Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî.
Axaftina Murat Karayilan wiha ye:
“Têkoşîna me ketiye pêvajoya herî girîng a dîrokê. Li dijî êrîşên topyekûn ên AKP-MHP û Ergenekonê ya qirker faşîst, berxwedana me gihîştiye asteke gelekî girîng. Weke ku tê zanîn, vê rejîmê ji bo pêşîgirtina li Têkoşîna Azadiyê plana têkbirinê amade kiribû. Cewhera vê planê tasfiyekirina tevgera azadiyê, serxistina siyaseta qirkirina gelê me bû. Dewleta tirk ji bo vê armanca xwe pêk bîne hem li qada navneteweyî jinûve zindîkirina komployê danî ber xwe, hem endametiya xwe ya NATO’yê heta dawiyê bi kar anî, hem jî rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê xist bazarê, hewl da di navbera hêzên mîna Rûsya û Amerîkayê de bilîze, bi vî rengî piştgiriyê ji her kesî werbigire û tevgera me tasfiye bike.
Armanca bingehîn a konsepta rejîma heyî ku şer li ser da destpêkirin û tifaq ava kir, çi bû? Ya yekemîn; bi rêya tecrîda mutleq û îşkenceya li ser Rêberê me bike ku gavê paşve biavêje. Ya duyemîn; heta sala 2017’an gerîla bi temamî tasfiye bike, sîstema kontrolê ya fermandariyê ji hev belav bike û parçe bike. Ya sêyemîn, bi zextên faşîzan û tundiyê girseya bakurê Kurdistanê bitepisîne, belav bike û teslîm bigire. Bi vê armancê xwest siyaseta demokratîk a kurd bi temamî bixe bin zextê, çeperên wan hemûyan ji dest bigire û tasfiye bike, li gel vê yekê tevgerên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi heman rengî tasfiye û lawaz bike. Ya çaremîn; bi bikaranîna hêza siyasî, hêzên şoreşa Rojava bixe ‘lîsteya terorê’ û Şoreşa Rojava tasfiye bike. Ya pêncemîn; Berxwedana xelkê êzidî ya Şengalê têk bibe û ji nû ve bixe bin zext û zordariya xwe. Bi kurtasî armanca rejîma vê dewleta qirker mêtinger ev bû. Karîbû van bi ser bixîne? Na. Aşkera ye ku nekarî vê bi ser bixîne. Lewma têkçûyî ye. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst bi ser neket, avajiya rejîma ku ava kiriye di nava krîzeke piralî û kûr de ye. Êdî her kes temenekî datîne ber vê rejîmê. Ji paşeroja vê rejîmê bêhtir nîqaş li ser dema piştî çûyîna vê rejîmê tê kirin. Vê rejîmê xwest me biqedîne. Jê nehat. Ew bi xwe hatiye ber tune bûnê û êdî ketiye pêvajoya bi temamî jiholêrabûnê.
Gladyoyê teknolojiya şer da Tirkiyeyê
Di nava 6 salên dawî de bi taybetî li dijî Rêberê me, hevrêyên li zindanan, Gerîlayên Azadiyê, gelê me, qada siyaseta demokratîk û hêzên çep-sosyalîst êrîşên gelekî giran hatin kirin. Bi esasî hêzên sermayeya global û NATO’yê ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve nexwestin ku artêşa tirk li hemberî gerîla têk biçe. Lê belê bi sala 2012’an re dît ku artêşa tirk li pêşberî gerîla tengav bûye, têk diçe. Ji ber vê yekê jî îlana agirbestê qebûl kirin û li vir hem li Tirkiyeyê hêzeke paramîlîter a nû bi rêxistin kirin, hem jî bi piştgiriya Gladiyoyê teknolojiya serdemê pêşkêşî dewlet û artêşa tirk kirin. Hin ji van yekser dan, hinek jî ji ber nerazîbûna raya giştî nekarîn yekser bidin. Her welatekî parçeyek da, formul pêşkêş kirin û kirin ku karibe çêbike. Mînak, ÎHA û SÎHA bi vî rengî dan dewleta tirk û kirin ku çêbike. Niha Erdogan bi gotina ‘xwecihî û mîlî’ gelekî pesnê xwe dide lê em zanin ku her parçeyek ji welatekî hatiye dayîn, hînî wan hatiye kirin û bi vî rengî bi wan dane çêkirin.
Bi îradeyeke mezin li ber xwe dan
Ji wan hebû ku bi rêya vê teknolojiyê wê karibin hêzên me zû tasfiye bikin. Li ser vê bingehê êrîşên gelekî berfireh û giran kirin. Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî van êrîşan bi rengekî bêhempa li ber xwe dan, dest bi pêvajoyeke dîrokî ya berxwedanê kirin. Di serî de Rêberê me, li dijî sîstema Îmraliyê îradeyeke mezin nîşan da û ev sekna wî ya mirovahiyê, her wiha berxwedana li girtîgehan, berxwedana li qada siyaseta demokratîk û sekna gelê me ya bi fedakariyeke mezin teslîm nabe, bû fedakariyên vê demê, israra di rastiyê de. Di vê pêvajoyê de bêguman berxwedana berfireh li qada şer bû. Hem berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem jî berxwedana şervanan li parçeyên din, bi rengê destanî û dîrokî bûn. Bêguman ev berxwedan bi hêsanî nebû. Bi biryardariyeke mezin û bi ruhê fedayî yê bilind, li ser bingeha fedakariyê pêk hat û berdêlên giran hatin dayîn. Yanî bi fedakarî û îradeyeke mezin ev pêvajo hat meşandin, tê meşandin.
Planên dagirkeran ên sala 2021’ê têk çûn
Hêzên komploger ku piştî astekê dîtin dewleta tirk a faşîst nekarî bi ser bikeve, bi rengekî hîn çalak ketin dewrê. Li ser vê bingehê bi rêya komployê li Rojava Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Her wiha xeta nokeriyê ya kurd hîn bêhtir çalak kirin û li Kurdistanê bingeh amade kirin ku tevna sîxuriyê ya MÎT’ê li her cihî bê birêxistinkirin. Agahiyên îstîxbaratî parve kirin. Ev hêzên ku tevî van hemûyan nekarîn bi ser bikevin, Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin navenda plansaziya xwe ya sala 2021’ê. Ji bo vê jî PDK ji bo hevkariyê, hikûmeta Iraqê jî ji bo bêdengmayînê amade kirin. Armanca wan ew bû ku mîna komploya 15’ê Sibatê pêvajoyekê ferz bikin, Tevgera Azadiyê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derxînin û bi vî rengî derbê li navendên koordînasyonê yên tevgerê bixin, belav bikin û encamê werbigirin. Ji bo bi avantaj dest bi salê bike û vê plana xwe bi ser bixîne, hîn zivistan neqediya di meha sibatê de bi rengekî surprîz êrîşî Garê kirin. Bi vê yekê armanca wan a esasî tasfiyekirina navenda gerîla bû û bi dagirkirina vê derê re bi rengekî avantaj dest bi sala nû bikin. Lê belê weke ku tê zanîn bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytuşşebap bi berxwedanê ev plana wan a êrîşê têk çû. Lê belê wan hin encam ji vê yekê derxistin û ji wan hebû ku eger li herêmên nêzî sînor dest pê bikin wê hîn bêhtir encamê werbigirin.
Li ser vê bingehê 23’ê Nîsanê li herêma Avaşînê, li qada Ertûşê ya Zapê, li qada Qaşûra ya Metînayê dest bi êrîşê kirin. Wan hesabê wê kirin ku ‘hêzên me wê nikaribe li hemberî teknolojiya bilind rawestin, di nava hefteyek du hefteyan de wê karibin van deveran dagir bikin û di demeke kurt de Avaşîn, Zap û Metînayê kontrol bikin’. Li gorî plana wan wê di nava du sê mehan de jî tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin. Lê belê hesabê wan ê malê û sûkê li hev nehat. Niha di nava şerê çar meh û nîvan de dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyekî, nekarîne li Avaşîn, Ertûş a Zapê û Qaşûra ya Metînayê kontrolê bi temamî bikin. Li hin deveran hêzên xwe yên dagirker bi cih kiribin jî li herêmê serwer nebûne. Li Avaşînê hîn gelek qad hene ku nekarîne bikevin û berxwedaneke mezin lê tê meşandin. Aşkera ye ku dewleta tirk ne li benda performanseke wiha ya taktîkî û berxwedanê bû. Li van deveran ji bo xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike, hêzên PDK’ê xiste dewrê û xwest encamê werbigire. Lê belê di vê mijarê de jî heta niha nekarîne encama dixwazin bi dest bixin. Bi kurtasî li gel bingeh û piştgiriya hêzên komploger ên navneteweyî pêşkêş kir jî dewleta tirk niha li ber deriyê Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi asteke mezin a têkçûnê ve diçe.
Di vê pêvajoyê de girîngiya şerê bi rêbazê tîm ê pispor ku li ser bingeha projeya jinûve avakirina gerîla hate afirandin û rastiya perspektîfa taktîkî ya dema nû ispat bûye. Lewma pratîka 7 mehên dawî ji bo me gelekî girîng e. Hêzên me yên gerîla ku li ser rastiya gotina Rêber Apo ku digot ‘Teknîka herî mezin mirov e’ kûr bûye, diyar e ku di şerê dijî teknolojiyê de gihîştiye asteke girîng. Ya rast teknolojiya pêşketî ji çekên teknîkî bêhtir rê li ber xurtbûna îstîxbaratê vekiriye. Yanî derfetên bidestxistina îstîxbaratê bi saya vê teknolojiyê zêde bûne. Ji ber vê yekê di serdema me de êdî îstîxbarat bûye hîmekî bingehîn ê şer. Mirov dikare bêje ku di şer de 3 faktor di dema nû de li pêş e. Ya yekemîn, faktora mirov e. Yanî ne bi leşkerê yekser û klasîk, lê bi leşker û bi bawer ên pispor dikare şer bê meşandin û encam bê wergirtin. Di vir de her wiha kalîteya mirovê xwedî bawerî û biryardariya îdeolojîk, di îradeya şer de faktorekî bingehîn e. Ya duyemîn, îstîxbarat e. Ya sêyemîn jî çeka teknîkê ye. Dibe ku rêbazên şerê psîkolojîk jî bê gotin, lê bi esasî ev 3 faktor diyarker in.
Havênê şer bawerî, îdeolojîk û biryardarî ye
Di serdema heyî de yên ku vê rastiyê nabînin yanî pêvajoyê rast nanirxînin di şer de nikarin bi ser bikevin. Mînaka herî ber bi çav a vê yekê jî artêşa Ermenistanê ye. Hêza ku bi rêbazeke rast û afirîneriyê îstîxbarata dijberê xwe pûç kir, di şer de dikare derfetên serketinê bi dest bixin. Di vê mijarê de kûrbûna taktîkî, nermbûn û hunera manewrayê girîng e. Di rastiya şerê heyî de ku ev yek xwe dispêre, veşartîbûn û dîsîplîn gelekî girîng e. Di her demê de veşartîbûn û dîsîplîn di şer de girîng bû. Lê belê vê demê bi taybetî jî di şerê gerîla de girîngiya vê yekê mezintir e. Di şerê gerîla de ku rêxistinieyke ku baweriya xwe ya îdeolojîk û biryardariya xwe tam e, du hîmên bingehîn hene. Yek ji wan dîsîplîn e ya din jî veşartîbûn e. Bêguman yê ku dikare vê bi zanebûn, rêxistinî û plankirî bike jî faktora mirovê şareza ye. Yanî divê xwe bigihîne wê astê ku bi biryardarî vê armanca xwe bi cih bîne. Hêzeke ku baweriya xwe nîne û xwe nespêre îdeolojiyekê, tu çekên herî pêşketî yên cîhanê jî bide dest û mûçeyê herî bilind jî bike, wê di şer de bêencam bimîne. Mînaka ber bi çav a vê yekê jî artêşa Afganistanê ye ku li gel çekên modern û perwerdeya DYE’yê jî li pêşberî tevgera Talîbanê mîna cemedê heliya. Ji ber ku tenê havênekî şer heye. Ew jî îdeolojî ye, bawerî ye, biryardariya hêzên şervan e. Em niha hewl didin nîşanî her kesî bidin ku îrade û qebîliyeta mirovan dikare teknolojiya serdemê têk bibe. Ya ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin ev e. Ya rast em hewl didin vê yekê li tevahiya qadên gerîla bikin. Em gav bi gav vê rastiyê li Kurdistanê diafirînin. Ya rast tevgera Talîbanê bi şerê xwe ev yek bi rengekî şênber nîşan da. Îdeolojiya tevgera Talîbanê çi ye, çi nîne ew li aliyekî, lê belê hate dîtin ku tevgerek xwe dispêre civakê di şer de tu teknolojiya şer li hember nikare bi ser bikeve. Ev yek di pratîka şer a Afganistanê hat dîtin.
Gerîlayên sedsala 21’ê li Kurdistanê diafire
Têkoşîna ku niha tevgera me dike ne tenê ji bo xelkê Kurdistanê lê ji bo tevahiya xelkê herêmê û mirovahiyê veguheriye têkoşîneke girîng. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst xwe dispêre Modernîteya Demokratîk, nîşanî her kesî dide ku îrade û qebîliyeta mirovan di ser her cûre teknîkê re ye. Bi vî rengî gerîlayên sedsala 21’ê li Kurdistanê tê afirandin. Bêguman ev hemû bi hêsanî nabin. Bi saya berxwedana bi heybet a milîtanên leheng ên bi nirx û felsefeya îdeolojiya Apoyî xwe kirine fedayî, ev yek pêk tê. Ne ji vê kûrbûna îdeolojîk bûya tiştek pêkan nedibû. Tenê bi lehengên feda yên ku xwe bi îdeolojiya Apoyî xemilandine û ji bo doza xwe xwe feda dikin, ev pêvajo bi rê ve diçe. Ji Çiyager, Xebatkar û Zeryayan heta Soro, Azad, Çekdar û Berçeman, ji Delal Amed, Atakan, Çetîn û Doganan heta Welat, Çavreş û Şervînan bi xeleka ji lehengan ev têkoşîn hate meşandin. Salên dawî bi saya şoreşgerên mezin Alî Piling, Çîçek Botan, Yilmaz Dêrsim, Zîn Cîzre, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Hevram, Amara û Nûjînan ev pratîk û pêvajo bi rê ve çû.
Ne ji berxwedana fermandarên hêja Şoreş, Serhat, Sarya, Hêjar û Rêber bûya, em îro nikarîbûn wiha biaxiviyan. Ma tenê ev? Bi hezaran hevrêyên me yên leheng ên ciwan ku nikarin navê wan bînin ziman hene. Her wiha hevrêyên me yên enternasyonalîst ên ji gelên cuda hene. Bi biryardarî û serketina di çavên keç û xortên Kurdistanê, bi saya hevrêyên me yên Apoyî yên fedayî ku dilê wan ji bo azadiyê lê dida, ev rastî derket holê ku em îro qalê dikin. Bi saya milîtanên ku îro bi rengekî zindî bi wêrekî û fedakariyeke mezin li Werxelê û Girê Spî li ber xwe didin, bi saya bazên li Avaşîn, Zap û Qaşûrayê ev rastiya dîrokî bêhtir aşkera dibe.
Ev rastiya berxwedana pîroz a milîtanên PKK’ê û sekna biryardar a di serketinê de, hem bandorê li civaka Kurdistanê û civakan dike, hem jî bandoreke mezin li me dike. Di roja 20’î ya berxwedana Zendûrayê de fermana vekişînê ji fermandarê berxwedanê hevalê Hêjar re tê dayîn lê belê ev hevrêyê me yê pêşeng ê dilmezin vê bersivê dide, ‘Birîndarekî me heye, rewşa xwe giran e, nikare bimeşe. Lewma ez ê li gel wî bim, heta dawiyê ez ê şer bikim, lê belê hevalên din dikarin vekişin’. Bêguman hevalên din ên vê dibihîzin dibêjin, wê venekişin, wê hevrêyê xwe yê birîndar û fermandarê xwe nehêlin. Biryar didin ku berxwedanê dewam bikin. Li ser vê bingehê destana Zendûrayê ya dîrokî hat nivîsandin. Di nava 2 mehan de bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan û vekişîn pêk hat. Heman helwest li tunela Aris Faris ji aliyê hevrê Diyana ve hat nîşandan. Heval Diyana û hevrêyên pê re careke din nîşan dan ku divê milîtaniya Apoyî ya fedayî çawa be.
Heta ku mîlîtanên canê xwe ji bo hevrêyên xwe feda dikin hebin ev tevger tu carî têk naçe
Ev sekn sekneke ji rêzê nîne. Ev yek sekneke mirovahiyê ye ku ji bo mirovahiyê gelekî hêja ye. Heta ku hevrê, milîtan û fedayiyên ku canê xwe ji bo hevrêyên xwe feda dikin hebe, ev tevger tu carî têk naçe. Lewma ev sekn gelekî hêja, bilind û bi wate ye. Ev nirxekî mirovahiyê ye. Eger hevrêyê hevrêyan di pratîkê de ji bo hevrêyên xwe bi vî rengî tevdigere, hingî di rêya hevrêtiyê de gihîştiye asteke girîng. Ji bo me hemûyan ev yek pîvana bingehîn a pratîkê ye. Milîtanekî Apoyî çawa dikare xwe ji bo hevrêyên xwe feda bike. Di vê demê de hat dîtin ku fermandarekî pêşeng ê Apoyî ji bo şervanên xwe çawa canê xwe feda dike. Ya ku fermandarê hêja hevrê Xebatkar di berxwedana Nisêbînê de nîşan da, sekna fedayî ya Apoyî û îdeolojîk a ku Çiyageran jê re digot ‘çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be’, îro di şer de kêlî bi kêlî diqewime. Ev yek ji bo me serbilindiyeke mezin e. Hevrêbûna me ji hevrêyên wiha re şenseke û em pê gelekî serbilind in.
Ji wan heye ku dê bi derewan encamê bigirin
Niha ev çeteyên li ser dewleta tirk dibêjin, ‘êdî kes tev li wan nabe, salê ev qas kes tevlê dibin, me hejmara gerîlayên li Bakur kêm kirin, kêmî vê hejmarê bûne’, bi vî rengî ji xwe re çîrokeke serkeftinê çêdikin. Bi vî rengî civaka Tirkiyeyê dixapînin. Wekî kesek tevlê nabe, heke ew çeng lehengî bin wan kamerayên ku te danîne ser deriyan, rêyan, polîs û sîxûran ka rabe, em binêrin bê ka ciwanên kurd bi qefleyî tên ser çiyan an na? Hema hema te li ser serê her kesî polîsek daniye, bi sedan kes te ji rê vegerandine, te avêtine zindanan. Niha jî dibejî, ‘min rawestandin’ û civakê dixapînin. Ji wan heye ku ev ê bi împaratoriya tirsê, bi zext, tundî û şerê derûnî dê encamê bistînin. Encamên şer ev bi civakê re parve nakin. Windahiyên xwe yên li Başûr jî yeko yeko didin lê çalakiyên li Bakur yekê jî nadin. Di çalakiyan de windahiyên wan çêdibin lê bi pûtepêdanî vedişêrin. Çima? Ji ber ku li bakurê Kurdistanê tim propagandaya ‘me gerîla kir rewşeke bêhal’ dikin. Niha jî dema ku bibêjin çalakiyan dikin wê derewên wan derkevin holê. Ji ber vê qet behsa çalakiyên li Bakur û encamên wan nakin. Piranî nûçeyên bi rengê, ‘ev qas kes qanih bûn û teslîm bûn’, çêdikin. Lê salên ku kêm kes ji tevgera me qut dibin ev sal in. Li gel vê jî dibêjin gelek kes direvin, ji hev difeşkilin, derewên wan empozeyî civakê dikin. Demên berê, dema ku tevlêbûnên girseyî çêbû, hin kes tev li nav tevgera me kirin û wê demê jî hin kes direviyan. Ev piranî li Başûr, di kontrala PDK’ê de têne girtin. PDK van difiroşe TC’ê, dewleta tirk jî her kesê ku anî weke ku ji nav refên me reviya bin didin, dikin nûçe û şerê derûnî zêde dikin. Van rastiyan an vedişêrin an jî berevajî dikin û wiha li ber civakê datînin.
Li ser derewan dixwazin çîrokeke serkeftinê ji xwe re çêbikin û zilmê li ser gelê me dikin. Her roj daristanên me dişewînin. Niha li Dêrsim û Botanê tişta ku herî pir li ser disekinin şewitandina daristanan e. Li aliyê din jî daristanan dişewitînin lê bêhtir li van deran bi şewitandina daristanan mijûl bin. Li Tirkiyeyê daristan dişewitînin gelê kurd û tevgera me sûcdar kirin. Lê ev şewat ji ber sedemên sirûştî bûn û hin komên berjewndiyê ji bo rantê ev şewat derxistin. Li ser me hiştin, nav jî dan. Çima? Ji ber ku niyeta wan ne baş e, ew li Kurdistanê daristanan dişewitînin, ji wan heye ku em jî li Tirkiyeyê daristanan dişewitînin. Ev qasî dirû ne. Xwedêgiravî bi şewitandina daristanan û zêdekkirina bendavan wê dor li gerîla teng bikin û encamê bigirin. Ka we baweriya xwe bi SÎHA’yên xwe dianî, ka leşkerên we ev qasî qehreman bûn, naxwe çima hûn serî li rêbazên wiha didin? Çeteyeke çarîne heye ku li Kurdistanê zilmê dike. Ev, Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî, Suleyman Soylu û Hulîsî Akar in. Hulîs Akar her roj li ber kamerayan derewan dike, seriyan dihejmêre. Ev nêçîrvanên seriyan in. Ango ji wan weye bi kuştina ciwanên kurd dê Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin. Hûn nikarin tasfiye bikin. Ji ber ku PKK bûye civak, civakek e. Hûn nikarin civaka kurd tune bikin. Bi sedan salan we serî li van rêbazan da we encam negirt û niha jî hûn encamê nagirin. Li şûna ku vê rastiyê bibînin, ji bo ku li ser desthilatê bimînin xwînê dirijînin, ji bo ku desthilata xwe bidomînin. Bi rengekî sadîst li ser kuştina mirovan dixwazin desthilata xwe ava bikin û bidomînin. Tekana sedema domandina şer ev e. Naxwa pê dizanin ku encamê nastînin. Ji aliyê din ve ve jî Rêber Apo negot, ‘ka fersendê bidin me ez ê meselê di heftiyekê de çareser bikim?’ Heke siyaseta we ne ya qirkirinê be, çima hûn vê rêyê naceribînin? An bi şer, bi jiholêrakirinê, bi komkujiyan hûn dixwazin encamê bistînin ku ev hewldaneke beleheq e. Ne pêkan e ku ev encamê bîne. Lê ew li ser vê radiwestin. Wê li ber dîrokê mehkûm bibin. Xwîna ku rijandin zû yan dereng wê hesabê vê bidin. Xema ev çeteya çarîne, tu caran nikarin ji bin vî barî rabin, wê hesabê vê bidin.
Hûn çi jî bikin li Kurdistanê dê pergala faşîst a mêtinger were hişweşandin
Serî li her cure rêbazê dan, bi ser neketin. Li Kurdistanê ji bo ku ciwanên me tev li têkoşînê nebin bi rengekî aşkera esrar, eroînê li nav wan belav dikin û siyaseta qirkirinê dikin. Li gel van rêbazên gemarî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê gaza kimyewî jî di nav de her cure çekê bi kar tînin. Xeta noker a kurd dixebitînin. Dema ku ji van hemûyan jî encam negirt, ji bo ser rastiya Qadên Parastinê yên Medyayê bigirin, li dijî hêzên YPG, YBŞ û YRK’ê êrîşa hewayî anîn. Li Şengalê nexweşxane bombe kirin. Bi rengekî aşkera yasayên navneteweyî binpê dikin. Hûn çi jî bikin nikarin herka dîrokê rawestînin.
Wê Tevgera Azadiyê bidome, ev têkoşîn bi ser bikeve, li Kurdistanê pergala mêtinger, faşîst were hilweşandin. Êdî ne pêkan e ku ji vê xilas bibin. Tenê rêyek heye, ew jî ku vê rastiyê qebûl bikin. Wê hebûna kurdan bi gelî nas bikin. Ji aliyekî ve dibêjin, ’em diqedînin, li ber qeandinê ne’ û li aliyê din dibêjin, ‘PKK li Rojava pişta xwe dide hêzên navneteweyî, artêşa bi sed hezaran kesî ava kiriye û ji bo Tirkiyeyê talokeyeke mezin e’. Ev du gotin hev pûç dikin. Hem wê dibêjin û hem jî vê. Hem dibêjin, ’em PKK’ê diqedînin’ û hem jî dibêjin, ‘PKK mezin bûye, wê dewletê ava bike, Tirkiyeyê parçe bike.’ Baş e, kîjan rast e? Tê gotin roj bi heriyê nayê dûtin. Bi van propagandayan nikarin ser vê rastiyê bigirin. Rewşa ku dewleta tirk dijî ev e û rastiya xwe jî ev e. Ew jî pê dizanin ku di nav hêzên wan de vîna şer qels e. Ji ber vê bi îstîxbaratê, bi teknolojiyê bi komployê, bi xiyenetê hêzên me dikin kemînê, dixwazin wiha encamê bistînin. Piranî jî bi vê pesnê xwe didin. Bi nemerdî kemînan daynin, bi rêbazên binavkî bi qetilkirinê dixwazin encamê bistînin. Bi vê pesnê xwe didin. Ev hemû rastiya wan nîşan dide. Lê ev tişta ku dikin wan xilas nake. Nikarin pêşî li hilweşandina pergala mêtinger a faşîst bigirin.
Me gotina ‘Kêmasiya me ya herî mezin kêm û kurtiyên me ne’, 15’ê Tebaxa 2018’an, di axaftina ser bêtêlê re me gotibû. Ev gotin ji bo têkbirina dijmin, ango ji bo ku têkbirina kêm û kurtî û hînbûyînê me hatibû diyarkirin. Ev têkoşîn hat dayîn lê bû sedema derengmanê. Di dema xwe de di cih de me dev ji hînbûyînên xwe neqeriya, xeta gerîlayê nû zû nehate bicihanîn. Ango di dema xwe de nehate bicihanîn. Em vê berpirsyariyê li kesî bar nakin. Heke berpirsyariyeke wiha were dayîn helbet di serî de em berpirs in. Lê em bi vê dizanin, ya ku zorê li me dike ne ji derve, ji êrîşên dijmin zêdetir navxwe ne. Gotineke girîng a gelê me heye, dibêje, ‘kurmê darê ne ji darê be dar naşike’ Ev gotin pir girîng e. Jixwe dema ku em li dîrokê dinêrin, hemû tevgerên azadiyê yên kurd, bi derbên navxweyî têk çûne. Di dîroka me de gelek mînakên vê hene. Hemû heval bi vê dizanin.
Ji vî alî ve niha jî divê em li navxwe baldar bin. Bi giştî girîng e ku civaka kurd yek be. Jixwe dijmin tim hewl dide ku yekitiya me xira bike û şerê navxweyî derxîne. Çima? Ji ber ku yekitî girîng e û di dîroka me de tim ji ber problemên navxweyî me winda kiriye. Hin sedem hene ku ev yekitî xira kiriye. Û ev hê jî bi rengekî li ser me bandorê dike. Bi îdeolojiya ku Rêbertî daniye, hemû aliyên li pêş yekitiya kurd hatine rakirin. Ji ber ku civaka Kurdistanê dabeşî çil parçeyî bûbû û Rêbertî heq ji vê derket. Yekitiya neteweyî, yekitiya giyanî bi asteke bilind pêk hat. Niha em bi îdeolojiya Apoyî û bi parastian vî ruhê hevrêtiyê, ev jehr me bi tûmî ji nav xwe avêtiye.
Hevrêyên jin divê bi helwesta xwe ya biryardar a li ser xetê bibin bersiv
Bi giştî hewce ye ku hêza jinan rast were nirxandin û ya girîng divê jin bikaribe xwe rast binirxîne. Hêla herî balkêş a îdeolojî û kûrahiya felsefekî ya Rêber Apo ew e ku rastiya jinan dîtiye û derxistiye holê. Ev rewşeke bi asta cîhanî ye. Rastiyeke nû ye ku jin û ciwan pêşengên şoreşê ne. Ev rastî niha li nav gerîla pir beloq e. Gelek hevrêyên jin ên mîlîtan di şertên zor de barê herî giran radikin û hewl didin ji Rêbertî re bibin bersiv. Em jî heta dawiyê li pişt van hevrêyan in. Xasma pratîka li Qadên Parastinê yên Medyayê nîşan da avaniya jinan her ku li teniya şer û kûrahiya serwext dibe bêhtir bi rola xwe radibe. Ji vî alî ve divê hevrê bi xwe bawer dikin û li ser hîmê vê bixwebaweriyê bi rengekî xurtir, têkoşîna li qada îdeolojîk, rêxistinî û qada leşkerî bikin û bi helwesta xwe ya biryardar a li ser xetê, ji pêvajoyê re bibin bersiv, ev pir girîng e.
Dîtina çareseriyê ya ji bo her pirsê di Apogeriyê de rêgeza sereke ye. Neçareserî tu caran nayê qebûlkirin. Di felsefeya Apogeriyê de neçareserî nîne. Tişta herî xirab neçareserî û bêbiryarbûn e. Milîtanekî Apoyî li ku derê be, berpirs e ku ji pirsên wir re bibe bersiv. Li bara pirsan divê xwe berpirs bibîne û wê pirsê li gorî xeta me bi şêwaza herî guncav çareser bike. Milîtanekî Apoyî li devera ku lê ye, weke ku piranî caran em dibêjin, dema ku hewce dike di dilnizmiyê de mirovekî ji rêzê ye, dema ku hewce dike jî general e.” BEHDÎNAN