Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Karayilan: Hevalê Hewram lehengekî nemir e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi bîr anî û wiha got: "Jiyana ku hevalê Hewram di nava tevgera me de 16 salan temsîla wê kir, bangek ji bo her kesî ye. Divê em bi azadiya Kurdistanê û Rêbertî xwedî li bîranîna wî derkevin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi bîr anî û wiha got: “Tevlîbûna fermandarên me yên hêja mîna Hevalê Hewram ji bo me mînak e, lehengên nemir e. Bi berxwedana xwe her tim rêya me ronî bikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mêrdînê Hasan Mahmûd (Hewram Awyer) ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di 29-30’ê adara 2021’an de li Mêrdînê şehîd bû, bi bîr anî. Karayilan wiha axivî: “Hevalê Hewram Awyer hevalekî me yê ji Rojhilat bû. Di salên 2000’î de li Rojhilat li ser tevgera me nîqaşên berfireh dihatin meşandin. Hevalê Hewram ku wê wextê ciwanek bû, tevgera azadiyê nas kir. Ji gundê hevalê Hewram berê gelek kes tevlî nava tevgeran nebûbûn, lê belê gundekî welatparêz e. Malbat jî welatparêz e. Hevalê Hewram li Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê beşa Kompûterê dixwîne. Li Zanîngehê bi salan lêkolînê li ser raperînên Kurdistanê dike; ku çima bi ser neketin, çima têk çûn. Bêguman Tevgera Azadiyê jî bihîstibû, lêkolîn li ser wê jî dikir. Dît ku Rêber Apo tespît kiriye bê çima tevgerên raperînê yên berê bi ser neketine. Bi hevalên xwe yên li Zanîngehê re dest bi nîqaşê dike. 5-6 heval dest ji Zanîngehê berdidin û sala 2006’an tevlî nava refên tevgera me dibin. Hevalê Hewram û hevalên wî ne tenê bi rengekî hestewarî û bi Kurdîtiyê tevlî dibin, ew baş lêkolîn dikin, kûr dibin. Dikevin nava lêgerînekê. Serketin di nava PKK’ê de dîtin û bi vî rengî tevlî bûn.”

Tevlî berxwedana Botanê bû

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Demekê li Rojhilat kar dike, lê belê dixwaze li her parçeyên Kurdistanê têbikoşe. Lewma jî dixwaze biçe parçeyên din ên Kurdistanê. Li ser vê daxwazê sala 2013’an li Botanê tê bicihkirin. Piştî ku derbasî Botanê dibe tevlî nava Fermandariya Bestayê dibe. Piştre jî li gorî pêwîstiyan derbasî Cûdî dibe. Li wir jî bi erka fermandariyê radibe. Dema ku Fermandar Gelhat ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe diçe, hevalê Hewram dikeve şûna wî. Fermandar Gelhat tevlî berxwedana Kobanê dibe û li wir şehîd dikeve.”

Di axaftina xwe de Karayilan ev tişt anî ziman: “Hevalê Hewram jî li Cûdî kar dike. Hevalê Hewram li Botanê tevlî gelek operasyonan bû. Li Cizîrê, Silopiyayê û Elkê tevlî gelek çalakiyan bû. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de hevalê Hewram li Botanê bi erkeke girîng radibe. Ji ber ku ew bi xwe bi berxwedana li Cizîr û Silopiyayê re eleqedar dibe. Tevlî amadekariyên wê dibin. Di wê pêvajoyê de ku dijmin 9 rojan nekarî bikeve nava taxên Cizîrê, hevalê Hewram berxwedan bi rê ve dibir. Hevalekî welê bû ku aliyên xwe yên çalakger û şervan gelekî pêşketî bû. Piştî komkujiyên li Cizîr û Silopiyayê, hevalê Hewram tevî 60 hevalên di bin fermandariya wî de bû, meha Nîsanê -bawerim 4’ê Nîsanê bû- di rojbûna Rêbertî de ketin nava Silopiyayê. 2 rojan tevî hêza xwe li Silopiyayê şer kir, hesab ji dijmin xwest. Piştî 2 rojên ku derb li dijmin hate xistin tevî hêzên xwe vekişiya Cûdî. Fermandarekî bi vî rengî yê mezin bû. Li Botanê di nava tîma bi tevger de bû. Gelek çalakî kir. Piştre jî ji ber pêwîstiyê wezîfeya wê zêdetir dibe û dibe fermandarê Elkê.”

Di şerê Botanê de bi rola xwe li pêş bû

Karayilan bi bîr xist, piştî ku dewleta tirk operasyoneke berfireh li qada Kato Jîrka da destpêkirin Hewram bi êrişa hewayî bi giranî birîndar bû û got, “Piştre tedawiya hevalê Hewram tê kirin. Hevalê Hewram ku li Botanê di pratîkê de xwedî roleke gelekî girîng bû, bi kedkarî û hêza xwe ya di şer de li pêş bû. Hevalekî ciwan, lê têgihiştî bû, şervanekî wêrek bû. Li Botanê mohra xwe danî binê gelek çalakiyan. Berxwedana Silopiyayê ya 2 rojan, berxwedana Cizîrê ya 9 rojan, her wiha li Elkê û Bestayê li gelek deveran rol û keda hevalê Hewram heye. Lewma li Botanê di demeke kurt de derkete pêş. Botan cihekî hêsan nîne, her kes li wir nikare derkeve pêş. Di şerê Botanê de bi rola xwe li pêş bû.”

Xwedî çandeke şoreşgerî bû

Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê Hewram şoreşgerê Kurdistanê bû. Ji bo wî parçeyekî bi tenê tune bû. Mînak piştî ku hate Botanê bû yekî ji Botanê. Xwe li wir biyanî hîs nekir. Xwedî sekneke demokratîk û neteweyî bû. Mirovekî neteweyî bû ku fikrên Rêber Apo pejirandibû. Lewma bala wî li ser herêmperestî nebû. Ji bo xelkê me yê Hewraman şaş fêhm neke, navê xwe kiribû Hewram Awyer, diyar e bi cewhera xwe ve girêdayî bû. Bi cewhera xwe re bûbû xwedî nasnameyeke neteweyî. Ji xwe ya ji bo me rast jî ev e. Tu yê ti carî ji cewhera xwe qut nebe, lê tu yê neteweyî be. Tu yê herêmperest nebe. Ya rast ev e. Hevalê Hewram gihîştibû vê astê. Lewma li her qadê wezîfe dida xwe. Dema ku li Fermandariya Eyaleta Mêrdînê hta wezîfedarkirin kesî negot, ‘Dibe ku Hevalê Hewram xerîb be, Mêrdîn cuda ye, hinekî çiyayî ye, hinekî jî deşt e’. Her kesî zanî bû ku hevalê Hewram wê li her derê têbikoşe. Xwedî çandeke şoreşger bû.”

Tevlîbûna li nava refên gerîla îdeolojîk bû

Karayilan bal kişand ser taybendiyê Fermandar Hewram û ev tişt got: “Taybetmendiyeke din a hevalê Hewram wiha ye ku tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla îdeolojîk, bi biryar û stratejîk e. Lewma jî ne tenê bi xwe her wiha hin ji hevalên xwe yên li Zanîngehê jî tevlî nava refên gerîlad ike. Piştre jî dixwaze gundê xwe, temamiya malbata xwe tevlî bike. Ji bo vê hewl dide. Ji ber ku zane rêyeke pîroz e. Lewma dixwaze her kesên li derdora xwe tevlî kar bike. Ev tiştekî girîng e.”

Da ser şopa fermandar Simko

Di dirêjiya axaftina xwe de Karayilan destnîşan kir ku Hewram daye ser şopa fermandar Simko û wiha got: “Piştî ku tedawî bû salekê li Akademiya Apollo ders da. Ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve pêşketî bû. Lê belê li Mêrdînê pêwîstî pê çêbû. Ji xwe hevalê Hewram jî dixwest li Bakur kar bike. Dabû ser şopa fermandar Simko. Çawa ku fermandar Simko ji Rojhilat çû heta Derya Reş, li Dersimê fermandarî kir, hevalê Hewram jî dixwest hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Lê belê hvalan jê re got, zêde neçe, Mêrdîn bes e û ew weke Fermandarê Mêrdînê wezîfedar kir. Bi pratîka xwe li Mêrdînê roleke girîng lîst. Gelek çalakî kir, gelek caran bi çavsorî diçû gelek çalakiyan, lewma dihate rexnekirin. Mînak ew bi xwe jî tevlî çalakiyên li Botanê dibû. Bêguman ji vî alî ve hate rexnekirin.”

Gelekî wêrek bû

Karayilan da zanîn ku rêhevalê wan gelekî wêrek bû wiha bi gotinên xwe daket: “Êdî ew dem derbas bû ku fermandarê eyaletê her roj çalakiyan koordîne bike. Yanî diviyabû xwe biparasta, tevlî çalakiyan nebûya. Di vê mijarê de hate hişyarkirin, ew jî piştre hîn baldar bû. Hevalekî gelekî wêrek bû. Li her derê her tişt dikarîbû bikira. Lê belê weke fermandarê eyaletê diviyabû li her derê nehatibûya dîtin. Ji ber ku dijmin êrişî fermandaran dike. Hevalê Hewreman jî di vê mijarê de kêmasiyên xwe hebûn. Dixwest li her derê be. Mirov dikare bêje ku şehadeta wî ji ber vê yekê bû. Çawa? Mînak, dixwaze bi hevalên li Kerboranê re hevdîtinê bike. Bawerim hevalê Egîd, hevalê Rustem jî têne şopandin. Em baş nizanin, lê di vê mijarê de gumanên me hene. Hevalê Hewram jî bi vî rengî tê kontrolkirin. Ji fermandarên m eyên herêmê hevalê Rêber ji xwe çûbû Amedê. Hevalê Hewram bang li wî dike. Ji xwe dema ku bûyer diqewime hem Rêber hem jî hevalên li Kerboranê pê re bûn. Dijmin di vê demê de destpêkê ji hewayî ve êrişî herêma Bagokê dike, piştre jî ji bejahî ve dest bi êrişeke mezin dike. Li wê derê tevî hevalên Rustem, Rêber û Egîd şehîd dikevin. Şehadeta hevalê Hewram ji bo me windahiyeke mezin bû. Ji ber ku li eyaleta Mêrdînê gelek wezîfeyên xwe hebûn. Wezîfeyên xwe hebû ku hêzên gerîla bişîne herêmên cuda û vekişîne. Diviyabû ev kar koordîne bikira, ne ku yekser tevlî bibûya. Lê belê wî dixwest her tiştî bi xwe bike, ev jî dibû sedem ku hin pirsgirêkên ewlekariyê rû bidin. Di vê mijarê de ji xwe hatibû hişyarkirin, lê belê hevalekî gelekî xwînsar bû, dixwest li ser pêvajoyê serwer be. Lewma dixwest bi hevalan re nîqaşê li ser plansaziya salane bike. Hem ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî ve hem jî ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe bû. Hevalekî bi vî rengî yê ciwan dikarîbû hîn bêhtir kar bikira. Lewma jî şehadeta hevalê Hewram heval hemû gelekî êşand.”

Li rastıyê gerîya û li nava PKK’ê dît

Di dawiya axaftina xwe de Karayilan ev tişt anî ziman: “Her şehadet ji bo me peyameke. Piştî şehadeta hevalê Hewram li heman cihî 6 heval şehîd bûn. Şehadeta şehîdên Bagokê ji bo me mesajeke. Divê em xwedî li bîranîna wan derkevin. Mîna hevalê Hewram tevlîbûna fermandarên me yên hêja ji bo me mînak e, perspektîfa bingehîn e, lehengên nemir e. Bi berxwedan, rê û rêbaza xwe wê timî rêya me ronî bikin. Di azadiya Kurdistanê, di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de divê em xwedî li bîranîna wan derkevin. Bi vî rengî em dikarin wan nemir bikin. Bi vî rengî em dikarin armancên wan pêk bînin. Hevalê Hewram li rastiyê digeriya û bi vî rengî xwe gihand PKK’ê. Weke ciwanekî Kurd dixwest şoreşekê bibîne û tevlî bibe. Bi vî rengî PKK dît û tevlî nava refên gerîla bû. Ji Jawero, ji Hewramanê derketina hevalekî mîna Hewram ji bo malbata wî rûmeteke mezin e. Gihandina şoreşgerekî wiha, fermandarekî karker û xurt ji bo dayik, bav, xwişk û birayên wî rûmet û şerefeke. Ji bo xelkê Hewreman jî mînak e. Banga li ciwanên Hewreman e. Pêngava hevalê Hewraman ji rêzê nîne. Di demeke kurt de bi ked û hewldanan xwe gihand asta fermandariya eyaletê. Ev sekna hevalê Hewreman ji bo tevahiya ciwanên Hewreman û Kurdistanê mînak e, rûmet e. Pratîka wî ji bo her kesî bang û peyam e. Ciwanê Kurdistanê divê mîna hevalê Hewram tevbigerin. Bi zanebûn ji bo Kurdistaneke azad bi rê bikevin. Hevalê Hewram di nava tevgera me de bi jiyana xwe ya ku 16 salan temsîl kir ji bo her kesî bang û vexwendine. Divê em bi vî rengî nêzîk bibin. Şehadeta van şoreşgerên ku di dîrokê de bi roleke girîng rabûne ji bo me ferman e. Weke hevrêyên wî bi serxistina doza wan em dikarin wan nemir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar