Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Karayilan: Em ê tenê girekê Kurdistanê jî ji dewleta tirk nehêlin

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta tirk bi destûra NATO û DYA’yê êrîşî başûrê Kurdistanê kiriye. Karayilan bêdengiya desthilatiya başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê jî rexne kir û got ku divê hêzên siyasî yên kurd, pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin û berjewendiyên neteweyî esas bigirin. Karayilan anî ziman ku dê gerîla tenê girekî jî ji dewleta tirk re nehêle

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina (NPG) Gel Mûrat Karayilan têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Kendal Denîz bersivand.

Mûrat Karayilan di serî de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kir ku di encama vê berxwedanê, çalakiyên canbexşane yên girtiyan û têkoşîna dayikên laçik spî de dîwarên tecrîdê yên li Îmraliyê hatiye hilweşandin. Karayilan got ku dibe ku bi temamî dawî li tecrîdê nehatibe anîn lê belê dîwarê tecrîda muqlet hatiye hilweşandin. Karayilan şehîdên berxwedanê bi rêz û bi minet bi bîr anî û di serî de dayikên berxwedêr, hemû çalakger bi hestên şoreşgerî silav kir û di hevrêtiya wan a bi Ocalan re serkeftin xwest.

Peyamên Ocalan

Karayilan piştre jî bal kişand ser peyamên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî hêzeke çareseriyê ye. Daxuyaniyên wî ev rastî careke din raxist pêş çavan. Rêber Apo ji bo dewleta tirk bikişîne ser zemîna demokratîk gelekî hewl dide. Di vê mijarê de bi daxwaz û sebir têdikoşe. Careke din hate dîtin ku vê têkoşîna xwe ya ji bo çareseriyê bi îrade û biryardariyeke mezin didomîne.”

Konsepta nû ya dewleta tirk

Fermandarê Giştî yê NPG’ê Karayilan bal kişand ser konsepta nû ya dewleta tirk a êrîşê û ev nirxandin kir: “Dewleta tirk ji ber ku di şer û êrîşên xwe de yên beriya niha bi ser neket, dest bi konsepteke nû ya şer kir. Dewleta tirk gihîşt wê qenaetê ku di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de ji êrîşan nikare encameke mayinde werbigire, ji bo vê jî divê êdî ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê her wiha li nava ‘sînorên mîsakî-mîllî’ û li qada navneteweyî êrîşên xwe bidomîne. Lewma cewhera konsepta nû wiha ye; li bakurê Kurdistanê bicihanîna ‘plana têkbirinê’, li başûr û rojavayê Kurdistanê jî temamkirina hewldana xwe ya ji bo dagirkeriyê. Ango dixwaze bi siyaseta qirkirinê pirsgirêkê ji holê rake.”

‘Polîtîkaya dewleta tirk xitimiye’

Karayilan destnîşan kir ku siyasetmedarên başûrê Kurdistanê ev konsepta nû ya dewleta tirk fêhm nekirine yan jî naxwazin fêhm bikin û wiha pê de çû: “Dewleta tirk di çarçoveya vê konseptê de ji destpêka sala 2018’an ve hewl dide vê plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Li Efrînê dest bi bicihanîna vê plana xwe kir. Dagirkirina Efrînê, piştî wê êrîşên dagirkeriyê yên li Xakûrkê û Kanî Reşê, dagirkirina Girê Lêlîkanê ya meha nîsanê, hewldanên dagirkeriyê yên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê destpêkirina vê hewldana dagirkeriyê bûn. Balkêş e, di nava sînorên mîsakî-mîlî de li du aliyên Kurdistanê dest bi hewldana dagirkeriyê kirine. Lê belê hem li Efrînê, hem jî li Xakûrkê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedana li dijî vê dagirkeriyê re dewleta tirk gelek kuştî da. Ev yek jî nîşan dide ku pêkanîna armanca wan ewqasî hêsan nîne. Lewma nekarî hewldana xwe ya dagirkeriyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Dewleta tirk di vê polîtîkaya xwe de xitimiye. Li Efrînê, li Lêlikanê xitimiye û ji bo hebûna xwe ya li Lêlîkanê biparêze dest bi dagirkirina hin qadên Xakûrkê kiriye.”

Helwesta hêzên kurdistanî

Di berdewamê de jî Karayilan diyar kir ku ji bo berjewendiyên neteweyî, divê hemû hêzên kurdistanî li dijî vê dagirkeriyê derkevin û wiha derbirî: “Ne tenê PKK, divê hemû hêzên kurdistanî li dijî vê dagirkeriyê derkevin. Dema ku em vê dibêjin, em nabêjin ‘bila bên alîkariyê bidin me’. Na! Niha li başûrê Kurdistanê hewldanek ji bo dagirkirinê heye, lewma em vê dibêjin. AKP dixwaze di nava atmosfera şer de encamê ji hilbijartinê werbigire û li Stenbolê bi ser bikeve.”

Armanca esasî ya êrîşa dagirkeriyê

Mûrat Karayilan têkildarî çarçoveya êrîşa dagirkeriyê ya li Xakûrkê jî ev agahî dan: “Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; ev êrîş hewldaneke dagirkeriyê ya mayinde ye. Hêza xwe ya leşkerî û siyasî ya niha têrê nake ku tevahiya başûr dagir bike. Lê belê qet nebe dixwaze herêmeke tampon ava bike. Ango bi avakirina herêmeke tampon a li başûrê Kurdistanê re dixwaze bandora xwe ya li ser siyaseta Başûr zêdetir bike û bi vê bandorê Kerkûkê ji başûrê Kurdistanê qut bike, Başûr biçûk bike û hîn bêhtir kontrol bike. Ger ku herêma tampon bigihêje armanca xwe, ji xwe dê hewl bide bigihêje, ku dagirkeriya bi giştî jî yek ji aliyên vê planê ye.”

‘NATO û DYA’yê destûr da dewleta tirk’

Karayilan got ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Xakurkê destûr ji NATO û amerîkayê wergirtiye û wiha berdewam kir: “Ji bo êrîşên hevpar, gelek hevdîtinên veşartî di navbera Îran û dewleta tirk de pêk hatin. Xuya ye Îranê dagirkirina Xakûrkê pejirandiye. Iraq dewleteke federal e lê belê dewleta AKP-MHP’ê Iraqê zêde cidî nabîne. Ji wergirtina destûra Iraqê wêdetir mirov dikarin bêjin ku li Iraqê ferz kiriye. Ji xwe yekser bang li serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî û serokkomarê Iraqê Berhem Salih kirin ku biçin Tirkiyeyê. Xuya ye plana dagirkeriyê bi vî rengî li wan ferz kirine. Serdana Salih jî di rojeke wisa de pêk anîn ku êrîş li dijî Xakûrkê wê rojê dest pê kir. Dema ku bombebaraneke giran li Xakûrkê hebû û şer didomiya, birêz Berhem Salih li Enqereyê bû. Ev jî peyameke cuda ye. Em nizanin bê wî bi xwe çiqasî fêhm kiriye lê bi dîtina min rast fêhm nekiriye. Ji ber ku di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku ji bo wî cihê rûmetê ye Tirkiyeyê ew vexwendiye. Ev jî nîşan dide ku nekariye nêta rastî ya dewleta tirk bibîne. Tiştekî ku pê serbilind bibe û bi rûmet bibe nîne. Dewleta tirk çav berdaye Iraqê. Iraqê weke mêtingera xwe ya berê zêde cidî nabîne. Dewleta Iraqê heta ku leşkerên tirk ji Başîka dernexîne nikare bibe xwedî îrade. Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li Xakûrkê hewldaneke dagirkeriyê ye ku li dewletên herêmê hatiye ferzkirin û hêzên navneteweyî pejirandine.”

Bêdengiya desthilatiya Başûr

Karayilan anî ziman ku rayedarên siyasî yên başûrê Kurdistanê bêhelwestin û wiha got: “Bi taybetî hêzên ku desthilatdar helwestekê nîşan nadin ku em têrker bibînin an jî nebînin. Bê helwest in, bê deng in. Ger li pêşberî rewş an jî bûyerekê bêdeng be wê demê tepisiye. Ev yek ji bo siyaseta kurdan helwesteke rast nîne, divê teqez ji holê bê rakirin. Ger îro ne ji hevsengiya navbera PKK û dewleta tirk be, sîstema federe ya li başûrê Kurdistanê nikare rojekê jî bidome. Dê êrîş bike û ji holê rake! Gelo Erdogan negotibû; ‘ji ber şaşitiya me li bakurê Iraqê rewşeke wiha derkete holê’. Ger firsendê bibîne dê vê yekê ji holê raneke? Ji ber hevsengiya bi PKK’ê re û ji ber ku ji têkoşîna azadiyê ya li bakurê Kurdistanê ditirse nikare vê bike. Hêzên başûrê Kurdistanê yên sûdê ji vê hevsengiyê werdigirin niha hebûna xwe bi federasyonê didomînin. Bila şaş neyê fêhmkirin, bêguman gelê başûrê Kurdistanê bi dehan salan têkoşîna azadî û serxwebûnê meşand, berdêlên gelekî giran da ku para vê yekê di rewşa heyî de heye. Lê belê atmosfera siyasî, îtibar û rastiya konjonkturî ya ku bi PKK’ê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya li sê parçeyên din ên Kurdistanê bi navê Kurdistanê afirandine, bi qasî ku jinedîtî ve neyên diyarker in. Ger polîtîkayeke rast bê meşandin dê karibe roleke gelekî xurt bilîze û gihîştiye wê astê. Dema ku em dibêjin, ‘destkeftiyên kurdistanî destketiyên hevpar in’ mebesta me ev yek e.”

‘Helwesteke tironekî tê wateya teslimiyetê’

Der barê siyaseta dewleta tirk a niha ji aliyê Devlet Bahçelî ve tê diyarkirin jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Ya ku serdest e zîhniyeta MHP’ê ye. Li gorî vê zîhniyetê li Efrîqayê jî dewleteke kurdan ava bibe, dê dewleta tirk biçe wê dewletê ji holê rake. Ger li dijî vê yekê têkoşîneke xurt neyê kirin, dê tu carî desthilatdariyeke kurd a li Hewlêrê nepejirînin. Divê ev yek bê dîtin. Divê vê rastiyê bibînin û xwe ji pozîsyonên ku zerarê didin gerîla vegirin. Bêdengî û helwesteke bi tirsonekî ku rexneyekê jî nake, teslimiyet e. Ger vê rêbaza xwe bidomînin dê sibe xwe bigihînin heta Hewlêrê û hewl bidin hesab bipirsin. Ger desthilatdariya heyî ya başûrê Kurdistanê giraniya xwe nîşan bide dikare gelek tiştan asteng bike. Bombe li gund û derdora bajaran dibarînin, mirovên gelê me jiyana xwe ji dest didin. Li başûrê Kurdistanê xebateke mezin a îstîxbaratê heye.”

Xebatên MÎT’ê yên li Başûr

Fermandarê Giştî yê NPG’ê Karayilan bal kişand ser liv û tevgera MÎT’ê ya li başûrê Kurdistanê û ev tişt diyar kirin: “MÎT niha li rayedarên başûrê Kurdistanê guhdarî dike. Li telefonên wan guhdarî dikin û wan dişopînin. Em vê yekê rast nabînin. Dewleta tirk hêzeke mêtinger û qirker e. Me hemûyan dît ku li Efrînê, li Cizîrê çi kir. Ya herî xerab jî hevkarî bi dewleta tirk re tê kirin. Car carna îstîxbarat tê parvekirin; ku ev yek jî rewşeke gelekî tirsnak e, ji bo berjewendiyên me yên neteweyî gelekî şaş in. Divê tavilê ev rewş bê bidawîkirin. Ger dawî li van nêzîkatiyên nexêr neyê anîn û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog esas neyê wergirtin, dibe ku pêvajoyeke gelekî metirsîdar rû bide. Divê em teqez dawî li vê yekê bînin.”

Bang li hêzên desthilat ên Başûr kir

Karayilan bang li hêzên desthilatdar ên li başûrê Kurdistanê bi taybetî PDK’ê kir û wiha got: “Ji bo armancên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê asteng bikin divê em teqez polîtîkayeke neteweyî biafirînin. Di vê qonaxa girîng a dîrokê de tişta herî zêde pêwîstiya me pê heye polîtîkayeke neteweyî ya hevpar e. Em dibêjin; başûrê Kurdistanê ewqasî ji parçeyên din ên Kurdistanê qut nekin. Nêzikatiyeke bi vî rengî zirarê dide destkeftiyên gelê me. Armanca dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şer derxîne. Bi vê polîtîkayê re dixwaze kurdan parçe bike. Nekevin vê xefikê. Em van lîstikên dijminên xwe têk bibin. Em bi piştevaniya demokratîk a neteweyî tevbigerin. Em; hêzên siyasî yên gelê kurd divê vê bibînin; berevajî gotinên dewleta tirk û dijminên din; em ne tenê civateke ji eşîran e. Em neteweyek in, em gel in. Hêza me heye ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê û rêbazên demokratîk çareser bikin.”

‘Du rê li pêşiya kurdan hene’

Di berdewamê de jî Karayilan got ku du rê li pêşiya gelê kurd hene û ew rê wiha rêz kirin: “Ya em ê li xaka xwe ya kevnare bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî û bi rengekî azad bijîn, an jî em ê di bin postalên dijminê mêtinger re bên qirkirin û komkujî li me bê kirin, bi vî rengî tune bibin. Ji bo pêşerojeke azad beriya her tiştî divê em berjewendiyên neteweyî esas bigirin. Divê em teqez pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin. Ger em karibin vê bikin em ê planên dijminê xwe têk bibin, destkeftiyên gelê xwe û pêşeroja azad mîsoger bikin.”

‘Dê dewleta tirk di her kêliyê de bedela dagirkeriyê bide’

Di dawiyê de jî Mûrat Karayilan ev tişt gotin: “Em gerîla ne. Dewleta tirk dikare li girekî bi cih bibe. Ev ji bo me ne lawazî ye. Li Şekîfê jî em bi rê û rêbazekê hene. Ango em jê dernakevin. Dijmin li wir be em jî li wir in. Em ê di nav hev de bin. Em ji wir dernakevin, bi tu deverê ve naçin. Di pêvajoya nû de tiştekî bi vî rengî qet nîne. Dijmin li ku be em li wir in. Ger dewleta tirk vê qebûl dike dê li wir bimînelê belê her roj, kêlî bi kêlî dê bi rengekî giran berdêla vê bide. Wê bi sûîqestê berdêla wê bide, bi sabotajê, bi çalakiyên serdegirtina gir wê berdêla wê bidin. Me dît ku di nava salekê de li Lêlîkanê çawa berdêl dan. Di nava salekê de gelek kuştî dan lê ji gelê tirk veşartin. Niha gir zêde kirine. Li pênc-şeş girên din in. Windahiyên wan jî dê zêdetir bibin. Dê bi vî rengî bidome. Berxwedan dê mezintir bibe, bi rengekî dîrokî dê bidome.

Bila gelê me nekeve nava fikar û gumanan. Dijmin çiqasî teknolojiyê bi kar tîne bila bi kar bîne, gerîla dê bi rêbaza nû her tim di her kêliyê de biavêje ser wan. Ji nişka ve li her deverê dibe ku em derkevin pêşiya leşkeran. Li devera ku ne li bendê bûn, di dema ku hêvî nedikirin dê gerîla derkevin hemberî wan ku ev yek rêbaza bingehîn a gerîlayên dema nû ye. Rêbaza bi vî rengî dê berfireh û xurtir bibe. Em ê girekî Kurdistanê jî ji dewleta tirk re nehêlin. Dikarin bi cih bibin lê belê dê berdêla wê jî bidin. Ji ber ku hêzeke dagirker e. Bêguman em ê li ber xwe bidin. Berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê wezîfeya me ye. Zarokên vî gelî, keç û xortên vî gelî dê bi vê têgihiştinê li ber xwe bidin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar