Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Ger em li ser stratejiyeke hevpar bibin yek dê serkeftin a me be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku sedema nebûna yekitiya kurdan, dagirkeriya li Kurdistanê ye. Karayilan got ku di serdema heyî de kurd di her alî de pêş ketine û xwedî derfetên mezinin. Karayilan wiha domand: “Ger ku em dîroka dubare bikin dê zarokên me tif bikin gora me. Li pêşiya me pêvajoyeke pir stratejîk heye. ger li ser bingeha stratejiyeke hevpar em bibin yek dê serkeftin a me be.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV’yê û bersiv da pirsên rojnameger Arjîn Ferat. Karayilan di beşa duyemîn a bernameyê de bi giranî yekitiya neteweyî nirxand.

Karayilan anî ziman ku her çiqas heta niha rewşeke berbiçav nebe jî her kes bi rengekî erênî nêzî yekitiya neteweyî dibe û wiha got: “Ruhê yekitiya neteweyî ku li dora berxwedana Rojava geş bû, bingeheke xurt afirand. Ji bo gelê kurd wextekî ku êdî winda bike nîne. Yekitiya neteweyî çiqasî zû pêk were, ewqasî dê baş be.”

‘Sedema nebûna yekitiyê dagirkirina Kurdistanê ye’

Di berdewamê de jî Karayilan sedema nebûna yekitiya neteweyî weke mêtingerî û dagirkirina Kurdistanê nîşan da û wiha domand: “Gelê kurd tevî ku gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e; tevî ku xwedî dîrokeke kûr û dewlemend e, tevî ku civakîbûn û çanda xwe heye; tevî ku navenda şoreşa neolîtîkê ye, hîn jî dagirkirî ye, talankirî ye. Tirk beriya niha bi hezaran salan hatin herêmê lê belê tevî vê yekê jî xwe li herêmê kirin serdest. Kurd li gel dewlemendiya xwe ya çandî û civakî ketin bin desthilatdariyê. Di vê rewşê de ne. Ji ber ku yekitiya xwe ya neteweyî nekariye pêk bîne.”

‘Kurd xwedî hişmendiyeke ronahî û pêşverû’

Karayilan diyar kir ku di sedsala 21’emÎn de kurd di qada siyasî, zanistî, îdeolojîk û civakî de xwedî hişmendiyeke xurt in û wiha pê de çû: “Berê ne dibistaneke kurdan, ne zanîngeha wan, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû. Lê belê niha tişta ku kes pê nizane em zanin û xwedî fikrên herî nû û pêşverû ne. Gavên ku şoreşa me avêtin, pêşketinên ku afirandin, asta analîzê ya civakî û dîrokî, hunera xwe ya hilberîna çareseriyê li kêm deverên dinyayê heye û dibe ku nebe jî. Em îro bi rastî jî xwedî hişmendiyeke ronahî û pêşverû ne.”

‘Ger em dîroka xwe dubare bikin dê zarokên me tif bikin gora me’

Bi domdarî jî Karayilan bi lêv kir ku di asteke wiha de nabe ku ew dîrokê dubare bikin û ev nirxandin kir: “Ger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin, hingî nifşên nû wê tif li gora me bikin. Her kesên ku xwe niha pêşengên siyaseta kurdan dibînin, divê vê rastiyê baş zanibin û qet ji bîr nekin. Ev ne meseleya partiyekê ye yan jî mijara berjewendiyên partiyekê ne. Ev yek meseleyeke mezin a neteweyî ye. Em hêvî dikin ku her kes dê mîna me hewl bidin. Dibe ku kêmasiyên me hebin, dikarin bên û ji me re bêjin. Lê belê em dixwazin ku siyasetmedarên kurd, em hemû li pêşberî dîrokê serê me bi hev re bilind be. Bila serê me û eniya me bilind be. Meseleya me ya esasî ev e.”

‘Ger em bibin yek dewleta tirk nikare bi ser bikeve’

Karayilan bal kişand ser êrîşên topyekûn ên li dijî gelê kurd û wiha axivî: “Êrîşên li dijî gelê kurd gelek giran in. Tevî vê yekê jî gelek derfet ji bo me afirîne. Kurd bandoreke mezin li raya giştî dikin. Veguherîne hêzeke nû û gelekî girîng. Kes nikare pêşî li vê hêza raya giştî ya dinyayê bigire. Ger em kurd li ser bingeha stratejiyeke hevpar li hev kom bibin û bibin yek, hingî dijminên me çiqasî hewl bidin jî dê nikaribin encamê werbigirin. Destwerdanê Tirkiyeyê dê bi ser nekevin. Dijminê hov ê li dijî me li ser bingeha zîhniyeta Îttîhat Terakkî dibe yek û êrîşî me dike. Lê belê di rewşeke gelekî lawaz de ye.”

‘Derfetên gelê kurd zêde ne’

Karayilan bi bîr xist ku hêza raya giştî li pişt gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî ji bo neteweya xwe dikarin cihekî ji xwe re vekin. Divê siyasetmedar û civaka kurda baş fêhm bike ku di vir de berjewendiya malbatekê, rêxistinekê yan jî partiyekê nîne, ya heyî hebûna neteweyekê ye. Ji ber ku lîstika li hemberî me tê lîstin gelekî mezin e. Nabe ku em bi rengekî taktîkî nêzîk bibin, yên bi vî rengî nêzîk bibin dê winda bikin. Mesele stratejîk e. Aqlê dewleta tirk bûyerên piştî 10 salan biqewimin li gorî xwe dibîne û êrîş dike. Divê em jî êdî pêşiya xwe bibînin û bikevin nava liv û tevgerê. Divê em tenê ji bo dema heyî nefikirin. Divê em jî karibin stratejîk bifikirin, bi rengekî stratejîk tevbigerin û bibin aktorekî stratejîk. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. Naxwe herêma Rojhilata Navîn mîna sifreya guran e. Ne karekî hêsane ku mirov ji vê sifreyê parçeyekî nan werbigirin. Ji bo ku tu karibe parçeyekî nan jê werbigire divê tu jî mîna gur be.

Ev yek dê çawa pêk were? Li qada şer kes nikare mîna me leheng û şervan be. Lê belê ev têrê nake. Weke me got, li her qadê divê em mîna gur bin. Pêwîstiya me kurdan bi vê heye. Rewşenbîr, hunermend dikarin li ser vê rawestin. Hişmendiyeke bi vî rengî dikare bê afirandin.

Ji bo hunermendan pêşniyar

Pêşniyarê li hemû hunermend û rewşenbîran dikim; bi beşdariya rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Çima vê nakin? Tenê rewşenbîrên li Ewropayê li hev kom bûn, ev bi wate ye lê belê têrê nake. Rewşenbîrên ji her devera Kurdistanê dikaribûn tev li bibûna.”

‘Sazî dikarin kongreya neteweyî li dar bixin’

Herî dawî jî endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ev tişt anî ziman: “Bêyî li benda siyasetmedaran bimînin her sazî, her beş dikarin li hev kom bibin, kongre û konferansa xwe pêk bînin. Mînak; jin dikarin konferansên xwe ji nû ve pêk bîne, ku bawerim li ser vê bingehê hewldanên wan hene. Pêvajoyeke bi vî rengî dikare bê destpêkirin. Ji ber ku ev yekitiya ji beşên cuda yên civakê dikare yekitiya me ya neteweyî ya giştî xurtir bike û bingeheke xurt ji vê yekê re biafirîne.

Herî dawî dixwazim vê yekê bêjim; ger li ser bingeha stratejiyeke hevpar em bibin yek dê serkeftin a me be. Bi taybetî divê her kes hewldana rewşenbîr û hunermendan bibînin û ger ew hewldaneke cidî nîşan bidin hingî dikarin pêşengiyê bikin. Em ê jî minetdarê wan bin û spasiya wan bikin. Bi rastî jî li pêşiya me pêvajoyeke bi vî rengî ya stratejîk heye. Divê em vê yekê teqez bi ser bixînin. Ger em vê bi ser bixînin hingî em ê di mijara giştî de jî bi ser bikevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar