê rewşê, hin tevdîrên me hene. Ji ber ku bi salan e li ser me êrîşên kîmyewî hene. Di sala 2017’an de li Kato Jîrka ya Bakur li dijî hevalên me çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Wê demê hevalên me 55 rojan berxwedaneke mezin nîşan dan. Dîsa par jî dewleta tirk li Dêrsimê çekên kîmyewî bi kar anî. Ji ber vê yekê hinek tecrubeyên me hene, li gorî derfetên me hin alavên me jî hene. Bêguman hinek astengî jî hene, hemû alav nakevin destê me û bi yên di destê xwe de em xwe diparêzin. Li gelek cihan em nahêlin dijmin were nêz. Dewleta tirk 8 meh in bi hemû teknolojiya xwe êrîşî herêma Çemço dike, lê heta niha nekariye 500 metreyan jî bi pêş ve biçe. Li wir nikare çekên kîmyewî bi kar bîne. Dema nêzikî tunelan dibe çekên kîmyewî bi kar tîne.

Me derbarê bikaranîna çekên kîmyewî, rasterast serî li cihekî neda, lê me bang li raya giştî kir. Dîmenên hevalan, delîl û belgeyan îspat kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dibêje bila dewlet serî li çekên kîmyewî bide, serlêdanên şexsî qebûl nake. Tu dewletê jî serlêdan nekiriye.

Ji me re gotin ku serlêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê qebûlkirin lê hikûmeta herêmê jî serlêdanê nake. Çima serlêdanê nakin? Ji ber ku wan ji niha ve rê li ber komîteyên serbixwe girtin ku werin û lêkolînan bikin. Em dixwazin maskeyan bînin, wê jî asteng dikin. Pirsgirêkeke me ya wisa jî heye. Komîteyên serbixwe yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî jî serî li OPCW’ê didin. Bi belge û delîlên ku me pêşkêşî raya giştî kir, me îspat kir ku dewleta tirk çekên kîmyewî bikar aniye. Dewleta tirk di vî warî de deşîfre bû, nerazîbûn jî hat nîşandan. Hin parlamenteran daxuyanî dan, li parlementoyan jî hat nîqaşkirin, lê di warê pratîk de tu kesî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî mudaxeleyî dewleta tirk nekir. Ev sûcekî navneteweyî ye û dewleta tirk vî sûcî didomîne.

Hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê dixwaze leşkerên Iraqê li ser sînor bi cih bike. Hûn ê destûrê bidin ku ew hêz werin wan herêman û li ser sînor bi cih bibin?

Niha li ser sînor hinek hêzên li ser navê dewleta Iraqê hene, lê ez bawer nakim rola wan li dinyayê mînaka wê hebe. Dewleta tirk hatiye axa wan dagir kiriye û lê ew dewleta tirk diparêzin. Ev Hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê, ji bo ewlekariya dewleta tirk li hinek deran bi cih bûne. Sînor naparêzin. Kesên ku welatê wan dagir dikin, diparêzin. Tiştekî wiha tune. Eger bi rastî jî dixwazin sînoran biparêzin, em ne li dijî vê ne, em ê alîkariyê jî bidin wan. Lê dewleta tirk jixwe sînor zêde derbas kiriye. Li hinek herêman 30 kîlometre ketiye nav axa Kurdistanê. Ev der dagir kirine. Hikûmeta Iraqê niha li ser tevahiya herêmê ne xwedî hemû agahiyan e. Haya Hikûmeta başûrê Kurdistanê jê heye lê ew jî dixwazin vê rewşê veşêrin. Ez bawer nakim agahiyan bi berfirehî radigihînin ji Iraqê re.

Dewleta tirk dixwaze li ser axa başûrê Kurdistanê bi cih bibe, ji bo vê jî gelek mesrefan dike. Heger ne ji me bûna, ew ê par li her derê bi cih bibûna û li Hewlêrê serwer bibûna. Lê ev du sal in em şer dikin. Rast e, li Avaşînê hinek der stendine, lê gerîla jî li derdora wan e. Ew nikarin bi rehetî tevbigerin. Li Zapê jî rewş wisa ye. Ger em li vir şerekî wiha nemeşînin, dewleta tirk wê pêşdetir biçe. Weke min got, eger bi rastî jî dewleta Iraqê wê sînoran bigire, em ne li dijî vê rewşê ne. Lê mesele ne ew e ku dewleta tirk sînoran derbas dike, mesele ev e ku dewleta tirk dixwaze van deran dagir bike. Bi kurtasî em jî dixwazin sînor werin parastin. Îdiaya ku dibêjin PKK sînorê Iraqê derbas dike û êrîşî dewleta tirk dike û vedigere Iraqê ne rast e. PKK’ê hefteyek borî li Mûşê şer kir, 7 leşker kuşt û hevalekî me jî şehîd bû. PKK li Dêrsim, Botan û Serhedê şer dike. Pêwîst nake PKK sînorê Iraqê derbas bike û êrîşî dewleta tirk bike, berovajî dewleta tirk sînorê Iraqê derbas kiriye, li her derê bi cih dibe. Em jî dibêjin na, tu nikarî van deran dagir bikî. Tirkiye êrîş dike ne PKK. PKK’ê şer neanî Başûr. Dewleta tirk dixwaze Başûr dagir bike. PKK li dijî vê şer dike, Başûr diparêze. Şerê PKK’ê şerê parastina axa Kurdistanê ye. Ji ber wê jî ger sînor bê girtin em ne li dijî wê ne. Îdîayên dewleta tirk derew in, ji bo pêkanîna konsepta dagirkeriyê PKK’ê weke hincet bi kar tînin. Mînak gelo a niha kê ji Efrîn û Rojava çalakî kir ku Tirkiye dibêje ‘Li ser me gef heye’. Dema em li pergala dagirkeriyê ya dewleta tirk dinihêrin, em dibînin ne rewşeke ji rêzê ye. Dewleta tirk ji Heftanînê heta Xakurkê, Zapê, Metîna û Avaşînê 128 baregehên leşkerî çêkiriye. Li van baregehan bi texmînî 30 hezar leşker hene. Ji bo ku dewleta tirk ji van deran derkeve, pêwîst e têkoşîneke pir mezin a leşkerî û siyasî were meşandin.

Li gel tevgera Hikûmeta Iraqê û ya Hikûmeta başûrê Kurdistanê, Îran jî gefên êrîşê dixwe. Eger Îran jî êrîşeke leşkerî bide destpêkirin wê helwesta we çawa be?

Tişta esasî ev e, pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke neteweyî, civakî û siyasî ye. Bi hêza leşkerî çareser nabe. Dewleta tirk hewl dide bi şîddetê çareser bike. Ev ne mimkûn e. Eger Îran heman rêbazê û êrîşan bi kar bîne, wê ev tişt jî şaş be. Pirsa kurd pirseke siyasî ye, lewma divê bi rê û rêbazên siyasî were çareserkirin. Li tu derê bi şîddetê em li çareseriyê negeriyan û em li dijî vê ne. Divê hemû hêz wiha nêzîk bibin. Divê Komara Îslamî ya Îranê jî bi vî awayî tevbigere. Êrîşên leşkerî ne çareserî ne. Gelê me yê Rojhilat û gelê Îranê bi mehan e li qadan e, azadî û mafên xwe dixwaze. Pirsgirêk li Îranê ye, ne li Başûr e. Em êrîşeke wiha qebûl nakin. Em teqez li dijî rê û rêbazên şîddetê ne.

Cemîl Bayik herî dawî nameyek ji partiyên siyasî yên ku li Dukanê hatine avakirin re şand. Hûn dikarin li ser daxwazên di nameyê de hin agahiyên kurt bidin?

Heval Cemîl Bayik di nameya xwe de civîna bi pêşengtiya Kek Bafil Talebanî silav dike û piştgiriya xwe pêşkêş dike. Her wiha bang dike ku bila yekitiya partiyên siyasî yên cuda veguherin yekitiya neteweyî. Li gorî agahiyên hevalan dane, naveroka nameyê wiha ye.

Ji bo avakirina yekitiya neteweyî divê xebat bên kirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî zêdetir heye. Em KCK ji bo parastina statuya Başûr, ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe yên li Kurdistanê, ji bo parastina sîstema federaliya Iraqê berpirsyariya xwe bi cih tînin. Çawa ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de me hêzên xwe xistin nava tevgerê, hêzên me çûn Kerkûk, Mexmûr, Duhok, Şengalê û erka xwe ya wê rojê bi cih anî, îro jî bi berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr, hêzên me erka xwe bi cih tînin. Di nameyê de banga yekîtiya neteweyî ya li ser vî esasî tê kirin. Naveroka nameyê wiha ye. Jixwe gelek kesan li civînê guhdarî kiriye û ez wisa difikirim ku raya giştî jî bi naveroka nameyê dizane.

Peyama we ji partiyên siyasî yên li dijî PDK û YNK’ê çi ye?

Di serî de em silav û rêzên xwe ji hemû xuşk û birayên xwe re dişînin. Em bi taybetî Tevgera Goran silav dikin. Tevgera Goran bi pêşengiya şoreşgerê hêja Newşirwan Mistefa geş bû. Tevgera Goran ji avabûna xwe heta niha hêviyê dide. Ji ber ku ew li ser xeta rast dimeşe. Lê divê çalaktir be. Dibe ku li ser van mijaran hin nîqaş bên kirin. Ez bawer dikim ku ew ê bihêztir bibin. Gelê me ji Tevgera Goran pir bi hêvî ye. Ji ber vê yekê divê li gorî vê hewldan bê kirin.

Tevgerên Îslamî jî hene, lê hemû ne wek hev in. Wek mînak Yekgirtî Îslamî, Komeleya Îslamî. Dibêjim qey navê wê yê nû Dadwerî ye, welatparêz in û li ser bingeha baweriya xwe tevdigerin. Hêviyên me ji tevgerên welatparêz ên wiha hene, çi Îslamî û çi çepgir. Bi taybetî Hizbî Şûî, Hizbî Zehmetkêşan, Sosyalîst, Tevgera Azadî û gelek partiyên din. Li Başûr gelek partî û rêxistinên siyasî hene. Her tişt ne PDK û YNK ye, lê ev hêz di vê pêvajoyê de zêde ne çalak in. Li Kurdistanê şerekî mezin heye û dewleta tirk Başûr dagir dike, li Kerkûk û li Mûsilê xwe birêxistin dike. Alîgirên xwe yên tirkmen perwerde dike. Dibêjin Hewlêr jî ya me ye. Di warê aborî de jî li hember Kurdistanê xwedî siyasetekê ne. Li hemberî vê jî divê ev hêz bêdeng nemînin, çalak bin. Divê di vê mijarê de tenê li hêviya hikûmetê nemînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha siyasetekê dimeşîne. Bi fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, em jî rêzê li vê yekê digirin, lê siyaseta ku ew bi dewleta tirk re dimeşîne ne rast e û ne ji bo berjewendiya gelê kurd e. Dewleta tirk dewleteke wisa ye ku destkeftî û statuya gelê kurd ji bo xwe wekî xetereyê dibîne. Ma Erdogan bi xwe negot ku me li bakurê Iraqê xeletî kir, em ê nehêlin li Sûriyeyê jî heman tişt pêk were. Dibe ku niha li dijî PKK’ê taktîkan bi pêş bixin, lê sibê başûrê Kurdistanê jî bikin hedef. Ew aşkera nabêje, lê li her devera Başûr dagir dikin. Em ne li dijî hikûmeta herêmê ne. Herêm û gelê kurd di qonaxeke pir girîng re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyarî nêz bibe. Divê em li hemberî talana dewleta tirk bêdeng nemînin. Ev pir girîng e, hêviya me jî ev e.

Li Silêmaniyeyê heta niha gelek mirovên welatparêz hatine kuştin. Li ser vê mijarê we bi rayedaran re hevdîtin pêk anî?

Rast e gelek mirovên me li Silêmaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Dewleta tirk bi van êrîşan careke din îspat kir ku terorîst e. Hevrê û dostên me yên hatin kuştin, li Silêmaniyê bi awayekî fermî diman. Bi rastî Mamoste Şemal nivîskarek ji Başûr bû û rewşenbîrekî hêja bû. Dîsa Zekî Çelebî karsaz bû, karsaziya wî hebû, bi fermî li Silêmaniyê dijiya. Hevrê Yasîn Bulut 10 sal in bi awayekî fermî li wir dijiya û xebatên civakî dimeşand. Jixwe şoreşgera kurd a hêja Nagîhan Akarsel xebatkara Jineolojiyê, akademîsyen û nivîskar bû. Li dû van hevrêyên sivîl ên bêçek dimeşin û wan bi sûîqesteke hovane şehîd dikin. Ev dewleta tirk e. Li Bakur 17 hezar mirovên me bi vê rêbazê hatin kuştin. Hem di girtîgehan de û hem jî li bajêr qetil dike, hem madeyên kîmyewî bikar tînin, hem li mal û hem jî li ser kar sivîlên me qetil dikin. Em van şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bêguman em ê alayên berxwedanê hîn bilindtir bilind bikin. Ev kesên hatine kuştin sivîl in, divê hêzên ewlehiyê yên li wir parastina van kesan bikin. Hêviya me ji hêzên ewlekariya Başûr ev e. Divê sivîlên bêçek ên tên wir nebin hedefa komên çete û dewleta tirk. Divê li ser vê esasê tevdîr werin girtin.

Ev jî heye; Çima dewleta tirk bi taybet li Silêmaniyê van sûîqestan pêk tîne? Ji ber ku dixwaze rêveberên Silêmaniyê lawaz bike. Ji ber vê yekê sivîlan dike hedef. Lewma dixwaze li wir tevliheviyê çêbike. Divê hewldanên dijmin vala derbikeve.

Nêrînên we li ser hilbijartinên bê yên Tirkiyeyê çi ne?

Projeya sereke ya dewleta tirk ew e ku kurd li Tirkiyeyê nebin xwedî îrade. Ji bo ku kurd di warê leşkerî, siyasî û civakî de nebin xwedî îrade, di bin zextê de ye. Dixwaze tirktiyê ferz bike. Jixwe wek tirk dibîne. Ji bo vê jî 7 sal in tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. 24 sal in tecrîd heye, lê ev 7 sal in li ser vê konseptê tecrîda girankirî tê meşandin. Li ser esasê îmhayê li dijî gerîla êrîş hene. Li ser bingehê lawazkirin û qelskirina hemû saziyên kurd û Kurdistanî li dijî hêzên siyasî yên çep ên demokratîk ên kurd û tirk êrîşeke faşîst tê kirin. Li ser gel zexteke bêsînor heye. Ev hemû jî ji bo ku kurd nebin xwedî îrade û lawaz bikevin. Lê bi ser neketin. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana gerîla, helwesta îradeya siyaseta kurd û hêzên siyasî yên çep ên demokratîk ên Tirkiyeyê ev plan pûç kir. Tevî ku 10 hezar mirov avêtine zindanan jî, berxwedana li zindanan û gelê me nehişt konsepta dewleta tirk bi ser bikeve.

Niha di hilbijartinan de îradeya sereke kurd in, kurd rola sereke dilîzin. Kî bixwaze dê wê hilbijêre. Niha pêwîstiya wan hemûyan bi kurdan heye. Ji bo têkoşîna azadiya kurdan ev serkeftineke girîng e. Bi gotineke din, her çiqas ev çend sal in êrîş kirine, kuştin, zilm û zordarî li gelek kesan kirine û xistine zindanan jî, gelê kurd di şexsê partiya siyasî HDP’ê de heta niha li ser qada siyasî îradeyek e. Ev hemû kurd in; Ji bo kurdên Bakur, ji bo yên li derveyî Bakur jî encamek girîng û serkeftinek e.

Çi eleqeya êrîşên dewleta tirk ên li ser we bi hilbijartinan re heye?

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi taybetî di van 2 salên dawî de êrîşên li dijî me û hemû kurdan di çarçoveya hilbijartinan de pêk tîne. Ji ber vê yekê eleqeyek mezin bi wê re heye. Dema di sala 2021’an de êrîşî Garê kirin, xwestin derbeyek mezin li me bidin, li ser vê bingehê hilbijartinên pêşwext pêk bînin. Li Tirkiyeyê her tişt ne hikûmet e; dewlet jî heye. Projeya dewletê îlhaqkirina Mîsak-i Mîllî ye; dagirkirina ji Helebê heta Kerkûkê ye. Dewletê ev biryar daye. AKP-MHP jî bi vê çarçoveyê tevdigerin, dixwazin vê polîtîkayê bi cih bînin û bi taybetî di vê kêliyê de dixwazin êrîşên xwe zêde bikin, li ser bingeha dijberiya li kurdan dengan ji gelên Tirkiyeyê bistînin û bi gotina , “Min kurd pelçiqandin, Min Tirkiye rizgar kir, mezin kir.” Bi vî rengî dixwaze nîjadperestiyê bilind bike û dengan ji wan bistîne, bi vî rengî di hilbijartinan de bi ser bikeve. Tê payîn ku 2 salan vê yekê pêk bîne û biçe hilbijartinên pêşwext. Wî ew fersend bi dest nexist.

Îsal ji meha nîsanê ve êrîşî Zapê dikin. Çîroka serketinê, serkeftinê li derdora Zapê afirandin; dixwestin bi vî awayî biçin hilbijartinên pêşwext, lê nekarîn. Bi ser neketin, lewma berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Wê teqez êrîşî Rojava bikin. Li gorî konjonktûra siyasî bazar û hesaban dikin, lê dixwazin bi şerê li dijî kurdan biçin hilbijartinê. Erdogan baş dizane; Ger bê şer biçe hilbijartinê bi ser nakeve. Ew ê li dijî kurdan şer bimeşîne û bibêje ez bi ser ketim. Pêşî ev hesab bi başûrê Kurdistanê re kir, lê bi ser neket; vê carê jî dixwaze vî hesabî li ser rojavayê Kurdistanê bike û bi vî rengî biçe hilbijartinan û desthilatdariya xwe mayînde bike. Ev hikûmet dixwaze li ser tunekirina kurdan xwe ava bike. Bi vî awayî dixwaze li ser siyaseta Osmaniya Nû serdest bibe. Ji bo vê jî êrîşa wî ya dawî pir bi hilbijartinan ve girêdayî ye.

Hewldanên desthilatdariyê yên ji bo bêbandorkirina HDP’ê zêde dibin. Bi taybetî di vê serdemê de çima dixwazin HDP’ê bêbandor bikin?

Yek ji armanca projeya nû ya hikûmeta AKP-MHP’ê tasfiyekirina HDP’ê ye. Dixwaze di binê bendê de bihêle û qels bike. Weke me got, armanca wê ew e ku kurdan bê îrade bihêlin. Di nava HDP’ê de hêzên demokratîk jî hene; Ew dostên kurdan in, dixwazin wan jî qels bikin. Armancên wan ên wiha hene. Berê gelek partiyên kurd girtin, lê kurdan partiyeke nû ava dikirin. HDP ji van partiyan ya dawî ye. Ger HDP’ê bigirin belkî yekî nû saz bikin. Li ser rêya hilbijartinê li dijî HDP’ê doza girtinê vekirin. AKP-MHP’ê wê ev yek li ber çavan bigirta; Ger zanibin dê girseya HDP’ê belav bibe, teqez dê HDP’ê bi awayekî qanûnî bigrin, lê zanibin ku girseya gel belav nabe û weke îradeyek ji nû ve derdikeve holê, dibe ku negirin. Erdogan niha hesabê vê dike. Ji bo vê jî hesab dike ku bi gefa girtinê ya li ser HDP’ê wê hê bi kêrî wî were yan na; wê li gorî vê yekê biçin biryarekê. Ew ê beriya hilbijartinê biryarê li ser vê mijarê bidin lê îhtîmaleke mezin a girtinê heye.

Piştî çalakiya HPG’ê ya Mêrsînê hat dîtin ku di navbera Selahattîn Demîrtaş û HPG’ê de nakokî derketiye. Ev nakokî ye an cudahiya ramanê ye?

Na, ne nakokiyek e. Dibe ku di hin mijaran de nêrînên cuda hebin, lê nakokî tune. Selahattîn Demîrtaş jî keda vê têkoşînê ye, parçeyek ji wê ye. Jixwe ew jî xwe wisa dibîne. Ji ber vê yekê ev civak pir mezin e; Dibe ku cudahiya raman hebin, lê ji bo doza azadî û demokrasiyê dê her tim yekîtî hebe. Ez dikarim bibêjim ku di vê çarçoveyê de tu nakokî tune.

Rast e; hem şerê taybet ê dewleta tirk a dagirker û hem jî hêzên din ên mûxalîf dixwazin vê yekê weke nakokî nîşan bidin û kûr bikin. Di vê wateyê de hem hewldanên hikûmetê û hem jî yên muxalefetê hene, lê di vî warî de tu encam nagirin. Em her kesî nas dikin. Gelê kurd wê di vê dema girîng de yekitiya xwe biparêze, yekitiya hemû sazî û rêxistinên li bakurê Kurdistanê pêk bîne, di vê dema girîng de jî wê li gel beşên demokratîk û çep ên Tirkiyeyê îradeya xwe nîşan bide. Tu kes nikare wê bişkîne û tiştek wiha nabe. Gelê me wê giranî û vîna xwe di hilbijartinan de li ser vê bingehê nîşan bide.

Di demên borî de di raya giştî de nûçeyên ku Erdogan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniyê belav bûn. Rastiyek vê heye?

Ev mijareke girîng e. 24 sal in li ser Rêber Apo tecrîd û şerêkî taybet heye. Niha jî 21 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin, tu agahiya me ji Rêber Apo û 3 hevalên wî nîne. Em dizanin ku hin heyet diçin û tên. Di nava wan de Erdogan heye yan ne, em nizanin. Carna heyetên tenduristiyê jî diçin û tên. Bi taybet herî dawî qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê çû Tirkiyeyê, serdana Îmraliyê jî kir, lê plana wan a çûyîna Îmraliyê tune bû. Ji nişka ve çûn Îmraliyê. Gotin, “Me hevdîtin kir.” Ew gotin “em ê niha daxuyanî nedin, piştî 6 mehan li gorî usûlên xwe daxuyanî bidin”. Lê piştre derket holê ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk neanîne. Yan jî Serok Apo ew protesto kiriye, nexwestiye bi wan re hevdîtin bike. Bi vî rengî skandal derew kirin. Derket holê ku bi vî rengî ye.  Bi rastî em pir bi fikar in. Em ji ber tenduristiya Serok Apo û rewşa Îmraliyê bi fikar in û di nava tirsê de ne. Li wir çi diqewime? Em dizanin ku zext li ser Rêbertî heye. Şerê psîkolojîk ji xwe heye, lê zextê dikin û gefê dixwin. Ew dixwazin Rêber Apo çareseriya pirsgirêka kurd a li ser esasê takekesî qebûl bike û di hilbijartinan de piştgiriya wan bike. Eger Rêber Apo qebûl bike, ew ê bêjin “Em pirsgirêka kurd li ser bingeha mafên takekesî çareser dikin.” Lê Rêber Apo dibêje, “Na, em gel in; ne mafên takekesî, mafên civakî hewce ye.” Ne bi rengê ku kî/ê bixwaze dikare kurdî fêr bibe, pêwîst e mafê perwerdehiya kurdî û mafê xwerêveberiyê hebe. Ango em gelek in. Rêber Apo li ser vê yekê îsrar dike. Bi salan in li ser vê yekê zext hene, ew jî bi salan in bi vîn û sebrekî mezin li ber xwe dide.

Rêber Apo got, “Ez dixwazim li Tirkiyeyê ji bo kurdan cihekî bikim. Cih, ev yek encex dewleta tirk nasnameya civaka kurd nas bike, pêkan dibe. Mesele ev e. Ango helwesta Rêber Apo ji bo hebûna gelê kurd e. Li ber xwe dide. Lewma em dizanin ku di bin zexteke giran de ye û em pir bi fikarin.  Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin; divê Rêber Apo tenê neyê hiştin. Divê em derkevin kolanan û divê em bixwazin ku parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Em dixwazin bi vî rengî agahiyekê werbigirin. Fikar û tirsên me hene.”

Di vê çarçoveyê de, dibe ku we jî bihîstiye; Li Ewropayê, li hin parçeyên Kurdistanê li gelek cihan çalakî tên kirin, lê bi taybet bendewariyên me ji gelê me yê başûrê Kurdistanê ye. Binêrin, Rêber Apo ji bo mafên kurdan ewqas zextan re rûbirû dimîne. Rêber Apo eger daxwazên dewleta tirk qebûl bike û em weke rêxistin qebûl bikin wê kurd tune bibin. Ango li vir helwesteke netewî, helwesteke li ser hebûna gelê kurd heye. Tiştekî ji rêzê nîne. Bi rastî jî barekî giran li ser milê Rêber Apo heye. Divê gelê me li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Heta ku em agahiyek ji Rêber Apo bigirin. Divê em êdî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevbigerin.

Ango îro têkoşîneke welê tê meşandin. Tecrîda ku dewleta tirk bi taybet hikûmeta AKP-MHP’ê pêk tîne, li cîhanê tine ye. 21 meh in ti kes nizane li Îmraliyê çi qewimî. Ti agahî tine ye. Ev zilmeke mezin e. Ev tecrîdek êşkenceyê ye. Divê her kes dengê xwe li hemberî vê derxin. Di vê çarçoveyê de têkoşîna me û gelê me mijara gotinê ye. Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina zilma li Îmraliyê tevlî vê têkoşînê bibin.

Gelo hûn amade ne agirbesteke yekalî û pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin? Eger hûn amade in, ev pêvajo çawa û kengê dest pê bike?

Tiştekî welê di rojeva me de tune ye. Li her derê li hemberî gelê me, Rêbertiye me û hêzên me êrîş hene. Ji ber vê yekê di rojeva me de agirbest tune ye, lê em çareseriya siyasî dixwazin. Armanca me ev e. Eger bi rastî jî  projeyek hebe û di nava vê de cidiyet hebe, em dikarin bifikirin. Lê li ser Rêbertiya me tecrîdeke mutleq, li ser gerîla êrîşên tunekirinê, li ser gelê me û siyasetê zextekî faşîzan heye û li holê projeyek li ser esasê çareseriyê tune ye. Ji ber vê ev yek nayê nîqaşkirin û nakeve rojava me. Lê weke me got, eger bi rastî jî projeyek bibe, ev hemû zext û tecrîd ji holê rabin û asayîbûn pêk were, wê demê em dikarin li ser bifikirin û bikin rojeva xwe. Em ji vê yekê re vekirî ne. Lê divê ji bo vê şert û merc bên afirandin. Şert û mercên me ev in. “

Em têkoşîneke siyasî dikin. Em naxwazin mijarê bi çek û tundiyê çareser bike, dewleta tirk vê yekê dixwaze. Wan agirbest xira kir, projeya çareserî û diyalogê rawestandin û êrîşî me kirin.  Eger ev êrîş bên rawestandin, proje derkeve holê, dibe ku pêvajoya agirbestê careke din bibe rojev. Lê niha tiştekî welê ne di rojevê de ye.

Herî dawî em spasiya hemû xebatkar û rêvebirên KNN’ê dikin ku ev derfet dan me. Bi rêya vê ez silavên xwe ji hemû gelê ezîz ê başûrê Kurdistanê re dişînim û ji dil û can serketinê ji we re dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar