Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Dijmin di nav tirs û telaşeke mezin de ye

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Mûrat Karayilan li ser cîhazê ji gerîlayan re axivî

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser cîhazê ji gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li qada şer re axivî.  Karayilan bi silavkirina ji dil û can a gerîlayên li eniya şer dest bi axaftina xwe kir. Karayilan der barê êrîşên dagirker ên ku dewleta tirk ji 14’ê nîsana 2022’yan û vir ve rojava û rojhilatê Zapê jî tê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, nirxandinên girîng kir.

Mûrat Karayilan di axaftina xwe de şehîdên Berxwedana Şehîd Xûrsî bi bîr anî û axaftina xwe wisa domand: “Ez heval Ferman Kerîm, Jînda Serhed, Sabrî Cîlo, Helmet Viyan, Dilşêr Reqa, Adar Çiya, Harûn Firat, Arvîn Tolhildan, Sefqan Adar, Hêvî Welat, Azad Pirsûs bi rêzdarî bi bîr tînim. Em di şexsê van hevalên qehreman de şehîdên berxwedana sala 2022’yan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê li ser soza xwe ya dilsozî û serketinê ya ji bo wan bin. Ew nirxê me ne, bingeha hebûna me ne. Em wan wek ronahiya serkeftinê, pêşengên azadiya Kurdistanê dibînin û di rêya serketinê de wê bibin çavkaniya hêza me.”

Mûrat Karayilan da xuyakirin ku gerîlayên di sala 2022’yan de li Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûne, sala 2022’yan kirine sala qehremaniyê ya ku tê de gelek destan hene û ev tişt got: “Me saleke girîng li pey xwe hişt, bi rastî jî sala 2022’yan bû sala berxwedaneke mezin. Weke ku tê zanîn dijmin hesab kiribû ku wê di sala 2022’yan de bi ser bikeve, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo berdewam kir û zextên xwe yên li ser gelê kurd û siyaseta kurd girantir kirin. Ji aliyê din di êrîşa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de xwest di nava çend hefteyan de encamekê bistîne.”

‘Ew li Zapê girtî man’

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Karayilan diyar kir ku dewleta tirk plan dike ku di nava çend mehan de tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û bi lidarxistina hilbijartinan re di nav atmosfereke wiha de rejîma faşîst a qirker mayînde bike. Karayilan axaftina xwe wisa domand “Tevî hemû derfetên teknolojîk ên di destê wan de, bikaranîna çekên ji aliyê cîhanê ve hatine qedexekirin û hemû piştgiriya PDK’ê, dijmin di sala 2022’yan de bi ser neket û derbên giran xwar. Dewleta tirk di sala 2022’yan de bi dagirkirina sînorên Mîsak-i Millî xwest bigihêje encamê. Lê bi saya berxwedana hevalan dijmin li Zap, Metîna û Avaşînê asê ma. Navê êrîşên xwe kiribû ‘Pençe-Kilît’, lê bi xwe li Zapê girtî man. Çend roj şûnd 9 meh derbas dibin û lê dijmin hê jî hemû qadên ku dixwest dagir bike, nekariye dagir bike.

Di 11-12’ê kanûnê de me dît ku ji gelek herêman vekişiyan. Li hemberî berxwedana bi rûmet a hevalan ji bilî Girê Hakkarî û Girê FM vekişîna dijmin ji hemû qadên rojavayê Zapê têkçûn e. Li rojhilatê Zapê jî heman tişt derbas dibe ku dijmin neçar ma ji lûtkeyên Kurojahro û li gelek herêman qada Saca, Girê Şehîd Sîpan, Şehîd Kuncî vekişe. Niha li derdora ava Zapê hêzên dijmin nemane, tenê li girê Rêwan hene û hinekî jî girê Şoreş girtine.”

‘Piştî têkçûna Zapê berê xwe dan Avaşînê’

Mûrat Karayilan diyar kir ku artêşa tirk a dagirker li Zapê bi ser neketiye û niha hewl dide hin herêmên Avaşînê dagir bike û wiha got: “Ji bo vê jî divê berxwedana hevalên me yên li herêmên Çemço û Sîdayê bişkîne. Bi vê armancê 4-5 meh in bi hemû derfetên xwe êrîşî çeperên Şehîd Botan, Şehîd Felat û Şehîd Dogan û qada Keleha Çemçoyê dikin. Keleha Çemçoyê bûye wekî xençera ku li dijmin hatiye xistin.”

Karayilan diyar kir ku artêşa tirk her roj bi tank, top û obusan êrîşî herêma Keleha Çemçoyê dike û diyar kir ku li herêma Şehîd Botan hema bêje her roj çekên kîmyewî yên qedexe tên bikaranîn. Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Karayilan diyar kir armanca êrîşên dawîn ên dewleta tirk ev e ku piştî Zapê dîsa rezîl û riswa nebin, ji ber vê jî êrîşên xwe zêdetir kirine.

9 meh in kurd li heman çeperê şer dikin

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku 9 meh in li rojhilat û rojavayê Zapê û li herêmên Avaşîn û Metîna berxwedaneke awarte tê kirin û wiha axivî:“Ev di dîroka gelê me de tiştekî nû ye. Ji ber ku di dîroka gelê me de 9 mehan di heman çeperê de berxwedan çênebûye. Zap yekem e. Belê rast e, Kela Dimdimê di dîroka gelê me de salekê dom kir, lê li wir dorpêç hebû. Li aliyê din çekên îroyî wê demê tunebûn. Wê demê çekên serhildêran û yê dijminan hema bibêje wekî hev bûn. Ji ber vê berxwedana li rojhilatê Zapê di dîroka gelê me de yekemîn e.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku taktîka şer a gerîlayan di dîroka hunera şer de jî taktîka yekemîn e û wiha got: “Tişta ku qewimî, mînakeke mezin e ku komeke şervan çawa artêşeke birêkûpêk û xwedî çek, têk dibe. Ya duyemîn jî girîngiya siyasî û civakî ya vê berxwedanê gelekî mezin e. Ji bo gelê me û ji bo me ev berxwedan berxwedana hebûnê ye. Vê berxwedanê rê neda hikûmeta AKP-MHP’ê ku polîtîkaya qirkirinê bi pêş bixe.”

Karayilan destnîşan kir ku heke ev êrîşa dagirkeriyê bi ser bikeve wê dewleta tirk hemû destkeftiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê têk bibe û sînorên Mîsak-i Millî jî bên dagirkirin û got, “Vê berxwedanê pêşiya van projeyên dijmin girt.  Heke ji sala 2021’an û vir ve artêşa dagirker li Zapê nehatiba sekinandin, li Rojhilata Navîn têketina ku wê ew der bistendina.”

Heke Zap biketa dê faşîzm mayînde bibûna

Karayilan da zanîn ku, berxwedana heyî di heman demê de berxwedana azadiyê ya gelên Tirkiyeyê ye û got, “Ev berxwedan xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku ger hikûmeta AKP-MHP’ê di şerê van 2 salên dawî de serkeftî bibûya, wê xwe li Tirkiyeyê mayînde bikira.”

Di dawiyê de Fermandarê NPG’ê Karayilan destnîşan kir ku, berxwedana salên 2021 û 2022’yan bingeha serkeftina sala 2023’yan avakiriye û wiha axivî:“Ji ber vê yekê em dikarin bi rihetî bibêjin ku sala 2023’yan wê bibe sala azadiya gelê kurd û Rêber Apo. Sala 2023’yan wê bibe sala serketina mezin û têkçûna rejîma qirker a faşîst. Bêguman helwesta li Îmraliyê, berxwedana li hemû zindanan, berxwedana li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat, gelekî bandor kir. Lê belê navend; Zap, Avaşîn û Metîna ye. Ger li vir bi ser biketana, wê dijmin zêdetir zext li Rêber Apo bikira ku gav bi paş de biavêje û wê siyaseta kurd, demokratîk û çep hîn bêhtir biperçiqanda. Îro ji Îmraliyê heta hemû qadên siyasî berxwedaneke dîrokî heye, lê navenda berxwedanê qadên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Zapê heta Dêrsimê lê bi cih bûne ne.

Jin û mêrên kurd ên ku li ser esasê îdeolojiya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin, berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Ev 9 meh in li hemberî êrîşên dijwar ên bi her cure çekên kîmyewî berxwedan, ne bûyerek asayî ye. Fermandarê berxwedana Şehît Şahîn hevrê Bager Gaver gotibû; “Bi vê berxwedanê re em xwe bêhtir nêzî Rêbertî dibînin.” Belê, yên vê berxwedanê pêk tînin, hevrêyên herî zêde nêzî Rêbertî ne. Em ji bo bi Rêbertiya xwe re bibin hevrêyên dilsoz, di nava têkoşînê de ne û yên ku îro pêşengiya vê têkoşînê dikin hevrêyên ku di qadên berxwedanê de vî şerî dimeşînin in. Îro dîrokê dinivîsînin, îro pêşengiya vê govenda berxwedanê dikin.”

Ji bo berxwedanê hêj zêdetir bihizirin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, yek bi yek silavên xwe ji hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li qada berxwedanê re şand, di van mijaran de hêzên gerîla hişyar kir û wiha xîtabî gerîlayan kir: “Divê hevrêyên me jî bizanibin ka rolek çawa dilîzin. Îro çavê her kesî li wan e, bi taybetî jî gelê me. Ji ber vê yekê divê hevrê jî li ser wê yekê bisekinin ku berxwedanê çawa bi serketinê tacîdar bikin. Em bawer in ku hevrêyên me yên 9 meh in li hemberî dijmin xwedî ezmûn in, wê van êrîşên dawî yê dijmin jî têk bibin. Dijmin bi lez û bez e, di nava tirs û panîkê de ye, ji ber ku dizanin ku eger hewa biguhere wê nikaribin xwe li dora çeperên berxwedanê bigirin. Ger derfet bê bidestxistin, tîmên qadê dikarin zêdetir rola xwe bilîzin. Pêvajoya têkbirina dijmin dest pê kiriye, divê em vê pêvajoyê heta dawiyê bimeşînin û têkbirina dijmin garantî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar