Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 20’an a Pêngava 1’ê Hezîranê pirsên ji ANF’ê bersivand. Mûrat Karayilan diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe.
Dewleta tirk ji avabûna xwe heta niha li ser bingeha înkarkirinê nêzîkî pirsgirêka kurd bûye û polîtîkayên tunekirinê meşandiye. Lê belê li aliyê din pêknehatina vê û têknebirina têkoşîna azadiyê weke rastiyekê li holê ye. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?
Li Tirkiyeyê aqilê dewleta serdest an jî aliyên ku dewletê birêve dibin divê bibînin û qebûl bikin ku polîtîkaya ku ji sala 1925’an û vir ve li Kurdistanê tê meşandin bê encam maye. Bi gotineke din, divê bê dîtin ku polîtîkayên komkujî, sirgûn, çewisandin, avêtina zindanê û asîmîlasyonê yên helandin û tunekirina civaka kurd bi ser neketiye û ev polîtîkaya ku sed sal in berdewam dike gelek tişt bi Tirkiyeyê daye windakirin. Divê ev rastî were zanîn: Êdî ne pêkan e ku mirov kurdên şiyarbûne bindest bike, wan ji lêgerîna nasname û azadiyê dûr bixîne û bi taybetî jî tinekirina wan ne mimkun e. Divê were zanîn ku êdî xala 66’an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bi tu kesan nikarin bidin qebûlkirin. Sed salên din jî derbas bibin, di dawiyê de wê dewleta tirk bê ser xeta çareseriyê ya Rêber Apo. Ji ber ku rêyeke din tineye. Bi awayekî din nikarin gelê kurd bisekinînin. Ciwan, jin û welatparêzên kurd ên ku evîndarê şêwaza jiyana azadîxwaz a bi îdeolojî, felsefe û çanda welatparêziya Apoyî hatiye honandin, li pey heqîqetê dimeşin, ji bo wê xwe ji tu fedakariyê dûr nagirin, xwedî biryardariyeke mezin in, kes nikare bi wan paş de gav bidin avêtin û wan têk bibin.
Bi komkujî, girtin û gefan êdî ne pêkan e ku civaka kurd, ciwan û jinên kurd rawestînin. Ev bend hatiye derbaskirin. Ya girîng dîtina vê ye. Di rewşa heyî de yê zilmê dibîne gelê kurd e. Her cure zilm li ser gelê kurd rewa dibînin. Lê yê ku zirar û ziyanê dibîne gelê tirk e. Hêzên serdest ên navneteweyî û bûrjûwaziya serdest a li nava welat ji vê sûdê werdigirin. Ti sûd û fêdeya gel ji vê yekê nîne. Berjewendiyên gel di çareseriyê de ye. Dibe ku hin hêzên serdest û çînên serdest bi taktîkên ku mirovan li dijî hev dide şerkirin û civakan bi hev re didin mijûlkirin berjewendiyên xwe biparêzin, lê qet berjewendiya gel û çîna karkeran ji vê tuneye.
Herî dawî broşûrek bi navê “Ji pênûsa Mûstafa Kemal kurd” wek pêveka Rojnameya Sozcuyê derket. Ji axaftin û nivîsên Mûstafa Kemal ên di dîrokên cuda de hin beş hebûn. Ger derfeta ku li ser vê lêkolînê bikin dîtibe, gelo li ser van belgeyan û nêzîkatiya wê demê hûn çi difikirin?
Erê; Min derfet dît ku li ser belgeya ku we behsa wê kir lêkolînê bikim. Di rastiyê de ev sed sal berê hatine gotin, lê belê aliyên wê yên ku pirsgirêkên îro yên Tirkiyeyê ronî bikin hene. Dema ku mirov li gotarên ku ji pênûsa Mûstafa Kemal mêze bike, wê bê dîtin ku di şert û mercên wê rojê de çi gotiye, rastiya wê rojê tîne ziman. Encamên girîng ên ku derxistin hene. Helbet her çiqas piraniya van wek we behs kirî nehatibin weşandin jî, ji aliyê tevgera me ve bi awayekî dîrokî hatine destgirtin û weke argumanên çareseriya pirsgirêka kurd hatine pêşkêşkirin. Ev hatine tomarkirin û bûne aîdî dîrokê. Her çiqasî niha tên înkarkirin jî rastiya van gotinan naguhere.
Di wan axaftin û nivîsên sed sal berê de, wekheviya gelên kurd-tirk, rabirdûya hevpar, welatê hevpar û siberoja hevpar hebû û Rêber Apo jî bi salan ev yek gelek caran aniye ziman. Ji ber hin sedeman desthilatdarên niha yên Tirkiyeyê, yan jî siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyenên ku xwe li ser xeta kemalîst dibînin, van gotinên ku Mûstafa Kemal Ataturk di demên borî de gotibûn wek negotiye dihesibînin û li ser mebesta wî ya bi van gotinan nasekinin.
Hûn dixwazin ji van çend mînakan bidin?
Yekem; Ev rastiyeke ku gelê kurd di avakirina Tirkiyeyê de hêmana bingehîn e. Hemû gotinên ku berê hatine gotin vê yekê piştrast dikin.
Duyem; Îradeya ku bêyî wekhevî û yekîtiya kurd û tirkan, rizgarî û serkeftin ne pêkan e.
Sêyem; Mîsak-i Millî ji xaka ku kurd û tirk lê dijîn pêk tê.
Çarem; Her du gel xwedî paşeroejek hevpar in û ji bo serketinê pêwîst e vê yekê bidomînin.
Pêncem; Welatê hevpar ê tirk û kurdan Tirkiye ye; Yanî Tirkiye welatekî hevpar e.
Şeşem; Dema ku tenê behsa gelê tirk bê kirin, kurd wê xwe li biyanî bibînin, ji ber vê divê têgîna ‘gelê Tirkiyeyê’ weke têgîneke ku her kesî li xwe digire bê bikaranîn.
Heftem: Bi zelalî dibêje ku li gorî Destûra Bingehîn mafê kurdan heye ku di nav sînorên tirkiyê de bi sîstema xweseriyê xwe bi rê ve bibe.
Helbet ev mînak dikarin bên zêdekirin, lê ev encamên zelal di wê belgeyê de bi zelalî hatine diyarkirin.
Bi rastî, tiştek nû ya ku em di vê belgeyê de dibînin tune.Ji xeynî mijarên ku li wir hatine vegotin, gelek belge hene ku em der barê wê pêvajoyê de dizanin û dibînin. Em ê li vir careke din wan nîqaş nekin. Lê hin kom diyar dikin ku Ataturk vana wek taktîk gotiye û ser wê xêz dikin. Heke wisa be jî ya girîng ev e ku ev tespît rastiyan îfade dikin. Ji ber vê yekê, heke ser van rastiyan xêz kiribin û ti qîmetê nedinê ev helwesteke şaş e. Hin komên li aliyê kurd bi nêzîkatiyeke şaş nêzîkî wê dibin bi wayekî jiberkirî poli-îtîkaya înkarê diparêzin, hin komên li aliyê tirk jî weke ev gotin nehatine kirin nêzîkî wê dibin û ji nedîtî ve tên. Ev her du nêzîkatî jî şaş in û xizmeta ronîkirina rastiyan nakin.
Di nava ev belgeya ku we behs kir de kurtasiya girtekên civîna çapemeniyê ya di 16-17’ê Çileya 1923’an de Ataturk bi komek rojnamegeran re pêk anîbû. Em van ji belgeyên cuda û bi berfirehî hatine ravekirin dizanin, lê guncavtir e ku em ji van belgeyên mînakan bidin.
Mesela Mûstafa Kemal di girtekan de çi dibêje? Dibêje; “Li gorî Qanûna Teşkîlata Esasiye xweseriyeke herêmî bê avakirin. Wê demê nifûsa kîjan lîwayê kurd be, ew ê bi awayekî xweser xwe birêve bibin.” Hevok tam wiha ne. Bi kurtasî, çawa ku ji vir jî bi zelalî tê dîtin, di pêvajoya avakirina Tirkiyeyê de kurd hêmaneke bingehîn e, lê paşê dema ku kurd li Lozanê di encama hîleyeke Îngilizan de hatin înkarkirin, rayedarên dewleta tirk ji radestkirina van mafan dûr ketin. Bi rastî jî ji van mafên ku hatine dayîn û biryar li ser wan hatiye dayîn paşve gavê diavêjin. Pêvajoya berxwedana Şêx Seîd ku di raya giştî de tê nîqaşkirin û berxwedanên gelê kurd bi tevahî rewa ne û li hemberî vê neheqiya ku nayê qebûlkirin derketiye holê. Lê belê bi awayekî hovane û zalimane bi ser wan de çûn û xwestin bi qirkirina gelê kurd encamekê bi dest bixin. Bi vî awayî komkujiyên Licê, Hanî û Paloyê pêk anîn, zêdetirî 70 hezar kes li Dersimê qetil kirin, li Agirî-Zîlanê di nava hefteyekê de 40 hezar kes qetil kirin.
Her wiha “Pêşnûmeya Biryara Xweseriya kurd” ku pêşkêşî meclisa damezrîner hat kirin û di 10’ê Çileya 1922’an de kete rojevê. Piştre qaşo ev pêşnûme di rûniştineke ji raya giştî û çapemeniyê re girtî de tê nîqaşkirin, da ku hêzên derve nikaribin destwerdanê bikin. Mixabin li ser esasê polîtîkaya înkarê ya ku piştre pêş ket, bi awayekî der barê vê biryarê de protokolên meclîsê ji holê tên rakirin û bi awayekî nepenî bincil dikin. Lê belê belgeyên wan di arşîvên Îngîlîz û Fransiyan de hene. Ev pêşnûmeya biryarê ji 18 xalan pêk tê û bi berfirehî, di çarçoveya ku em îro jê re dibêjin xweserî, maf tên naskirin. Yanî wê mecliseke kurdan jî hebe û her bajar di çarçoveya sîstema xweseriyê dexwe birêve bibe.
Em ji zanista dîrokê baş dizanin ku cewherê her pêkhatinê, her ramanê, her gavavêtinê, her xebata ku di nav pêvajoyên dîrokî de tê meşandin, di gavên wê yên ewil de veşartî ye. Ji ber vê yekê gavên pêşîn gavên ku esas û rastiya wê diyardeyê temsîl dikirin bûn. Ev rastî di alyê zanistî de jî hatiye piştrastkirin. Niha di vir de kemalîstên ku kemalîzmê binirxînin, dema Mûstafa Kemal a ji 1919’an heta 1924’an weke pêvajoyeke ji rêzê digirin dest û ev ji bo wan şaştiyeke mezin e. Ji ber ku di bingeha xwe de cewhera wê li wir e. Dema ku dewletbûn û otorîterbûn bi pêvajoya konjonktura cîhanê re were nirxandin wê demê rewş pir cûda dibe.
Wê demê divê kîjan bingeh esas were girtin? Serdema 1919-’24 an jî 1925-’38?
Ev mijarek e ku ne em, divê kesên eleqedar li ser wê biaxivin. Min beriya niha nêrîna xwe anî ziman. Lê li şûna bijartina yekê li ser ya din, çêtir e ku mirov bi rastiya îro nêzikî mijarê bibe. Rastiya kurd rastiyeke ku koka wê di kûrahiya dîrokê de ye. Ji ber ku Ataturk û hevalên wî vê yekê baş dizanin, di wê demê de dema ku Şerê Rizgariyê organîze dikirin, di asteke girîng de kurd li ber çavan girtin, piştgirî dan wan û gotin, “Bê tifaqa kurd û tirkan serkeftin ne pêkan e.” Di rastiyê de, pêvajo bi vî rengî pêş dikeve. Em vê yekê di demên berê yên dîrokê de jî dibînin. Ev di sala 1071’an de jî hebû; di sala 1516’an de jî pêvajoyek bi vî rengî heye.
Bi kurtasî, hema hema di her heyama dîrokê de ji yekîtiya kurd-tirk geşedanên girîng çêbûne. Li vir jî gotinên Ataturk ên li ser xwişk û biratiya kurd û tirkan, rabirdûya hevpar û welatê hevpar li ser vê rastiyê ne. Lê piştre qutbûnek çêbû û pêşketin berevajî çêdibe.
Dema ku em pirsê bi helwesteke zanistî binirxînin û li ser çawaniya çareser kirina pirsgirêkên îro bisekinin, wê mirov bibîne ku çareseriya pirsgirêka kurd îro li Kurdistanê di çarçoveya pêvajoya damezrandina Komarê de heye. Çarçoveya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin û çarçoveya wê demê hatiye danîn, tevî hin cudahiyan jî dişibin hev in. Di vî warî de niha nêzîkatiyeke weke redkirina otonomiya kurdan û dijberiya mafên kurdan ên nasnameyî û çandî weke ABC a kemalîzmê tê pêşxistin. Ev nêzîkatiyeke pir şaş e û xitimandinê kûr dike.Ji ber vê yekê, ger kemalîzmê weke kombûneke dogmayan an jî weke ayeteke Quranê ya ku ti tişt nayê guhertin negirin dest, wê demê bi rehetî dikarin pirsgirêkên îro li ser şêwazê çareseriyê yên di destpêka avabûna kemalîstan de wê çareseriyê pêş bixin. Ev pir gengaz e. Ger rêveberên Tirkiyeyê bi aqilane tevbigerin û di heman demê de li ser bingeha zanistî pêvajoyê rast şîrove bikin, vê perspektîfa ku di damezrandina Komarê de roleke pir girîng lîst li gorî îro nûjen bikin wê çareserî pêkan be. Wekî din, derketiye holê ku bi rêbazên zor, tundî, komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê yên ji sala 1925’an û vir ve tê meşandin tu encam nayên bidestxistin. Bi kurtasî yên ku bi perspektîfeke rast nêz dibin dikarin çareseriya pirsgirêka kurd pêş bixin; ji ber ku di damezrandina destpêkê ya Tirkiyeyê de çarçoveyeke vê hebû. Tişta girîng ew e ku mirov xitimîna sed salan bibîne û ew wêrekiya ku wê derbas bike nîşan bide.
Pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rastiyeke ku nayê înkarkirine. Hemû dewlet û gelên cîhanê pirsgirêkên civakî yên bi vî rengî bi diyalogê û bi pêşxistina hin sîstemên siyasî çareser kirine. Dema ku em li mînakên Asya, Hindistan, Ewropa û Latîn Amerîkayê dinêrin, pirsgirêk ji têgihiştinên şovenîst, tekparêzî yên wekî ‘yek dewlet, yek netewe, yek welat’ ku bi neteweya hişk têne nasîn wêdetir, bi nêzîkatiya pirrengî gelek pirsgirêk çareser bûne. Îro li Spanya, Îngilistan, Belçîka û Swîsreyê mînakên zindî hene; li Hindistanê mînakek zindî heye. Mînakên wiha li hemû cîhanê tên dîtin. Dema ku bi çavên rast lê binêre wê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê divê çawa were çareserkirin wê bibînin.
Li aliyê din zîhniyeta rêveberiya heyî hewl dide pirsgirêka kurd bi şer çareser bike…
Mixabin yên ku difikirin an jî bawer dikin ku bi têkoşîna me re wê doza azadiya Kurdistanê biqedînin hene. Siyasetmedar an jî kes bi hişmendiya civakî ku li rastiyan binêre wê bibîne ne ku ev ne pêkan e. Îro doza azadiya Kurdistanê xwe dispêre civakê. Ne tenê çekdarên li çiyayan, li her bajar û gundên Kurdistanê bi hezaran ciwan û zarok jî şopdarên wê ne. Tenê kesên ku ji hişmendiya civakî dûr in û xwedî zihniyeteke kevneperest, nijadperest in difikirin ku ev doz bi kuştina şervanên wê biqede. Aşkere ye ku bi têgihiştinên netewe-dewletparêz ên xwedî perspektîfên teng û şovenîst nikarin bigihêjin rastiyên sedsala 21’an. Sepandina vê perspektîfa nijadperest, teng a MHP’ê li ser Tirkiyeyê, wê bibe yek ji mezintirîn xerabiyên ku li Tirkiyeyê bê kirin. Lê desthilata heyî îro vê yekê dike. Em rastiyeke civakî ne. Em wekî gel rastiyek in, em wekî gerîla rastiyek in; Rêber Apo weke rêberekî rastiyekê temsîl dike. Mirovên ku difikire bi tang, top, bi desteka hêzên derve yan jî bi hin derdorên kurd ên îxanetkar re wê tine bike yan jî wê ser vê rastiyê bigirin ji xefletê pêvtir ne tiştekî din e.
Di van rojên dawî de, bi taybetî li ser hilbijartinên xwecihî yên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin, propagandaya ku PKK wê bibe dewlet û tiliya hêzên derve di nav de heye, dikin. Der barê van mijaran de hûn dixwazin çi bibêjin?
Gotina tiliya derve nexweşiya desthilatdarên dewleta tirk e. Ji bo têkoşîna azadiya kurd her tim tiliyek ji derve derdixin. Rastiya wê; di salên destpêkê de têkiliya Cemiyeta Tealî ya kurd bi Îngilîz û Fransiyan re hebû. Bi rastî jî ev xeletî û xefleta wan a herî mezin bû. Tu kes bi nirxandina hemû têkoşînên azadiya kurd ên piştî wê serdemê derketine projeyeke, lîstikeke hêzên derve ne, wê negihêjin encamekê; ji ber ku rastî ne wisa ye.
Gotinên ku Amerîka wê ji PKK’ê re dewletekê ava bike gotegotin e. Îdîayeke vala ye ku tu eleqeya wê bi rastiyan re nîne; ev berevajîkirina rastiyê ye. Dewleta tirk 40 sal in bi piştgiriya DYA û NATO’yê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê şer dike. Bêyî desteka NATO’yê dewleta tirk nikarîbû şer evqas dirêj bidomanda. Ma ne mînaka herî berbiçav ew e ku Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployekê hatiye girtin û radestî Tirkiyeyê kirin? Ma ne dewleta tirk bi piştgiriya DYA û NATO’yê li Iraq û Sûriyeyê ewqas aktîf e û cihê ku dixwaze êrîşî wir dike? Heta li Başûrê Kurdistanê hinek kurd bi Tirkiyeyê re tevdigerin, bingeha vê ma ne ev hêz in? Bi kurtasî, DYA piştgirî dide wan. Ji bo vê jî ‘xelat’ danî ser serê hevalên me.
Li gel vê jî, têkiliya taktîkî ya DYA’yê ya bi QSD’ê ya li Rojava ku tenê li dijî DAIŞ’ê hatiye pêşxistin, bi me yanî bi PKK’ê re bê girêdan, dûrî aqilan e. Beriya her tiştî PKK û QSD ne heman tişt in. Wekî din, têkiliyek li wir têkiliyek pir bisînor, teng e. Li gorî kevneşopiya DYA’yê, hemû pêdiviyên av û xwarina leşkerên xwe ji derve tîne. Ji ber vê çendê hefte carekê lojîstîk bi konvoyan vediguhezînin, lê gazinan dikin û dibêjin, “Çekan ji QSD’ê re dibin.” Lê belê, rewşeke wiha tune. Heger wisa be jî ne rast e ku mirov wê bi PKK’ê re girê bide.
Rayedarên dewleta tirk li dijî hilbijartinên xwecihî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin derdikevin û îdia dikin ku ev hilbijartin neqanûnî ne.Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?
Di vê mijarê de ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve dijminatiyeke rasterast û topyekûn li kurdan tê kirin. Dîsa dijminatiya li hemberî pergala demokratîk heye. Belê, dewleta tirk li dijî van hilbijartinan derdikeve, wan hilbijartinan neqanûnî bi nav dike. Her wiha li ser vê mijarê ji aliyê Wezareta Parastinê ve daxuyanî hat dayîn. Bi qasî ku ez dizanim 6 milyon kes li wir dijîn. Ev kes hewl didin bi sîstema herî demokratîk xwe bi rê ve bibin, lê rejîma AKP-MHP’ê li dijî hilbijartinên xwecihî yên demokratîk agir ji devê wan dibare. Ne tenê li hemberî kurdan, li hemberî hemû kesên li wir dijîn nêzîkatiyeke dijminane pêş dixin. Ev rewşek dînbûnê ye. Dijminatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê kurd bi awayekî din nayê ravekirin.
Wê demê hûn li ser peywendiyên we dibêtî yên bi DYA’yê re çi dibêjin?
Di prensîbê de, em dudilî nabin ku bi DYA’yê re têkilî deynin; em zêde xelet nabînin, lê niha têkiliyek wisa tune. Tevî vê yekê jî rayedarên dewleta tirk, bi taybetî jî çapemeniya AKP’ê ya ’medyaya hewzê’ tê binavkirin, weke ku tevahiya doza azadiya kurd xwe dispêre hêzên navneteweyî û projeyek ji aliyê DYA’yê ve hatiye avakirin bi rengekî berevajî nîşan didin. Ev bi temamî derew in. Berevajîkirina rastiyê ye.
Ji bilî van, hûn tevgereke ku ji aliyê bîrdozî ve ne alîgirê dewletbûnê ne…
Erê. Beriya her tiştî xeleka sereke ya paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye û îro li cîhanê tê nîqaşkirin ew e ku alternatîfa pergala netew-dewletê ye. Ji ber vê yekê armanca me avakirina netewe-dewletê nîne. Berevajî vê, em têdikoşin ku pergalek berevajî wê pêş bixin. Rêber Apo paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk weke alternatîfa li hemberî netew-dewletê danî û weke xeleka sereke ya pergala xwe ya ramanî destnîşan kir. Îro rêgeza navendî ya paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxistiye a-dewlet e. Yanî ne dewlet e; pêşxistina pergala nedewletî, sîstema Konfederalîzma Demokratîk a li ser bingeha wekhevî û yekîtiya civakan e.
PKK li dijî netew-dewletê rastiyeke îdeolojîk-siyasî ye. Li gel vê jî, mirov bibêje PKK dê li dijî Tirkiyeyê dewletekê ava bike, berevajîkirineke mezin e. Ev ji bilî dereweke şerê taybet a bi mebesta xapandina gelê Tirkiyeyê û raya giştî pêvtir ne ti tiştekî din e. PKK xwedî çarçoveyeke îdeolojîk e ku sîstemeke wekhev û azad a ku gel li ser esasê wekhevî, bi perspektîfeke nû, bi feraseta neteweya demokratîk, bêyî binpêkirina sînorên Rojhilata Navîn, diparêze. Ev pergala ku ne dewletî ye û li ser azadiya jinê û ekolojiyê ye û demokrasî, wekhevî û azadî weke stûnên xwe yên sereke destnîşan kiriye. Bi kurtasî axaftinên bi vî rengî tam berevajîkirin e û polîtîkayên şerê taybet in. Dixwazin xwe dispêrin hêzên navneteweyî, NATO’yê me tine bikin û her wiha dibêjin, “projeya NATO û hêzên navneteweyî ne.” Nabe ku ev qas berevajîkirin û evqas derew hebe.
Di van salên dawî de aboriya Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir têk diçe. Gel di nava birçîbûn û xîzaniyê de ye. Berpirsiyarê vê rewşê kî ye? Rêya derketina ji vir çi ye?
Li Tirkiyeyê her kesên desthilatdar ev 100 sal in bi pêkanînên zext û qirkirinê yên li ser esasê tundiyê ku jê re polîtîkayên ewlekariyê jî tê gotin, dixwazin gelê kurd û Tevgera Azadiyê biqedînin. Bi vê nêzîkatiyê xwîn dirijînin û enerjiya zarokên gelên tirk û kurd vala derdixin. Lê sîstema piralî ya demokratîk a li ser bingeha tifaq, wekhevî û yekîtiya her du gelan ku ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşkêşkirin û di Newroza Amedê ya sala 2013’an de bi amadebûna zêdetirî milyonek kesî hate xwendin, projeyek e ku dikare Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bike navend. Ger ev projeya Rêber Apo, ev perspektîfa çareseriyê bihata qebûlkirin, îro gelên Tirkiyeyê birçî nedima. Îro gelê Tirkiyeyê bi birçîbûnê re têdikoşe. Sedema bingehîn a vê jî ev zîhniyeta nijadperest, faşîst, qirker e. Ji ber ku ne ji bo dewlemendiya Tirkiyeyê, pêşketina aborî û pêşxistina sîstemeke demokratîk, lê ji bo tepisandina gelê kurd siyaset meşandin, dîplomasî pêş xistin û têkilî danîn. Hemû aborî li ser vê xerc kirin. Bi vî awayî rêyên aborî bi awayekî berçav hatin girtin û çavkaniyên heyî xistin xizmeta şer. Wekî din, Tirkiye welatekî dewlemend û xwedî dahatê ye; ew cîhek jeo-stratejîk e. Ger israra li ser siyaseta heyî nebûya, wê bi rûxandineke wiha mezin a aborî û qeyrana civakî re rû bi rû nehata û gel di nav xweşî û aramiyê de bûya.
Eger civaka Tirkiyeyê îro di nava xizanî û birçîbûneke wiha de ye, ji ber ku AKP bi MHP û Ergenekonê re bûye yek, stratejî û konsepta şerê li dijî gelê kurd qebûl kiriye. Ev 9 sal in vî karî dikin û encam jî diyar in. Weke ku me diyar kir, tifaqa kurd-tirk a ku Rêber Apo pêş xistiye, di nava xwe de perspektîfek heye ku dikare Tirkiyeyê di Rojhilata Navîn de di her warî de bike pêşeng. Di mijarên wekî navbera gelan, aştiya di navbera komînan, sîstema demokratîk û diyalogê de wê rola Tirkiyeyê li herêmê bilîze. Nêzîkatiyeke bi vî rengî şansê gihandina asteke ku hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê destkeftiyên girîng bi dest bixe diafirîne.
Lê rêveberiyên berê çi kirine? Pêşî gotin “di Peymana Lozanê de kurd hatin paşguhkirin” ku ev hîleka Îngilîzan bû û gotin “em jî guh nedin wê”. Piştre jî gotin, “NATO’yê li pişt me ye, lê ti hêz li pişt PKK’ê nîne” û gotin, “Em ê PKK’ê, tevgera kurd tasfiye bikin.” Piştre Komploya Navneteweyî pêk hat. Dema ku Rêbertî rasdestî Tirkiyeyê kirin, li ber def û zirneyê dilîstin. Wan qet negot “çima ev yek çêbû?” Lê belê, dikaribû vê bipirsiyan. Lê wan got: “Em karê xwe diqedînin.” Bêguman, yek ji van jî bi tasfiyeya ku li bendê bûn encam negirtin. Piştre, piştî êrîşên li ser Cotkuleyan ên di sala 2001’an de, fikirîn ku wê demê ne hewce ye ku bi tevgera me re diyalog bê kirin û gotin, “PKK di lîsteya terorê de ye, wê bê tinekirin.” Paşê, DYA-Îsraîl balafirên bêmirov dan wan; Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê yê wê demê Yaşar Buyukanit jî gotibû, “Hemû qadên baregehên PKK’ê ji bo me weke maleke şopandinê ne. Ji ber vê yekê kêfxweş bûn û gotin “Em ê niha bi ser bikevin” lê dîsa bi ser neketin. Herî dawî; Di van 8-9 salên dawî de çîroka SÎHA’yan pêş xistin û digotin “Em ê ji niha û pê de PKK’ê biqedînin”, xwe spartin vê yekê û bi awayekî pir mezin nêzî xwe bûn. Baş e, ew SÎHA niha têne xistin, hûn ji vê re çi dibêjin? Ma gengaz e ku hûn li ser bingeha wê stratejiyek pêşve bibin? Hûn nikarin gelên Kurdistanê û tevgera çep-sosyalîst-demokratîk a tirk ku eslê wan di dîrokê de kûr e û bi pergala ramana Rêber Apo ronî bûye paşve bixin. Hûn nikarin pêşiya berxwedan, lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jin û ciwanan geş bûye bigirin. Hûn nikarin vê tevgera îdeolojîk-felsefî rastiya civakîbûnê ya ku kelecanê diafirîne û bi hezaran, deh hezaran ciwan bi hezkirin li ser disekinin, ji nedîtî ve werin an jî ji holê rakin.
Divê ev bê dîtin ku xeleka bingehîn a çareseriya pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê ev e. Bêyî dîtina vê rastiyê tu rejîm, tu hêz nikare pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê çareser bike. Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e. Pergal û konsepta qirkirinê niha li Îmraliyê hatiye avakirin. Serketina Tirkiyeyê tenê bi xilasbûna ji vê bendê pêkan e.
Di dawiyê de, tiştek ku hûn dixwazin destnîşan bikin heye?
Tişta dawî ku em dikarin bibêjin ev e: Rejîma dewleta tirk bi pirsgirêk e. Nêzîkatî û pêkanînên wê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo çîna kedkar ên Tirkiyeyê jî bûye pirsgirêk. Ev zihniyeta ku kurd, Elewî û Çerkesan biçûk dibîne, bi feraseta xwe ya îroyîn nikare ti pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bike. Ev nêzîkatiya zext, wêdekirinê û bi nêrîna xwe ya teng a cîhanî ku xeta faşîzan û yekparêzî ferz dike zirareke mezin dide gelên Tirkiyeyê. Divê ev yek bê derbaskirin. Lê belê weke eniyeke şoreşgerî pirsgirêkên me jî hene; pirsgirêkên ku divê Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê derbas bike hene û li pêşiya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî karên girîng hene. Lê avantaja me ya herî mezin ew e ku rewşa nikarîbûn têkevin Stratejiya Şerê Gel ê Şorşegerî ku perspektîfa têkoşînê ya bingehîn a serdema nû ye, di van 4-5 salên dawî de hat derbaskirin. Tevgerê bi hemû organên xwe ve li ser Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û li gorî vê yekê sekn û şêwazê xebatê pêş dixe, li gorî stratejiya têkoşînê ya ku Rêbertî xêz kiriye, bi derengî be jî helwestek rast û têkoşînê nîşan dide. Ev girîng e.
Mijara girîng a din jî asta di berxwedana gerîla de derketiye holê ye. Îro tevî hemû îmkanên teknolojîk ên serdemê, bikaranîna çekên ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin, ji Başûr û Bakur hin komên hevkar ên kurdan daniye kêleka xwe û li gel desteka hêza NATO’yê jî artêşa tirk 3 sal in li Zapê hatiye rawestandin. Ji bo tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê ya ku fermandeya şerê heyî ye, ev rastî binketin û têkçûneke mezin e. Helbet vê yekê qebûl nakin û bi hêsanî jî wê qebûl nekin. Hemû derfetên dewletê, organên medyayê yên ku di destê wan de ne ji bo nixumandina vê rastiyê bi kar tînin. Çavkaniya sereke ya krîza aborî ya li Tirkiyeyê xitimandina di qada leşkerî de ye. Ev şerê ku pêşdikeve berxwedaneke mezin, dîrokî ye. Di dîroka azadiya Kurdistanê de yekemîn e. Ew di warê dîroka hunera şer de di gelek waran de yekembûnê temsîl dike. Ev hem ji bo gelê me, hem ji bo hêzên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê yên li dijî rejîma qirker a faşîst a AKP-MHP’ê têdikoşin, asteke gelekî girîng û bi nirx e. Ev yek girêdayî performansa îdeolojîk-leşkerî ya gerîla ye ku li gorî perspektîfa îdeolojîk a Rêber Apo û li ser bingeha ezmûna 40 salan ava bûye.
Pîvaneke din a girîng a vê yekê; gerîla berfirehkirina taktîkê, serweriya teknîkê û hevsengiya teknolojiya serdemê bi pêş xist. Ev rewşek pir girîng û stratejîk e. Bi taybetî pêşketina taktîkî û ku gerîla gihiştiye wê astê ku hem di bin erdê de, hem li ser erdê û hem jî li hewayê şer bike, rastiyeke ku hêza têkoşîna azadiya kurd derdixe holê. Paşguhkirin û serketina xapînok xefletek e. Ev hêza ku li ser tecrubeya 40 salan hatiye avakirin, hêzeke ku têknaçe ye.Di vî warî de divê em bibêjin ku hem ji bo xeta rast bi dest bixin, hem di taktîkan de kûr bibin û dîsa li ser bingeha tecrubeya leşkerî ya 40 salan a kadroyan, bidestxistina jêhatîbûn û performansê, her wiha pêşketina îdeolojîk-rêxistinî ya 51 salan wê têkoşîna me ji niha şûn de bi xurtî pêş bikeve û têkoşînê derbasî qonaxên nû bikin. Ji ber ku ev rastî ye. Erê; dibe ku di hin aliyan de hin mewziyan teng bibin, lê însiyatîfa taktîkî ya nû û berhevkirina bi ezmûna berhevkirî, bi kurtî asta ku îro hatiye, rê li ber mezinbûnê vedike.
Li aliyê din paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst pêş xistiye, alternatîfeke cidî ye ku îro li asta cîhanê tê nîqaşkirin. Pêngava ji bo Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd ku li 74 navendên cuda yên cîhanê hatiye destpêkirin û paradîgmaya Rêber Apo di asta navneteweyî de weke bijardeyeke girîng tê dîtin û nîqaşkirin, pêngavê giştî dike û tenê bi çar parçeyên Kurdistanê ango Rojhilata Navîn ve ne sînorkirî ye, di asta navneteweyî de bûye alternatîfek îdeolojîk-siyasî. Ev ji bo moral û motîvasyonê û ji bo pêngavê çalakiyên xurtir pêş bixe bingeheke girîng e. Li gorî van hemû geşedanan ez dixwazim bibêjim ku dê têkoşîn hîn zêdetir pêş bikeve, lê çareseriya li ser esasê wekheviya gelan ne dûr e, nêzîk e. Divê em zêdetir xwedî li têkoşînê û berpirsyariyên xwe derkevin.