Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Gerîla wê pêngava 15’ê Tebaxê bi 1’ê Hezîranê bigihîne serkeftinê

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku îro pêşketin û berxwedana taktîkî ya ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve li Kurdistanê tê meşandin û wiha got: “Di dîroka gelê me de di warê hebûna berxwedaneke bi vî rengî ya têk naçe ya demdirêj, yekemîn e; di dîroka şerê cîhanê de jî yekem e. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li ser vê bingehê salvegera 40'mîn ya 15'ê Tebaxê û 20'emîn salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê temam dike. Bê guman di salvegera 21'an a pêngava 1'ê Hezîranê de jî wê her gerîlayeke HPG û YJA STAR'ê di meşa serketinê ya ku bi karibin pêk bînin de serketineke girîng bi dest bixin.”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku di sala 2004’an de hatî îlankirin, pirsên ANF’ê bersivan. Mûrat Karayilan derbarê pêvajoya destpêkirina pêngava 1’ê Hezîranê, destkeftiyên heta niha hatine bidestxistin û berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê de nirxandinên girîng kir.

Em di salvegera 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku sala 2004’an hatî îlankirin de ne. Têkildarî cih û girîngiya Pêngava 1’ê Hezîranê ya ji bo têkoşîna we, hûn dikarin çi bêjin?

Salvegera 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî, di serî de li Rêber Apo, hemû gelê me, dostên me û hevrêyên me pîroz dikim. Ji Erdal, Adil, Nûda, Çîçek, Reşîd, Delal û Atakanan heta Qasim Engîn, Fazil Botan, Egîd Civyan, Gulçiya Gabar, Cûmalî Çorûm, Mizgîn Ronahî, Yaşar Botan, Leyla Amedan, Rojhat Zîlan û Erdal Şahînan ez di şexsê şehîdên me yên leheng de hemû şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînim û soza hevrêtiyê ya ku me dayî wan, dubare dikim. Em ê girêdayî soza xwe bimînin, bi geşkirina têkoşînê bîranînên şehîdan bidin jiyîn û li ser vî bingehî em ê xeyalên wan veguherînin rastiyê.

Pêngava 1’ê Hezîranê di têkoşîna me de xwedî cihekî pir girîng e. Weke tê zanîn Pêngava 15’ê Tebaxê ya Navdar pêşî li tunebûna gelê kurd girt, jinûve vejîn pêk anî û pirsgirêka kurd veguhest maseya çareseriyê. Pêngava 1’ê Hezîranê em dikarin weke Pêngava 15’ê Tebaxê ya Duyemîn jî pênase bikin. Pêngava 1’ê Hezîranê pêngaveke li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşxistina azadiyê ye. Li Tirkiyeyê ji bo pêşxistina Komara Demokratîk û li Rojhilata Navîn ji bo pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratîk, pêngaveke şoreşgerî ya girîng-dîrokî ye. Bêguman pêşengê Pêngava 1’ê Hezîranê jî gerîla ye; lê ji asta leşkerî ya pêngavê zêdetir, astên îdelojîk, siyasî, rêxistinî, civakî û çandî hîn bêhtir li pêş in. Ji bo ku Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Civakê ya li ser esasê Xeta Azadiya Jinê bikeve meriyetê, derketineke şoreşgerî ya dîrokî ye. Ku ev Paradîgma ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin.

Weke me diyar kirî, pêvajoya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ketî, pirsgirêka kurd anîbû qonaxa çareseriyê. Lê hêzên navneteweyî-hegemonîk çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşketina xeta PKK’ê ya li herêmê, ji bo berjewendiyên xwe bi xeter dîtin. Lewma dema ku Rêber Apo li dijî Komploya 9’ê Cotmehê di çarçoveya lêgerîna çareseriyê de çû Ewropa, li şûna çareseriyê li dijî Rêbertiya me Komploya Navneteweyî ferz kirin. Di rastiyê de armanca vê komployê ku zêde haya rêveberiya dewleta tirk pê nebû, pir xeter bû. Dixwestin krîzeke welê ava bikin ku pêşî li şerê kurd-tirk veke, pêvajoyeke wiha teşwîq bike û li ser vê bingehê li herêmê kûr bibe. Yê ku ev yek pir baş û di wextê xwe de dît, Rêber Apo bû. Rêber Apo bi stratejiyeke pir kûr pêşî li armanca vê komployê girt û ev pêvajoya komployê pûç kir. Ev komplo bi armanca tunekirina tevgera me, hatibû pêşxistin. Di esasê xwe de pêvajoya guhertinê ya mezin ku berê lêhêrbûn li ser kiribû, li Girtîgeha Îmraliyê domand û ev pêvajo temam kir.

Gelo ev guherîn di nava tevgera we de, bû sedemê zehmetiyan?

Destpêkê weke hevrêyên wî yên nêz em jî di nav de, ti kesê ev guhertin fêm nekir. Lewma di aliyê fêmkirina van hewldanên Rêbertî de, hinekî zehmetî çêbûn. Lê belê Rêber Apo di van şert û mercên giran de jî nîşan da ku ew mirovekî jîr û zîrek e, bi biryardariyeke mezin xeta xwe afirand û hewl da ku bi me û her kesî bide fêhmkirin. Bi paradîgmaya xwe ya li ser vê bingehê pêş xistî, PKK veguhezt mecrayeke nû ya îdeolojîk-polîtîk-rêxistinî. Bi vî rengî Komploya Navneteweyî ya bi armanca îmhayê hatî pêşxistin, pûç kir û car din berê PKK’ê da pêvajoyeke mezinbûn û pêşketinê, pêşî li vê yekê vekir. Rêber Apo ev krîza hatî ferzkirin, veguherand bilindbûn û pêşketineke mezin. Bi perspektîfa nû pêş xistî, di nava sînorên Tirkiyeyê de li ser bingehê Komara Demokratîk pîvanên herî maqul ên çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da. Heta dawiyê pêşî li çareseriya demokratîk vekir. Ji bo ku hemû tirs û fikar bên derbaskirin, her tiştê pêwîst bi hewldaneke mezin danî holê.

Gelo nêzîkatiya dewleta tirk a li hemberî vê yekê, çawa bû?

Rayedarên dewleta tirk di destpêkê de ev xeta çareseriyê ya ku Rêbertî nîşan dayî, red nekirin. Çûn Îmraliyê û hatin, xwestin fêm bikin. Di wê qonaxê de sekneke li gorî çareseriyê raber kirin. Heta hikûmeta koalîsyona DSP-MHP-ANAP ku di vê demê de desthilatdariya fermî bû, cara destpêkê qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir; pir sînordar jî be têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî hin biryar dan. Yanî di çarçoveya dewletê de, di wê demê de ji bo fêmkirina mijarê û meseleya ku çareserî çawa bê nirxandin, seknek hebû.

Lê di Îlona sala 2001’an de, ji aliyê El Kaîde ve li DYA’yê li hemberî ‘Kûleyên Cot’ êrîşek hate kirin û bi vê êrîşê re her tişt hate guhertin. Ji ber ku DYA’yê di asta navneteweyî de li dijî “terorê” şer îlan kir. Di vê çarçoveyê de mudaxeleyî Efganistanê kir. Li hemû cîhanê ragihand ku li dijî terorîzmê pêvajoyek daye destpêkirin û li ser vê bingehê gavên bi pratîkî avêt. PKK jî di nava lîsteya terorê ya DYE’yê de bû. Lewma, dibe ku welê fikirîn ku DYE wê êrîşî PKK’ê bike, yan jî pêvajoya tasfiyekirina PKK’ê wê li ser vê bingehê hîn hêsan bibe, di heman demê de dewleta tirk dest ji hemû hewldanên ji bo çareseriyê berda. Yanî dest ji nêzîkatiyên xwe yên berê berdan.

Tam jî di vê demê de, hatina AKP’ê ya li ser desthilatdariyê mijara gotinê ye. Wezîfe dan AKP’ê ku pirsgirêka kurd çareser neke û vê pirsgirêkê bi temamî ji holê rake. Bi taybetî avantaja ku AKP ji gelê kurd deng werbigire, nirxandin û pêvajoyeke tasfiyeyê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ferz kirin.

Di heman demê de ji aliyê komeke ku di qedemeyên rêveberiya tevgera me de cih digirt û ji destpêkê ve pirsgirêkê wê bi xeta Rêbertî re hebûn, di lêpirsînên cuda re derbas bûn û baweriya wê şikestibû ve, di paralela Komploya Navneteweyî de ji sala 2002’yan ve xebateke çetewarî-tasfiyeger di hundir de hate meşandin.

Lewma çareserî li aliyekê, projeya tasfiyekirina tevgerê ya ji hundir û derve bû rojev.

Gelo we çawa biryara 1’ê Hezîranê da? Ku bersiva li dijî vê hewldana wan bû.

Di rastiyê de ev hewldanên tasfiyeger ên min qalê kirî, hîn di sala 2003’yan de bi hemû aliyên xwe ve hate fêmkirin û di vê pêvajoyê de derket holê ku êdî divê ji bo çareseriyê demeke nû ya têkoşînê destpê bike û pêdivî bi pêngaveke nû heye. Bendewarî û peyamên Rêbertiya me jî, di vê çarçoveyê de bûn. Lê weke rêveberî me di vê demê de tişta ku ji me tê hêvîkirin, bi cih neanî. Bê guman sedemên vê yekê yên cur be cur hene û ne hewce ye mirov hemûyê li vir şîrove bike. Lê mesele rêveberiya me nekarî pêşî li hewldanên wê koma tasfiyeger bigire. Lewma qutbûnek ji xeta Rêbertî çêbû. Bi deklarasyoneke 3 mehî, pêvajo dereng ket. Di vê navberê de xebatên tasfiyeger hîn berfirehtir bûn. Êrîşên eşkere hatin kirin da ku Tevgerê ji xeta Rêbertî qut bikin. Li hemberî vê rewşê Rêber Apo ferman da ku Komîteya Jinûve Damezrandina PKK bê avakirin û bi vî rengî mudaxele li vê qutbûnê kir. Li ser vî bingehî di Lijneya Giştî ya 2’yemîn a Kongra Gel a bi pêşengiya Komîteya Jinûve Damezrandina PKK’ê hatî lidarxistin de, biryara Pêngava 1’ê Hezîranê hate dayîn.

Tam di vê demê de pirtûka Rêber Apo ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ ku ber da nîqaşan, xeta îdeolojîk a pêvajoyê diyar kir û çarçove xêz kir. Li ser vê esasê pêvajoya tasfiyebûna tasfiyegerên di hundir de çêbû û li ser vî bingehî biryar hate dayîn ku li ser xeta parastina rewa pêvajoya parastinê ya aktîf destpê bike. Li ser vî bingehî Pêngava 1’ê Hezîranê hem di aliyê pêkanîna xeta îdeolojîk, hem pêkanîna xeta rêxistinî û hem jî di aliyê destpêkirina têkoşîna dema nû de, bû xwedî roleke girîng û dîrokî.

Hûn dikarin derheqê pêvajoya pêkanîna pêngavê de çi destnîşan bikin?

Armanca pêngavê ji nû ve keyskirina tevgerê û girêdayî paradîgmaya Rêbertî dabînkirina pêşketinê û kişandina dewletê ber bi xeta çareseriyê bû. Ji bo vê yekê stratejiya têkoşînê ya xwe dispêre du stûnên sereke hate pêşxistin. Yek ji wan çalakiyên gerîlayan e. A din jî çalakiyên civakî yên bi awayên serhildana gel pêk tên. Ev têkoşîna ku xwe dispêre van her du stûnên sereke li gel Pêngava 1’ê Hezîranê bi demê re pêş ket. Pêvajoya pêngavê ku di destpêkê de bi çalakiyên biçûk pêş ket, bi demê re kûrbûneke ku zêde dibû, bi dest xist. Di çend salên ewil de dubare li Kurdistana Bakur û li herêmên weke Amanos û Behra Reş belavbûn û bicihbûn pêk hat û li seranserê welat çalakî pêk hatin. Di warê taktîk û teknîkî de geşedanên girîng hatin kirin. Di sala 2007’an de di nava gerîlayan de asta çalakiyên ku her ku diçû zêde dibû; li gel çalakiya Oremarê ya ji aliyê Reşît Serdar û Huseyîn Mahîr ve hatî pêşxistin, dîsa li gel çalakiya Gabarê ya ji aliyê fermandar Adil Bilikî û hevrêyên wî ve hatî pêşxistin, xwe gihand lûtkeya bilind. Di tevgera Serhildanê de jî di Hefteya Lehengiyê ya sala 2006’an de tevahiya hefteyekê di serî de li Amed û Êlihê li gelek herêmên Kurdistanê  tevgereke gel a mezin dibû, pêş ket. Di kêliyên vê tevgera gel de girêdayî gotina Erdogan a binavûdeng ku gotibû;  ‘her çi jin be, çi jî zarok be polîsên wê ya hewce bikin’, bi destê polîsan 6 jê zarok 14 welatiyên me ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatibûn şehîdkirin. Lê belê têkoşînê asteke bilind bi dest xist. Dîsa di sala 2007’an de pêngava ‘Êdî Bes e!’ hate destpêkirin û ev yek bû sedem ku tevgera girseyî gelekî bi pêş bikeve.

We beriya niha got ku yek ji armanca Pêngava 1’ê Hezîranê, kişandina dewletê ya ber bi çareseriyê ve bû. Di wê serdemê de nêzîkatiyên AKP’ê yên têkildarî çareseriyê çawa bûn?

Ji bo astengkirina van pêvajoyan desthilatdariya AKP’ê kete di nava hin hewldanên hevdîtinê. Girêdayî hin hevdîtinên nerasterast ên di navbera 2005 û 2006’an de agirbestên demkî pêk hatin. Dîsa girêdayî hevdîtinên ku ji aliyê saziyeke navbeynkar a navteweyî ve pêk hatin, di sala 2008’an de şandeya PKK’ê û ya dewleta tirk bi awayekî fermî û rasterast dest bi hevdîtinan kirin. Bi kurtasî dema ku li aliyekî tevgera gel pêş diket, li aliyekî jî ji bo ku dewlet pêşiyê lê bigire û bide sekinandin tim hewldanên wan ên bi vî rengî pêk dihatin. Bêguman Rêbertî û Tevger alîgirên çareseriyê bûn. Ji ber wê yekê jî hemû hewlên dewletê û desthilatdariyê yên têkildarî çareseriyê hatin nirxandin û tim nêzîkatiyeke erênî hate nîşandan. Lê belê di nava pêvajoyê de baştir hate fêmkirin ku ev pêvajoyên çareseriyê yên ku ji aliyê AKP’ê ve hatibûn pêşxistin, ne ji bo çareseriyê, berovajî wê yekê ji bo kûrkirina neçareseriyê ne. Ku AKP’ê ev yek weke taktîkeke şerê taybet bi kar anî.

Di 1’ê Hezîrana 2010’an de weke destpêka serdemeka nû Şerê Gel ê Şoreşgerî hate îlankirin. Gelo ev pêvajo çawa pêş ket?

Rêber Apo anî ziman ku em weke gel û tevger li hemberî eşkerebûna rewşa min behs kir ku AKP’ê ew pêvajoyên hevdîtinê weke taktîkeke şerê taybet bi kar anî, ne bê bijarde ne. Nêzîkatiya ku wê tercîha me ya sereke çareseriya demokratîk û qanûnî ku bijardeya sereke çareseriya demokratîk be û her wiha ger dewlet vê qebûl neke û di tasfiye û îmhayê de israr bike jî nêzîkatiya me ya çareseriyê wê bi awayê Şerê Gel ê Şoreşgerî be, pêş xist. Ev yek tevî ku ji tevgerê re perspektîfeke nû jî bû her wiha ji dewlete re jî hişyariyek bû.

Lê belê desthilatdariya AKP’ê guh neda vê yekê jî. Ji ber wê yekê jî di 1’ê Hezîrana 2010’an de îlankirina pêvajoyeke nû girêdayî vê yekê kete rojevê. Şerê Gel ê Şoreşgerî ku em weke Pêvajoya Stratejîk a Çaremîn bi nav dikin û pêvajoya girêdayî çareseriyê ya xwe dispêre hêza xwe, bi vî awayî destpê kir. Bi vî rengî em ketin Pêngava 1’ê Hezîranê û Pêvajoya Stratejiyê ya Çaremîn ku merheleyeke duyem a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an e.

Li hemberî vê yekê jî AKP’ê hin hewldanên nû pêk anîn. Ew hewldanên ku bi armanca bidestxistina wextî hatibûn kirin ji Tîrmeha 2011’an û şûnde jî dubare kete pêvajoyeke şer. Wê demê rayedarên AKP’ê qala stratejiya Srî Lankayê ya ku li dijî Tamîlan pêş xistin, kirin. Di navbera tevgera azadiyê ya Tamîlan û dewleta Srî Lankayê de li Osloyê hevdîtin pêk dihatin û Srî Lankayê ji nişka ve bi nêzîkatiyeke berfirek derbên giran li tevgera gerîla ya Tamîlan xist. Wan jî wê demê gotin ku em ê jî wisa bikin û êrîşeke berfireh dane destpêkirin. Wê demê derket holê ku li gel Îranê hin hevpeyman hene. Îranê jî ji aliyê xwe ve  li dijî Qendîlê hin hewldan pêş xistin.

Welhasil sala 2012’yan weke pêvajoya têkoşîneke gelekî girîng derbas bû û her wiha di dawiya sala 2012’yan de ew stratejiya terzê Srî Lankayê ku ji aliyê AKP’ê ve dihat pêşbînîkirin, têk çû. A rastî têkçûna artêşa tirk a li hemberî gerîla bi vî rengî bi awayekî zelaltir derket holê. Ji ber ku dewlet bi zehmetiyeke bi vî rengî re rû bi rû ma. Di sala 2013’yan de dubare serdema hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya agirbestê ya tê zanîn, destpê kir.

Di demên hevdîtinên Osloyê de protokolek hatibû kirin, berê di çapemeniyê de hatibû ragihandin. Lihevkirineke ku di sala 2015’an de hat kirin û bi daxuyaniyeke zindî ya li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hat parvekirin. Lê belê piştre her du pêvajo ji ber şer xera bû. Hûn li ser nêzîkatiya AKP’ê ya li ser vê mijarê dikarin çi bibêjin?

Belê; Di hevdîtinên Osloyê de ku bi qasî sê salan dom kir, şandeye dewleta tirk û şandeya PKK’ê gihaştin lihevkirineke hevpar. Şande ev protokol di bin sê sernavan de amade kirin û pêşkêşî hikûmeta AKP’ê û rêveberiya PKK’ê kirin. Rêveberiya Tevgera me soz da ku di çarçoveya vê protokolê de nêzîkatiyek raber bike, lê belê hikûmeta AKP’ê bersiv neda vê protokola ku di Nîsana 2011’an de pêşkêşî wê hat kirin. Li ser vê bingehê di Tîrmeha 2011’an de piştî axaftina Tayyîp Erdogan a li dijî tevgera me, şer hat destpêkirin.

Piştre jî pêvajoya hevdîtina Îmraliyê careke din pêş ket û mîna ku we jî anî ziman lihevkirineke hevpar a ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, pêk hat. Li vê derê jî pêvajoyek bi qasî du sal û nîvan a hevdîtinan pêk hatin; kedek hat dayîn. Li ser vê bingehê di 28’ê Sibata 2015’an de li Qesra Dolmabahçeyê ev protokola ku ji aliyê şandeyên her du aliyan ve bi kurteberî ji raya giştî re hatibû eşkerekirin, hatibû qebûlkirin. Lê belê pêvajoya piştî wê çawa ji aliyê Tayyîp Erdogan ve vala hat derxistin, keda ku li wir hatî dayîn û pêvajoya lihevkirina hevpar çawa hat xirakirin, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ev rewş cara duyemîn bû ku pêk dihat. Pêşî protokola Osloyê û piştre jî lihevkirinên Dolmabahçeyê; her du jî di dawiyê de ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin redkirin û bi şer bersiv hat dayîn.

Ji vir bi awayekî eşkere derket holê ku hikûmetên AKP’ê bi teqezî van pêvajoyên muzakereyê weke taktîkeke şerê taybet dinirxînin. Yanî niyeteke wan a çareseriya pirsgirêka kurd nîne. Hewldanên bi vî rengî, manevrayên AKP’ê yên bi armanca mijûlkirin, belavî demê kirin û derfet bibîne tasfiye bike hatine kirine. Ev yek bi awayekî eşkere hat dîtin. Di aliyê çareseriyê de samîmiyetek wan nebû, di esasê de armanca wan tasfiyekirin bû.

Di esasê de Rêber Apo û rêveberiya me her tim hesabê vê yekê kiribûn. Mînak di destpêka pêvajoya ku sala 2013’yan de dest pê kir yek damezrînera tevgera me û pêşenga tevgera jinê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi komkujiya li Parîsê re hatin şehîd kirin. Wê demê dihat texmînkirin, lê piştre derket holê ku şandeya ku li Îmraliyê hevdîtin pêk dianî, saziya ku Komkujiya Parîsê organîze kiriye. Bi vî awayî rastiyeke durû ya ku em pê re rû bi rû mabûn hebû. Bi kurtasî bi awayekî eşkere derket holê ku niyeta dewletê ne çareserî, berovajî wê tasfiye ye.

Derbarê asta pêkanîn û pêşvebirina Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku di sala 2010’an de bi pêş ket, hûn dikarin bi kurtasî çi bêjin?

Bi pêvajoya ku 1’ê Hezîrana 2010’an destpê kirî re em ketine serdemeke nû ku li ser hîmê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger têkoşîn tê kirin. Her çend di navberê de pêvajoyên agirbestê pêk hatin jî, di esasê de ji sala 2010’an û vir têkoşîna me li ser vê eksenê hat meşandin. Lê belê, weke tevger me nekarî bi temamî bikevin nava stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî. Bi giranî rewşên dervî xetê hatin jiyîn, nehatina li ser xetê çêbû. Dibe ku bi gotinan gelekî dihat bilêvkirin, lê belê di pratîkê de zêde nebû. Ev mijareke cidî ya rexnedayîna xwe ye. Şerê Gel ê Şoreşgerî, navê wê diyar e şerekî ku gel jî di nav de ye. Ne tenê şerekî ji aliyê gerîla yan jî şoreşgeran ve tê meşandin e. Xwe dispêre civakê, şêweyeke şer û têkoşînê ye ku ji aliyê civakê ve tê meşandin e. Ji bo vê diviyabû civak li gorî vê stratejiyê bihata birêxistinkirin û bi cih kirin. Lê belê ev yek nehate pêk anîn. Neket ser xetê. Ji ber ku neket ser xetê, di sala 2015’an de li hemberî êrîşên hovane yên dewleta tirk ên li ser hewldana Xweseriya Demokratîk a li taxan bi rengekî masûmane hate ragihandin, berxwedana civakî ya ku diviyabû bihata kirin, pêk nehat. Li cihekî mîna Amedê ku em dikarin weke navenda welatparêziyê bi nav bikin, li navçeya dîrokî Sûrê 60 fedaiyan bi tena serê xwe 105 rojan li ber xwe dan. Eger li gorî stratejiya ku Rêber Apo daniye pêşiya me gel bihata birêxistinkirin, yanî eger pêvajoya avakirinê ya 9 rehend bi wateyeke rast bihata pêşxistin, bêguman ev yek wê ne bi vî rengî bûya û ew 60 fedaiyan li wir bi tenê nediman. Ligel vê heman tişt li bajarên din jî hatin jiyîn. Berxwedaneke mezin û dîrokî pêş ket. Lê belê mîna ku li Cizîrê hat dîtin, dewlet bi awayekî hovane û gelek dijwar êrîşên qirkirinê pêk anîn, benzîn li ser mirovên me rijandin û şewitandin.  Lê li dijî wê tevgereke girseyî pêk nehat. Pêvajoyeke ku bi rengê berxwedana mezin a lehengan a bi awayekî fedaiyane, bi pêş ket. Ji bo Rojava jî em dikarin behsa heman tiştî bikin. Eger li wir jî li gorî xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî têkoşîn bihata kirin, dibe ku şerê 2018 a li Efrînê û 2019 a Serêkaniyê-Til Ebyadê bi vî rengî bi encam nebûya.

Bi awayekî zelal hat dîtin ku tevger bi giştî di vê demê de pirsgirêkeke cidî ya xetê jiyabû. Rewşeke nehatina xetê çêbûye. Çima? Bi giştî gelek qala Şerê Gel ê Şoreşgerî tê kirin, lê belê ev Şerê Gel ê Şoreşgerî bi tenê weke erka hêzên leşkerî hatiye dîtin. Raste, roleke girîng dikeve ser milê hêzên leşkerî, lê em behsa tevger û têkoşîneke civakî ya li ser esasê rêxistinbûn û tevlîbûna xurt a hemû beşên civakê li gorî vê xetê dikin. Şerê Gel ê Şoreşgerî rastiyeke bi vî rengî ye. Lewma divê ev stratejî li ser bingeha vê rastiyê were birêxistinkirin.

Lê belê, di nava 4-5 salên dawî de tevgera me tevî hemû beşên xwe li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşger lêhûrbûnek çêkir û astek bi dest xist. Li ser vê esasê mirov dikare bibêje di salên dawî de li gorî xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî lêhûrbûn çêbûye û ji bo pêkanînê hewldanek heye.

Gava ku hûn di eksena salvegera 20’an a Pêngava 1’ê Hezîranê de bigirin dest, li ser nûbûna HPG’ê û performansa şer ku gihîştiye û sekna îro, dikarin çi bibêjin?

Helbet asta ku îro HPG’ê gihaye, herî zêde deyndarê Konferansa 1’emîn e ku di sala 2001’ê de hate lidarxistine. Di vê konferansê de biryara ji nû ve avakirina gerîla hat standin. Dîsa di vê konferansê de yekemcar guhertinên yekîneyên şer hatin nîqaşkirin û her çend qismî be jî hin gav hatin avêtin. Mînak gava pêşî ya rêxistinkirina tîmê, cara pêşî li vir biryar hate girtin. Her wiha di heman salê de xebatên avakirina yekîneyeke veşartî ya beşa zanistî-teknîkî di nava Hêzên Taybet de hat meşandin. Hêj wê demê li dijî şerê sîberê xebatên amadekariyê, li ser vê bingehê hatin destpêkirin. Ev hemû xebatên bi rast xwendina demê pêk hatibûn. Nirxandina rast a Rêber Apo ya li ser serdemê di vê de xwedî roleke mezin e. Di esasê de çavkaniya vê konferansê û geşedanên piştî wê çêbûn, xwe spart şêweya Rêber Apo ya xwendina serdemê bi awayekî rast û li ser vî esasî pêşketin çêbûn. Bi taybetî perspektîfa destpêkê ya parastinên DMME’yê ku piştî konferansê gihîşt ber destê me, roleke gelekî girîng lîst. Di encama van lêhûrbûnan de, di sala 2021’an de li dijî êrîşên dewleta tirk a li hemberî herêma Garê bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytûşşebap bi cesareteke mezin bi pêşxistina berxwedana Siyanê re, hem di çarçoveyê pêşketina taktîkî de gav hatin avêtin û hem jî di nava gerîla de giraniya îdeolojîk- rêxistinî û performanseke leşkerî derket holê. Li ser vê bingehê ev 3 sal in artêşa tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê astengkirin û berxwedaneke mezin a dîrokî bi pêş dikeve. Gerîlayên ku xwe dispêrin felsefeya Rêber Apo bi kûrahiya xwe ya taktîkî, bi formasyona xwe ya leşkerî, bi afirîneriya xwe nîşan da ku mirov li hemberî teknolojiya serdemê di kîjan astê de dikare serketî be. Îro pêşketin û berxwedana taktîkî ya ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve li Kurdistanê tê meşandin, di dîroka gelê me de di warê hebûna berxwedaneke bi vî rengî ya têk naçe ya demdirêj, yekemîn e; Di dîroka şerê cîhanê de jî yekem e. Pratîkeke şerê nû ye ku divê ji gelek aliyan ve bê lêkolînkirin. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li ser vê bingehê salvegera 40’mîn ya 15’ê Tebaxê û 20’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê temam dike. Bê guman di salvegera 21’an a pêngava 1’ê Hezîranê de jî wê her gerîlayeke HPG û YJA STAR’ê di meşa serketinê ya ku bi karibin pêk bînin de serketineke girîng bi dest bixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Îranê cezayê îdamê daye gerîlayê bi navê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) û ev biryar hatiye erêkirin. Têkildarî vê yekê gelo hûn çi dibêjin?

Weke HPG ti xebateke me li Rojhilatê Kurdistanê nîne. Di sala 2019’an de dema ku yekîneyeke me ji qadê derbas dibû, dikeve kemîna Dewleta Komara Îslamê ya Îranê. Di vê kemînê de hevalê me Mazlûm Wan (Mucahît Çam) şehîd dibe; hevalê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) jî bi birîndarî dîl tê girtin. Li wir ti çalakî yan jî pêkanîneke yekîneyê li dijî dewleta Îranê nîne. Dema ku ji qadê derbas dibûn, ji dervey îradeyê rastî hev tên û wisa şer çêdibe. Her wiha hevalê me Rêgeş ê ku bi birîndarî dîl tê girtin, hevalekî ciwan e. Ti wezîfe yan jî rolê wî ya ji bo rêveberina yekîneyê nîne. Tevî van tiştan, em ne li bendê bûn ku dadgehên Komara Îslamê ya Îranê ev qas cezayê giran bide. Ji ber ku bêyî ku li dijî dewleta Îranê bikeve nava hewldan yan jî helwestekî, di bûyerekê de dîl tê girtin. Ji vî alî ve ti sûcê wî hevalê ciwan nîne. Em difikirin ku di vê dema ku Komara Îslamê ya Îranê rû bi rûyê êş û êrîşên cur be cur de, rayedarên dewleta Îranê divê vê biryara nerewa jinûve berçav derbas bikin. Her wiha ez dixwazim diyar bikim ku ji bo xwedî derketina li milîtanê hêja û ciwan heval Rêgeş divê raya giştî ya demokratîk bikeve dewrê, ev yek wezîfeyeke welatparêziyê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar