Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Hesabê şaş nekin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di mijara polîtîkayên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hişyarî da hikûmeta tirk: “Divê bi hesabên biçûk tevnegerin, şaşitiyan nekin; ev xetereyeke mezin e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tev li ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û destpêkê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Karayilan diyar kir ku agahiyên hefteyeke belav dibin, daxuyaniyên têne dayin, mijarên aşkera dibin, nîşan didin ku li Îmraliyê rewşeke ne normal û ne ji rêzê heye û got, “Beriya her tiştî, tecrîd û îşkenceya psîkolojîk 24 sal in dewam dike. Di nava 21 mehên dawî de girantir bûye û em nikarin bi tu awayî agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Agahiyên tên dayin têrker nînin. Agahiyeke fermî jî nîne. Ji aliyê me ve kes nikare xwe bigihîne Rêberê me û hersê hevalên din ên li wê derê. Lewma agahiyên têne belavkirin ne di wê astê de ne ku em baweriya xwe pê bînin. Ji xwe xumamî ne. Ev rewş fikar û gumanên me zêde dike.”

Şik û gumanên me zêde kirin

Karayilan bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê û wiha dewam kir: “Gotin, ‘me hevdîtin kiriye’. Weke ku bi Rêber Apo re rûniştine hat fêhmkirin. Piştre agahî belav bûn ku Rêber Apo hevdîtina bi CPT re qebûl nekiriye. Eger rewşeke bi vî rengî hebe çima CPT bi zimanekî rast naaxive û derewên skandal dike? CPT çima vê skandalê dike? Bi kurtasî ev hemû şik û gumanên me zêde dikin. Fikarên me gelekî zêde ne.

Diyar e ku rewş gelekî giran e

Em zanin ku li wê derê zexta li ser Rêberê me hatiye şidandin. Diçin û tên, ev têne bihîstin. Heyetên tenduristiyê jî diçin û tên. Di rewşeke bi vî rengî de fikarên me yên li ser tenduristiya Rêber Apo zêde dibin. Diyar e ku rewşeke ji rêzê nîne, berevajî rewşeke giran e. Ev mijareke gelekî girîng e. Her kes pê zane; mijara Rêber Apo ji bo gelê me, tevgera me û gelek dostên me mijareke girîng û stratejîk e. Beriya her tiştî ev mijar, yanî rewşa Rêber Apo nabe ku bi ti aayî ji bo hilbijartinê bikin malzemeyeke hesabên biçûk. Divê kes bi vî rengî nêzîk nebe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li Rêber Apo û pirsgirêka Kurd wê bibe nêzîkatiyeke erzan. Kî bi vî rengî nêzîk bibe wê li wan vegere.

Yekane pir a navbera me

Eger jiyaneke hevpar a gelê kurd wê bi Tirkiyeyê re bibe, yekane pir a vê yekê Rêber Apo ye. Divê her kes bi vê zanibe. Afirînerê jiyaneke hevpar, wekhev, azad û aştiyane ya li nava sînorê Tirkiyeyê dîsa Rêber Apo ye. Rayedarên dewletê beriya her tiştî divê vê rastiyê li ber çavan bigirin û bi rengekî cidî nêzîk bibin. Ev mijareke cidî ye. Divê kesek di vê mijarê de li ser bingeha hesabên biçûk tevnegere, polîtîkayê neke; ev xetereyeke mezin e. Ev hişyariya me ye. Divê kes weke gefxwarinê nebîne, lê belê her kes jî zane ku bi hezaran mirov hene ku di asta herî bilind de, heta mirinê bi Rêber Apo û felsefeya wî ve girêdayî ne. Ev tiştekî jiyanî ye û mijareke gelekî girîng e. Lewma divê her kes bi baldarî nêzîk bibe û kesek di vê mijarê de şaşitiyê neke.”

Siyaseta xwe ya têkildarî kurdan biguherînin

Mûrat Karayilan aliyên navneteweyî yê mijarê jî nirxand û got, “Ji kîjan alî ve bê nirxandin jî mijar gelekî cidî ye û cihê fikaran e. Hêzên navneteweyî yên pêwendîdar ku vê mijarê hawaleyî Tirkiyeyê dikin, me bêaqil dihesibînin. Halbûkî ev siyaseta wan dibe sedem ku tecrîda li Îmraliyê bigihêje vê astê; dibe sedem ku şer biqewime, li Kurdistanê komkujî bê kirin; nêzîkatiya van dewletan a înkarkirinê dibe sedem. Niha li dijî rojavayê Kurdistanê teror tê kirin. Di bingeha vê yekê de siyaseta li dijî Îmraliyê heye. Ev yek siyaseta qirkirinê ye. Siyaseta înkarkirina kurdan e. Divê hêzên navneteweyî nebin hevparê vê siyasetê. Êdî bes e! Banga me li wan ev e. Bes bêwijdaniyê, bêhiqûqiyê bikin. Her wiha xwe welê nîşan nedin ku mîna ji vê rewşê dûr ketine. Nebêjin ku em fêhm nakin. Berpirsyariya we jî heye. Eger berpirsyariya we tune be hingî çi karê CPT li wir heye! Çima diçe wê derê? Hem vî navî li xwe dike, hem jî bi roleke berevajî vê tevdigere. Bêguman CPT saziyeke Konseya Ewropayê ye. Bi kurtasî banga me li Konseya Ewropayê, li DYA’yê ye; xeta xwe ya siyaseta komployê ya li ser kurdan biguherînin. Êdî bes e! Êdî sebir fûriya ye.”

Bila gelê me û her kes zanibe ku rewşeke cidî ye

Mûrat Karayilan diyar kir ku divê gelê kurd û her kes zanibe, ku ev yek rewşeke cidî ye û wiha dewam kir: “Em di demeke gelekî girîng de ne, di heman demê de bi îmtihanekê re rû bi rû ne. Ev yek ezmûneke. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin, xwedî li xwe, nirxên xwe derkevin û bi her rê û rêbazên li ber binpêkirina hiqûqê rabin. Di vê mijarê de divê em bikevin bin bar û bi berpirsyarî rabin; rîskê bidin ber çavên xwe. Weke welatparêzan divê em li her qadê xwedî li welatê xwe, Rêberê xwe û rastiya xwe derkevin. Ji bo vê ya pêwîst çi be divê bê kirin. Gelê kurd rastiyeke. Rêber Apo rastiyeke. Daxwaza azadiyê rastiyeke. Felsefeya li ser bingeha azadiya jinan rastiyeke; binihêrin vaye îro li tevahiya cîhanê belav dibe.

Pêwîste mirov hîn bêhtir bixebite

Ji bo ev rastî li hemberî sextekarî, durûtî û neheqiyê bê parastin, divê mirov hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, hîn bêhtir bixebitin û hîn bêhtir bibin xwedî îrade. Em tevger û gel divê vê yekê hîn bêhtir nîşan bidin. Divê em xwedî li wezîfeyên xwe derkevin.”

Karayilan got, “Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye; xwedîderketina li têkoşîna xwe, xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Divê em xwedî li xwe derkevin. Gelê me divê xwedî li xwe derkeve.”

Fedakariyeke hîn mezintir divê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Di vê mijarê de banga me li gelê me ye. Di serî de gelê me yê li Ewropayê em bang li tevahiya gelê xwe dikin. Li Ewropayê gelê me bi rastî jî gelekî kedê dide. Her roj li qadan e. Lê belê divê gelê me zanibe ku em di nava şert û mercên awarte de ne. Vaye 8 meh in gelek hevalên me yên gerîla hînê nekarîne xwe bişon, nekarîne rûyê xwe bişon, bi şev û roj di bin êrîş û bombardûmana kîmyewî de ne. Yanî em di demeke bi vî rengî de ne. Eger em baweriya xwe bi vê nînin û li ser vê bingehê fedakariyê nekin, hingî kes nikare li hemberî vê yekê îdare bike. Ne karekî hêsan e. Bila gelê me bi vê zanibe; îro ciwanên me, şoreşgerên me û Rêberê me di bin barekî giran de ne. Divê em barê Rêberê xwe sivik bikin.

Belê; girseya li Ewropayê her çend heta niha heta astekê fedakariyê dike jî di vê demê de divê hîn bêhtir bike.

Xelkê li Rojava jî di asteke girîng de li qadan e; her wiha xelkê me yê li Rojhilat her roj li qadan e û ketine bin barekî. Xelkê me yê li wir tevî gelên din ên Îranê xeteke xweser dimeşîne. Li Bakur jî divê xelkê me dakevin qadan.”

Dixwazin kurdan ji Rojava derxînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, “Konsepta dewleta Tirk tunekirina destketiyên kurdan hemûyan e, siyaseta qirkirinê ye. Di vê çarçoveyê de naxwaze ku kurdên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî îdareyeke xweser be. Vê yekê ji bo xwe metirsî dibîne û dixwaze ji holê rake. Di vê çarçoveyê de nêzîk dibe. Aliyekî bi vî rengî heye. Aliyê din jî têkildarî hilbijartinê ye. Dewlet dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî dagir bike. Di vê mijarê de projeya xwe heye. Hikûmeta AKP-MHP dixwaze ji aliyekî ve vê konseptê bimeşîne, li aliyê din jî ji bo karibe di hilbijartinê de dengan werbigire dixwaze faşîzm û neteweperestiyê geş bike. Yanî du hesabên xwe hene. Ji bo vê jî destpêkê xwestin li Herêmên Parastinê yên Medyayê yanî li başûrê Kurdistanê encamê bi dest bixin. Lê belê aşkera bû ku ew nikarin li Zapê çîrokeke serketinê ji bo xwe biafirînin. Lewma jî bi rengekî şênber berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

Bêguman tenê hesabê wan li ser hilbijartinê nîne. Hesabê wan ê ji bo tunekirinê heye. Dewleta tirk di vê mijarê de ne tenê dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rast e; ev jî heye lê belê dixwaze kurdan ji rojavayê Kurdistanê derxîne. Bi kurtasî dixwaze Rojava bi temamî ji kurdan bistîne, her derê bike mîna Efrînê. Mînak li Efrînê niha kurd hene? Derdora ji sedî 20 heye, lê belê ew jî kirine kole, her roj ji bo fîdyeyê wan direvînin, di nava zext û zordariyê de ne û dest datînin ser mal û milkên wan. Êdî welê dihesibînin ku ew der ji kurdan standine. Heman rewş li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî ye.

Di heman demê de li dijî ereb û suryaniyên welatparêz e

Ne tenê êrîşî kurdan dikin, di heman demê de êrîşî ereb û asûrî-suryaniyên welatparêz jî dikin. Dixwazin Erebên ku ajanên wan e bi cih bikin. El Nûsra, DAÎŞ û malbatên wan bi cih dikin. Mînak niha erebên demokrat û welatparêz ji Girê Spî derxistine. Belê li dijî kurdan e û dixwazin rojavayê Kurdistanê ji kurdan bistînin, lê dixwaze ereb û tirkmenên nokerê xwe li şûna wan bi cih bikin. Naxwe ji xwe êrîşî erebên welatparêz dikin. Lewma êrîşek li ser tevahiya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye, di vê mijarê de planeke xwe ya bingehîn heye. Mînak Erdogan qala avakirina herêmeke tampon a ji 30 kîlometreyî dike. Eger heta bi 30 kîlometreyî bikevin hundir, ji xwe Rojava ji holê radibe. Yanî sînorê Rojava heta wê derê ye. Polîtîkayeke bi vî rengî qirkirin e.

Ev siyaset li dijî kurdan hemûyan e

Di vê mijarê de divê bê zanîn ku rast e êrîş li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, lê belê ev siyaset li dijî kurdan hemûyan e. Eger li wir bi ser bikevin wê li tu cihî kurdan nehêlin. Ev yek armanca wan e. Yanî êdî li tu cihî xweseriyê nahêlin, wê nasnameya kurd qet nas nekin. Lewma êrîşên li ser Rojava divê ne tenê li ser Rojava bê dîtin; êrîşên li dijî rastiya Kurdistanê ye. Divê bi vî rengî bê dîtin û rojavayê Kurdistanê bi tenê neyê hiştin. Bi her rê û rêbazê divê mirov piştgiriyê bide Rojava. Dibe ku hinek hebin ku ji xwe re dibêje ‘partiyên kurdan in’ û bi Tirkiyeyê re tevdigere. Bila ew bi Tirkiyeyê re bin. Li hev pîroz be, lê belê welatparêzên li her çar parçeyên Kurdistanê divê bibin yek, divê piştgiriyê bidin berxwedana Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.”

Bila rojava sûdê ji tecrûbeya gerîla werbigire

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker du sal in êrîşî gerîla dike, lê dike nake nikare bi ser bikeve û got, “Tevî ku her cure çek bi kar anî, sûd ji çekên herî modern wergirt, çekên qedexekirî bi kar anî û hêzên xwe yên herî bijarte anî Avaşîn, Zap û Metînayê nekarî bi ser bikeve. Ev yek encameke. Ji bo gelê kurd îradebûyîn e. Di vî şerî de hat dîtin ku hêzeke biçûk, bêyî ku çekeke giran di dest de hebe, bi taktîkên rast dikare xaka azad biparêze. Ev encam di nava du salên dawî de şênber bûye. Yanî dikarim bibêjim ku destketiya me ya herî mezin ispatkirina rastiya vê rêbaz û taktîkê ye. Bi taktîka serdemê em karin xaka azad li hemberî çekên herî modern biparêzin. Ev yek tecrûbeyeke gelekî mezin e. Bêguman ev tecrûbe bi berxwedana lehengan hatiye afirandin.”

Karayilan destnîşan kir ku berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê mînaka vê yekê ye û ev tişt anî ziman: “Hate dîtin ku em dikarin xaka xwe ya azad biparêzin. Eger gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû gelên herêmê di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî, di şerê ser û binê erdê de bi biryardarî xwe bi rêxistin bike, dikarin bi ser bikevin. Her wiha rewşa li Serêkaniyê û Efrînê qewimîn wê careke din dubare nebe. Beriya her tiştî divê gelê me ji xwe bawer bike. Hêza gel gelekî zêde ye. Hebûna gel a li qada şer gelekî girîng e. Piştre jî divê ji rêxistina xwe bawer bike. Bêguman divê rêxistin xwe baş amade bike. Bi taybetî pêşeng divê bi biryar bin, divê ji taktîkê bawer bikin. Eger di vir de kûr bibe dikarin bi ser bikevin. Di vir de ya girîng ew e ku ji xwe, ji hêza xwe û rêveberiya xwe bawer bikin. Ji ber ku gel e û li hemberî teknîkê gel dikare encamê bi dest bixe. Divê ji vê bawer bikin.

Mayina gel a li cihê xwe gelekî girîng e

Hîn gelek kes dibêje, ‘Gelo wê êrîş li hemberî Rojava bê destpêkirin?’ Êrîşê ji xwe di 19’ê mijdarê de destpê kir. Ma illehî divê ji bejahî êrîş bike? Niha bi balafiran lê dide, bi tankan lê dide, li binesaziyê dide, li firinan dide, li avê, petrolê, nexweşxaneyê, dibistanan li her tiştî dide. Dixwaze gel bide revandin û wê derê ji jiyanê xalî bike. Beriya bê, bingeha siyaseta qirkirinê amade dike. Ev yek jî nêta wan nîşan dide. Dixwaze gel ji wir derxîne û mirovên xwe lê bi cih bike. Wê DAIŞ’iyan û yên xwedî heman me jî bînin wê derê. Piştre jî xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de guhertinê bikin û li ser Sûriyeyê serwer bin. Armanceke xwe ya bi vî rengî heye. Gelê me tevî vê yekê jî li cih û warê xwe ye. Ewqas êrîş kirin, lê nekarîn bidin koçberkirin. Ev tiştekî baş e; em belê xwe pîroz dikin. Eger ji bejahî ve jî êrîş bê kirin û heman helwest bê nîşandan, em bawerin ku wê dijmin nikaribe encamê bi dest bixe. Em ew li vê derê wezinand. Em zanin ku çend kîlo ne. Leşkerekî bi tenê jî li gel wan nîne ku karibe sîng bi sîng şer bike. Em vê yekê ji dûr ve nabêjin; em ji qadên şer dibêjin. Ev bi hêza xwe ya hewayî şer dikin û çekên qedexekirî bi kar tînin. Bêguman em nabêjin ji bejahî ve qet nîne, lê belê eger îrade bê nîşandan, ew nikarin bi pêş ve biçin. Di vê mijarê dibe ku çeteyên kurd û ereb bi kar bînin, lê belê eger rêbazên rast bêne bikaranîn ew jî dikarin bêne têkbirin.”

Karayilan her wiha destnîşan kir ku divê dîplomasiyeke xurt jî bê meşandin û wiha got, “Dîplomasî ne xwespartina li hin dewletan e. Na. Divê raya giştî rakin ser piyan. Dîplomasî divê ji bo raya giştî be. Bêguman bi dewletan re divê têkilî bê danîn, çiqas piştgirî bê wergirtin ewqasî baş e, lê belê divê xwe nespêrin kesî. Divê ji hêza xwe û dostaniya gelan bawer bikin.”

Dema ku li ber xwe da, hingî wê piştgiriyê jî werbigire

Karayilan got, “Aşkera ye ku Rêveberiya Xweser ji bo karibe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibe xwedî îrade divê parastina xwe bi xwe bike. Eger xwe bi xwe nikaribe biparêze wê bi Sûriyeyê re jî nikaribe çareseriyê bike. Sûriye wê bibêje ‘tu hewcedarî min e; vaye Tirkiye wê li te bixe, ez ê tu mafî nedim te’. Lewma divê gelê me yê welatparêz û gelên ereb, asûrî-suryanî, gelê kurd vê fêhm bikin. Di vê demê de divê xwe bikin îrade. Eger vê bikin, wê Sûriye jî ji neçarî wan qebûl bike, DYA jî wê wan qebûl bike, Rûsya jî wê wan qebûl bike; hemû dewlet wê wan qebûl bikin. Rêya vê jî berxwedan e.”

Karayilan destnîşan kir ku di berxwedanê de jiyana azad heye û got “Li ser vê bingehê em bawerin ku gelê me wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Ji niha ve bi vê hêviyê em ji gelê xwe yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar