Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Di destpêka şerê Kobanê de, me got dê DAIŞ têk biçe

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku çavê hêzên welata rojava nebirî ku li erdê li hemberî DAIŞ’ê şer bikin û wiha got: “Me beriya hemû kesan li hemberî DAIŞ’ê alaya serfiraziyê li ba kir. Ev jî bi saya berxwedaneke bi ked û xwînê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastiya Gel a Kurdistanê Murat Karayilan diyar kir di êrîşên DAIŞ’ê de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ciwanên Kurd bi fedayîtî şer kirine û got, “Perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo yekîtiya Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan,Tirkmen û Ermenan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih aniye. Bingehê vê paradigmaya îdeolojîk-felsefîk a Rêber Apo ye. Perspektîfa Neteweya Demokratîk e. Yê ku kirî gelên Ereb, Asûr-Sûryan û gelên din li dijî DAIŞ’ê rabin dîsa Rêber Apo ye.’’

Beşê dawîn a roportaja Karayilan ku di Yenî Ozgur Polîtîkayê de weşiyayî wiha ye:

  • Çima êrîş anîn ser Kurdan? Ne tenê li Kobanê, êrîş anîne ser Şengal, Hewlêr, Kerkûk, Mexmûrê?

Gelê Kurd jixwe tê çewisandin. Bi salan e ji ber zilma dewletên li herêmê dinale. Çima piştî ku Mûsil û Reqa standin berê xwe nedan navendên dewletan lê berê xwe dane Kurdan? Ev planek e. Rola dewleta Tirk di vê de teqez e û diyarker e. Belkî jî şaşîtiya herî mezin ku wan ji bo xwe kirî ev bû. Heke wan bizanibûya ku PKK ji wan bêhtir berxwedêr e, ji wan bêhtir fedayî ye, behtir bi ser doza xwe ve ne, bi rehetî dikarin di ber doza xwe de xwe feda bikin û nikarin wiha bi hêsan zor wan bibin, belkî wiha berê xwe nedidan Kurdan. Lê ew hatine Kurdistanê û li latekî hişk ketin. Ji bo vê jî têk çûn. Ji bo vê jî, di destpêka şerê Kobanê de, me got ev şer wê bibe destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Jixwe piştî ku bejahiya Kobanê hate paqijkirin me hêzên xwe ji wir kişandin. Ji ber ku li Kobanê me gelek şehîd dan. 

  • Li gel ev qas berdêlên ku we dane jî hin derdor têkiliya we û Rojava didin ber pirsan û dikin mijara nîqaşê. Hin derdorên Kurd dibêjin bila têkiliya xwe ji wan bibirin. Hûn li ser vê çi dibêjin û rewşa bicihbûna we ya li wan deveran ku we li dijî DAIŞ’ê şer kirî, çi ye?

Helbet, hin jê bi betanê ûrê diaxivin. Dibêjin, ‘Va PKK li wir heye an na, bila derkevin. Bila hêzên Rojavayî têkiliya xwe bi PKK’ê re bibirin.’’ Gelek mirovên ku bi qasî serê derziyê fedekarî nekirine, gelek mirovên lewçe diaxivin lê wan rojên ku her kes ji DAIŞ’ê direviya kê li dijî DAIŞ’ê singa xwe da ber guleyan û kê DAIŞ têk bir, hewl didin ku ser vê bigirin. Ev serkeftin bi berdêla li Kobanê, Şengal, Mexmûr, Kerkûkê hate standin. Me tenê li Başûre Kurdistanê, li dijî DAIŞ’ê 500 şehîd dan. Hinan digot, ‘’Ev êdî venakin, PKK ku li deverekê kulingê xwe li erdê dabe careke dî nema derdikeve.’’ Derdorên wiha hebûn ku tevdidan. Lê piştî ku rewş normal bû, ango dema ku DAIŞ ji hêz ket, hate fêhmkirin ku DAIŞ nema êrîşê tîne, pêşî ji derdora Duhokê me hêza xwe kişand. Piştre me hêza xwe ji Laleşê kişand.

  • We ji herêmên din jî kişand?

Belê, dema ku hewceyî pê nema me hêza xwe ya li Kerkûkê kêm kir û piştre me hêza xwe ya li Şengalê jî kişand. Li Şengalê destpêkê ji bo şêwirmendiyê hin heval man. Helbet, hêzeke berxwedanê hebe ku hevalan dema şer ji ciwanên Êzîdî rêxistiniya wê kiribû. Ji ber ku li Şengalê, ciwanên ku bi hevalan re li Şengalê li ber xwe didin, avaniya YBŞ’ê ava kiribûn. Şehîd Berxwedan, Şehîd Dijwar, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Saît, hê di serî de bi hevalên me re li ber xwe didin û hevalên me yên Êzidî bûn. Ew ne PKK’yî bûn. Lê bêguman li ser hîmê felsefeya Rêber Apo bûne xwedî hêz û vîn. Wan ji nebûnê, ango di nav berxwedanê de rêxistiniya xwe kirin. A rast ev avabûneke rasteqîn û pîroz e.

  • Lê YPG û YPJ?

Rewşa YPG’ê cuda bû. YPG berê hatibû damezirandin rêxistineke bû. Belê, hin hevalên ku berê li nav me mabûn, şer kiribûn û piştre çûbûn tev li nav Şoreşa Rojava bûbûn pêşengiya wê kiribûn lê hijmara yên ku ji me veqetiyabûn û çûbûn ne zêde bûn, komeke biçûk bû. Bi esasî ciwanên ji nav civakê, mirovê bêalî, bi serê xwe rêxistiniyek derxistin holê. Meyla ku civak xwe bi xwe parastina xwe bike li pêş bû. Ji ber ku êrîş li ser hebû û hewceyî bi xweparastin û rêxistinê bûn. Bi esasî YPG li ser vê ava bû. Hêzên HPG’ê jî li Kobanê destek da wan, bi fedayî bi wan re şer kir û vê moral da wan, kir ku ew di şer de û di rêxistiniyê de zîrektir bin. Ev rastiyek e. Lê kelevajiyeke ku mirov bibêje ‘Her du rêxistin jî yek rêxistin in’, ev ne rast e. YPG- YPJ ku piştre bû QSD, avaniyeke wiha ye ku bi nasnameya xwe xwe bi tevahiya cîhanê daye qebûlkirin. Tişta ku me kirî ew e ku di şertên dijwar de me destek da wan. Dewleta Tirk tim dibeje YPG, PYD PKK ye, ji bo ku li Sûriyê Kurd nebin xwedî heqê xwe, ji bo vê ji xwe re taloke dibine wiha dibine. Ji ber vê jî dixwaze YPG’ê û PYD’ê bixe nav lîsteya terorê, dixwaze têkoşîna rewa ya gelê Kurd tasfiye bike. Armanca xwe ya esasî ev e. Bi rengekî lê rawestiyayî, armanca sereke ku navê YPG’ê- PKK’ê dibêje, dijminatiya li Kurdan e.

  • Van rêze serfiraziyan, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi roleke çawa rabûn…

Vî şerî mirovahî ji rêxistike terorîst a komkuj, hêwilnak DAIŞ’ê xilas kir. Heke bi wê heza xwe ya bi îhtîşam Kobanê standiba, bi teqezî DAIŞ’ê wê deverên din ên Rojava jî standibe. Bi vî rengî pişte wê tevahiya Sûriyê bistanda, belkî jî berê xwe bida Başûr û zêdetir dever bistanda. Lingê împaratoriya Iraq-Şamê ku hedefa DAIŞ’ê bû, bi rengekî xurt, ku gavên xwe li ser deyne, hate rûniştandin lê li Kobanê 5 hezar qedroyên xwe herî bijarte winda kiri û vê pişta DAIŞ’ê şikand. Ev encam pir girîng e. Hem jî di demeke wiha de ku kesî nekarî li dijî DAIŞ’ê bisekiniya ev hate kirin.

Piştre her kesî hêz ji vê stand. Dewleta Iraqê xwe bi ser hev de anî, pêşmerge jî wiha, her kes li dijî DAIŞ’ê kete pêvajoya têkoşîneke karîger. Rast e, şerê hewayî ya Koalîsyona Navnetewî girîng e, jixwe encamên xwe yên pratîk jî hene. Her wiha li Iraqê rêxistiniya Heşdî Şabî, xwe bi ser hev de amnîna artêşa Iraqê û standina Mûsilê ne tiştekî ji rêzê ye. Her wiha hêza pêşmerge şerê DAIŞ’ê kir. Dewleta Sûriyê, Îran, Rûsyayê li dijî DAIŞ’ê şer kir û têkoşiyan. Ev hemû girîng in lê bi destwerdana PKK’ê ya li Şengalê heke li dijî DAIŞ’ê agirê berxwedanê nehate vêxistin, piştre jî ev rihê berxwedan û serfiraziyê heke li Kobanê negihaştibe asta herî jor, wê pir zor bûya ku li dijî DAIŞ’ê berxwedaniyeke wiha bi wêrekî bihata kirin.

Mînak hêzên rojavayî xwe nedane ber ku li bejahiyê li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Belê li bejahiyê hêza wan hebû lê yên ku ew hêz jî diparastin hêzên xwecih bûn. Mînak dora yekîneyên DYE’yê YPG’yiyan diparast. Di nav parastinê de dihiştin û hêzên xwe anîn. Şerê wan ê esasî şerê ezmanî bû. Bi şerê hewayî mirov nikare hêzekê biqedîne. Heta ku li erdê şer nebe, tenê ji hewayê mirov nikare hêzekê biqedîne. Ev rastî herî dawî di pratika Efganîstanê de derkete holê. Bi kurtasî bi berxwedaneke bi ked û xwînê me beriya her kesî li dijî DAIŞ’ê ala hilda û serêkêşiya vê kir.

  • Weke endam û rêveberê wan hêzen ku DAIŞ ber bi têkçûnê ve birî, hûn çi hîs dikin? Derheqê raza serkeftine we û bandora vê ya li ser dînamîkên xwecih hûn ê çi bibêjin?

Têkilî vê pirse dixwazim rola Rêber Apo ya di van serkeftinan de bi taybet binirxînim. Pêşdîtin, hewldan, bang û perspekftî ên Rêber Apo di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bûye kana sereke ya hêzê. Ji vî alî ve, di têkbirina DAIŞ’ê de, ji her kesî zêdetir di asta pêşî de yê bi rol rabûyî Rêber Apo ye. Wê demê weke niha tecrîd nebû û şande diçûn û dihatin.

Rêbertî bi rêya wan şandeyan perspektif ji bo Şengal, Kerkûk û Başûr da. Her wiha ji bo Kobanê seferberî ragihand. Rêya gelê me diyar kir. Zemîna wê çêkir ku hêzen me bi fedayî şer bikin. Rêber Apo ev tişt kir. Ev xizmeta ji bo tevahiya mirovahiyê bû. Aşkere ye ku Rêber Apo bi vê hewldana xwe xizmet ji mirovahiyê re kiriye. Ya ku DAIŞ ber bi têkçûnê ve birî ev hewldan in. Rola Rêber Apo û şehîdan heye ku ev encam derkeve holê. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo hêzen HPG’ê, ji bo hêzên YPG’ê û hemû hêzan bûye kana îlhamê.

Xort û jinên ciwan ên YPG’yî û ciwanên Ereb ên Rojavayî, ilhama xwe ji Rêber Apo standine û wiha bi fedayî şer kirin. Her hevrêyê ciwan ê Ereb bi gotina, ‘’Rêber Apo her wiha hem lîderê me û hem jî lîderê Rojhilata Navîn e, li ber ronahiya ramanên wî bi kêfxweşî em ê her tiştî biin ber çavan’’ û tev li nav QSD’ê bûn.

Perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo yekîtiya Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan,Tirken û Ermenan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih aniye. Bingehê vê paradigmaya îdeolojîk-felsefîk a Rêber Apo ye. Perspektîfa Neteweya Demokratîk e. Yê ku kirî gelên Ereb, Asûr-Sûryan û gelên din li dijî DAIŞ’ê rabin dîsa Rêber Apo ye. Her wiha xeta azadiya jinê ya Rêber Apo danî holê, li dijî nêzîkatiyên dogmatik û zextê li ser jinê datînin ên weke DAIŞ’ê û her cure rêxistinan, li tevahiya Rojhilata Navîn, li dijî paşverûtiya Rojhilata Navîn bûye bersiva herî xurt- ronîker, şoreşger û demokratîk. Li ser van mijaran li bara Rêber Apo, hem em hem jî tevahiya mirovahiyê deyndar e. Tişta ku di vê mijarê de me kiriye karê pratîk e. Me endamen vê tevgerê, bi esasî li gorî perspektîfa giştî ku hatiye dayin, ji bo ku bi cih were, heta bi astekê me hewl daye le ya ku jêresaziya wê daniya Rêber Apoye, ên ku bi cih anîne jî şehîdên me yê leheng in.

Em PKK ji bo ku me ev berxwedan daye em pê serbilind in. Heta bi astekê ji bo ku me perspektîfa Rêbertiya xwe bi cih aniye em şad in. Bêguman ev berxwedan bi keda şehîden me yên leheng pêk hatiye û em bi esasî deyndarî wan in. Me gelek şehîdên mezin û hêja dan.Dîsa wan yek bi yek bi minet bi bîr tînim. Em bi wan îro dikarin biaxivin. Bi wan împaratoriya rêxistine paşverû DAIŞ’ê hate hilweşandin .Ev ji bo hemû mirovahiyê xizmeteke mezin bû. PKK xwe weke partiyeke mirovahiyê pênase dike, partiyeke xwedî meyzandine hevçax, demokratîk û azadîxwaz e. Ji ber vê jî, berdêlan ku di vê rêyê daye bi xweşî daye û ji ber vê qet poşman nebûye.

  • Heke DAIŞ an jî avaniyên weke wê dîsa derkevin holê, helwesta tevgera we, wê çi be?

Îro jî ku were xwestin PKK, di serî de azadiya jinê, ji bo azadiya mirovahiyê û nirxen demokratîk, hazir e ku eynî berdêlan bide. Jixwe halê hazir, têkoşîna me ya li dijî terora faşîst a AKP-MHP’ê ku halê nixumandî yê hişmendiya DAIŞ’ê ye, didome.

  • We biryareke ewqasî girîng stand, ji bo têkbirina hêzeke mîna DAIŞ’ê ku xeleke dawî ya paşverûtî û hovîtiya cîhanê bû bir ola xwe bûn û we ew kire pêvajoya têkçûnê. Lê li gel vê jî Mijdara 2018’an derheqê sê rêveberê tevvera we, rêveberiya DYE’yê biryare kuştinê û girtinê da. Hûn li ser vê çi difikirin?

Belê. Di nav lîsteya xelatê ya DYE’yê de bicihkirina koordinasyona sê saziyên me ku di pratîkkirina vê pevajoyê de biryar standin, di geşbûna têkoşîna DAIŞ’ê de bi rol rabûyîn, rê li perspektîfên Rêber Apo vekirin, wesîqeya dirûtiya modernîteya kapîtalîst e. Li ser vê mijarê naxwazim zêde tiştekî bibêjim, lê ti aliyê xwe yê wijdanî, exlaqî û hiqûqî nîne ku ev mirovên ku di têkbirina DAIŞ’ê de xwedî rol in wiha kirine hedef û bi milyonan dolar xelat ji bo wan hatine danîn. Tenê ji bo berjewndiya aborî siyasî, jibo ku dilê dewleta Tirk xweş bikin biryareke wiha standin. Di vê de her çengî rola kesên weke J. Jeffrye û rêveberên wê demê were diyarkirin bi esasî ev pergal e. Divê em bibinin ku hişmendiya pergala berdest çiye. Xwedêgiravî li dijî DAIŞ’ê şer dikin lê kesên ku li dijî DAIŞ’ê şerê herî karîger dikin dikin hedef. Ti têkiliya vê bi bi nirxan re, exlaq e, dirûstî, hiqûqê re nîne. Ev helwesteke wiha ye ku ji bo berjewendiya xwe her cure nirxê mirovî binpê dikin. Li ser vê mijarê dikarim van tiştan bibêjim.

Her wiha tê zanîn CIA jî ji mêj ve dijberê Kurdan e. Xasma jî dijbertiya wê ya li PKK’ê û alerjiya wê ya li PKK’ê heye. Niha ew jî li Rojava ne û ew jî çavdêriya gelek tiştan dikin lê wê çi qasî bi rastiyê re hevrû bibin ev mijara nîqaşê ye.

  • Van rojan ku salvegera serfiraziya Kobanê nêzîk dibe, DAIŞ li Hesekê êrîşeke nû anî. Hê agahî nû ne. Lê derheqê vê mijarê fikrên we çi ne?

Hê em bi berfirehî ne serwext in. Lê wiha xuya dike pêngavê wê bû ku 5 hezar DAIŞ’iyên li girtîgeha Hesekê girtî xilas bikin, bi kêmanî beşek ji Hesekê dagir bikin û dîsa bibin xwedî hêza xwe ya berê. Ne pêkan e ku dewletên ku li herêmê hegemon hay ji hewldaneke wiha nebin. Ji ber ku ev êrîş li biryargehên li Serêkaniyê hatiye organîzekirin. Ango destura Trûmp ku dayî Tirkiyê û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ya bi destê Tirkiyeyê, bi esasî ji bo biryargeha DAIŞ’ê bû zemîn. Çi cihêtiya wan ên li Serêkaniyê ji DAIŞ’ê heye! Bêguman îro heke DAIŞ îro li Hesekê pêngaveke wiha avêtibe, ev bi dagirkirina Serêkaniyê ya bi destê dewleta Tirk e.

  • Baş e, Rûsya û DYE li gel ku bi vê dizanin çima deng ji xwe dernaxin? Çi têkiliya vê bi Tirkiyê re heye?

Rûsya bi keysperestî nêzîk dibe, bi van dizane lê dengê xwe dernaxîne. DYE jî dirûtiyê dike. Niha ji bo ku di berjewendiya xwe de nabîne xwe kerr dike. Ev hêzên ku cîhan weke kefa destê xwe kirine bin kontrola xwe, xwedî ew çend derfetên îstîxbarî û teknolojik in, ev hêzên super dizanin bê ka Tirkiye bi DAIŞ’ê re li Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî çi dike û dibinin. Lîderê DAIŞ’ê Bexdadî li kû derê hate dîtin û kuştin? Ne li wan deverên di bin kontrola Tirkiyê de hate kuştin? Niha ji bo xapandinê li dijî endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê operasyonê dike û vê mezin dike. Lê piraniya van ne rast in. Bi ser de dibêjin hatine girtin û birine dadgehê lê dadgeh çi cezayî dide wan? Wan berdide an jî dersînor dike, heke sûcekî wiha hebe ku nikaribin ser wê bigrin cezayekî sivik didin wan. Ev hemû ji bo xapandinê ne.

Bi esasî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hêzên mîna DAIŞ, El Qaîde, Îxwanî-Mislim û El Nûsra dixwaze li Rojhilata Navîn serwer bibe. Bi vê bingehê dixwaze Kurdan ji hêz bixe, tasfiye bike, bi polîtîkayên teror û qirkirinê yên li ser Kurdan, dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêza ultra, hêzeke emperyal li herêmê. Ji bo vê jî Qatarê, DAIŞ’ê bi kar tîne û dixwaze bibe hêz. Tişta ku jê re Osmaniya nû dibêjin ev . Pêkan e ku hêzên navnetwî vê nizanibin? Helbet pê dizanin lê ji bo berjewendiya xwe deng dernaxin. Ev jî rastiya van hêzan derdixe holê. Her wiha li dijî kirinên terorî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê xwe kerr dikin. Li dijî kirinên dermirovî yên li Efrînê dengê xwe dernaxin. Ev jî rastiya van hêzan derdixîne holê. Em xweş bi vê dizanin lê divê raya giştî û gelê me jî bi vê bizanibe. Hale hazir rejîma AKP-MHP’ê di serî de li dijî gelê Kurd, li dijî gelên herêmê terora dewletê bi rengên cuda bi kar tîne û bi rêya van rêxistinên cîhanî ku me navê wan dayî terorê dike. Hêzên têkildar ên li herêmê bi vê dizanin.

  • DAIŞ çawa dikare bi temamî were tasfiyekirin?

Ev rastiyek e: Dewleta Tirk hem li Sûriyê hem li ser xaka xwe li cihn deveran derfet daye rêxistinên cîhanî ku biryargehên xwe çêbikin, heta ku eve derfet ji holê neyên rakirin ne pêkan e ku DAIŞ bi temamî were tasfiyekirin. Ji ber ku niha li deverên ku Tirkiyê dagri kiriye, DAIŞ ya ku bi rêxistinên din ên cîhadî re ketiye zik hev, rêxistiniya xwe dike, li wan deran qedroyan ji xwe re çêdike û bi vê çarçoweyê derfetê dibine ku xwe zindî bike. Ji bo ku DAIŞ were tasfiyekirin beriya her tiştî divê Tirkiye ji Sûriyê derkeve, Tirkiye û Qeter destekê nede van rêxistinan. Heta ku ev destekê bidin komên terorîst ku bi navê Îslama radîkal tevdigerin wê tim hebin, DAIŞ bi rêxistinî ji holê were rakirin jî hişmendiya DAIŞ’î wê tim hebe.

  • Herî dawî hûn dixwazin çi bibêjin?

Di serî de gelê me yê Kobanê û Rojava tevahiya gelê me yê Kurdistanê di pêvajoya şer de bi roleke pir girîng rabûne. Ango gelên Ereb, Asûr-Sûryan, Ermen, Çeçek, Çerkez, Tirkan ên li ser van xakan li dijî paşverûtiyê bûne yek, mînaka herî baş a Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo nîşan dane. Xasma jî hema hema hemû eşîrên ku li herêmê gotina wan derbas dibe, di serî de têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, di hemû pêvajoyên şer de soza xwe bi cih anîne û keda xwe di hemû serkeftinan de hene. Ev hemû me teşwîq dikin ku em ji bo azadî û aramiya gelên me zêdetir hewl bidin, zêdetir têbikoşin.

Em divê vê xweş zanibin, em gelên Rojhilata Navîn, bi hêza xwe, bêyî ku xwe bispêrin ser hêzên derve, bêyî ku em zêde tiştekî ji wan hêvî bikin, bi xurtkirina navxwe, bi xwespartina yekîtiya gelan û xwîşk û biratiya gelan li ser van dikarin jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Tekane rê ev e û rêyeke dî nîne. Şaş e ku mirov li hêviyê be ku hinek bi roteke bisêhr were û pirsgirêkên me çareser bike. Naxwe, bi çarçoweya xwîşk û biratiya gelan, hevkariya wan, li ser xeta azadîxwaziya demokratîk û pevgihîna van hemûyan bi çarçoweya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo, bi xurtkirina eniyan em dikarin ji van probleman xilas bibin, pergaleke demokratîk, azad û halxweş li vê herêmê ava bikin. Di serî de gelê me yê welatparêz, hemû hêz, pêşengên gelê me û dînamîkên şoreşger heke bi vê çarçoweyê bi berpiryariya xwe rabin em bawer dikin ku wê serkeftina teqez çêbibe, ez tevahiya gelê me û dostan silav dikim.

Nîşe: Di rojên pêşîn ên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ya li Hesekê, ev roportaj hate kirin

Karayilan: Êrîşa li ser Kobanê plana hevpar a MÎT û DAIŞ’ê bû

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar