Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Em peywira parastina Mexmûrê radestî ciwanan dikin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan peyamek bi dîmen ji xelkê Mexmûrê re şand û wiha got: "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li wê derê bi rola pêwîst rabûn û êdî wezîfeya parastinê radestî ciwanên li wê derê dikin."

Piştî ku Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hêzên xwe yên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî vekişandine, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî peyamek bi dîmen ji bo gelê Mexmûrê weşand. Mûrat Karayilan di peyamê de ku 11’ê îlonê hate kişandin, şehîdên tevgera azadiyê yên ji kampê bi bîr anî. Mûrat Karayilan anî ziman ku dewleta tirk a qirker mêtinger li gel êrîşan hemûyan jî nekarî armanca xwe bi ser bixîne û destnîşan kir ku gerîla ruhê fedaî gihandiye asta herî bilind. Karayilan diyar kir ku mêtinger wê ji niha û pê ve jî nikaribin bi ser bikevin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan anî ziman ku xelkê Mexmûrê di nava zor û zehmetiyên mezin de hebûna xwe misoger kir û ji ber vê sekna xwe ya bi rûmet xelkê Mexmûrê di statuya penaberên siyasî de ye, kes nikare bi hincetên cuda vê rastiyê binixumîne.

Karayilan diyar kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hêzên wan ên li Mexmûrê mîsyona xwe temam kirine û got, “Em parastina li wê derê radestî ciwanan dikin.” Karayilan got, gumana wan nîne ku xelkê Mexmûrê wê bi rengê herî baş fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temsîl bike.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan wiha axivî:

“Beriya her tiştî xelkê me yê hêja yê li Kampa Şehîd Rustem Cûdî silav dikim. Dijmin ji ber ku ji sekna jin, ciwan û gelê me yê li kampê ditirse, êrîş dike. Ewqas sal in gelê me, malbatên me li Mexmûrê seknekê temsîl dikin, gelekî zor û zehmetî dîtin. Hûn, xelkê Mexmûrê ji ber ku sekneke bi vî rengî nîşan didin, dijmin îro ji we ditirse. Bêguman ev sekn sekneke bi rûmet û hêja ye. Ji ber vê yekê dijmin êrîş dike û dixwaze kampê belav bike.

Ez dixwazim bi we re parve bikim ku weke HPG me biryar dan ku hêzên xwe yên leşkerî yên li wê derê vekişînin. Haya we jê heye ku beriya niha bi demekê me beşek ji hêzên xwe yên li wê derê vekişandibûn. Niha jî em dixwazin hevrêyên xwe yên mayî hemûyan vekişînin. Bêguman di vê mijarê de kesî daxwazek ji me nekiriye; weke rêveberiya tevgerê me nîqaş kir û biryareke bi vî rengî dan. Bi vî rengî em dixwazin hêzên xwe yên leşkerî yên li wê derê vekişînin.

Neteweyên Yekbûyî bi rengekî fermî Kampa Mexmûrê di statuya kampeke penaberan a siyasî de nas kiriye. Baş e çima nayê wê derê? Ji ber ku îdîa dikin ku kamp kampeke leşkerî ye. Lê belê di vê rewşê de divê mirov vê yekê ji wan bipirsin: Ew der kengî û çawa veguherî kampeke leşkerî? Eger Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê Mexmûrê li wê derê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe nedabûna, gelo niha wê cihekî bi navê Mexmûr an jî Hewlêr mabûya? Dema ku DAIŞ’ê dest bi êrîşê kir, gelek herêm bi dest xist. Di nava van şert û mercan de gerîla ji bo parastina wê qadê hat wê derê. Eger gerîla nehatibûya Mexmûr û herêmên mîna wê, di rewşa heyî de Neteweyên Yekbûyî jî Iraq jî nikarîbûn biman. Lê belê wê demê gerîla ji bo Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Duhokê kete nava liv û tevgerê û dest bi parastina van deveran kir. Bi taybetî berxwedana bi pêşengiya Şehîd Têkoşer û Denîz Firat kir ku Mexmûr, Kerkûk û Hewlêr bêne parastin. Bi vî rengî deriyê Hewlêrê hate parastin. Em di nava van şert û mercan de hatin wê derê. Lê belê niha Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rola xwe ya pêwîst bi cih anîne û em wezîfeya parastinê êdî radestî ciwanên li wê derê dikin. Kamp kampeke siyasî ya penaberan e. Divê li her derê ev yek bê parastin. Nabe ku ti kes ji bo êrîşa li ser kampê hincetên cuda biafirîne. Ew der kampeke siyasî ye û bûye xwedî wî mafî.

Hûn li ser fikrê demokrasiya radîkal ê Rêber Apo jiyanê ava dikin. Fikir û ramanên Rêber Apo feraeta demokrasiya herî pêşketî ya vê serdemê ye. Û hûn weke civak û kampa penaberan a siyasî divê vê yekê destnîşan bikin. Di halê hazir de sîstemeke we heye, lê belê divê hûn fikir û felsefeya Rêbertî hîn bêhtir tevlî wê sîstemê bikin. Yanî divê hîn bêhtir demokratîk be, her tişt bi hilbijartinê bibe. Divê hûn mîna baxçeyekî li nava çolê bin ku gul û kulîlk bişikivî ye. Li wê herêmê divê hûn nîşanî her kesî bidin bê demokrasî çi ye, sîstemeke demokratîk-xweser çawa tê avakirin. Kampa Mexmûrê îro li nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê weke nimûneyê dikare bê nîşandan û ji vê bêhtir jî dikare bê kirin. Yanî divê hûn hîn bêhtir ruh bidin sîstema ku we ava kirine û ne bi şeklî lê bi cewherî vê sîstemê bijîn. Ev civaka ku li ser xeta Rêber Apo dimeşe, ji bo vê di nava çalakiyan de ye, her wiha ji bo vê armancê jiyaneke gelekî hêja û bi wate ava kiriye, bi hêza ji cewhera xwe werdigire wê teqez bi ser bikeve, em bi vê piştrast in.

Li ser xeta Rêber Apo û şehîdên me yên leheng ên ku hûn gelek ji wan baş nas dikin, hûn ê bi ser bikevin. Bi vê bawerî û hêviyê bi navê rêveberiya partiya me we hemûyan careke din bi hezkirin û hurmet silav dikim, serketinê ji we re dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar