Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Karayilan: Em ê Zapê bikin keleha serketinê

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên dawî yên dewleta tirk û berxwedana gerîla ji radyoya Dengê Welat re nirxand.

Me 1’ê gulanê Roja Karker û Kedkaran li pey xwe hişt. Meha gulanê di heman demê de Meha Şehîdan e. Hûn dixwazin li ser vê mehê çi bêjin?

Beriya her tiştî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li karker û kedkarên li Kurdistanê û li her kesî pîroz dikim. 1’ê gulanê roja geşkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Bi vê wesîleyê berxwedêran hemûyan silav dikim.

Di heman demê de Cejna Remezanê li gelê me û tevahiya alema Îslamê pîroz dikim. Bi taybetî cejnê li dayik û bavên şehîdên me yên leheng pîroz dikim, destên wan maç dikim. Rojên bi vî rengî di heman demê de rojên bîranîna şehîdan e. Di wê baweriyê de me ku cejnên bê wê li Kurdistanê di nava rewşeke azad de bêne pîrozkirin. Îro cejn e, lê li welatê me zilm, komkujî, mirin, destgîrkirin û girtin hene. Yanî dijmin êrîşan dike. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîle ji yekitiya gelê me re.

Em ketin meheke pîroz. Hem cejna karker û kedkaran, hem cejna alema Îslamê hem jî Meha Şehîdan e meha gulanê. 1’ê gulanê salvegera şehadeta Ramazan Kaplan e ku li Xerzanê şehîd bû, Abdulkadîr Çûbûkçû ku li Beyrûdê şehîd bû. 2’ê gulanê salvegera şehadeta ji fermandarên me yên destpêkê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e, salvegera şehadeta fermandarên me yên qada Amedê Azad Sîser û Çekdar Amed e.

Gelek ji şehîdên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê meha gulanê şehîd bûn. 6’ê gulanê Denîz Gezmîş, 18’ê gulanê jî Îbrahîm Kaypakkaya şehîd bûn. 17’ê gulanê bi pêşengiya Ferhat Kûrtay ‘Çaran’ çalakî kirin. 18’ê gulanê şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer şehîd ket. Di şexsê van hevalan de şehîdên meha gulanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Partiya me partiyeke şehîdan e. Ev tevger, ev partî bi saya şehîdan gihîştiye vê astê. PKK piştî şehadeta hevalê Hakî Karer ava bû û her şehadetê vê partiyê xurtir kir. Şehîd çavkaniya me ya hêz û têkoşînê ye. Ev rastî heta vê rojê jî dewam dike. Tevgera me li ser şopa şehîdan, gelek pêngav kir û gihîşt vê astê.

2’ê gulanê salvegera 39’an a şehadeta Mehmet Karasûngûr e. 2’ê gulanê her wiha roja şehadeta Azad Sîser û Çekdar Amed e. Ji fermandarên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Karasûngûr li Hîlwan û Sêweregê pêşengî ji berxwedanê re kiribû. Di heman demê de ji bo avabûna yekitiya neteweyî û bidawîbûna nakokiyên navbera kurdan gelekî ked da, hewl da. Ji xwe dema ku ji bo vê dixebitî tevî hevalê Îbrahîm şehîd bû. Bi vê wesîleyê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî careke din bang dikim; divê her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere û wezîfeya xwe bi cih bîne. Di şexsê hevalê Mehmet Karasûngûr de careke din şehîdên meha gulanê û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me dane wan careke din dubare dikim; em ê heta dawî dilsozê doza wan bin.

Êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. We beriya niha gotibû, ev şer ji bo herdu aliyan jî şerê man û nemanê ye. Şerê ku 15 roj in dewam dike di kîjan astê de ye?

Desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke ji rêzê nîne. Ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê kurd ev hikûmet ava bû. Hebûn û statuya gelê kurd ji bo dewleta tirk weke metirsiyê dibîne, lewma jî dixwaze PKK’ê û gelê kurd ji holê rake. Hikumet vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne. Lewma 7 sal in li dijî me bênavber şerekî giştî dimeşîne.

Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir. Bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir. Her wiha li dijî gelê me, li dijî têkoşerên siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê bi polîtîkayeke mezin a êrîşê hate meşandin. Li dijî gerîla jî li her qadê êrîşên mezin dan destpêkirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê li gel van hemû êrîşan jî nekarî bi ser bikeve. Lewma kete nava krîzên siyasî, civakî û aborî. Weke ku tê zanîn par bi êrîşa li ser Garê xwest serketinekê bi dest bixe, lê belê li hemberî berxwedana gerîla şikestin. Niha jî bi êrîşa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwazin armanca ku nekarîn par pêk bînin, vê carê bi cih bînin. Ji xwe di destê wan de tenê îsal maye. Ji bo vê hikûmetê îsal sala dawî ye. Eger di van êrîşan de li dijî me, li dijî gelê kurd serketî be, wê desthilatdariya xwe mayinde bikin. Lê belê eger bi ser nekevin wê tune bibin. Lewma ev rewş ji bo wan man û neman e.

Bi taybetî ji bo Erdogan û Bahçelî bi vî rengî ye. Ji bo karibin bi ser bikevin jî çi ji wan tê dikin. Eger bi ser bikevin wê ne tenê PKK’ê tasfiye bikin, di heman demê de wê destketiyên gelê kurd hemûyan tune bikin. Ji bo gelê kurd wê metirsiyeke mezin çêbibe û li Kurdistanê jî siyaseta qirkirine wê serwer bibe. Ji ber vê yekê me ji bo herdu aliyan got şerê man û nemanê ye. Şerê li Zapê, li Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye, şereke ku paşeroja gelê me û gelê herêmê diyar dike. Eger dijmin li dijî me bi ser bikeve wê siyaseta faşîzm û qirkirinê li Kurdistanê serwer be, li herêmê jî wê pêvajoyeke tarî destpê bike.

Cudahiya êrîşa dawî ya dewleta tirk ji êrîşên beriya niha çi ye? Di êrîşan de kîjan taktîk têne bikaranîn?

Operasyona dagirkeriyê ya dawî ji gelek aliyan ve cudahiyên xwe hene. Dijmin par bi heman armancê li dijî me dest bi êrîşê kir, lê xitimî. Îsal hin guhertin kirine û bi vî rengî dixwazin encamê bi dest bixin. Dijmin di operasyona dawî de hem hîn bêhtir teknîkê bi kar tîne hem jî ji bo piştgiriyeke hîn xurtir ji hêzên derve werbigire xwe amade kiriye. Ya herî girîng jî xeta hevkariyê ya kurdan bêhtir çalak kirine. Di vê çarçoveyê de ji bo karibe ji xeta Başûr êrîş bike bi PDK’ê re hin hevdîtin kirin, hin sozên veşartî dan PDK’ê. PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir. Dijmin hesabê wê yekê kir ku gerîla li Zapê dorpêç bike û bi ser bikeve.

Xeta hevkariyê ya kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tev li operasyonê bikin. Cerdevanên li Kurdistanê hemûyan kom dikin û tev li operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyeyê yên ji ber DAÎŞ’ê mane, bi taybetî jî yên ji Tirkmenistanê hatine tev li operasyonê dikin. Bi teknîka pêşketî, bi hevkariya kurd, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin encamê bi dest bixin. Par jî bi van rê û rêbazan êrîş kirin, lê belê îsal dixwazin ji xeta hevkariya kurd hîn bêhtir sûdê werbigirin. Her wiha hesabê wê dikin ku di nava kurdan de şer bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dixwazin encamê bi dest bixin.

Tê gotin ku êrîşên dijmin 17’ê nîsanê destpê kirin, lê bi esasî 14’ê nîsanê destpê kirin. 14’ê nîsanê bi balafir, obus û hawanan dest bi êrîşê kir. Piştre jî êvara 17’ê nîsanê saet di 8:30’î de ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne. Xwest li 9-10 cihan leşkeran bi hemwextî deyne û gerîla şaş bike. Bi sûdwergirtina ji vê rewşê xwest ku qadê dagir bikin. Yanî plana wê kirin ku di nava rojekê de li van qadan bi cih bibin. Lê belê yên li hemberî wan, gerîlayên fedaî yên Kurdistanê bûn. Li Zap û Avaşînê gerîla bi fedakarî û bi zanebûn dest li dijmin werdan ku ev destwerdan hêjayî pesindayinê ye. Hevalan lehengiyeke mezin nîşan dan. Hevalan di nava 5-6 rojan de li pey hev li her qada ku dijmin dixwest leşkerên xwe lê deyne pêşî li wan girtin û sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin. Eger hevalan di wext û cih de dest lê wernedabûna djimin dikarîbû xwe bigihanda hin deverên stratejîk û bi ser ketibûya. Lê belê baldariya hevalan û bersiva bi fedaî, lehengî û wêrekî ya li êrîşan kir ku planên dijmin asteng bikin.

Dijmin nekarî leşkerên xwe deyne gelek qadan. Rast e, li hin qadan danî lê belê ew jî piştî 5-6 rojan karîbû bike û niha li wir xitimî ye. Mînak, leşkerên ku li Kurêjahro danîne niha gelekî tengav bûne, gelekî zehmetiyan dikişînin. Dijmin xwest ku ji Şêladizê ji bejahî ve leşkerên xwe yên li wê derê rizgar bike. Her wiha gelek kuştî jî dan. Şerekî gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi balafiran, helîkopteran, obusan û bi her cure çekan ji hewayî û bejahî êrîş kir. Ji Bakur jî ji bejahî hatin. Bi vî rengî xwestin hevalan şoq bikin û ji tevlîheviyê sûdê werbigirin. Lê belê hevalên me yên leheng bi îradeyeke mezin, bi wêrekî bersiv dan êrîşan û dijmin têk birin. Di vî şerî de ku me 15 roj li pey xwe hiştine gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serketineke mezin nîşan dane.

Ji ber vê yekê bi rêya we, fedaiyên li eyaleta Zap û Avaşînê ji dil û can silav dikim, ji ber berxwedana ku nîşan didin hemûyan pîroz dikim. Gelê me jî divê van lehengan pîroz bike. Ji ber ku pêşî li xetereyeke gelekî mezin girtin û nehiştin dijmin encamê bi dest bixe.

Şehîdên me yên ku di vê berxwedanê de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim û em careke din soz didin ku xwîna wan wê li erdê nemîne. Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û tola wan hilînin. Em ê qada Zapê bikin keleha berxwedan û serketinê. Bi vî rengî em ê tola wan ji dijmin hilînin.

Dijmin heta niha bi ti awayî nekariye bikeve nava çeperan, daxuyaniyên wezîrê şer ê derewîn ê dewleta tirk rast nîne. Gelek kuştî dane. Li gorî hejmara ku hevalên me aşkerekirin û bi qasî ku em dişopînin derdora 300 ji wan hatine kuştin. Aşkere ye Erdogan û Bahçelî mirina bi sedan, bi hezaran leşkerên xwe dane ber çavên xwe. Mînak, dixwazin leşkerên xwe deynin lê nikarin deynin, helîkopter vedigerin. Piştî 1.5-2 saetan hewl didin leşkerên xwe deynin, heval dest li wan werdidin û nahêlin. Leşker ji ber ku nikarin li baregehên xwe jî vegerin li naverastê têne hiştin. Yanî ji leşkeran re dibêjin, ya bimirin, ya jî bi cih bibin. Veger ji bo wan nîne.

Zarokên gelê Tirkiyeyê –ku di nav de diyar e zarokên kurdan jî hene- ji bo berjewendiyên xwe ber bi mirinê ve dibin. Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, ji bo qirêjiya xwe binixumînin zarokên gel ber bi mirinê ve dibin. Derdikevin pêşiya ekranê û derewan li gel dikin. Heta niha diyar e ku tenê 10 kuştiyên xwe aşkere kirin, lê rewş ne bi vî rengî ye. Gelek kuştî dane. Ji gelên Tirkiyeyê re gotineke tenê ya rast nabêjin. Şerekî gelekî cidî tê kirin û di vî şerî de jî gelek kuştiyan didin. Lewma ji nû ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.

Dijmin niha xitimî ye, lê barê hevalan jî sivik nîne. Em jî li her derê divê piştgiriyê bidin lehengên xwe yên li Zapê. Gelê me, hevalên me hemû, li eyaletên Kurdistanê hemûyan, her kes divê bi rola xwe rabin. Şerekî neteweyî tê kirin, lewma divê her kes her tiştî bike.

Di vî şerî de hevalên me şehîd ketin. Em agahiyên li ser nasnameya şehîdên xwe aşkere dikin, lê belê hîn şehîdên me hene ku me nav û nasnameya wan nekariye zelal bikin. Em ê navê hemû hevalên xwe yên şehîd bûne aşkere bikin, bila gumana gelê me di vê mijarê de tune be. Em tu carî windahiyên xwe venaşêrin. Em di şerekî mezin de ne û di vî şerî de di serî de gelê me divê tevahiya cîhanê bibîne ku em berdêleke çawa didin. Lewma jî em windahiyên xwe venaşêrin. Şehîdên me ji bo me rûmet e. Em li dijî dijminekî welê şerekî mezin dikin ku ev dijmin piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digire û bi çekên ji teknolojiya dawî şer dike. Ev kar ne hêsan e, bêguman şehîdên me hene. Dema bê em ê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên din ên şehîd bûne aşkere bikin.

Li dijî van êrîşan, di taktîkên gerîla de guhertinên çawa çêbûn? Li dijî êrîşeke ewqasî mezin gerîla bi çi rengî li ber xwe dide û çawa çalakiyên welê serketî dike?

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di hunera şer de xwe gihandine kûrahiyekê. Ji xwe eger ne bi vî rengî bûya li hemberî ewqas êrîşên giran kesî nikarîbû li ber xwe bida. Gerîlayên ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo tevdigerin, bi bawerî û wêrekiyeke mezin li ber xwe didin. Bêguman şer tenê bi wêrekî, bawerî û îradeyê nayê meşandin. Di heman demê de di hunera şer de kûrahiyek heye, di taktîkan de dewlemendî heye. Di vê mijarê de heval bi pêş ketine. Bi rêbazên pispor û profesyonel şer dikin. Bi taybetî tecrûbeyên par ji bo me gelekî girîng bûn. Di şerê sala 2020’î de li Heftanînê û par li Avaşîn, Zap, Metîna, Zendûra, Mamreşo, Girêsor, Werxelê di şer de gelek tecrûbe hatin bidestxistin. Hevalên me di encama van tecrûbeyan de gihîştin astekê û bi vî rengî li dijî dijmin li ber xwe didin.

Rêbaz û taktîkên hevalên me di şerê gerîla de yê li cîhanê gelek nûbûn çêkir. Gerîla ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê rêbaz û taktîkên bibin mînak diafirînin. Yanî şer bi rengekî yekalî nayê meşandin. Bi taktîk û rêbazên dewlemend, bi bawerî, îrade û biryardariyê tê meşandin. Ji ber ku ev hemû hevdu temam dikin gerîla dikare li hemberî van êrîşên hovane li ber xwe bide. Dijmin niha çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji xwe eger çekên kîmyewî bi kar neaniya wê di cih de li hemberî gerîla têk biçûya. Li ku derê kîmyasal bi kar anî li wir gel neçar ma bireve. Leşker jî nekarî li wir bimîne. Lê belê çekên kîmyewî jî niha ji bo dijmin ne çare ye. Bêguman divê em li ber vê rabin, ev ne tiştekî mirovî ye, lê belê li dijî dijmin di nava gerîlayên azadiyê de performansek afiriye. Gihîştiye astekê. Ev yek ji bo kurdan hemûyan rûmet e. Li dijî artêşeke ku xwe weke duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê pênase dike, berxwedaneke bi vî rengî tiştekî ji rêzê nîne.

Dibêjin, gerîla herî zêde çend rojan dikare li ber xwe bide. Na, ne bi vî rengî ye. Eger li wê qadê hêzeke têk biçe hebe ew jî gerîla nîne, dewleta tirk a dagirker e, leşkerên tirk e. Berxwedana gerîla, wêrekiya gerîla, rê û rêbazên gerîla bingeha serketinê ye. Dijmin niha herî zêde bi hêza xwe ya teknîkê bawer dike û xwe dispêre xeta hevkariya kurd. Îradeya xwe ya şer nîne, çeteyan, cerdevanan komî ser hev dike û tev li operasyonan dike. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê em li dijî vê yekê dozeke mafdar dimeşînin, em mafdar in. Ji doza azadiyê ya gelê kurd bêhtir dozeke mafdar nîne. Em ji bo hebûn, ziman û neteweya xwe têdikoşin. Felsefeya Rêber Apo û şehîdên me ji bo me çavkaniya hêzê ne. Her heval bi vê baweriyê tedikoşe. Her gerîlayek mîna şêrekî li dijî dijmin şer dike. Bi hemû hevalan re îradeyeke mezin heye. Her wiha em bi aqlê xwe, bi rê û rêbazên xwe bawer dikin. Em ji perspektîfa xwe ya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikin. Bi vê bawerî û biryardariyê li dijî dijmin şer dikin. Lê dijmin bi rê û rêbazên bêexlaq dixwaze encamê bi dest bixe. Lewma jî serketin wê ne ya dijmin be, wê ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê be.

Rola tîmên gerîla yên bi tevger di vî şerî de çi ye?

Tîmên bi tevger ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi hemû rê û rêbazan xwe diparêzin û şer dikin. Rola tîmên bi tevger girîng e. Çalakiyên gelekî serketî kirin. Yanî hêzeke biçûk derbên mezin dikare li dijmin bixe. Dikare li dilê dijmin bixe. Rê û rêbazên tîmên bi tevger, eger şaşiyek neyê kirin, wê heval derbên hîn girantir li dijmin bixin. Ne tenê tîmek, bi rengê koordîneyî çend tîm dikarin bi hev re tevbigerin. Bêguman li gel hev, timî bi rengê cuda dikarin tevbigerin. Em rê û rêbazên nû diafirînin. Rêbaza tîmê bi tevger teknîka dijmin têk dibe. Roleke xwe ya girîng a bi vî rengî heye.

Barê hevalan gelekî giran e, haya me ji vê heye. Lê belê divê heval zanibin ku bi roleke dîrokî radibin. Ji ber vê yekê bi sebir, bi plan, bi aqilane tevbigerin. Di mijara rê û rêbazan de kûr bibin ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Heval dikarin li ser vê bingehê stratejiya dijmin têk bibin, stratejiya şoreşê bi ser bixînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar