Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Gerîla li Heftanînê destana lehengiyê nivîsand

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Bi wesîleya 24’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) a di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsimê, bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka tevgera me, dibîne ku ji derketina Rêber Apo û vir ve li ser ruhê fedayî ye. Hevalê Mazlum Dogan ev rastî li Zindana Amedê bi gotina ‘Berxwedan jiyan e’ xiste pratîkê. Hevrê Zîlan jî bi çalakiya xwe bû şopdarê vî ruhî û ev yek veguherand rêbazekê. Li ser bingeha vê têkoşînê Hêzên Taybet hate avakirin û rêbaza fedayî hate afirandin. Lewma ev çalakî gaveke dîrokî û girîng e. Çalakiya hevala Sema Yuce, hevala Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û pêngavên piştî wan di çarçoveya ruhê fedayî de pêk hatin.”

Salvegera şehadeta Diyar Xerîb

Karayilan bi bîr xist ku salvegera yekemîn a şehadeta şoreşgerê hêja Helmet (Diyar Xerîb) e û wiha domand: “Di şexsê hevrê Helmet de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikim. Hevrê Helmet di nava têkoşîna me de bi rola pêşengiyê radibû. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. Her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Bêguman şehadeta hevalê Helmet ji bo me windahiyeke giran bû. Ciwanên Kurdistanê, ji bo tola şehîd Helmetan hilînin û hesab bipirsin fedakariyên mezin kirin; di têkoşîna tolhildanê de gavên girîng avêtin. Li ser vê bingehê pêvajoya hesabpirsînê dewam dike.”

Bi domdarî jî Karayilan 95’emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi bîr xist û di şexsê Şêx Seîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Karayilan destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de tola wan hiltîne.

Êrîşên hewayî

Di berdewamê de jî Karayilan qala êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên di 15’ê hezîranê de li dijî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha domand: “Dijmin tu encam bi dest nexist. Me tu şehîd nedane. Destpêkê me ji Şengalê agahî wernegirtibû, lê belê me niha agahî wergirtine. Weke ku di çapemeniyê de jî hate ragihandin, sê şervanên YBŞ’ê birîndar bûn; ji bilî vê windahiyeke wan nîne. Li deverên din ji xwe nîne. Yanî êrîşa dijmin a 15’ê hezîranê bi temamî pûç bûye. Bêencam maye.”

Berxwedana li Heftanînê

Axaftina Karayilan wiha berdewam kir:

“Di nava 14 rojên bihurî de li Heftanînê destaneke lehengiyê hate nivîsandin. Di serî de berxwedana Egîd, Mazlum, Amara û Memyanan ev berxwedan bêhtir bi wate bû û kûr bû. Li Heftanînê şer dewam dike. Dijmin hin dever bi dest xist. Dikare bigire, lê belê gerîla jî di nav wan de ne. Ji xwe me ev yek berê jî ragihandibûn; dijmin ku deverê digire bila bigire wê berdêleke giran bide. Yanî wê gelek kuştiyan bide û piştre xwe bigihîne wê derê. Eger li wir bimîne wê her tim berdêlan bide, wê kuştiyan bide. Gerîlayên Kurdistanê bi rêbazên xwe yên xweser nahêle ku dijmin li ser xaka Kurdistanê bi hêsanî bimîne, wê nehêle. Wê tu carî destûrê nedin ku xaka Kurdistanê bi hêsanî dagir bikin. Di vê çarçoveyê de berxwedana gerîla ya li Heftanînê dewam dike.

Armanc dikin herêmeke tampon ava bikin

Bêguman armanca dijmin dagirkirina tevahiya sînorên ‘Mîsakî-Mîllî’ ye. Lê belê armanca xwe ya destpêkê avakirina herêma tampon e. Armanc ji vê herêma tampon jî ne tenê ji Xakurkê heta Heftanînê ye. Di heman demê de li dijî Rojava jî heman tişt xistine rojevê. Yanî dixwazin ji Xakurkê heta Efrînê herêmeke tampon ava bikin. Eger herêmeke bi vî rengî ya tampon ava bikin, ji xwe wê piraniya Rojava dagir bikin û herêmên stratejîk ên başûrê Kurdistanê dagir bikin. Aşkera ye ku wê piştre jî bixwazin tevahiya başûrê Kurdistanê kontrol bikin. Yanî armanca xwe ev e û di çarçoveya vê planê de êrîş dikin. Ji bo vê jî rîsk danîne pêşiya xwe. Gelek kuştiyan didin, lê belê van ranagihînin. Her carê yekî radigihînin. Mesela dibêjin ‘Tegmenek hate kuştin’. Baş e ew tegmen çawa hate kuştin! Tegmen fermandarê hêzekê ye; yanî gelo ew li rêzên herî pêş bû ku mir! Xuyaye hêza wî bi temamî tasfiye bûye û piştre fermandarê wê tasfiye bûye, miriye. Yanî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye.

Dewleta tirk tenê li dijî PKK’ê şer nake

Dewleta tirk a dagirker van êrîşên xwe bi piştgiriya hêzên derve dike. Em dixwazin ku her kes rastiya mêtingeriyê ya tirk bibîne. Gelê kurd, siyasetmedarên kurdistanî, gelê ereb û dewletên ereb divê vê bibînin. Siyaseta dagirkeriyê ya nû ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst metirsiyeke mezin e, lê belê em gerîlayên PKK’ê, li dijî vê metirsiyê em ê bi navê gelê Kurdistanê û gelên herêmê hemûyan li ber xwe bidin, şer bikin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK’ê û dewleta tirk a faşîst de ye. Şaş e ku bi vî rengî bê pênasekirin. Ev şer şerê navbera gelê kurd û xeta dagirker-şovenîst a tirk de ye, di heman demê de şerê gelên herêmê ya li dijî vê xetê ye. Li ser vê bingehê em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Hedefgirtina qadên sivîlan

Di berdewamê de jî Karayilan şehîdên Kobanê, Şêladizê û Şarbajarê bi bîr anî wiha pê de çû: “Ew şehîdên doza me ya pîroz in, şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne. Xwîna wan wê li erdê nemîne, tola wan wê teqez bê hilanîn. Bêguman mêtingeriya tirk van êrîşan li ser bingeha konseptekê dimeşîne. Yanî dewleta tirk ji Silêmaniyeyê heta Şengal û Kobanê êrîşên xwe bêwate nake. Ev êrîş plankirî ne; ji rêzê nînin. Armanca xwe ya destpêkê tirsandina civaka kurd û teslîmgirtina civakê ye.

Bi vî rengî dixwaze li ser sê parçeyên Kurdistanê serdest be. Ne tenê li bakurê Kurdistanê dixwaze bêje ku li ser Başûr û Rojava jî serdest e. Yanî armanca xwe ya giştî wiha ye. Bi rêya van êrîşan her wiha dixwazin gelê herêmê bitirsîne û bide koçberkirin. Mesela bi zanebûn êrîşî dibin ser Derkar û gundê li derdorê. Bi çavtirsandina gel dixwaze van gundan bidin valakirin. Bi vî rengî dixwazin karê xwe hêsan bikin û kî li herêmê tevbigere yekser lê bide.”

‘Dixwazin şerê navxweyî derxînin’

Karayilan anî ziman ku mijareke din a girîng ew e ku bi rêbazên bi vî rengî dixwazin nakokiyê bixin nava siyaseta Kurdistanê, wan li ber hev rakin û bi vî rengî provokasyonan bikin. Karayilan bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mesela li herêmên di bin kontrola YNK’ê de ne êrîşan dikin û bi vî rengî dixwazin nakokiyan biafirînin. Bi taybetî me yanî PKK’ê dike hincet û vê dikin. Ji xwe em niha li Şarbajar û deverên mîna wê nînin, lê tu dibîne ku PJAK’ê dike hedef. Yanî hêzên Rojhilat xistine lîsteya xwe. Bi vî rengî dixwazin di navbera hêzên kurdistanî de nakokiyan biafirînin. Di navbera PKK-YNK-PKK-PDK’ê de tevliheviyê derxînin. Konsept ev e. Dixwazin şerê navbera kurdan derxînin.”

Axaftina Karayilan wiha dom kir:

“Em vê dibêjin; dewleta tirk wê vê armanca xwe bi ser nexîne. Divê her kes vê konsepta nû ya dewleta tirk bibîne û kes nekeve vê xefikê. Em ji aliyê xwe ve dibêjin; em ê nekevin vê xefika mêtingeriya tirk. Divê kes nekeve vê xefikê û van planên dijmin em teqez pûç bikin. Di vê mijarê de daxuyaniyên ku hêviyê dide mirovan tên dayin. Mînak; siyasetmedara hêja birêz Şanaz Îbrahîm daxuyaniyek da. Watedar e. Eger hêzên kurdistanî hemû di vê çarçoveyê de tevbigerin, em ê karibin êrîşên li ser Kurdistanê hemûyan têk bibin. Yanî pêwîstiya gel bi wê yekê heye ku li dijî êrîşên dijmin bibe yek û piştgiriya hev bike. Eger ev bê kirin wê êrîşên dijmin bên têkbirin.

Em ne di dema beriya 50-100 salî de ne. Em gihîştine astekê. Pirsgirêka me ya di vê mijarê de ew e ku em ji hev belav in. Eger siyaseteke yekbûyî, stratejiyeke neteweyî ya yekbûyî bê nîşandan, dewletên li derdorê wê mîna berê nikaribin bêjin, ’em biçin, lê din, parçe bikin, ji hev belav bikin, dîl bigirin’.

Sekna gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê

Li hêla din helwesta gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê bi giştî erênî ye. Bi taybetî gelê me yê li Silêmaniye û Germiyanê helwesteke neteweyî û berxwedêr nîşan dide. Her wiha Şêladizê bi tena serê xwe sekneke bi wêrekî û lehengî nîşan dide. Di şexsê gelê me yê Silêmaniye, Germiyan û Şêladizê de gelê me yê Başûr hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Careke din şehîdên Şêladizê bi bîr tînim. Sekna gelê me yê Şêladizê ji bo her welatparêzî cihê serbilindiyê ye. Şêladizê taca serê herêma Behdînanê ye û sembola welatparêziyê ye. Em gelê xwe yê Şêladizê silav dikin. Sekna wan a welatparêziyê gelekî hêja ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Behdînanê û tevahiya başûrê Kurdistanê xwedî vî ruhî ye. Pirsgirêk di nava siyasetmedaran de ye û gelê kurd di vê mijarê de derketiye pêşiya siyasetmedaran. Divê ev rastî bê gotin.

Li başûrê Kurdistanê derdora 20 partiyan hene. Kes ji wan dernakeve û nabêje ‘mirovên me yên sivîl tên kuştin’ yan jî ‘Dewleta tirk dixwaze welatê me dagir bike.’ Divê siyasetmedar jî metirsiya li ser Kurdistanê bibînin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK’ê û artêşa tirk de ye. Ev şer şerekî stratejîk û berfireh e. Divê ev yek bê dîtin.

Tecrîda li ser Ocalan

Tecrîda li Îmraliyê li Tirkiyeyê weke faşîzmê, li Kurdistanê jî weke kiryarên faşîzmê û qirkirinê dikeve dewrê. Yanî di bingeha siyaseta tecrîdê de ya li Îmraliyê faşîzm û qirkirin heye. Ji ber vê yekê heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê bidawîkirin siyaseta qirkirin û faşîzmê ya li Tirkiyeyê jî bi dawî nabe. Em têkoşîna li dijî siyaseta tecrîdê weke wezîfeyekê dibînin û di heman demê de wezîfeya her kesên alîgirê demokrasî, aramî û edaletê yên li Tirkiyeyê ne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar