Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Gelê kurd di têkoşîna xwe de mafdar e û dê bi ser bikeve

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku armanca stratejîk a dewleta tirk, dagirkirina temamiya rojavayê Kurdistanê ye. Karayilan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê qedera xwe bi şerê li dijî kurdan ve girêdaye û wiha domand: “Ji bo sala 2020’î bingeha têkoşînê ya gelê me hîn xurtir bûye, ji her demê xurtir bûye. Ger ku Hêzên Parastinê yên Kurdistanê formata nû  ya HPG’ê esas bigire, dê bi ser bikevin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tev li ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV’yê bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Ferat. Karayilan di serî de di şexsê Adil, Gulbahar, Mûhîttîn û Rûstem Zeydan de, şehîdên meha kanûnê, şehîdên Komkujiya Roboskê, Komkujiya Gurgumê, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê, Komkujiya Til Rifatê û trajediya Merîwanê bi bîr anî. Karayilan anî ziman ku komkujî û Îşkence ya li kurdan rewa tên dîtin û veguherîne siyaseta mayînde ya mêtingeran.

Karayilan cejna Noelê li xiristiyanên li Kurdistanê û tevahiya dinyayê pîroz kir û destpêkê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Karayilan destnîşan kir ku tecrîd encama siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk e û bi lêv kir ku di nava vê sîstema tecrîd û îşkenceyê de ji xwe nepêkane ku qala exlaq, hiqûq û mafên mirovan bê kirin.

‘Di dema AKP’ê de tiştekî bi navê qanûnê nemaye’

Di berdewamê de jî Karayilan anî ziman ku di dema desthilatdariya AKP’ê de li Kurdistanê tiştekî bi navê qanûn, sîstem û exlaqê nemaye û her gotina Erdogan mîna qanûnê tê pêkanîn. Karayilan grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û anî ziman ku 6 mehan grevên birçîbûnê hatin kirin û 9 mirovên gelekî hêja di vê pêvajoyê de xwe feda kirin.

‘Ji bo rakirina tecrîdê têkoşîneke cidî divê’

Karayilan bi domdarî jî gotina ‘Qedexeya li ser Ocalan hate rakirin’ a wezîrê edaletê yê tirk bi bîr xist û wiha domand: “Careke din hate dîtin ku ew soza xwe pêk neanîn, durû û namerd in. Bi wan re rûmeta mirovahiyê nîne. Ji bo hilanîna tola greva birçîbûnê zilma li Îmraliyê niha li girtîgehan hemûyan hatiye belavkirin. Zilma ku di şexsê Ocalan de li gelê Kurdistanê tê ferzkirin, êdî xweragirtina li wê nepêkane. Li dijî vê yekê têkoşîneke cidî divê. Dema ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû hingî wê pêkanînên vê rejîma faşîst jî bi dawî bibin. Ya di dewrê de ye siyaseta qirkirinê ye. Ya girîng ewe ku li dijî vê siyaseta qirkirinê berxwedan bê kirin, têkoşîn bê geşkirin.”

Armanca Rûsya ji bo temamiya herêmê ye

Bi domdarî bal kişand ser polîtîkaya mêtingerî û talankeriyê ya dewleta tirk a li ser herêmê û ev nirxandin kir: “Polîtîkaya dewleta tirk a xwe dispêre dijminatiya li kurdan. Destpêkê Amerîkayê gelek proje amade kir. Herî dawî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi ser neket, têk çû. Ji xwe êdî qala wê jî nakin. Niha Rûsya bi heman rêbazê dixwaze projeyekê biafirîne û li ser vê bingehê dikeve nava hin hewldanan. Rûsya di vê çarçoveyê de bi herêmê re xwedî têkiliyeke xurte. Ev armanca Rûsyayê ne tenê ji bo Sûriyeyê ye, ji bo tevahiya herêmê ye.

Dewleta tirk dixwaze xeyalên Osmanî pêk bîne

Herêm dikele û Tirkiye ditirse ku di rewşeke wiha de kurd gavekê biavêjin, ji kurdan ditirse. Hem dixwaze pêşî li kurdan bigire hem jî nehêle bibe xwedî statu û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne, li herêmê bibe dewleteke emperyal û hegemon. Dewleta tirk êdî naxwaze li nava sînorên xwe yên fermî bimîne. Armanca rejîma nû ya dewleta tirk bi vî rengî ye. Lewma li ser Sûriyeyê, Lîbyayê, Misir û Iraqê hin hesabên xwe hene. Dema ku mirov ji vî alî ve binirxînin hingî dibînin ku Tirkiye û Rûsya di gelek mijaran de li dijî hev in, lê belê heta niha Pûtîn û Erdogan di navbera xwe de diyalog kirin û bi rêbaza ‘bide û bistîne’ li hev kirin. Di berdêla herêmên Xûta û Şamê de radestkirina Efrînê, di berdêla derxistina çeteyan ji Helebê de radestkirina Idlibê mînakên vê yekê ne. Bi bazariyên bi vî rengî îdare bikin. Ne diyare ku ev bazarî dê heta ku deverê biçin, ji ber ku zemînên Rûsya û Tirkiyeyê li dijî hev in.

Geşedanên li Sûriye û Lîbyayê

Mesela Tirkiye û AKP dixwazin xwe bi rêya çeteyên Birayên Misilman û cîhadîstan li herêmê serdest be. Hêza ku Tirkiye li Sûriyeyê xwe dispêre wan Îxwani Muslîme, ya ku Rûsya xwe dispêre jî sîstema dewletê ya Sûriyeyê ye. Ev li dijî hev in.

Li Lîbyayê jî heman tişt derbas dibe. Rûsya li Lîbyayê piştgiriyê dide General Heftar, Tirkiye jî piştgiriyê dide hikûmet û çeteyên di xeta Îxwanî Muslîmîn ên li dijî wî. Bingehên ku xwe dispêrin li dijî hev in. Ji ber vê yekê Rûsya û Tirkiye ji aliyekî ve li dora maseyê li hev rûdinên, li aliyê din jî li qada şer li dijî hev radibin.

Li ser Idlibê li hev kirine

Pûtîn û Erdogan di 8’ê çileyê de dê hev bibînin. Li Idlibê şer giran bû. Heyeta tirk ji niha ve diçe Rûsyayê. Ji xwe karê bingehîn ev heyet in ku bazariyê dikin. Serokên dewletan jî piştî wê diçin li hev rûdinên û peymanên hatine amadekirin mîsoger dikin. Tê dîtin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bazariyek berfireh heye. Ev yek li ser Idlibê ye. Ji xwe bi qasî tê dîtin di hin mijara de li ser Idlibê li hev kirine. Şerê ku niha li Idlibê diqewime jî li ser vê bingehê ye.

Stratejiya dewleta tirk dagirkirina temamiya Rojava ye

Ev bazarî mîna li Sûriyeyê li ser Lîbyayê bi taybetî li ser Kurdistanê jî tên meşandin. Bi giranî li ser Kurdistanê tên meşandin, ji ber ku pirsgirêka esasî ya Tirkiyeyê, Kurdistane. Aşkera ye ku Tirkiye mîna li ser Efrînê bazarî kir, bazariyan dike. Heyeta tirk di vê çarçoveyê de çû Rûsyayê. Bi rakirina dîwarên li pêşberî Amûdê û Dirbesiyê dixwaze vê yekê weke kartekê bi kar bîne. Tirkiye dê niha yekser êrîş neke, lê belê dixwaze weke kartekê bi kar bîne, bike mijareke bazarê. Ji vê yekê divê neyê fêhmkirin ku Tirkiye dê êrîş neke. Stratejiya esasî ya Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê ye. Di 9’ê cotmehê de bi vê armancê dest bi êrîşê kirin, lê xitimîn û bi ser neketin. Ev siyaseta dewleta tirk bi ser neket. Heta deverekê çû, lê xitimî.

Qedera AKP-MHP’ê bi şerê li dijî kurdan ve girêdayî ye

Niha dixwaze vê rewşê mîna kartekê di destê xwe de bihêle û bêje, ‘Ez dikarim êrîşî vê deverê bikim, tu jî li Idlibê heta vê deverê êrîş bike, bihêle ku derbasî Lîbyayê bibim.’ Dewleta tirk ji xwe li Lîbyayê ye, lê belê ger bi têkiliyeke bi Rûsyayê re neçe hingî wê bi rengekî cidî li dijî hev derkevin. Ji ber vê yekê pêwîstiya Tirkiyeyê bi lihevkirinê heye. Ne diyare ku çiqasî karibin li hev bikin an nekin. Bingeh ne xurte û li dijî hev in. Rûsya dixwaze Tirkiyeyê ber bi xeta xwe ve bikişîne. Bi demê re dê bê dîtin ku Tirkiye çiqasî biçe ser xeta Rûsyayê yan jî neçe ser wê xetê. Dewleta tirk niha li ser vê yekê dilîze. Armanca dewleta tirk li ser vê bingehê ye. Çawa ku Abdulhamît di dema xwe de hevsengiyên navbera Fransa, ingilîz, alman û rûsan bi kar anî û bi vî rengî xwe li ser pêyan hişt, Erdogan jî niha hewl dide heman tiştî bike. Bêyî ku xwe bi deverekê ve girê bide dixwaze ji her kesî sûdê werbigire û bi vî rengî armanca xwe pêk bîne. Armanca dewleta tirk tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û serweriya li herêmê ye. Erdogan di demekê de ku gelekî lawaz bûye dixwaze vê bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Çarenûsa rejîma AKP-MHP’ê êdî bi vê ve girêdayî ye. Heta ku vî şerî dewam bike dê karibe li ser pêyan bimîne. Ger şer neke, yan jî derfeteke cuda ya çareseriyê biafire dê hingî ji desthilatdariyê bikevin.

Ev rêya nû ya Erdogan gelekî bi rîske û mîna qumarê ye. Ne diyare ku dê çiqasî bi ser bikeve yan jî bi ser nekeve. Li ser vê bingehê di nava hewldanên berfireh de ye. Yekî welê ye ku bi desthilatdariyê ve gelekî girêdayî ye û ji bo desthilatdariyê dikare her tiştî bike. Ji bo vê jî heta jê tê hewl dide, dixwaze encamê werbigire. Aşkera ye ku di vê çarçoveyê de dê bi Rûsyayê re dema bê di gelek mijaran de bazariyê bike.”

Axaftina Karayilan wiha dom kir:

“Ne berxwedana Efrînê, ya berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî rawestiya. Vaye 76 roj in dewam dike û dê hîn jî dewam bike. Mirov nikare bêje ku tirk bi ser ketin, ji ber ku berxwedan hîn jî dewam dike. Ev şer dê hîn gelekî dewam bike. Em mafdar in û têkoşîneke rast diparêzin. Em ê teqez bi ser bikevin.

Divê kurd êdî kêmasiyên xwe bibînin. Lê belê divê em ji xwe jî bawer bin. Ger em bi vî rengî bikin em ê bi ser bikevin. Berxwedana gelê me yê Efrînê, berxwedana gelê me yê Serêkaniyê, xwîna wan şehîdan dê belasebep nebe. Tiştek ne belasebepe, her tişt wateyeke xwe heye. Gelê me dê li ser bingeha vê berxwedanê teqez bi ser bikeve.

Ji bo sala 2020’î bingeha têkoşînê ya gelê me hîn xurtir bûye, ji her demê xurtir bûye. Ji bo hêzên leşkerî, ji bo xwe em dikarin bêjin; hewldan û kûrbûna me ya sala 2019’an dê ji bo serkeftina sala 2020’an bibe bingeheke xurt.

Ger taktîka nû ya HPG’ê esas bê girtin em ê bi ser bikevin

Ger Hêzên Parastinê yên Kurdistanê hemû -pêşmerge û şervan jî di nav de- vê formata HPG’ê, guhertina ku pêk aniye û xeta gerîla ya nû di nava xwe de pêk bînin, bi feraseta jinûve ava bûnê tevbigerin dê hingî bi ser bikevin. Li ser vê bingehê ger xwe nû bikin û li hemberî teknîka serdemê bi rêbazeke afirîner tevbigerin, şer bikin, taktîk û teknîkê bi vî rengî binirxînin dê teqez gelê me bi ser bikeve. Em ji vê yekê bawer dikin. Ji ber vê yekê ji bo sala bê em bi hêvî ne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar