Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û bîlançoya şerê 8 salan ji radyoya Dengê Gel re nirxand.
Tecrîda li ser Rêbertiyê didome. Hûn li ser polîtîkaya tecrîdê û rewşa li Îmraliyê çi difikirin?
Di serî de ez silav û rêzên xwe pêşkêşî Rêber Apo û hemû hevalên di zindanên dijmin de dişînim û berxwedana wan bi rêzdarî silav dikim.
Di şer de yê ku dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me didomîne tecrîd pergalek e û didome. Di Pergala Tecrîd a Îmraliyê de tu guhertin tuneye. Her wiha li zindanên hemû Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin û îro di şerê qirkirina gelê Kurd de pergala tecrîdê serwer e. Bêguman dijmin ji pergala fikir û helwesta Rêber Apo ditirse. Ji ber jî li gorî xwe girîng dibîne ku dengê Rêber Apo negihêje tevgerê, kadroyan û gel. Ji ber ku ew hewl didin van beşan tasfiye bike yan jî teslîm bigire. Ji ber vê jî di pergala tecrîdê de tu sistkirinê nake.
Bêguman dijmin vê yekê ewqas girîng dibîne ku qanûnên neteweyî yên Tirkiyeyê, qanûnên navneteweyî, pîvanên qanûn û exlaqî bin pê dike. Ji ber tirsê van tiştan bin pê dike. Berxwedan û helwesta li hemberî vî tiştî bêguman gelekî watedar e. Lê ji bo gelên li derve têdikoşin, ji bo welatparêz û gelê me tişta girîng ev e ku, em çi dikin. Di vê çarçoveyê de rewşa me, rewşa xwerexnekirinê ya. Ji ber vê yekê em di pêvajoya xwerexnekirinê de ne. Divê em zanibin ku têkoşîna ku îro bi giştî tê meşandin, berpirsyariya li ser me gelekî zêdetir dike û erkên serdemê radixe datîne holê. Divê em bi çalakî, taktîk û rê û rêbazekên pir bi bandortir têkoşînê mezin bikin. Ne bi tenê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo azadiya hemû hevalên di zindanan de, divê em têkoşînê xurttir bikin. Serdema ku em tê de ne, niha ev serdem e. Di vê çarçoveyê de ya ku niha tê kirin têr nake. Dema ku em him ji aliyê tevger, him ji aliyê gerîla û kadro û him jî ji aliyê kesayet û saziyên welatparêz ve binirxînin, tê dîtin ku nêzîkatiya heyî têr nake. Ji ber vê yekê divê têkoşîn hîn bêhtir were xurtkirin û di vê çarçoveyê de herî kêm divê barê Rêber Apo were sivikkirin. Ji ber ku kesê ku niha di bin barê herî giran de ye, Rêber Apo ye. 25 sal in li dijî êrîşên şerê psîkolojîk û êşkenceya psîkolojîk îradeyeke xurt heye. Divê em hemû li wî binêrin û tarza xwe ji ber çavan derbas bikin. Mînak mirov lê dinihêre, hevalekî di nav xebatan de çend salan li cihekî dimîne, bi xurtî nikare bixebite. Lê mirov bala xwe bidiyê îro li Îmraliyê û li zindanên din helwestek heye. Tişta ku bi giştî divê em encamekê jê derxînin û wekî peyamekê binirxînin, divê di vî warî de bi kûrahiya taktîk, bi rê û metodan em têkoşînê li her qadê geş bikin. Roj ev roj e. Bi vî awayî em dikarin ji helwesta Rêber Apo û hevrêyan re bibin bersiv.
Di sedsaliya Peymana Lozanê de li Lozanê hem meşeke girseyî û hem jî konferansek hat lidarxistin. Encamnameya vê konferansê jî hate ragihandin. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?
Konferansa Lozanê ya sala sedemîn, bi rastî di asteke xurt de pêk hat. Him meşa gelê Kurdistanê baş bû, him jî konferans û encamnameya ku hate weşandin, bi qasî ku me şopand, baş bû. Lê dibe ku baştir bûya. Ji her alî dikaribû baştir bihata rêxistinkirin. Peymana Lozanê peymaneke qirkirinê ye. Herçiqas kesên ev peyman çêkirin jê re gotine ‘Peymana aştiyê’ jî, ji bo gelê Kurd ev peymana qirkirin û şer e. Di encama vê peymanê de ev sed sal in ku li Kurdistanê trajediyên mezin tên jiyîn û her dem şer heye. Helbet mirov difikire, ‘çima ev dewlet bi peymaneke wiha neheq li hev civiyan û neheqiyeke mezin li gelê Kurd kirine?’
Ev çende roj in her kes qala neheqiyên vê peymanê dikin. Lê ev tişt tenê bi berjewendiyên aborî û siyasî nayên ravekirin. Rast e; beşek ji rewşa gelê me ye. Ji ber vê yekê gelê me ne amade ye; yekîtiya xwe ava nekiriye; nûner ne xurt in. Gelekî bêyî parêzer e. Li gel ku gelê herî qedîm ê herêmê ye, di warê ziman, çand û dîrokê de gelekî xwedî dewlemendî ne û piştre nehatine herêmê, ev gel tê înkarkirin. Bêguman vê înkarê jî rê li ber qirkirinê vekiriye. Gelo çima wisa kirin? Ev tişt bi taybetî di înisîyatîfa dewletên Ewropayê de geş bûne.
Eşkere ye ku di vir de rola hin hesabên dîrokî hene. Dixwazin ji Kurdan tola Selahaatîn Eyyûbî bistînin. Cîhana Xirîstiyanan Selahattîn Eyyûbî ji bîr nekirine, him jî di sedsaliya beriya Lozanê de yanî di dema Bedirxan Beg û Alayên Hamîdiyeyê de bi lîstik û teşwîqa Osmaniyan, hin eşîrên Kurd şandin ser Xirîstiyanan û bi wan êrîş dan kirin, pirsgirêk çêbûn. Dema mirov van tiştan tîne ba hev, di zilm û bêwijdaniya neheq a Peymana Lozanê de, rola vê kirina wê ya di nav dîrokê de tê dîtin. Ji dema Selahattîn Eyyûbî û heta Lozanê, ji Kurdan hesap xwestine. Ji ber vê ev tişt bi berjewendiyên ekonomîk û siyasî nayê ravekirin. Di vir de rola dîrokê jî heye.
Li dijî vê yekê lidarxistina konferansekê pir watedar e, qet nebe tê nîşandan ku gelê Kurd vê peymanê qebûl nake, gelê Kurd vê peymanê red dike û ji ser wê sed sal derbas bibe jî, gelekî watedar e. Herçiqas hinek kes beşdar nebûbin jî, vê gava ku bi Konferansa Lozanê re hatiye avêtin, dibe ku bibe bingeha yekîtiya neteweyî. Piraniya partî, sazî û derdorên Kurdan û gelên Ermenî, Asûrî û Suryanî yên li Kurdistanê dijîn, ji vê konferansê re amade bûn. Ev tiştekî pir hêja ye. Hêvîdar im ev gav bidome û dûmahîka wê jî were kirin.
Helbet lidarxistina vê konferansê tiştekî baş bû, lê ya girîng pratîk e. Yanî divê bidome. Baş e, divê dûmahîka wê çawa be? Divê bibe konferanseke neteweyî. Divê ev konferans bibe bingeha wê. Şert û mercên heyî ji bo lidarxistina konferanseke netewî guncaw in. Bi kurtî, lidarxistina konferanseke wiha hêja ji bo me Kurdan û ji bo gelên li Kurdistanê dijîn, ji bo pêşwazîkirina sedsaliya Peymana Lozanê ya qirker baş bû. Ew bersivek bû. Ji niha û pê ve divê em vê bersivê di pratîkê de pir bi xurtî bidin. Û ev yek bi yekîtiya neteweyî pêk tê, ev bi bilindkirina têkoşîna azadiyê û têkoşîna çareseriyê re dikare pêk were. Em xwedî perspektîfê ne ku gelên herêmê çawa dikarin bi hev re bijîn û projeyên me yên çareseriyê hene. Divê Lozaneke nû hebe. Ev Lozan Lozana netew-dewletan e. Êdî divê Lozana civakî li ser bingehê konfederalîzma demokratîk were avakirin. Ji bo vê jî pêdivî bi têkoşînê heye.
Wekî encam ez KNK’ê ya ku pêşengtiyê ji vê xebata hêja re kiriye û hemû beşdaran silav û pîroz dikim. Hêvîdar im ev konferans ji bo siberojeke baştir, yekîtiya neteweyî û geşkirina têkoşîna azadiyê bibe bingeh.
Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî tevgera we û gelê Kurdistanê êrîşek berfireh da destpêkirin. Ji ser vê êrîşê 8 sal derbas bûn. TC’yê diyar kir ku di vî şerî de windahiya we 38191 e. Di rastiyê de bîlançoya vî tiştî çi ye?
Pirsa we ya berê li ser Lozanê bû. Ji ser Lozanê sed sal derbas bû. Sala pêncîyemîn a helwesta Rêber Apo temam bû. Yanî tevgera me 50 sal in li dijî vê pergala mêtinger û qirker têdikoşe. Ev 39 sal in jî têkoşîna çekdarî dimeşîne. Lê şerê ku ev 8 sal in tê meşandin xwedî hin taybetmendiyan e. Piştî Şoreşa Rojava, yekbûna herêmên Cizîrê û Kobanê, HDP’ê di hilbijartinan de ji sedî 13 deng stend û li bakur dema ku doza azadiyê geş bû, van tiştan rayedarên dewleta Tirk tirsand. Ew fikirîn ku ev geşedan wê bi xwe re parçebûna Tirkiyeyê bîne. Ji ber vê hêzên rastgir û çepgir, hêzên alîgirên NATO’yê yan jî yên alîgirên Avrasyayê ne, hemû hêzên di nav dewletê de bûn yek û konsepteke nû avakirin. Di destpêkê de jê re digotin ‘Plana Hilweşînê’. Lê di sala 2016’an de rêxistina xwe ya navxweyî temam kirin û li ser esasê polîtîkaya qirkirinê şer îlan kirin. Dema ev şer îlan kirin gotin ev şerê serxwebûnêa Tirkiyeyê ye, gotin ‘Ev şerê rizgariyê ye, ev ji bo me pir stratejîk e.’ Yanî dewlet bi hemû hêza xwe li dijî me şer kir. Ji ber vê yekê ev ne wek şerên berê bû. Bi ser de ji bo ku bi lezgînî biryaran bistînin û ji aliyekî ve koordîne bikin, pergala xwe guherandin. Ji bo ku şer bêtir koordîne bikin, pergala serokkomariyê ya ku her tişt di destê kesekî de ye anîn.
Ji wê demê û vir ve, xwe spartin teknolojiya serdemê û êrîşî me kirin. Di 3 salên destpêkê de li Bakur ev êrîş bi awayekî berfireh û dijwar pêş ketin. Bêguman li hemberî vê jî berxwedana bajar û eyaletan pêş ket. Li bajaran bi pêşengiya Çiyager, Xebatkar û Zeryanan; li çiyayan jî bi pêşengiya Azad Sîser, Delal Amed û Baran Dêrsiman berxwedanên mezin ên dîrokî hatin kirin.
Di sala 2018 de, wan çarçoveya vê konseptê berfireh kirin. Him êrîşî Efrînê kirin, him jî bi eşkereyî Rojava kirin hedef û bi êrîşa li ser Xakurkê re pêla êrîşan ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ango Başûr ve berfireh kirin. Ev rewşa şer him li Bakurê Kurdistanê, him li Rojavayê Kurdistanê û him jî li Başûrê Kurdistanê heta sala 2020’an berdewam kir. Ji sala 2020’an û vir ve herî zêde li ser Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ango li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê sekinîn. Rast e; di heman demê de li gelek herêmên Rojava, Şengal û Başûr sûîkast û êrîşên cihê kirin. Lê di 4 salên dawîn de şer herî zêde li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Bakurê Kurdistanê didome.
Di vir de armanca wan çi bû? Armanca wan ev bû ku gerîla ji binî ve tasfite bikin. Ji ber ku wan teknolojiya serdemê bi desteka NATOyê bi dest xistibûn. Bi taybetî jî bi awayekî balafirên keşfê yên bêmirov ên bi çek bi dest xistin. Fikra wan ev bû ku wê bi vê teknîkê gerîla tasfite bikin, Rojava dagir bikin, sînorên Mîsak-i Millî dagir bikin. Jixwe Erdogan beriya niha di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi eşkereyî nexşe jî çêkiribû û nîşan dabû. Bi kurtasî, armanca wan tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye, karibin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin û Tirkiyeyê ji pirsgirêka Kurdan rizgar bikin. Dixwestin vî tiştî jî îsal, di sala 2023’an de pêk bînin.
Armanca wan bû ku di sedsaliya Lozanê û sedsaliya komarê de, serfiraziya xwe îlan bikin û bêyî Kurd têkevin sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê. Yanî li ser esasê têkoşîna azadiyê ya Kurdan û îradeya gelê Kurd were tunekirin, ew sedsaleke nû (sedsala duyemîn a komarê) biafirînin. Armanca wan ev bû ku îsal tevgera azadiyê bi temamî tasfiye bikin û bi vî awayî bigihêjin armanca xwe.
Niha sed sal derbas bûne. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de ji derve destek wergirt. Dîsa dewletên derdorê bi hesabên siyasî, tîcarî û her wekî din anîn heta astekê. Li vir, ji aliyekî ve di navbera Rûsya û Amerîkayê de lîst. Bi awayekî Iraq bêdeng kir. Dîsa mixabin PDK kir şirîkê vê planê. Ev hemû bi kîjan hesaban hatiye kirin meseleyeke cihê ye lê wisa pêk hat. Hinek Kurd jî ber bi xwe ve kişandin, xwe spartin vî tiştî gotin ‘Em ê teqez bi ser bikevin.’ Lê a niha dema ku em lê dinihêrin, ew bi ser neketin. Ji ber ku li Zapê asê mane. 3 sal in dixwazin Zapê dagir bikin lê hê jî nekarîne dagir bikin û hê jî hewl didin Zapê dagir bikin.
Li hemberî vê konsepta wan, em wekî tevger me li ber xwe da, gelê me li ber xwe da, siyaseta Kurdan li ber xwe da. Jixwe me qala helwesta Rêber Apo kir. Gerîla li gel van berxwedanan, di warê taktîkan de xwe berfirehtir kir. Ya yekem, pisporî û branş pêş xist; di şer de nûbûnek çêkir. Bikaranîna teknîkê geş kir. Ya duyemîn metoda şerê tîmê afirand. Bi vî şerê tîm re dikarî bi awayekî xurt şer bike û veşartî tevbigere. Ya sêyemîn di şer de pergala binê erdê ava kir. Wekî metodeke nû, şerê binê erdê afirand.
Van tiştan kir ku her cure êrîşên dewleta Tirk, îstîxbarat û teknolojiya demê ya serdemê negihêje encamê. Li hemberî vê berfirehbûn û kûrbûna taktîkî, êrîşên wan bi ser neketin û bê encam man. Ji ber vê çendê dema plana wan derbas bû jî nekarîn bigihin armancên xwe. Ji ber ku helwesta Rêber Apo û berxwedana gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê planên wan pûç kir. Bi rihetî ev tişt dikare were gotin.
We diyar kir ku dijmin bi berdewamî bi daxuyaniyan hejmara hevalên me yên şehîd dane.Rast e. Herî dawîn dibêjim qey hefteyek berê wan jî bi wesîleya 8 salên borî, bîlançoyek dan. Lê bîlançoya wan li ser derewan hatiye avakirin. Dewleta Tirk hemû Kurdistana qedîm înkar dike, dibêje ‘cihekî wisa tune’; ji ber vê jî hemû pergala wan a li Kurdistanê li ser derewan hatiye avakirin. Di serdema me de, şerê psîkolojîk ê pêşketî jî bi xurtî bi kar tîne. Her tim dibêjin ‘Em li wan didin, digirin û bi ser dikevin’. Her dem xwe wisa motîve dikin. Di rastiyê jî ne wisa ye. Ez ê vê meseleyê zêde dirêj nekim û bi kurtasî bibersivînim:
Ev konsepta êrîşên 8 salên dawîn, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kir. Yanî di salvegera Lozanê de dest bi êrîşan kirin. Ev jî peyamek e. Yanî dixwestin bibêjin ‘Çawa ku me li Lozanê hûn tune hesiband û ev tişt îmze kir, niha jî di şer de em ê we tune bikin’. 24’ê Tîrmehê salvegera Lozanê ye û peyama ku di vê rojê de dest bi êrîşan kir jî ev e ku dibêjin ‘Em bi biryar in, em ê we tune bikin, em ê koka we qir bikin.’ Li ser vî esasî 8 sal berê li dijî me şer îlan kirin û 8 sal in vî şerî dimeşînin.
Ev şerê berfireh ê ku hat meşandin, herî zêde li sê parçeyên Kurdistanê pêş ket. Ji aliyê Rojhilat ve jî hinekî pêş ket; yanî dewleta Tirk carinan êrîşî hêzên Rojhilat jî dike lê bi giranî li sê parçeyan şerekî dijwar rû da.
Em wekî bîlanço bi giştî qala rewşê bikin, rewş wisa ye;
Weke HPG’ê di van 8 salan de 4906 hevalên me şehîd ketin. Hejmara şehîdên me yên weke hêzên xweparastinê yên Bakur ango hejmara şehîdên YPS’ê 616 heval e. Ez hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li ser şopa wan in û em ê xwîna wan li erdê nahêlin. Em ê xeyalên wan pêk bînin.
Li gorî vê tevahî şehîdên me yên HPG û YPS’ê 5522 heval in. Ev hejmarên rastîn in. Em di vî warî de ji lêkolînan re amade ne û em şehadeta tu hevalên xwe venaşêrin.
Helbet dijmin dema qala hejmaran dike, Rojava jî dixe nav.
jimareyan vedibêje Rojava jî dihewîne. Ev şehîdên ku min dane hevalên ku di xeta Bakur û Başûr de şehîd bûne. Helbet YPS weke parçeyekî HPG’ê ye. Me ji Rojava jî pirsî; wan hevalan jî li gorî bîlançoyên xwe hejmarên zelal ji me re şandin. Helbet ji aliyekî ve li dijî DAÎŞ’ê şer dikin; li aliyê din jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ku DAÎŞ’a duyemîn e, şer dikin. Bi giştî hejmara şehîdên QSD’ê yê di şerê li dijî dewleta Tirk de 1496 heval e. Dîsa di êrîşên dewleta Tirk de heta niha 1057 sivîl şehîd bûne. Bîlançoya wir jî wisaye. Heke em windahiyên leşkerî yên her sê parçeyan kom bikin, hejmara hemû şehîdên me 7018 e. Ji nav hêzên leşkerî 7018 şehadet çêbûye. Li Rojava 1057 sivîlên me şehîd bûn. Niha hejmara şehîdên me yên sivîl ê li Bakurê di destê min de nîne, lê di van 8 salan de nêzî hezar kesên me şehîd bûne. Li Başûr jî 200 kesên sivîl şehîd bûne.
Yanî hemû şehîdên ku me di nava 8 salan de dane ev in. Lê heke hûn bala xwe bidin dewleta Tirk ev hejmar 5 qat û nîv zêde kiriye. Her tim vî tiştî dikin. Sermesel di pratîkê de şehîdekî me hebe, te dît ew dibêjin 5. Bi piranî wisa dikin. Gelek caran tiştek tunebe jî ew tiştekî dibêjin. Jixwe Tirkiye gelekî xwedî tecrube ye tişta neyî wekî heyî nîşan bide û tişta heyî jî wekî tune nîşan bide. Belkî di vî warî de tu kes bi qasî Komara Tirkiyeyê ne hoste ye. Di warê înkara rastiyan de gelekî hoste ne.
Li gorî vê rewşê gelo hejmara windahiyên wan çiqas e? Li gorî qeydên me, di nava 8 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî 18 hezar û 606 leşker, polîs, efser û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Di êrîşên wan ên li ser Rojavayê Kurdistanê de jî tevî leşker, efser, polîs û çeteyan bi qasî 4910 kes mirine. Yanî di van 8 salên dawî de, di êrîşên dewleta Tirk de ku êrîşî gelê Kurd kirine, 23 hezar û 570 windahiyên wan hene. Ew rastiyê nabêjin. Nizanim wan gotine çend windahiyên wan hene lê herî zêde derdora 2 hezarî eşkere dikin. Ji ber ku ew her tim înkar dikin. Metoda xwe li ser înkarê ava dikin. Lê bîlançoya rastîn ev e. Bi taybetî di windahiyên me de, tu kêmasî tune. Belkî di hejmarên ku me derbarê dijmin daye, piçekî kêm an jî zêde be lê lîsteya windahiyên her du aliyan wisa ye.
Herî dawî artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê êrîşeke dagirker da destpêkirin. Hûn dikarin çi bibêjin? Armanca vê dagirkeriyê çi ye?
Weke ku we diyar kir, cihê ku dijmin niha dixwaze lê operasyonê bike, ev herêm in ku par neçar mabûn vekişin. Yanî nekarî li wir bi cih bibe û di payîzê de vekişiya. Niha hinek leşkerên xwe li Girê Cûdî ku heval jê re dibêjin Şehîd Zagros, li cihekî vala danîne. Lê ew der di bin kontrola hevalan de ye. Piştî ku ew leşkerên xwe datînin û tevdigerin, heval li wan didin. Dîmen jî hene, derb li helîkopterê hate xistin. Gelek caran dema ku dikin tevbigerin heval li wan didin. Di vê çarçoveyê de li wir şer heye. Xuya ye ew der ji dijmin re bûye cihekî ne aram. Ne bi tenê ew der, hemû eyalet wisa bûye. Dijmin nekarî li wir bi cih bibe û ji ber vê yekê salek e bênavber wir bomberdûman dike. Niha êrîş zêdetir kieine. Di esasê xwe de ji bejahî û hewayî bomberdûmanê dikin. Leşkerên ku danîne dixwazin li wir bi cih bikin lê wekî ku me di daxuyaniya xwe de got, hê nekarîne xwe bi cih bikin. Dema ku dixwazin xwe bi cih bikin jî heval li wan didin. Ji wir diçin cihekî dîtir, dîsa heval li wan didin. Niha rewşeke ku heval bitengijin tune. Berevajî wê heval zora wan dibin. Şer di vê çarçoveyê de didome.
Heta niha li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê windahiyên hevalan tune. Roja ku operasyonê dest pê kir li Girê Ortê yê Metînayê û li ser xeta Tirvanîşê dijmin tevgeriya. Carinan xuya dibin û carinan winda dibin. Wisa dixuye ku dixwazin li wir jî hin cihan bigirin. Li gorî xwe taktîkekê dikin. Li wir şer çêbû dijmin carekê got 3 û carekê jî got 5 windahiyên gerîlayan heye. Ev derew e. Niha bi tenê têkiliya me bi hevalekî me qut bûye, ji xeynî vê di pêvajoya şer de li Metîna û Zapê tu windahiyên hevalan tune. Berxwedan didome. Dewleta Tirk êdî nikare li wir serdest bibe. Em dizanin ku hatina wan a wir li gorî planekê ye. Lê dijmin wê di vê planê de bi ser nekeve. Performansa hevalên li wir di cih de ye. Bi rastî çalakiyên hevalên me yên di 19 û 20’ê Tîrmehê ku beriya êrîşa dagirkeriyê hatin kirin û çalakiyên ku hevalan di 21’ê Tîrmehê de kirine, ji aliyê rêveberiya tevgera me ve hatibû pîrozkirin. Bi rastî asteke performansê ya hevalan heye.
Niha rewş ev e; tiştekî wisa nîne ku dijmin hemû deran bistîne û rewşeke wisa bi hêsanî jî wê pêk neyê. Ji ber ku heval bi hevsengiya ku afirandin û serweriya wan a li qadê, wê di nava şer de bêtir bi pêş ve bibin. Tecrubeyên par jî hene, wê sûdê ji van tecrubeyan werbigirin. Em bawer in wê heval li vir jî serfiraziyeke zelal bi dest bixin. Bi vê hêvî û baweriyê, ez van hevalên ku li van eyaletan li ber xwe dibin, bi rêz û hurmet silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.
Di dema dawî de şerê taybet li Kurdistanê belav bûye. Bi taybetî li ser ciwanan sîxurtiyeke cîddî tê kirin. Di vî warî de hûn dixwazin çi bibêjin?
Siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê ye. Qirkirin nayê wateya ku her kesî bi awayekî fîzîkî bikujin, jixwe ev ne mumkun e jî. Dixwazin kesên serhildêr û dibin asteng di warê fîzîkî de tune bikin, rast e, lê ya esasî ev e ku dixwazin qirkirineke spî bikin. Bi qirkirina spî re dixwazin mirovan ji heqîqeta wan derxînin, wan ji rastiya wan dûr bixînin, bikin ku kes nikaribe xwedî li xwe derkeve, mirov bibin kesên ku armanca wan tune, ji dêvila welat bikevin pey parçeyek nan û bibin dîlên daxwazên xwe. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk ji bo qirkirina spî pêk bîne hewldanên mezin da. Eşkere ye ku şerê psîkolojîk ê mezin tê meşandin. Dewleta Tirk ji Plana Îslahata Rojhilat a sala 1925’an û vir ve, dixwaze civaka Kurd ji rastiya wê derxîne, wê teslîm bistîne û civaka Kurd bike Tirk. Ji ber vê yekê giraniya xwe dide tiryak, sîxurî û bêexlaqiyê ango fuhûşê. Vana bi awayekî taybet bi saziyên şerê psîkolojîk, rê û rêbazên veşartî di nava civaka Kurd de pêk tîne. Hedefa wan jin û ciwan in. Dema jinên Kurd dev ji çanda Kurdan berdin, ev ji bo wan dibe zemîne Tirkbûnê. Ya din jî ew e ku ger ciwanên Kurd ji rastiyên xwe dûr bikevin wê siberoja civaka Kurdan nemîne. Ji ber vê bêtir li ser jin û ciwanan disekinin.
Tiştên ku gelekî zindî dihêlin çi ye? Adet, çand û exlaqê civakê û girêdanbûna wan a axê ye. Heke tu têkiliya mirovan ji axa wan qut bikî, tu wan ji exlaq dûr bixî û ji çanda wê dûr bixînî, ew kes wê ji mirovbûnê derkeve û bibe heywan. Yanî civak namîne. Wê her kes bikeve pey pere, xwarin û xwetêrkirinê. Wê nekeve pey tiştên manewî û pîroz. Niha dijmin dixwaze civaka me bîne vê astê. Jib ber vê ketiye pey ciwanan.
Divê em welatparêzî û exlaqê civakî kûrtir bikin. Di civaka me de exlaq hene, kevneşopî hene; divê em wê biparêzin. Divê em bi axê ve girêdayî bin. Divê em ax, av, çand û zimanê xwe biparêzin. Em bi wan re hene. Ev nirxên civakê ne. Ger ew nebin, civak ji civakbûnê derdikeve. Dewleta tirk û mêtingerên din bi van rê û rêbazan dixwazin civakê ji civakbûnê derxînin, ji xwe re bikin bingeh û Tirkbûnê bi pêş bixin. Di vê çarçoveyê de welatparêz, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên me, her kesê ku dibêje em welatparêz in, divê têbikoşin û nirxan biparêzin. Beriya her tiştî divê kesên ku xizmeta nirxên vî gelî dikin, yên ji bo hebûn û azadiya vî gelî fedakariyê dikin bên parastin. Ew kî ne? Yên ku xizmetê ji rewşa giştî re dikin û fedakariyê dikin. Mînak, niha pêwîst e kesên ku di zindanan de ne, bên parastin. Dîsa gerîla û kadro werin parastin. Gelo li Kurdistanê tu berjwendiya maddî ya kadroyên PKK’ê heye. Tune. Kadrobûn tê wateya ku kesek ji bo welat, gel, çand, exlaq û haysiyet û armanca xwe, her tiştê xwe feda bike. Her gerîlayek wisa ye. Divê her welatparêzek piştgiriyê bide gerîla. Her gerîlla kur an keça welatparêzekî ye. Divê her welatparêz gerîla weke kur û keça xwe bibîne. Divê wisa xwedî li girtiyan were derketin. Bi gotineke din, mirovên ku ji bo civaka xwe her tiştên xwe feda kirine, giyanên herî bedew ên cîhanê ne. Ev kes ji bo civaka xwe dijîn, ne ji bo xwe. Ev fedakarî, fedakarbûn e. Kesên ji bo doza xwe, xwe feda dikin kesên pîroz in. Manewiyat û bedewiya herî mezin bi van kesan re hene. Ji ber vê divê civaka me, xwedî li van nirxên xwe derkevin.
Mînak di van salên dawî de dijmin ji bo ku civakê ji rastiya wê dûr bixe, giranî daye sîxurtiyê. Ger tu li dijî gel, ziman û çanda xwe sîxurtiyê bikî, ji bo çend dolaran giliyê gerîlayan bikî, li dinyayê û di dîroka mirovahiyê de tiştek ji vê rewşê rezîltir tune. Ev tişt bênamûsî û bêrûmetî ye. Ji bo vê jî divê tu kes rewşeke qebûl neke. Divê tu malbat, eşîr, gund sîxuran di nav xwe de nehewînin. Divê civaka me li dijî ajan û sîxuriyê tevbigere û xwedî helwest be. Ne hewce ye ku kes ji bo vê yekê peywirekê deyne, ev karekî xwezayî ye. Divê hûn malbata xwe, eşîra xwe, gundê xwe biparêzin. Divê li wî gundî mirovekî wisa rezîl û bêrûmet tunebe. Bêrûmetiya herî mezin sîxurî ye. Li hemberî vê jî welatparêz, her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im û her kesê ku dibêje ‘ez dixwazim bibim mirovekî birûmet, dixwazim bibim welatparêz’ divê têkoşînê bike. Têkoşîna li dijî sîxur, bikaranîna tiryakê û fuhûşê peywira van kesan e. Şerê psîkolojîk dixwaze van tiştan di nav ciwanên me de berfirehtir bike. Ji ber vê yekê divê li dijî van her sê tiştan têkoşîn were dayîn. Lê bi taybetî dijmin niha dixwaze li her parçeyê Kurdistanê sîxurtiyê pêş bixe. Pir balkêş e; 4 parçeyên Kurdistanê jî hene. Bi taybetî jî modernîteya kapîtalîst, kesayetiya mirovan wêran dike. Berê isûla eşîr û malbatê hebû, li cem mirovan terbiye û exlaq hebû. Xwe hêsanî bêqîmet nedikirin. Lê niha modernîteya kapîtalîst her tişt kiriye pere. Niha hûn binêrin; mirov dikare xwe bi pereyekî pir hindik bifiroşe. Ji xwefirotinê xerabtir tiştekî din tune. Ev tiştekî gelekî kûr e, bêrûmetî li hemberî vî tiştî kêm e. Ev tişt tê wateya ku ji mirovbûnê derkeve. Tu çawa razî dibî ku ji bo çend sed dolaran, ciwanên Kurd şehîd bibin? Kesekî ku piçikekî wijdan û hesta wan a mirovbûnê hene, mumkun e ku tiştekî wisa bikin. Lê îro em dibînin ku dikin.
Min şaş fam nekin, lê li Kurdistanê koçer hene. Koçer Kurdên herî sade ne. Naçin gelek bajaran; ew li çiyayan pez xwedî dikin, Kurdên sade û otantîk in. Mirov dikare ji wan bawer bike. Berê jî wisa bû. Lê niha em dibînin, di nava koçeran de jî sîxur bi rêxistin kirine. Ev di heman demê de ji bo koçeran – gelek ji wan welatparêz in- bangek e, bila her kes li ser malbat û mala xwe bisekine. Di bêrîka her kesî de telefon heye, hinek qels in wan dixin nav tora xwe. Dijmin jî di ser malbatên me yên şehîd disekine. Di nav malbatên me yên bi qîmet de kî herî qels be, dixwaze wan bixînin û bikin sîxur. Ji ber vê yekê divê her kes li ser xwe û li ser malbata xwe bisekine. Divê her kes paqij û dirust bimîne, divê tu kes xwe qirêjî neke.
Dewleta Tirk endamên MÎT’ê berdaye qadê, dixwaze her kesî gemarî bike, rezîl bike. Bi çend qurişan dixwaze her kesî bixe. Li hemberî vê yekê divê têkoşîneke welatparêzî bê meşandin. Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava dijminên me îro di nava karekî berfireh de ne. Welatparêz, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar yanî her kesên ku nûnertiyê ji nirxên vî gelî re dikin divê li dijî van kiryaran têbikoşin. Divê em zanibin heta ku civakeke exlaq û dilsozê xaka xwe neafirînin, li dijî êrîşên dijmin em ê nikaribin hebûna xwe ya civakî biparêzin. Divê em welatparêziyê, dilsoziya bi xakê re bikin nirxê herî mezin. Li ser vê bingehê divê exlaq û kevneşopiyê di nava mirovên me de bêne xurtkirin. Bi vî rengî nebe em ê nikaribin hebûna xwe biparêzin. Divê welatparêzên me hemû vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyeke xwezayî bibîne û têbikoşe.
Li dijî kiryarên dijmin ên sîxurkirin, narkotîk û bêexlaqkirinê eger em têkoşîneke bi vî rengî ya civakî bimeşînin, hêza gelê me ku em bawerin ji her tiştî xurtir e, wê planên dijmin têk dibe û bi ser bikeve.
Li Bakurê Kurdistanê operasyon dewam dikin. Ji bo gerîlayên li Bakur hûn dixwazin tiştekî bibêjin?
Di nava 8 salên derbasbûyî de berxwedana herî mezin û bi zehmet li Bakurê Kurdistanê hate meşandin. Tevî ku 3 salên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan mezin bûye jî, ruhê fedaî yê Apoyî gihîştiye asta herî bilind jî bi heman ruh û fedakariyê 8 sal in li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Em ji bîr nekin, dewleta Tirk sala 2016’an gotibû, ‘Piştî Nîsana 2017’an wê êdî PKK nemîne’. Yanî beriya 6 salan bi taybetî digotin wê gerîlayên li Bakur biqedînin û her sal dibêjin ‘Em ê îsal biqedînin’. Yanî dijmin dixwaze bi îstîxbarat, îha-sîha û teknîka serdemê gerîla biqedîne. Her sal planeke bi vî rengî dike. Li gorî daxuyaniyên wan her sal nêzî 10 hezar operasyonan dike. Yanî li Bakurê Kurdistanê şerekî giran heye.
Li dijî van êrîşên dijmin bi sekna lehengî ya Delalan, Çîçekan, Berçeman, Azadan, Yilmazan, Atakanan, Çetînan, Welatan, Egîd Civyanan, Doganan û bi hezaran lehengên hêja berxwedaneke gelekî mezin hate kirin. Van hevalan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî hemûyan bi lehengî şer kirin. Mînak îsal li Dersimê Yaşar Botan, li Botanê Leyla Sorxwîn, li Serhedê Hêjar Zozan, li Mêrdînê Canşêr Rojhilat, li Amedê Xemgîn Serhat berxwedaneke lehengî û fedaî kirin. Her yek ji wan bi tena serê xwe destan e. Van lehengan careke din bi bîr tînim.
Herî dawî doh dijmin ragihand ku li Dersimê du hevalên me şehîd bûne. Em niha hewl didin zelal bikin bê şehadeta van hevalan rast e yan na. Hevalên li Dersimê bi rêzdarî bi bîr tînim. Berxwedana wan bi lehengî ye. Ew şopdarên Yaşar Botanan e. Her wiha herî dawî li Botanê Heval Mîrza û Heval Bengîn şehîd bûn. Hevalên li Botanê jî silav dikim. Herdu heval hevalên hêja bûn. Li ser pratîka li herêmê serwer bûn.
Bi kurtasî gerîlayên li Bakurê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin û ruhekî fedaî li ber xwe didin, têdikoşin. Tecrûbeya hevalan heye. Ji tecrûbeya xwe sûdê werbigirin, di we baweriyê de me ku heval wê di pratîka Bakur de dijmin têk bibin. Bi vî rengî em ê dijmin têk bibin û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi ser bikevin. Li ser vê bingehê hemû hevrêyên li Bakurê Kurdistanê bi fedakarî û lehengiyeke mezin têdikoşin bi rêzdarî silav dikim û ji dil û can serketinê hêvî dikim.