Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Kurd li Stenbolê hêza diyarker e

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan hilbijartinên Stenbolê nirxand û wiha got: “Kî dixwaze Kobanê jî mîna Efrînê bê qirkirinê bila dengê xwe bide Bînalî Yildirim. ger wijdanê we vê yekê qebûl nake wê demê divê hûn deng nedin Yildirim. Ji ber ku guneh e.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ku dê di 23’ê hezîranê de ji nû ve bên kirin ji ANF’ê re nirxand û wiha got: “Mirovên me yên kurd, tirk û her civata alîgirê demokrasiyê wê li vê rastiyê bifikirin, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.”

Karayilan, di vê hilbijartinê de ku divê helwesta hilbijêrên kurd çawa be? nirxand ev tişt anî ziman: “Ya rast hilbijartinên Stenbolê veguheriye referandûmê. Bêguman gelê Kurdistanê, mirovên dost û demokratîk wê li vê bifikirin û bi vî rengî nêzî hilbijartinê bibin. Yanî pêwîstî pê nîne ku di vê mijarê de em bangeke taybet bikin. Ji xwe HDP’ê û saziyên din ên demokratîk û civaka sivîl di vê mijarê de biryara xwe dane. Li dijî faşîzmê wê alternatîfa demokratîk ji bo xwe esas bibînin. Bi xwe eşkere kirin ku wê di çarçoveya dirûşma ‘Em dawî li faşîzmê bînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ tevbigerin. Em vê yekê weke stratejiyeke rast dibînin. Li Tirkiyeyê jî rejîma AKP-MHP û Ergenekon metirsî ye. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî eşkere bû ku hêza vê metirsiyê ji holê rake kurd û dostên wan e. Kurd li Stenbolê hêza diyarker e. Ev yek ji bo kurdan hemûyan cihê serbilindiyê ye. Em di serdema bilindbûn û azadbûna gelê Kurdistanê yê bindest de ne. MHP an jî zîhniyetên din ên mejiyê wan bi jehra neteweperestiyê kor bûye vê yekê nabînin lê belê neçar in vê rastiyê qebûl bikin. Ji we nehat ku hûn kurdan bitepisînin. Ji we nehat ku hûn kurdan biqedînin. Kurd rastiyek e. Çawa roj û heyv hene, kurd jî neteweyek e û heye. Ne koleyê we ne. Ger hûn dixwazin bi hev re bijîn hingî hûn ê jiyana wekhev û azad bipejirînin. Rêyeke din nîne.”

Paqijiya etnîkî kirin

Karayilan si ser ew nêzîkatiya beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê ku ji bo kesên digotin ‘Kurdistan’ digotin ‘bila bicehimin biçin’, niha dibêjin Kurdistan rawestiya û wiha got: “Bînalî Yildirim hatiye Amedê û qala Kurdistanê kiriye. Bi çend gotinan bi kurdî axiviye. Tu yê her roj koka kurdîtiyê tine bike, piştre bêje ‘Kurdistan’. Heman Bînalî Yildirim sala 2016’an dema ku li dijî gelê kurd operasyonên qirkirinê dest pê kir hat Çelê û got, “Ev yek ji bo me şerê serxwebûnê ye”. Yek ji serkêşên şerê komkujiyê yê li dijî kurdan e. Ji xwe beriya çend rojan di paneleke hevpar de ya bi Îmamoglû re wî bi xwe xwe deşîfre kir. Got, “Ji xwe wê demê ez serokwezîr bûm, me Efrîn paqij kir, me hezar ji pênc sed hezar penaberên li gel me ne li wir bi cih kir.” Bala xwe bidin wî, dibêje; me paqijiya etnîkî kiriye. Bi rengekî vekirî li vê mikur tê. Di ser de dibêje, “Ji niha û pê ve em ê li rojhilatê Firatê qada ku dirêjahiya wê heft sed û pêncî kîlometre, firehiya wê pêncî kîlometre ye paqij bikin û penaberên din ên li Tirkiyeyê li wir bi cih bikin.” Yanî dibêje, “Em ê mîna Efrînê li Kobanê û Qamişloyê jî bikin.”

Yildirim mikur hat

Bi berdewamî Karayilan ev tişt anî ziman: “Kurdên ku vê dixwazin bila dengê xwe bidin Bînalî Yildirim. Kîjan kurdê bi rûmet vê yekê dixwaze? Ez bang li kurdên hêja yên misilman ên oldar û samîmî dikim. Dibe ku heta niha hûn nêzî AKP’ê bûn, dibe ku we deng dabûn AKP’ê jî. Dibe ku hûn ne CHP’î, ne HDP’î ne lê belê rewşeke cuda heye. Bînalî Yildirim bi xwe bi rengekî vekirî mikur hat. Dema ku hewl da pesnê xwe bide li sûcê xwe mikur hat. Di rewşeke wiha de ger yek dixwaze mîna Efrînê li Kobanê jî qirkirin pêk were hingî dikare dengê xwe bide Bînalî Yildirim. Ger wijdanê we vê qebûl nake wê demê deng nedin Yildirim. Ji ber ku guneh e. Dengdana ji bo wan tê wateya hevkariya van komkujiyan. Bi taybetî mirovên me yên oldar ên li Stenbolê divê li vê rastiyê bifikirin û deng nedin van zaliman. Divê li Stenbolê careke din wan têk bibin û dersê bidin wan. Mirovên me yên kurd hemû, kurd, tirk û civatên alîgirê demokrasiyê wê li vê rastiyê bifikirin, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.”

Bi rengekî rast nêzî vê qonaxa dîrokî

Di dawiya axaftina xwe de jî Karayilan pêngava berxwedanê ya ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ jî nirxand û wiha got: “Divê pêngav li qada civakî û di asta berxwedana gerîla de bidome. Di serî de ciwan divê Kurdistanî hemû di vê dema dîrokî de bi berpirsyarî tevbigerin. Ger dayikên me yên hêja, dayikên laçik spî bi mehan li kolanan li dijî êrîşên bi çoyan li ber xwe dan, hingî ev yek ji bo ciwanan peyamek e. Divê em bi rengekî rast nêzî vê qonaxa dîrokî bibin. Bi rengekî hîn bi bandor divê em tevlî meşa Rêberê azad, Kurdistana azad bibin. Haya me jê heye ku wezîfeyên girîng dikevin ser milê hêzên gerîla. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya dîrokî de her kes bi berpirsyarî tevbigere û wezîfeyên xwe bi cih bîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar