Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Em hişyarî didin divê kes Rêbertiya me neke amûrê hilbijartinan

Karayilan derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê bang li gelê kurd kir û got: “Divê gelê kurd di vê hilbijartinê de hêza xwe zêdetir bike û vîna xwe nîşanî her kesî bide. Her wiha em derdorên Rêbertiya me ji bo berjewendiyên xwe dikin amûrê hilbijartinan hişyar dikin. Divê bêexlaqiyan nekin ev mijarek pir ciddî ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bersiv da pirsên ANF’ê û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Karayilan diyar kir ku divê gelê kurd di vê hilbijartinê de vîna xwe nîşanî her kesî bide. Karayilan bang li hemû derdorên li derveyî tifaqê kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û got “Eger destekeke bi vî rengî bidin, ev yek wê bibe pêngaveke bingehîn a pêşketina Yekitiya Kurdistanê ku di pêşerojê de wê pêk were. Wê ev tişt jî gaveke baş be.”

Karayilan derbarê nîqaşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî peyam da: “Em careke din hişyariyê didin aliya. Bi vî rengî li ser Rêbertiya me nîqaşan nekin. Ev nêzîkatiyên ku rêbertiya me dikin amûr, bêexlaqî ne. Helwesta Rêber Apo helwesteke stratejîk e. Pirsgirêka kurd û rewşa Rêber Apo ne pirsgirêkeke wisa ye ku di taktîkên hilbijartinê yên Tirkiyeyê de bibe amûrek, ev pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê jî ev tişt şaşiyeke mezin e ku Rêbertiya me di hilbijartinan de bikin amûrek.”

Hevpeyvîna bi Karayilan re wisa ye:

Em di meheke nû ya Gulanê de ne. Tevgera we meha Gulanê wekî ‘Meha Şehîdan pênase dike. Berî her tiştî, hûn dixwazin bi munasebeta vê mehê çi bibêjin?

Beriya ku ez derbasî pirsa we bibim, ez şehîdên me yên herî dawî bi bîr tînim. Ez di şexsê hevrê Canşêr Makû de hevrêyên me yên li eyaleta Mêrdînê şehîd bûne û di şexsê Hejar Zozan de hevrêyên me yên li Serhedê şehîd bûne bi bîr tînim. Ev hevrêyên me di şert û mercên herî dijwar de bi fedakarî xebitîn, li hemberî dijmin stûyê xwe xwar nekirin, li ber xwe dan û bi vî rengî şehîd bûn. Em berxwedana wan silav dikin û careke din soza xwe ya ku em ê bîranînên wan zindî bihêlin dubare dikin.

Her wiha şehîdên me hene ku şehadeta wan kevn e lê di vê pêvajoya dawîn de şehadeta wan hatiye îlankirin. Ez hevrê Dilxwaz Gabar, Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi salan em bi van hevalaran re xebitîbûn.

Heval Dilxwaz 32 salan li çiyayan bi fedekarî, dirustî, paqijî û dilsoziyeke mezin xebat û ked daye. Hevrêyeke wisa bû ku di bin her şert û mercî de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, rêxistin û xeta şehîdan re nîşan daye. Ez li ber hewldan û têkoşîna heval Dilxwaz bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û diyar dikim ku em ê xwedî li vê soza xwe ya ji bo vê hevrêyê hêja derkevin.

Hevala Gulçiya ne jineke kurd a asayî bû. Bi wêrekî, helwest, hêz û vîn, şerê xwe ji Şaho heta çiyayên Çewlikê, heta Amed û Garzanê kir û li her derê keda wê heye. Di warê helwesta milîtanî û hevrêtiyê de, di warê girêdana bi Rêber Apo de ew hevaleke mînak bû ku astek bi dest xistibû. Ew endameke me ya Biryargeha Navendî bû.

Ez van hemû hevrêyan bi rêzdarî bi bîr tînin û sozê didim ku em ê her tim dilsozê hevrêriya wan bin.

‘Cihan Aymaz jî şehîdekî doza azadî û çanda kurdî ye’

Di heman demê de ez hunermend Cihan Aymaz ê ku di encama êrîşeke li Stenbolê pêk hat de jiyana xwe ji dest da jî bi rêzdarî bi bîr tînim û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim. Cihan Aymaz şehîdekî doza azadî û çanda kurdî ye. Ji ber qîrîna çanda kurdî li kolanên Stenbolê bû hedef û piştre şehîd bû. Bîranîna şehîd Cihan Aymaz wê her tim di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bijî.

Ger ez vegerim ser pirsa te; weke ku we behs kir meha Gulanê meha şehîdan e. Rast e têkoşîna me di her serdemê de şehîdên xwe hene, lê di meha Gulanê de hem ji bo şoreşa Kurdistanê hem jî ji bo şoreşa Tirkiyeyê şehîdên girîng hatin dayîn. Ger em li ser esasê rojan bin, beriya her tiştî şehîdên Taksîmê yên 1’ê Gulana 1977’an hene. Dîsa di 1’ê Gulana 1981’an de hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû di berxwedana Filistînê de şehîd ket. Di 2’ê Gulana 1982’an de hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn şehîd ketin. Dîsa di sala 2016’an de di heman rojê de heval Azad Sîser û Çekdar Amed şehîd ketin. Dîsa di sala 1998’an de Hamza Emerînê û hevrêyên bi wî re li Cûdî şehîd ketin. Di 6’ê Gulanê de pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmiş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan şehîd bûn. Şehadeta van şoreşgerên hêja ji Tirkiyeyê heta Kurdistanê bandoreke mezin kir. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê şehîdê sêdarê hene. Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Haydariyan, Wekîl Ferhad di 9’ê Gulanê de şehîd bûn. 11’ê Gulanê roja şehadeta fermandara hêja ya Xerzanê hevrê Hozan Mizgîn e. Di 13’ê Gulanê de Leyla Qasim û 4 ciwanên kurd ên pê re li Bexdayê hatin darvekirin. Dîsa 16’ê Gulanê roja berxwedana Hewlêrê ya bi pêşengiya rêheval Salih û Hêlîn e. Wê rojê gelek rêhevalên me li dijî êrîşên PDK’ê li ber xwe dan û şehîd bûn.

Her wiha 18’ê Gulanê roja şehadeta şehîdê me yê mezin, şoreşgerê enternasyonalîst hevrê Hakî Karer e. Hevalê Hakî di heman demê de yekemîn şehîdê qonaxa Partîbûnê ye. Di heman roja sala 1973’an de yek ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya şehîd ket. Dîsa salek beriya şehadeta hevrê Hakî, di heman rojê de heval Fevzî Aslansoy jî şehîd ketibû.  Di 18’ê Gulana 1982’an de li Zindana Amedê li hemberî wê îşkenceya hovanê hevrê Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Aynik û Necmî Oner bi şewitandina bedena xwe gihiştin şehadetê. Di 19’ê Gulana 1978’an de hevrê Halîl Çavgun şehîd ket. Piştî salekê hevrê Muslum Baran şehîd ket. Di 21’ê Gulanê de hevrê Celal Xoce (Remezan Kaplan) şehîd ket. Heman rojê hevrê Îsmaîl (Xidir Bîngol) tevî 19 hevalên xwe şehîd ketin. 25’ê Gulana 2012’an roja şehadeta hevrê Êrîş û Andok e ku li Kayseriyê çalakiya fedayî pêk anîn. Van hevrêyên hêja bi çalakiya xwe serdemek nû dan destpêkirin. Dîsa di sala 1987’an de hevrê Sari Omer (Mûstafa Omurcan) bi komek hevalên xwe re şehîd ketin. Dîsa di 27’ê Gulanê de hevrê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) şehîd bûn. Endamê Komîteya me ya Navendî  hevrê Sabrî (Emîn Aslan) jî di rojên dawî yên meha Gulanê de şehîd ketibû. Dîsa di hefteya dawî ya meha Gulanê de hevrê Cemşît (Ahmet Kesîp) û koma pê re şehîd bûbûn. Her wiha şehadeta hevrê Sîpan Amed û Rojbîn Serhat jî di rojên dawî yên meha Gulanê de ye. Dîsa di 31’ê Gulana 1972’an de yek ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Sînan Cemgîl bi komek hevalên xwe re cara yekem li çiyayan şer kirin û li Nûrhakê şehîd bûn. .

Bi kurtasî di meha Gulanê de bi vî awayî gelek şehadetên girîng hatine jiyîn. Ji ber vê jî weke meha şehîdan hate qebûlkirin. Bi taybetî dema hevrê Hakî Karer şehîd ket tevgera me hîn nebûbû partiyek. Komek ciwan bi xebatên îdeolojîk re mijûl dibûn û hewl didan derbasî qonaxeke siyasî bibin. Heval Hakî wê demê di encama êrîşeke kontra ya plankirî de şehîd bûbû.

‘Êdî xwîn hat rijandin; veger tune’

Hevrêtiya di navbera Rêbertiya me û hevrê Hakî Karer de, tê zanîn. Rêbertiya me piştî hevrê Hakî nirxandina ‘êdî xwîn hat rijandin, veger tune’ kiribû. Dîsa ji bo bîranîna hevalê Hakî bernameya PKK’ê nivîsand, di partîbûnê de biryar da û endamên tevgerê destpêkek a tarzê jiyana girêdayî bîranîna şehîdan îfade dike. Ev yek di partiya me de bû tarzê jiyanekê. Her şehadetekê bi xwe re bingehek ê pêngaveke nû afirand; pêngavek nû pêş xist. Dijminên me êrîşên xwe yên ku li dijî me pêk tînin, li ser bingehê ku pêşiya van pêngavan bigire pêk anîn û ev êrîş hîna jî dewam dikin.

Lê sînerjiya ku bi rêbaza Rêber Apo ya ji her şehadetekê re bersiv dayîn hatî afirandin, bi xwe re xurtbûnek afirand. Wisan çêbû ku li Kurdistanê şehadet nebû çavkaniya lewazbûnê, bû çavkaniya bingeheke xurtbûnê. Li her cihê ku me şehîd da, li ser xelkê wir bandor kir. Ji ku her şehîdên me, li herêma xwe bi jiyan, exlaq û kesayeta xwe li derdora xwe bandorek ava dikir. Ji ber ku ji xwe mirovê lewaz nedihat vê partiyê. Her kesê ku tevlî tevgerê bûye, teqez berpirsyariya wî/ê ya li hemberî dîrok û civakê heye; nêzîkatiya wî/ê ya exlaqî û mirovî kûr e. Bi vî rengî biryar daye û tevlî tevgerê bûye. Ruhê hevrêtiyê yê ku di her hevrêyê de pêş ketî, di çarçoveya dilsoziya bi gel re, her şehadet jî li ser bingehê bîranînan dilsoziyê, kûrbûnê û xurtbûnê diafirîne. Hetanî îro yên ku me bi rê ve dibin jî di esasê xwe de şehîdên me ne. Hêz û qudreta şehîdan hêz dide me û dibe wesîle ku em timî zindî û li ser xwe bin, em timî li dijî dijmin bi hêrseke mezin têbikoşin. Ji bo vê yekê em diyar dikin ku çavkaniya esas a hêza me şehîd in; şehîdên me doh, îro û sibeyên me ne. Lewma Rêber Apo gotiye, ‘partiya me partiyeke şehîdan e’. Ji ber ku şehîdên me bi jiyana xwe ev têgihiştin danîne holê; wan xet zelal kiriye; wan têkoşîna şoreşa Kurdistanê bi xwîna xwe afirandiye. Weke hevrêyên şehîdan, em jî girêdayî soza ku me dayî wan e û em ê heta dawiyê jî girêdayî bimînin. Em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derbikevin û wan bidin jiyîn. Li ser vî bingehî em dibêjin şehîdên me nemir in. Ji ber em divê cihê her şehîdekê dagirin, ala ku ji me re hiştiye hîn bilindtir bikin û tola wan li erdê nehêlin. Bi vî rengî em dikarin ruhê wan şad bikin û wan bidin jiyîn. Li ser vî bingehî şehîdên me çavkaniya hêza me ne û nemir in.

Di demên dawî de li ser Rêber Apo gelek nûçe û nirxandin tên kirin. Bi taybetî hin tifaqên cur be cur li ser bingehê propagandaya li dijî hev, hevdîtina bi Rêber Apo re dayîne rûnişkandin. Lê li aliyê tecrîdek giran ku zêdeyî 2 sal in li ser Rêber Apo tê pêkanîn, mijara gotinê ye. Hûn van nûçeyên ku li ser Rêber Apo derketine û rewşa heyî çawa dinirxînin?

Weke ku me berê jî diyar kirî, di siyaseta Tirkiyeyê de tenê nîqaşên yekalî yên li ser Rêber Apo hene. Rêber Apo bi rêbazeke ku li cihanê mîna wê nîn e, di bin tecrîdek mûtlaq a girankirî de ye. Weke îşkenceya derûnî ya domdar, di sîstemekê de tê girtin. 26 meh in tu kesî ji Rêber Apo û ji sê hevalên ku li gel Rêber Apo agahî negirtine. Di serdemeke ku telekomunîkasyon ev qas pêş ketî de, agahiya tu kesê ji Îmraliyê nîn e. Rêber Apo di şert û mercên wiha giran de tê girtin, ev yek di warê neteweyî û navneteweyî de binpêkirina qanûn û pîvanên exlaqê ye.

‘Em hişyarî didin divê kes Rêbertiya me neke amûrê hilbijartinan’

Lê tevî ku Rêber Apo di van şert û mercan de tê girtin, li ser wî nîqaş jî tên kirin. Lê tu kes nabêje, ‘ka em nêrînên wî jî bigirin; bila ew biaxive; ka piştgirî dide kê?’ Yek dibêje, ‘hûn çûn cem û we piştgirî xwest’, yê din dibêje, ‘na, we bi hevrêyên wî re tifaq ava kir û we soz da wan’. Nîqaş ev in. Jixwe aliyê AKP-MHP’ê wiha nêz dibe ku wekî ku wê bi PKK’ê re bikeve hilbijartinê. Ev bi serê xwe pirsgirêkek e. Ev yek di heman demê de çi nîşan dide? Ev di heman demê de nîşan dide ku Rêber Apo di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî faktorek bingehîn ê xwedî hêz e. Eger wiha nebûya, ev qas nîqaş li ser nedihatin kirin. Ji ber ku desthilatdarî dizane ku Rêber Apo, Rêberê Gelê Kurd e û li gel vê yekê li ser civaka kurd û tevgerên şoreşê yên Tirkiyeyê xwedî bandorek xurt e, di sîstemeke wisa de ya ku mîna wê nehatî dîtin de, digirin. Mûxalefet jî nabêje, ‘çima wisan çêdibe, gelo ma hiqûqek nîn e? Çima ev tecrîd?’ Yanî ew jî tecrîdê rewa dibînin.

‘Divê kes bêexlaqiya li hember Rêber Apo nekin ev wê bibe sedema şerê bi sedan salan’ 

Em careke din dixwazin aliyan hişyar bikin: li ser Rêbertiya me bi vî rengî nîqaşan nekin. Ev nêzîkatiyên ku Rêbertiya me dikin amûr, bêexlaqî ne. Pozîsyona Rêber Apo pozîsyoneke stratejîk e. Pirsgirêka kurd û rewşa ku Rêber Apo tê de ye, ne pirsgirêkeke ku di taktîkên hilbijartinê de wek amûr bê bikaranîn, pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê yekê, nêzîkatiyên ku Rêbertî di hilbijartinê de dikin amûr, şaşiyeke mezin e.

Li aliyê din ev hemû nîqaş jî şik û gumanan çêdike ku hin kom Rêber Apo bikin hedef. Di vê çarçoveyê de êdî niha ewlehiya Rêber Apo ketiye xeterê. Weke ku tê zanîn Rêber Apo ne tenê dîlekî di destê dewleta tirk de ye; wek tê zanîn hêzên ku Rêbertiya me girtin û radestî Tirkiyeyê kirin hêzên komploger in. Di vir de berpirsyariya van hemû hêzan heye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû hêzên xwedî berpirsyar dikim, divê di vê dema krîtîk de bi berpirsyariya xwe rabin. Divê di derbarê ewlekariya Rêber Apo de berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê hem hêzên navneteweyî hem jî dewleta tirk a ku bi awayekî fermî berpirsyar e di vê mijarê de berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Divê her kes bizanibe ku Rêber Apo bingeha yekîtiya Tirkiyeyê ye. Ger di vî warî de zirarek hebe yekitiya tirkan çênabe. Ne bi dehan sal, bi sedan sal wê di navbera gelan de dijminatiyek nû dest pê bike. Ji bo vê jî divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe, Rêberê me bi vî rengî nekin amûrên taktîkên hilbijartinê û her kes bi pîvan nêzî vê mijarê bibe. Em li ser vê yekê careke din her kesî hişyar dikin. Lê divê gelê me û dostên wan di vî warî de hişyar û hestiyar bin. Bi zanebûna ku ev hemû nîqaş ji bo ewlekariya Rêber Apo bi xwe re xeteriyê çêdike, divê her kes xwedî li erka xwe derkeve.

‘Kesên li derveyî Tifaqa Ked û Azadiyê mane divê piştgiriyê bide Çepên Kesk’

Hem desthilatdarî û hem jî hemû aliyên mûxalîf vê hilbijartinê weke hilbijartina çarenûsê dibînin. Hûn di derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê de, ku demeke kurt jê re maye çi dibêjin?

Rast e; her kes dibêje ku ev hilbijartin ji bo siberoja Tirkiyeyê û ji bo her kesên li Tirkiyeyê dijîn girîng in. Helbet hilbijartinên ku di vê serdemê de hatin kirin xwedî wateyeke girîng in. Di vê derbarê de me berê behsa hin tiştan kiribû. Lê belê ev hilbijartin ji bo gelê me û ji bo hemû kesên ku ji vê sîstemê zirarê dibînin girîngtir in. Ev hilbijartin ji bo hemû beşên ku ji sîstemê hatine dûrxistin, di serî de gelê kurd, elewî, çînên karker û tevgerên çepgir û sosyalîst gelekî girîng e. Bi taybetî ev 8 sal in rejîma AKP-MHP-Ergenekonê bi konsepteke nû hewl dide gelê me lewaz bike û wan teslîm bigre. Ji bo vê jî li dijî girtîgehan, çiya, kolanan û siyaseta kurd pêleke pir dijwar a êrîşan pêk anî. Bi vî rengî dixwestin civaka kurd bi dest bixin. Çawa ku di navbera salên 1925 û 38’an de polîtîkaya qirkirinê meşandin û piştî wê jî 30 sal şûnde kurd bêdeng man; çawa ku Cûntaya Leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê li Kurdistanê çewisandineke mezin pêk anî û civaka kurd bi deh salan bêteqet ma; di esasê de AKP-MHP’ê dixwest heman tiştî niha li kurdan bike. Çawa ku di serî de gotin em ê Fetullahiyan tasfiye bikin, bi awayekî berfireh berê xwe dan Tevgera Azadiya Kurdistanê jî. Yanî rejîmê bi hemû hêza xwe dixwest gelê kurd lawaz bike û bêîrade bike.

Lê belê di serî de li Îmraliyê û li hemû zindan, çiya, kolan û her derê berxwedan pêş ket. Gelê me li ber xwe da û careke din îspat kir ku ew hêzeke bingehîn e ku bi vî rengî nayê tasfiyekirin. Yanî nîşan dan ku ew bi tank, top, lêdan, girtin, îşkence û tecrîdê teslîm nabe. Bi kurtasî gelê me serî netewand.

Niha piştî vê pêvajoyê hilbijartin tên kirin. Ji bo vê jî divê gelê me piştî berxwedana dîrokî ya ku li pêşberî karesatên di demên bihurî de hate nîşandan, vîna xwe li qada siyasî bi xurtî nîşan bide. Mînak di navbera hêzên Kurdistanî de, dîsa di navbera welatparêzên Kurdistanî û hêzên çepgir û sosyalîst de tifaqên curbecur çêbûn. Ev hêz di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de diçin hilbijartinan. Her kesê ku ji vê sîstemê zirar dîtiye divê bi xurtî tevlî vê tifaqê bibe. Bi taybetî gelê kurd divê di vê hilbijartinê de hêza xwe mezin bike û vîna xwe nîşanî her kesî bide. Ev mijareke girîng e. Dibe ku di civakê de, di navbera eşîran de, di navbera kesan û di navbera beşên cûda de nakokî hebin. Dîsa dibe ku hin namzet ne bi dilê hin kesan bin. Lê divê ev hemû li aliyekî bin. Pirsgirêkên girîngtir hene. Pirsgirêkên netewî hene ku siberoja gelê kurd eleqedar dike. Lewma divê her kes di vê serdemê de bibe yek û yekîtiya xwe nîşan bide.

Heta hêzên Kurdistanî jî Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ava kirin. Tenê hin derdor li derveyî vê tifaqê man. Ez bang li derdorên ku li derveyî vê tifaqê mane dikim: weke berê jî hat dîtin, ger ji hev cuda namzet nîşan bidin, nikarin encamê bigirin. Li şûna vê yekê, ew dikarin piştgiriyê bidin tifaqa di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de hatiye avakirin. Eger ew piştgirî bidin, wê bibe gaveke bingehîn ji bo pêşxistina yekitiya kurdistanî ku di paşerojê de pêk were û her kes tê de beşdar bibe. Ew ê bibe gavek baş. Ji ber vê yekê banga min ji van hêzan re ev e. Bi kurtasî divê her kes li dora Partiya Çepên Kesk kom bibe û di vê mijarê de vîna xwe nîşan bide. Girîngiya van hilbijartinan ji bo gelê me li ser vê bingehê ye. Bêguman ev yek ji bo hemû Tirkiyeyê jî girîng e, ku guhertin teqez pêwîst e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar