Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Doktrîna me ya şer serkeftin e

Mûrat Karayilan diyar kir ku doktrîna wan a şer, ev 3 sal in nahêle ku dewleta tirk encam werbigire û got: “Şerê ku em li hemberî dewleta tirk dikin, şerê hebûn û tunebûnê ye û dewam dike. Wisa dixuye ku di salên pêşiya me de jî, wê dewam bike. Tevî ku dijmin encam nagire û bi ser nakeve jî, israr dike.”

Karayilan wiha got: “Doktrîna me ya şer, doktrîna serkeftinê ye. Ev ne şerekî ku tenê ji bo girekî tê dayîn e. Ne tenê ji bo parastina başûrê Kurdistanê ye jî. Dikarin bibêjin, çima naterikînin. Em bernadin, ji ber ku ji bo me girîng e. Ji bo hebûn û azadiya gelê me girîng e. Azadiya gelê herêmê girîng e û girêdayî vê yekê ye. Lewma ev şer ne tenê şerê Zapê ye; şerê ku em li hemberî dewleta tirk dikin, şerê hebûn û tunebûnê ye û dewam dike. Wisa dixuyê ku di salên pêşiya me de jî, wê dewam bike. Tevî ku dijmin encam nagire û bi ser nakeve jî, israr dike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî tecrîdê, şerê di navbera dewleta tirk û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, taktîka şerê gerîla û şerê li Xezeyê ji Stêrk TV re axivî.

Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Dostên kurdan li dijî tecrîdê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dan destpêkirin. Têkildarî kampanyayê hûn dixwazin çi bibêjin?

Bê guman pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendan hate destpêkirin, gelek bi wate û girîng e. Li gelek cihên cîhanê dostên Kurdan xwedî li vê pêngavê derketin. Ne tenê ji bo mafên mirovan pêngaveke bi vî rengî pêş xistin, ji ber ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo qebûl dikin û weke hêviyekê dibînin, xwedî li vê pêngavê derketin. Ev pêngav, ji bo me jî peyamek e. Destpêkê ez hemû dostên me yên ku di vê pêngavê de cih girtin, ked dane û îlan kirine bi rêzdarî silav dikim. Fikrên Rêber Apo tenê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn nîne. Gelek kes paradîgmaya Rêber Apo li dijî kaosa sîstema modernîteya kapîtalîst û pirsgirêkên ku di cîhanê de ava kirî, weke çareserî qebûl dikin. Ev ji bo me jî serbilindî û kêfxweşiyek mezin e. Mînak gotinên yek ji fîlîzofên navdar ê cîhanê Slovaj Zîzek ên ku di derbarê Rêber Apo de gotine, mirov bi kelecan dike. Kampanyayek bi vî rengî ya dostên me yên biyanî helbet cihê kêfxweşiyê ye, lê li aliyê din jî ji bo me şerm e. Di asta ku tê xwestin de, em xwedî li Rêbertiya xwe dernakevin yan jî ji ber ku heta niha em ji mayîna Rêbertî ya li girtîgehê re nebûne bersiv, dostên me pêngaveke bi vî rengî dimeşînin. Divê em vê yekê ji bo xwe weke şerm û rexneyekê jî bibînin.

Bi taybetî 25 sal in Rêber Apo li dijî êşkenceya psîkolîk a li Îmraliyê, li ber xwe dide. Ev berxwedan ne berxwedanekî klasîk û ji rêzê ye. Berxwedaneke bîrdozî, felsefî û çandî ye. Yanî li Îmraliyê nasnameya Kurdê azad, nirxên demokrasî û azadiyê tê parastin. 25 sal in Rêber Apo bi biryardariyeke mezin, sekneke bi wate raber dike. Divê weke gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn em xwedî li wezîfeyên xwe yên li hemberî vê yekê derkevin. Em nikarin bibêjin ku heta niha me bi temamî wezîfeyên xwe aniye cih.

Ev nêzî 32 meh in bi hincetên cuda têkîliya Rêber Apo bi cîhanê re bi temamî qut kirine. Ti kes bi ti rengî agahî jê nagire. Divê em jî li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê û bêdeng nemînin. Weke gel, civak, jin û ciwan û hemû gelê kurd, divê em li her derê bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî divê em vê pêngava ku ji aliyê dostên me ve hatî îlankirin, hîn xurttir û berfirehtir bikin û bi ser bixînin. Divê ev pêngav azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye. Yanî azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd jî ye. Lewma navê kampanyayê jî, di cih de ye. Lewma divê gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Tirk, gelê Asûrî-Suryanî; yanî hemû gelên herêmê beşdarî vê pêngavê bibin. Azadiya Rêber Apo, wê bibe sedem ku li Rojhilata Navîn geşedanên nû çêbibin. Wê azadiya gelan pêk were û demokrasî were. Çawa ku fîlozof Zîzek dibêje, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me jî ye. Divê em ji bo xwe vê kampanyayê bi rengekî xurt bimeşînin’, ev gotin ji bo me hemûyan derbasdar e. Divê em bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin û bi ser bixînin.

Komara Tirkiye di sala xwe ya 100’emîn de ye. Hedefa dewleta tirk di vê sedsalê de ew bû ku gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike, di 50 salên dawiyê de jî PKK’ê ji hole rake. Gelo dewleta tirk gihiştin armancên ku hedef dikir?

Rêveberiya me têkildarî sala 100’emîn a Komarê, nêrînên me bi daxuyaniya ku kirî ve diyar kir. Di avabûyîna komarê de gelê kurd jî cihê xwe girt. Tekoşînek bihêz  bi rêve bir. Di kongreyên Erzirom û Sêwasê yên ku Ataturk lidar xistin de beşdar bûyîn hene. Ataturk ji aliyê 200 leşkerên kurd ve tê parastin. Hetanî ku ji Sêwasê diçe Enqereyê leşkerên Kurd ewlehiya wî digirin. Di avakirina komarê de rola kurdan jî hebû. Ji xwe di Meclîsa ku li Enqereyê tê ava kirin de jî behsa vê tê kirin, lê bi îmzekirina Peymana Lozanê ve rayedarên dewleta tirk pişta xwe didin Kurdan, ango îxanet dikin. Kurd tune hesibandin, piştî sala 1925’an jî li Kurdistanê siyaseta qirkirinê bi rêve birin. Hîna dixwazin vê siyaseta qirkirinê bibin serkeftinê. Ji ber vê yekê desthilatdariya ku niha li ser kar a AKP-MHP-Ergenekonê, di sala 100’emîn a Komarê de hedef dikirin ku li hember gelê Kurd serkeftina xwe îlan bikin. Armanc dikirin ku vê pirsgirêka bi Komarê re destpê kirî û hetanî niha nehatî çareser kirin, di sala 100’emîn a Komarê de bi qirkirinê ve çareser bikin. Dewleta tirk timî ji tevgera me re salek temen diyar kiriye. Bi taybet jî hikûmeta heyî ji sala 2016’an û hetanî niha timî gotiye ku salek temenê wan maye. Lê piştre dîtin ku rewş cidî ye, ev kar ne karê salekê ye; bi êrîşên ku di sala 2012’an de li ser Garê dan destpêkirin re, gotin wê tevgera me hetanî sala 100’emîn a Komarê tasfiye bikin. Armanc kirin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd, Rojava û Başûr ji holê rakin. Bi vî rengî xwestin ku siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd bigihijînin encamê û serkeftina xwe îlan bikin. Di sala 2012’an de ev hedef kirin û ji bo vê jî çi ji destê dewleta tirk hatibe, kir. Ji bo ku serbikeve ji hêzên derve piştevanî hilda, Tirkiye kir mijara bazarê; ji aliyekê ve bi Rusyayê re, ji aliyê din ve bi DYA û NATO û bi hêzên din ên herêmê re bazarî kir, dîplomasî rêve bir, xeta xayîn a kurd xist dewrê, her cûre çek bikaranî, êrîşî her deverê kir, lê bi ser neket. Ango plana dewleta tirk biserneket. 2 roj beriya niha sala 100’emîn a Komarê bû, lê nekarîn serkeftinekê îlan bikin, ji ber ku şer didome.

Bêguman ev pêvajo ji bo me wisa hêsan nebû. Me jî berdêlên giran dan. Beriya her tiştî sekna ku Rêber Apo li dijî hemû êrîşan nîşandayî heye û seknek ku gerîla raber kirî heye. Di pêvajoya 9 salên dawî de bisedan destan hatin nivîsandin, hîna jî berdewam dike. Dijmin ne tenê êrîşî Rêber Apo û gerîla kir, êrîşî tevahî gelê kurd kir. Êrîşî siyaseta demokratîk a Kurd, siyaseta demokratîk a Tirkiye kir. Êrîşî Rojava, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî; yanê êrîşî her kesî/ê kir. Her kesê/î jî li hember wan êrîşan li ber xwe dan. Îro di encama ku hat bidestxistin de rola hemû kesî/ê heye. Di xebata Rêber Apo de berxwedanek giştî hat raberkirin. Gerîla li ber xwe da, siyaseta kurd, siyaseta tirk, ereb, asûrî-suryanî li ber xwe da û gelê me bi berxwedana xwe ve ev êrîşên dijmin bê encam hişt. Lê ev êrîş hîna xelas nebûne, berdewam dikin.

Tam jî di pêvajoyek wiha ya dîrokî de li Enqereyê di dilê Tirkiyeyê de çalakiyek fedayiyane ji aliyê şehîd Rojhat û Erdal ve hate kirin. Hûn têkildarî vê çalakiya fedayî dixwazin çi bibêjin?

Ez endamên Tabura Nemiran heval Rojhat û Erdal birêzdarî û biminet bi bîr tînim. Ew lehengên vê demê ne. Çalakiya ku di 1’ê cotmehê de li Enqerê hat lidarxistin, ne çalakiyek ji rêzê bû. Çalakiyek bû ku bi plan, armanc, kûrahî û wateya wê hebû. Beriya her tiştî nûnertiya ruhê canbexşane yê Apoyî dikin. Çalakiyek serkeftî bû. Hem dema wê û hem jî mekanê wê bi îsabet bû. Gihişt armanca xwe. Divê her kes vê çalakiyê baş bi nirxîne.

Divê hem hevalên me û hem jî dijmin vêya baş bixwîne. Ji ber ku çalakiyek bû ku li gorî demê bû. Wê wekî çalakiya ku heval Zîlan di sala 1996’an de lidar xistî, pêvajoyek nû pêş bixîne. Çawa ku heval Zîlan bi çalakiya xwe ve pêvajoyek nû da destpêkirin, çalakiya heval Rojhat û Erdal jî wateyek wiha dihewîne. Bitaybet jî pêkanîna çalakiyek wiha di dilê rejîmê de pir girîng e. Mînak eger têkildarî dema çalakiyê guhertinek 4,5 saetan kiriban; di serî de Tayîp Erdogan, xwestiban kîjan rayedarê dewletê bikin hedef, dikarin bikin. Ji ber ku di navenda wan de çalakiyek wiha pêk anîn. Dikarin her kesê bi ew qas çek û teqemeniyan ve bikin hedef, lê nekirin. Ji ber ku armanca çalakiyê peyam dayîn bû. Divê ev rast bê xwendin. Hevalên me yên fedayî bi armanca çalakiyê ve girêdayî man. Ji rejîmê re gotin “Binêrin em çi bixwazin dikarin bikin, eqlê xwe bînin serê xwe. Ev çalakî hişyariyek e.”

Çalakî peyamek ji me re, ji hevalan re jî dihewîne. Ne pêwîste ku ez li vê derê her tiştî diyar bikim, lê wekî ku min anî ziman, divê encamên rast ji çalakiyê bên derxistin. Ev çalakî pir çû zora dewleta tirk. Heta pisporek wan ê şerê taybet got ku bi rûmeta dewleta me lîstin. Lewma êrîşî gelek deveran kirin. Destpêkê êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, lê windahiyek me çênebû, ji ber ku me tedbîra xwe girtibû. Piştre êrîşî siyasetmedarên Kurd û welatparêzan kirin. Ji wan êrîşan re jî navê “Operasyona Lehengiyê” danîn. Lehengtî li kîjan devera vêya heye? Bi sedan polîs û leşkeran ve bi ser malên mirovên sivîl ên ku di malên xwe de bêparastin radikevin digirin û ji vêya re jî dibêjin lehengtî. Ev tirsonektî ye. Dîsa li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên mezin dan destpêkirin. Dewleta tirk li hember çalakiyek ku ew qas profesyonel hat amadekirin şoq bibû. Hetanî niha tenê dizanin ku çalakvan ji Kayserî hatine Enqerê, li derveyî wê ti tişt nizanin, lê şefê îstîxbaratê derdikeve û dibêje ‘ev ji Sûriyeyê hatine.’ Îspata vê li kuderê ye, delîla vê li kuderê ye? Ji ber xwe diavêjin.

Ji xwe wan beriya niha xwe ji bo êrîşa li ser Rojava amade kiribûn. Gelek cih beriya wê tespît kirine. Dixwazin bi temamî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşînin. Ji ber ji pergala ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava pratîze kirin gelek ne rehet in. Dewleta tirk gelek ji pergal, statuya demokratîk, a ku gel bi hev re bi şêweyek wekhev jiyan dikin, ne rehet e. Ji ber wê sedemê êrîşî fabrîqeyan, ambarên genim, tesîsên neftê, tesîsên kehrebê, nexweşxane, mizgeft û hemû qadên jiyana civakî kirin. Piştre jî ji êrîşên li ser Fîlîstînê re gotin ‘ev êrîş binpêkirina mafên mirovan e, sûcên şer in.’ Halbukî wan bixwe jî heman êrîş li ser Rovaja pêk anîbûn. Ango wan bi xwe sûcê şer kirin. Sivîl kirin hedef, qadên jiyana civakê kirin hedef. Bi vî rengî xwestin li ser lewaziyên xwe binixûmînin. Ji ber ku vê çalakiyê derewên wan derxist holê. Sîstema faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê bi vê çalakiyê hejiyan. Ji ber ku derewên wan derketin holê. Ji ber  vê sedemê êrîşî sivîlên me kirin, êrîşî Rojava kirin. Ji 45’an zêdetir mirovên me şehîd bûn ku ji wan beşek mezin jî sivîl in. Ez kesên ku di wan êrîşên dijmin de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim, ji hemû birîndaran re jî şîfayê dixwazim.

Îsal li Bakur şerek dijwar qewimî. Di vî şerî de şehadet jî çêbûn. Hûn têkildarî şerê ku li Bakur qewimî dixwazin çi bibêjin?

Şer di 2023’an de herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê qewimî. Şer ji Serhedê heta Garzanê, Amed, Dêrsim, Mêrdîn, Botan, Zagrosan (hem Cîlo û hem jî li eyaleta Geverê), li her devera Kurdistanê, her eyaletê şer qewimî. Berxwedanên gelekî girîng hatin raberkirin. Ruhê fedayî yê Apoyî, dirûstî û lehengî îsal herî zêde li bakurê Kurdistanê derket pêş. Ez hemû şehîdên sala 2023’an ên Bakurê Kurdistanê di şexsê hevrê Yaşar Botan, Leyla Amed, Dilgeş Gûzereş û Axîn Mûş de bi bîr tînim. Bi destanî şer kirin. Herî dawî li Mêrdîn Omeryayê, Heval Nurhaq û heval Îbrahîm li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Li gorî agahiyên dawî yên gihiştin me, li vir şerekî mezin qewimî. 10 leşkerên dijmin hatin kuştin ku 2 ji wan paye bilind bûn. 7 jî birîndar bûn. Her şehadetek berxwedanek mezin bi xwe re tîne û windahiyên mezin dide dijmin. Yanî li Bakurê Kurdistanê şerekî mezin qewimî.

Bi taybetî windahiyên me yên li Amedê, girîng bûn. Yên li Botan, Dêrsim, Mêrdîn, Serhed, Garzan, Cîloyê hemû girîng bûn. Lê li Amedê şehadeta heval Dilgeş û du hevalên pê re, ne ji rêzê bû. Hevalê Dilgeş weke fedayiyekî Apoyî lehengê demê bû. Fermandarê eyaletê bû. Ji her alî ve pispor bû. Çawa gihişt Amedê, şehîd bû. Li Eyaleta Amedê û devera navîn, rol û mîsyonekî girîng girtibû ser xwe. Şehadeta Dilgeş û hevalên pê re, windahiyek girîng bû. Tesadufek qewimî; li cihekî ne guncaw rastî dijmin hatin, lê bi fedayiyane şer kirin. Egîdên demê bûn. Bi lehengiyê dîrokek afirandin. Di pratîkên ku beriya wê meşandin de, jî wisa bû. Fermandarê Eyaletê yê Heftanînê bû. Yanî heval Dilgeş Gûzereş, di dîroka şerê şoreşgerî yê giştî de nirxekî mezin afirand. Em car din bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin.

Axîn Mûş û hevrêyên pê re jî ku beriya demekê şehîd bûn, ji bo me windahiyên girîng bûn. Hevalên din jî kadroyên esas ên Eyaleta Amedê bûn. Heval Axîn 5 salan li vir fermandarî kiribû, di pileya yekemîn de berpirsyarî girtibû, di Hêzên Taybet de fermandarî ji Tabura Nemiran re kiribû. Bi sekna şoreşgerî, pîvanên exlaqî û çandî nûneriya asteke bilind dikir. Di aliyê paqijî, dirûstî, samîmiyet, biryardarî, cesaretê de weke jineke Kurd mînak bû. Gelek mîlîtanên wisa performans raber dikirin hebûn, lê heval Axîn ne tenê bi ruhê şer û cesareta xwe, bi aliyê xwe yê pêşengîkirinê û jîrbûnê de jî weke jineke Kurd a azad li pêş bû. Di nava tevgera me de ji bo geşkirina têkoşîna jina azad pêşeng bû. Jin be, mêr be dikarî her kesî/ê bi rêve bibe. Bawerî dida afirandin. Bawerî dida ku bi biryardarî, sekin, jîrbûn û hevrêtiya xwe dikare pêşengiyê bike. Hevaleke me ya hêja bû. Lewma hevalên me yên ku bûne xwendevanên hevala Axîn, çalakiya fedayî ya li Enqereyê li ser navê wê kirin. Bi vê wesîleyê ez car din şehîdên me yên Bakurê Kurdistanê – yên li Amed, Botan û her deverê – di şexsê Axîn Mûş de bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînim. Têkoşîna ku li Bakurê Kurdistanê pêş xistîn, şopên ku hêlayîn, bingehê ku ava kirîn têrê dike ku em têkoşînê geş bikin. Ji ber ku wan mîrateyeke mezin afirandin. Sekin, cesaret, fedakarî û dirûstiyên wan îro bingehek ava kirin. Ev bingeh wê bibe bingehê serkeftinê.

Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev demeke dirêj e didome. Raya giştî meraq dike. HPG’ê di daxuyaniyên xwe yên rojane de behsa wê dike, lê wek mînak Şehîd Dogan, xeta Çemço, Girê Cûdî, Girê Amediyê, di van demên dawî de li beşekî herêma Metîna rastî çi diqewime? Li vir rewş çi ye? Berxwedan di kîjan astê de ye?

Berê ji bo gelê Kurd dihat gotin “gelê bê parêzer” e. Îro jî mirov dikare bêje şerê me şerek bê parêzer e. Çawa? Em bi xwe şer dikin, bi xwe vedibêjin. Çapemeniya azad hewl dide vê mijarê rave bike, lê şerê ku îro li Kurdistanê tê meşandin xwedî aliyên nû yên balkêş e. Em dikarin bibêjin li ser Kurdistanê siyaset û bandora qirkirinê heye, sansûr heye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û li hemû qadan tê paşguhkirin.

Her wiha artêşa NATO’yê ye, ew dibêje ‘ez artêşa herî mezin a duyemîn im’, xwedî çekên nûjen ên serdemê ye; Sê sal in nikare li Zapê serdest bibe. Ev çawa dibe? Hemû çekên xwe bi hemû hêza xwe bi kar tîne, lê nikare bi ser bikeve û nikare gerîla tine bike. Li vir naverokek heye. Li aliyekî naverokê şervanên HPG/YJA Starê hene ku bi ruhê fedayî yê Apoyî xwe ji bo welat feda dikin û li aliyê din jî taktîk û doktrînek heye. Şerê ku tê meşandin xwedî doktrînek e. Ev doktrîn nahêle ku dijmin ti encamê bi dest bixe.

Niha şerê Îsraîl û Filistînê heye. Li vir pir behsa tunelên şer tê kirin. Dibe ku bi vê minasebetê gelê me yê Kurdistanê, heta hevrêyên me û raya giştî hesasiyeta xwe li ser tunelên şer nîşan bidin. Dibe ku ew hinekî ji me jî fam bikin. Doktrîna me ya şer çi ye? Em şerê tunelê û gerîlatiyê dikin yek. Em bi hev re dimeşînin. Herdu jî wek mirovek ku li ser du lingan dimeşin. Hevdû xwedî dikin, xurt dikin, ji ber vê yekê li hember her cure êrîş û çekan li ber xwe didin. Bê şik gerîla ne gerîlayekî klasîk e, gerîlayekî tîmê ye, pispor e û xwe li herêmê vedişêre. Mîna xeyalet e. Kengî bixwaze derdikeve, kengî bixwaze wenda dibe. Tîmên qadê bi vî rengî şer dikin.

Dîroka tunelên şer heye, ev rast e. Heta di şerê gerîla, Çîn û Vîetnamê de jî dihat bikaranîn, lê ne wek ya me bû. Ew bi piranî ji bo parastina xwe ji êrîşên hewayî an jî ji bo veşartinê bikar anîn. Em hem ji bo vê yekê û hem jî ji bo şer bikar tînin. Yanî me tunel veguherandin kelehên ku berê dihatin bikaranîn. Ew kelehên bin erdê ne. Hûn di kelehan de şer dikin, nikarin bimînin. Hûn derkevin, hûnê êrîşek pêş bixin. Bi gotineke din, ew kelehên êrîşê ne, ne kelehên parastinê ne. Hûn vê derê wekî navenda biryargeha xwe bikar tînin, û li dora wê tîmên arazî hene; Vana jî ji paş ve li dijmin dixin. Her du jî mîzansenê organîze dikin û hev temam dikin. Artêş çiqas mezin be û ji aliyê teknîkî ve çiqasî xurt be jî dîsa nikare serdest be. Ev çîroka ku 3 sal in li Avaşîn, Zap û Metîna berdewam dike ev e. Naveroka wê bi kurtî wiha ye. Dibe ku hin navarokên zirav hebin, lê ev bingeha wê ye.

Mînak we li ser Şehîd Dogan pirsî. Navê wê yê esasî Sîda ye. Ev tunel li gundê Sîda, li kêleka Avaşînê ye. Sîda nêzîkî bajarokê Şeladizê ye. 6-7 km ji wir dûr e. Ji wir rêyek derbas dibe. Dijmin 2 sal in hewl dide. Her tiştê ku hat hişê wan kirin. Tank her tim dixebitin; Ji ber vê yekê ew her dem topan davêjin. Her roj! Ew her cûre çekên mezin, çekên navîn û her wiha tankan dixebitînin. Ew bisekinin vê çare kepçe dikeve dewrê. Kepçe têr nake vê carê bi amûrên şikandinê li ser dixebitin. Gaza kîmyewî davêjin derî. Ji bo tinekirina wê teqînên mezin bi teqemeniyên bi navê nukleerên taktîk ku uranyûm ê di nava de heye, pêk tînin. Niha jî ev du hefteyên dawîn, avê berdidin. Av nêzîk e. Ji wir avê digirin û dixin tunelan. Armanca wan ew e ku golek çêbikin û ceyran berdin avê da ku tiştên dixwazin bidest bixin.

Di sala 1979’an de li Mekkeyê di bin banê Hecê (Mescîd El-Heram) de berxwedanek hebû; Cuheyman (el-Uteybî) pêşengiya vî şerî kir. Di vê heyamê de li ser pêşniyara pisporên Fransî av berdan wir û piştre ceyran xistin avê û piraniya van berxwedêran kuştin. Niha dewleta tirk jî dixwaze li Sîda vê yekê bike. Bi dayîna av û ceyranê hewl dide encamê bi dest bixe. Li hemberî berxwedana Şehîd Dogan tiştekî ku dewleta tirk nekiribe nema. Li rojhilatê Zapê Sîda, li rojavayê Zapê Girê FM û Girê Şehîd Munzur heye; ew jî bi vî rengî ne. Li aliyê Girê Cûdî jî wisa ye. Li wir şerekî wisa berfireh heye. Bi texmîna min ji Kela Dimdimê jî derbas bû. Kela Dimdimê di dîroka me de berxwedaneke pîroz e, lê berxwedana îro wê jî derbas kiriye. Çekên nûjen, kîmyewî yên qedexe, nukleerî… Mînak li Şehîd Dogan çiqas gaz hatiye bikaranîn? Her cure çekan bikar tînin, dixwazin wir bixin, lê nikarin. Ji ber ku hevalan nekarîn alîkariyê bidin wir, dewleta tirk ji bo tîmên araziyê lewaz bixîne, di dawiyê de qada Şirînê, qada Têlinê – di qada Barzanê de tê hesibandin – girt. Tevî ku hêzên me li wir nebûn – hinek derbasbûn hebin jî – ji bo ku ti kes tevger neke, niha di bin dagirkeriyê de ne. Lê dîsa jî li Sîda li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyeke ji derve tê kirin û tên gulebarankirin. Kepçeyên ku li wir dixebitîn çend caran hatin îmhakirin û yên li derdora wan nobedar bûn hatin kuştin? Ewqas çalakî hatin kirin! Niha li Sîda di tunelan de şer û li derdora wê jî şerê gerîla heye. Ev tenê herêmek e û her wiha deverên din jî wiha ne.

Dewleta tirk 3 sal in dixwaze Zapê dagir bike. Rast e hin deveran dagir dikin. Mînak rêzeçiyayên Kurojahro, Şikefta Birîndara û gelek cihên din dagir kir, lê kontrol negirt. Mînak; li Kokerê ku qaşo dagir kiribûn, 16 ‘ê Cotmehê ji gundê Kokerê derbeke mezin lê hate xistin. 15 leşker hatin kuştin. Her wiha dewleta tirk niha bi balafiran êrîşî gelek herêmên Avaşînê dike. Ew ne carekê, lê 6, 7 caran lêdixe. Ka we ew der dagirkiribû? We berê digot, “Em diçin operasyonê. Em hefteyekê yan jî mehekê operasyonan dikin. PKK’ê derdikeve, em paşde diçin, lê dîsa tên.” Niha her çiqas hûn li wir bin jî PKK’ê li wir e. Hûn bi helîkopteran li cihên ku hûn dibêjin “me dagir kirine” dixin.

Yanî şêwazê ku îro Gerîlaya Azadiya Kurdistanê dimeşîne şêwazeke nû ye û hêzên dagirker bi teknîkên pêşketî nikarin bi hêsanî kontrol bikin. Dewleta tirk 3 sal in ji rojava û rojhilat ve nekarî ber bi ava Zapê ve bê; Yanî nehatiya Ava Zêyê, nikare were. Herdu aliyên avê di destê gerîla de ye.

Her wiha dibe ku dewleta tirk ji PDK’ê xwest ku herdu aliyên çemê Zapê li pişt Dêrelûkê bigire; PDK’ê çû û girt. Niha jî aliyê gundê Etûtê girt. Wan quntarên Kurojahro girtin. Dixwazin ber cih û deverên ku li dora avên e bên, lê nikarin. Mehek û nîv e hewl didin; Bi helîkopter û topan lê dixin lê dîsa jî nikarin xwe bigihînin avê. Li hemberî wan berxwedan heye. Li Zapê rewşek wisa heye.

Dijmin 2 sal in li rojavayê Zapê şer dike, nekariye yek çeper jî ji gerîla bigire. Ne tenê yek jî! Ew her roj windahiyan dide. Ev rastiyek e. Em rojane daxuyaniyan didin. Mirov dikare bipirse, ev çawa dibe? Bawer bikin, em her tim hevrêyên xwe hişyar dikin ku windahiyên dijmin mezin nekin; “Tiştê ku hûn bi çavên xwe dibînin bibêjin, tiştê ku hûn nabînin nebêjin. Çend heb mirine ango hatine cezakirin wan binvîsin.” Ji ber ku li wir şerekî giran heye bîlançoyên hatine dayîn encamên herî kême û rast in. Ji ber ku dijmin dema ku armanc kir dagirkerî pêk bîne, van windahiyên xwe dan berçavan, ji ber vê jî behsa windahiyên xwe nakin. Mînak 2 sal in li dora Girê Mûnzûrê digere, lê nikare bi ser bikeve û tiştekî fêm nake. Girê Cûdî jî wisa.

Dijmin di esas de xitimiye. Em vê yekê gelek caran dibêjin, lê xitimiye. Ew ne dikare kontrolê pêk bîne û ne jî vedikişe. Par ji hin herêmên weke Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Pirdogan vekişiyabûn. Îsal dîsa xwest were vir û dagir bike, lê vê carê xwe spart PDK’ê. Bi piştgiriya PDK’ê dixwazin cihên ku sala borî nekarîn dagir bikin û ji destê me bigrin, dagir bikin. Her wiha li Metîna-mînak hêzên PDK’ê par li çiyayekî ku em jê re dibêjin Girê Ortê li pişt Kanîmasiyê bi cih bûne. Hevrêyên me li vir bûn; Me got xwe tevî wan nekin û em ji wir vekişîn. Ji xwe çiya dirêj e, dikarin li aliyekî bi cih bibin, me got pirsgirêk nîne. Lê îsal dijmin bi helîkopterên xwe hatin û 100 metre nêzî wan leşker danîn. Yanî di bin parastinê de dadikeve jêr û ji wir dadikeve araziyê. Çend roj berê di çapemeniyê de derketibû; Ew leşkerên ku li ber baregeha PDK’ê xuya dikirin, ji hewayê daketin. Bi pêşengiya PDK’ê li herêma bi navê Çarçêl meşiyan û Sêgir girtin. Yanî dixwaze hesasiyetên me bi kar bîne, jê sûd werbigire û xwe bispêre PDK’ê, dagir bike û bi cih bibe. Pozîsyona dewleta tirk ev e. Ger ew bi hêz bûya dê ev yek nekira. Ew qelsiya wan e. Bi vê yekê re rasterast dixwazin şerê Kurd-Kurd bidin destpêkirin. Ji xwe şer heye. Bila raya giştî şîrove bike ka ev tê çi wateyê.

Mînak di şerê sala 2022’yan de 11 helîkopterên şer ên dewleta tirk hatin xistin û îmha kirin; 80 helîkopter jî hatin derbkirin. Derb lê ket, agir bi helîkopteran ket, nekarîn leşker danin û paşve çûn. Bi giştî 91 helîkopterên şer û Skorsky hatin derbkirin. Îsal pêk nehat. Dibe ku 4-5 hatine derbkirin. Yên hatine xistin tune. Ji ber çi? Ji ber ku îsal li araziyan nayên daxistin, li navenda PDK’ê dadixin. Heval nikarin lêxin. Bi vî rengî PDK’ê bi kar tîne.

Niha jî wisa dixuye ku dixwazin me ji Girê Amediyê bavêjin an jî tune bikin. Ji bo vê yekê sê rêz danîn. Di dîmenan de rastî hinek diyar dibe lê ne hemû ye. Li herêma paşiyê ku em jê re dibêjin Girê Hekkarî navendeke mezin ava kirine û çekên mezin danîn. Li jêra wê Sêdarê hebû, li vir PDK hebû; Hatin û xwe nêzî PDK’ê bi cih kirin. Li vir tank anîn û bi cih kirin. Di vîdyoyan de ev yek xuya dike. Di navbera wan de 500 metre – heta 1 kîlometre mesafe heye. Bi vî awayî wek 2 xetên paşîn bi çekên giran lêdixin, yên li jêr dixwazin pêşde biçin. Gelê me yê Amediyê bê guman dibihîze û dizane. Gundiyên Sergelê ji ber dengan şerpeze bûne û nikarin razê jî. Ji ber ku ev çend roj in tank li vir her tim topan davêjin. Bi gotineke din, li navenda me dixe; Bi obusan lê dixin, lê di heman demê de bombeyên dûmanê yên ku dûman çêdikin jî diavêjin da ku rê li binê wan çêbikin. Niha jî ji du aliyan êrîşî cihê ku em jê re dibêjin Kampa Şehîd Sîpan û Şehîd Pirdogan dikin. Dewleta tirk 2 sal in li vir hewl dide berxwedanê bişkîne. Wisa dixuye ku dê şerek mezin derkeve.

Di vê çarçoveyê de li qadên Zap û Metîna şerekî girîng diqewime. Weke ku min got, jin û mêrên Kurd ên weke Rojhat û Erdalan ên ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî afirandin û li ser xeta Rêber Apo biryar girtin, bi şer û berxwedana xwe li vir dîrokê dinivîsin. Ev şer ne tenê bi wêrekî tê kirin; Bi eqil tê meşandin. Doktrîna ku tê meşandin pir girîng e. Ji bo wê pisporî lazim e, eqil dixwaze, di şer de kûrbûn dixwaze. Doktrîna me ne demkurt e, ji bo têkbirina dijmin bi têra xwe dirêj e.

Divê gelê me vê yekê baş bizane û bawer bike. Bi doktrîna ku di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de li qada Zapê hatiye pêşxistin, em dikarin li her derê dijmin têk bibin. Bila kes nebêje “Dewleta tirk mezin e, gelek çekên wê hene, nizanim çi ye”. Em jî mezin in, em ne biçûk in. Ji xwe bawer bikin, bi xeta xwe bawer bikin. Em ê bigihin vê encamê. Em nikarin pişta xwe bidin kesî. Divê em tenê xwe bispêrin xwe. Hişmendiya me, hêza me, xeta Rêber Apo dikare me bigihîne encamê.

Ji bo vî şerê ku em li çiyan dimeşînin, wek mînak bînim ziman, dikarin bêjin, “dijmin dixwaze were Ava Zapê, hûn bernadin. Çima hûn destûrê nadin? Hûn dikarin çenteyê xwe bigirin û biçin.” Lê mesele ne Ava Zapê ye, ne meseleya 1-2 giran e. Mînak dijmin niha dixwaze Girê Amediyê bigire; Ger bigire jî ji bo me ne girîng e. Dikare bigire; Şer e, lê doktrîna me ya şer doktrîna serketinê ye. Ev şer ne şerê girekî ye. Ne tenê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ye. Rast e, em niha axa Başûrê Kurdistanê diparêzin, lê bi giranî em hebûna gelê Kurd diparêzin. Ji ber ku dagirkeriya tirk û rejîma qirker a faşîst AKP-MHP-Ergenekon dixwaze me ji vir biavêje, piştre destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û gelê Kurd tine bihesibîne. Ma Erdogan nabêje “Min pirsgirêka kurd çareser kir, tiştek nema ye”? Li vir em li pey doza hebûna Kurd û doza azadiya Kurd in. Ji ber vê em dest ji çepera xwe bernadin. Divê her kes vê bizane. Û yên piştgiriyê didin jî bila bizanibin ku ew piştgiriyê didin tinekirina gelê kurd. Ji ber ku dijmin bi tasfiyekirina gerîlayan dixwaze tasfiyekirina gelê Kurd temam bike. Dewleta tirk bi tasfiyekirina gerîlayan dixwaze tasfiyekirina gelê Kurd temam bike. Lewma ji bo me stratejîk e. Ji kerema xwe her kes vê yekê fêm bike.

Dibe ku bipirsin, çima dev jê bernadin? Û em dev jê bernadin! Ji ber ku ji bo me girîng e. Ji bo hebûna gelê me, ji bo azadiya me, ji bo azadiya gelê me girîng e. Azadiya gelên herêmê girîng e û girêdayî wê ye. Ji ber vê yekê ev şer ne şerê Zapê tenê ye, min şaş fam nekin. Hin kes tenê wekî şerê Zapê fêm dikin. Şerê ku em li dijî dewleta tirk dimeşînin şerê hebûn û tinebûnê ye û didome. Wisa dixuye ku dê di salên pêş de zêde bibe. Dijmin her çendî nikare encamê bigire û bi ser bikeve jî israr dike.

Dewleta tirk 100 sal in Kurdan dikuje. Dixwaze bi kuştinê encam bigire. Pirsgirêka kurd bi kuştinê nagihîje encamê; Em dixwazin vê nîşanî dijmin bidin. Her wiha Kurd ne Kurdên berê ne ku hûn werin wan tasfiye bikin. Baş e, diçe sivîlan qetil dike, lê bi hêsanî nikare leşkerên Kurd, fedayên Apoyî, fermandarên şer ên wê serdemê tasfiye bike. Me li Mêrdînê jî wisa dît. Ger hûn yekî tasfiye bikin, di berdêla wê de hûnê 10 qat zêdetir bidin. Ev yek wisa ye. Ev şer bi vî rengî tê meşandin.

Ez vê jî bibêjim; Di vî şerê ku bi şeklê xwe yê îroyîn tê meşandin, ev doktrîna ku tê meşandin de tişta herî balkêş çi ye?Windahiyên wan pir kêm in, destkeftiyên wan pir in. Her çiqas dijmin her roj windahiyan dide jî windahiyên me kêm in. Wek mînak şerê herî mezin ji serê salê heta niha li eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê rû da; Bi giştî hejmara şehîdên me 5’e. Lewma ev şer bi profesyonelî tê meşandin. Weke min got ev şer ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gelekî girîng e. Ger em di vî şerî de li ber xwe nedin û dewleta tirk têk bibin, ew ê hîn bêhtir har bibe. Ne li Başûr û ne jî li Rojava wê statuya Kurdan li ti cihî nehêlin. Bi Mîsak-i Millî re ew ê her derê bixin bin serdestiya xwe û her kesî bikin kole, çete û sîxûrê xwe. Niha jî dixwazin sîxurî û çetetiyê pêş bixin. Em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Em dibînin ku berxwedana ku me heta niha berdewam kiriye, bingeha serkeftinê ye. Em ê di vî şerî de bi ser bikevin.

Niha şerê Îsraîl û Filistînê di rojevê de ye. Gelek ji wan li dijî kiryarên Îsraîlê derdikeve. Yek ji wan dewleta tirk e, lê ya herî zêde êrîşî binesaziya Rojava dike û sivîlan gulebaran dike bi xwe ye. Hûn vê nakokî û mijarên pê ve girêdayî çawa şîrove dikin?

Her wiha em şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezeyê berdewam dikin dişopînin. Şîdet û komkujî ne çareseriya pirsgirêkên civakî ne. Li Kurdistanê çawa ye, li Filistînê jî wisa ye. Daxwaza me ew e ku şer di zûtirîn dem de bi dawî bibe. Bi diyalogê çareser dibe. Ev şer ji bo herdu aliyan jî giran tê. Pirsgirêkan çareser nake, girantir dike. Ne ji îro dîrokek wê heye. Bi kuştina hev çareser nabe.

Ji bo pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên hemû herêmê, Îsraîl û Filistîn jî di nav de, ji aliyê Rêber Apo ve projeyek heye. Paradîgmaya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên di navbera gelan de ye. Dibêje divê gel, çand û bawerî hevdû qebûl bikin û di sîstema konfederalîzma demokratîk û di çarçoveya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn. Gelên Rojhilata Navîn êdî ji şer bêzar bûne. Gelek xwîn tê rijandin. Çareserî di perspektîfa Rêber Apo de ye. Divê li ser vê bingehê bê seknandin. Ya ku ez ê di vê mijarê de bibêjim ev e. Ji ber vê yekê dê her kes dawî bê ser vê xetê. Ez di vê qenatê de me.

We ya Erdogan pirsî; ew bazirgan e. Dixwaze bi xwîna Kurdan di hilbijartinên Kurdistanê de bi ser bikeve û desthilatdariya xwe berdewam bike. Çima? Di civaka Tirkiyê de neteweperestî û şovenîzmê gur dike, germ dike û dijberiyê çêdike. Dibêje, ‘ez li dijî gelê Kurd şer dikim, min ewqas Kurd kuştin, ez ê zêdetir bikujim, ez ê hîn zêdetir êrîşî wan bikim.’ Bi vê yekê hestên şovenîst di civakê de gur dike; Dixwaze desthilatdariya xwe mayînde bike. Li ser xwînê siyasetê dike. Berjewendiyên xwe diparêze. Heman tişt, bi awayekî berovajî, ji bo Filistînê dike. Li Filistînê jî xwîn tê rijandin û li ser vê yekê hesabên siyasî dikin. Dibêje, “Ez piştgiriya Hamasê dikim, piştgirîya Misilmanên li Filistînê dikim; Ji ber vê yekê divê hemû misilman dengê xwe bidin min.’ Ew niha 6 mehên pêşî; hesabê 31’ê Adara 2024’an a hilbijartinên herêmê bên kirin dike. Hemû armanca wî ev e. Dixwaze ji şerê Hamas û Îsraîlê sûd werbigire û bi wî awayî di hilbijartinan de bi ser bikeve. Yanî nêzîkatiya wan ewqas qirêj û durû ye. Yanî sextekarên wiha ne ev. Mirov qet bi samimiyeta wî bawer nake. Divê ne gelê me yê Ereb û ne jî gelê me yê Filistînî bawer nekin. Ew bazirgan e. Ew dualî dilîze. Dema ku li gorî wî be bi Îsraîlê re ye, dema ku li gorî wî be bi Filistînê re ye. Bi gotineke din, ew bi tevahî li ser berjewendiyê ye. Di wê de ne dilpakî, ne durustî, ne paqijî, ne jî hestên îslamî tê de tineye. Feydeya wî ye. Ya girîng nêzîkatiya me ye. Bi rastî em naxwazin xwîna gel bê rijandin. Em dixwazin gel pirsgirêkên xwe di nava xwe de bi diyalogê çareser bike. Rêbertiya me ji bo vê projeyek çêkir.

Di dawiyê de tiştek ku hûn bixwazibin lê zêde bikin heye?

Bi qasî ku em ji çapemeniyê zanin, wê li Parîsê konferanseke navneteweyî ya ciwanan bê lidarxistin. Di serî de ez hemû beşdarên konferansê bi ruhekî şoreşgerî bi dil û can silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Îro modernîteya kapîtalîst cîhana me ber bi krîz û xefikê ve dikişîne. Xwezaya cîhanê tê tunekirin. Pirsgirêkên azadiya jinê, ekolojî, xweza û edaletê li cîhanê her ku diçe girantir dibin. Herî zêde jî ciwan dikare bibe bersiva van pirsgirêkan. Ji bo vê jî divê hem ciwanên Kurdistanê, hem jî ciwanên herêmê û hem jî ciwanên cîhanê di van mijaran de ji her kesî zêdetir paşerojê biparêzin. Divê bibe xwedî helwest. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bersiva van pirsgirêkan daye. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bersiva pirsgirêkên heyî yên li ser rûyê erdê dide. Eşkere kir ku divê çawa were pêşxistin. Hêvîdar im ku ciwanên rêzdar vê paradîgmayê jî nîqaş bikin. Bi taybetî bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê wê bikeve rojevê. Ji ber ku ji bo hemû cîhanê mijareke girîng e. Pirsgirêkên ku îro mirovahî dijî wê çawa bên çareserkirin? Ciwan wê herî zêde piştgiriyê bidin vê. Di şoreşa me de ciwan pêşengên paradîgmaya Rêber Apo ne. Ciwan û jin pêşeng in. Ez hêvî dikim ku konferansa ciwanan di vê çarçoveyê de rolek bilîze. Li ser vê bingehê careke din serkeftinê ji wan re dixwazim û silavên xwe yên ji dil ji hemû ciwanan re pêşkêş dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar